Şerê Cîhanê yê 3’yemîn hîn li Rojhilata Navîn diqewime. Bi taybetî piştî şerê Îsraîl-Hamas û Îsraîl-Hîzbûllahê, dihate texmînkirin ku şer derbasî Sûriye û Iraqê bibe. Hêzên herêmî û hêzên hegemonîk ên navneteweyî ji bo zêdekirina bandor û hêza xwe li pey her firsendê ne û bi nearamkirina herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û ewlekariyê hewl didin herêmê ji nû ve ava bikin. Di encama vê yekê jî de jî rojên dawî pêleke nû ya êrîşê li ser Sûriyeyê destpê kiriye.
Di van rojan de ku ji bo Rojhilata Navîn saet jî gelekî girîng in, divê em bi xurtî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.
Çeteyên ku DAÎŞ, El Qadîde, selefîst û cîhadîstan temsîl dikin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û Helebê dest bi êrîşeke nû û berfireh a dagirkeriyê kirin. Çete û mejiyê DAÎŞ û El Qaîdeyê careke din êrîşî Kurdan, jinan, gelan dikin. Bi vê êrîşê re komkujî, qirkirin û qirkirina jinê careke din rû dide. Eşkere ye ku li pişt van êrîşan dewleta Tirk heye. Ev pêla êrîşê ku hêzên weke NATO’yê jî li pişt e, ti feyda xwe ji aştiya gelan û jiyana bi hev re nîne. Bi taybetî ev êrîşên bi hevdemî li ser Til Rifat, Minbic, Til Temir û Rojava destpê kir, nîşan dide ku komkujî û qirkirineke nû ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û tê bicîhanîn.
Demeke dirêj bû ku rayedarên dewleta Tirk qala komkujî û êrîşên qirkirinê yên nû yên li dijî Kurdan dikirin. Ev yek êrîşek li ser jiyan û rêveberiya demokratîk, wekhev û bi hev re ya gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen û Tirkmen a li ser xaka xwe ye. Ji ber ku modela li Rojava ya jiyana bi hev re ya li ser bingeha wekhevî û azadiyê û parastina cihêrengiya gelan nikarin hezim bikin; her wiha weke dawiya polîtîkayên netewe dewlet, nijadperest û neteweperest dibînin, êrîş dikin. Aktorê sereke yê vê yekê jî dewleta Tirk e. Çeteyên El Qaîde û DAÎŞ’ê di demeke kurt de bi rêbaza şokê êrîşî Helebê kirin û bi dest xistin, ku ev yek nîşan dide ku ev rewş ji hêzên navneteweyî cuda nîne ku li pey dîzaynkirina herêmê ne. Vekişandina bermahiyên DAÎŞ’ê ji bo Idlibê, perwerdekirin, biçekkirin û amadekirina wan li wê derê, her wiha êrişa wan nîşan dide ku rewşeke plankirî ye û demeke dirêj li ser dixebitîn. Eşkere bû ku ev hêzên li herêmê li pey hegemonyayê ne bi dewleta Tirk re ev pêvajo plan kirin, bi rê ve birin. Her wiha artêşa Sûriyeyê bêyî li ber xwe bide xwe vekişand, hêzên bi Sûriyeyê re di nava tifaqê de ne piştgiriyeke cidî ji bo rawestandina êrişan nekirin ku ev yek jî nîşan dide ku êrîş û polîtîkayên qirêj li ser can û xwîna gelan di meriyetê de ye.
Weke ku di gelek şer û êrişên bi heman rengî de hate dîtin, di van êrîş û polîtîkayên şer de jî jin, gel û zarok têne qetilkirin, êrîş li wan tê kirin û rastî polîtîkayên qirkirinê tên. Ev hêz û mejiyê selefî/cîhadîst ji bo karibin careke din jinan weke kole/cariye bi kar bînin, bifiroşin, qirkirina jinê bi rengekî çalak bixin meriyetê, ketin nava liv û tevgerê. Jin weke êrîşên qirkirinê yên salên 2013/2014’an ên bi destê DAÎŞ’ê hatin kirin, bi êrîşeke nû re rû bi rû ne.
Naxwazin ev cografya ku ji bo azadiya jinê bê ronîkirin û nebe qadeke wekhevî û azadiyê ya bi pêşengiya jinê. Ev êrîş û komkujî ji aliyê xwediyên vê feraset û mejiyî tê kirin.
Bi têgihiştin, perspektîf û paradîgma ya afirandina paşerojeke wekhev û azad tevdigere, em careke din diyar dikin û radigihînin ku yên xwedî zîhniyeta tarî ya qirêj û kor wê winda bikin. Emê vê tarîtiya ku ji aliyê feraset û sîstema bi serdestiya mêr ve tê xwedîkirin, pêşvebirin û destekkirin, têk bibin. Girînge ku hemû jin bêyî dereng be, bi bandor tevbigerin, têkoşînê bilind bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna li Rojava. Li dijî vê hovîtiya barbar divê em li ser bingeheke bi bandor û xurt parastina xwe bikin. Divê neyê jibîr kirin, eger em îro nekin, sibe dibe ku dereng be. Hemû gelên li Rojava dijîn, ku jiyan û paşeroja wan di bin gefan de ne, pêwîste xwe bi rêxistin bikin û berxwedanê derxînin asta herî bilind. Li cihê ku gel lê rêxistinbûyî ne, planên bi xwîn ên zaliman têk diçe. Em careke din îspat bikin ku faşîzm li van xakan mehkûmî têk çûnê ne. Di van rojan de ku saet û roj ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng in, divê em xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin û bi ser bikevin.
Çavkanî; Ji daxwuyaniya KJK