• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Em Hêzên Komploger Bi Nefret Û Hêrsa Xwe Ya Şoreşgerî Şermezar Dikin

October 8, 2024
in Daxuyanî
A A
Em Hêzên Komploger Bi Nefret Û Hêrsa Xwe Ya Şoreşgerî Şermezar Dikin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Di sala 27’emîn a komploya navneteweyî de em careke din hêzên komploger bi nefret û hêrsa xwe ya şoreşgerî şermezar dikin. Komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî jinan, gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, mirovahiyê hate pêşxistin. Em şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ên ku bi li dijî komployê bi bedena xwe xeta berxwedanê afirandine, bi minetdarî bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û bi îdîaya ku em komployê di dîrokê de binax bikin, soza xwe ya serketinê dubare dikin.

Komploya 9’ê Cotmehê bi pêkhateyeke pir a ku welatên YE’yê û hêzên din di nav de, pêk hat û ev yek girêdayî firehî û mezinahiya komployê ye. Di vî warî de bi komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de tenê tasfiyeya Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd nehate hedefgirtin. Siberoja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn û azadiya jinan hate hedefgirtin. Ji bo dîzayna Rojhilata Navîn destpêkê berê xwe dan Rêber Apo. Ji ber ku rol û têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo, fikir û projeyên wî yên çareseriyê planên li ser Rojhilata Navîn berevajî kir, komplo pêş xistin. Li Kurdistan, Sûriye, Fîlîstîn û Lubnanê şer didome û wê hîn jî berfireh bibe. Mîna ku bi vî şerî tê dîtin gelên Rojhilata Navîn di qirkirinê re tên derbaskirin, tên mêtingehkirin, çavkaniyên wan tên desteserkirin û plana dîzaynkirinê tê pêkanîn. Sîstema desthilatdariya mêr bi hemû hucreyên xwe yên paşverû tê xistine meriyetê û tê xwestin ku jin di cendereya olperest, netewperest û zayendperest de bê xeniqandin û di şer de tê qurbankirin.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne, li Iraq-Başûrê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî zêde dike û êrîşên dagirkeriyê berfireh dike û ji bo dagirkeriya li Sûriyeyê jî israr dike. Ev kiryarên dewleta Tirk û şerê qirkirinê ya ku Îsraîlê li Fîlîstînê dayî destpêkirin, bi hev dû re girêdayî ne. Yê ku li Kurdistanê rê li ber şerê qirkirinê yê dewleta Tirk vekirî, NATO ye. Dîsa yê ku rê dayî hovîtiya Îsraîlê jî heman hêz e. Bi şerê ku navenda wê Kurdistan e û li Rojhilata Navîn berfireh dibe de, sîstema kapîtalîst armanc dike ku xwe jinûve tesîs bike. Di vî warî de rastiya komployê di navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewleta Tirk a faşîst de, tenê têkoşîn û pirsgirêkeke siyasî-leşkerî-hiqûqî nîne. Di serî de Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye ya ku siberoja gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê eleqeder dike. Di vî warî de azadiya Rêber Apo wê çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn mîsoger bike. Wê dawî li şerê qirkirinê ya dewleta Tirk û Îsraîlê ya ku li Rojhilata Navîn demografyayê diguhere, plana dagirkerî-îlhaqê ya dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta PDK’ê bîne, wê feraseta netew-dewletê ya Sûriye û Îranê biguhere û pêşî li çareseriya konfederal a demokratîk veke. Wê zemînê çeteyên çekdar ên tarî yên weke DAÎŞ, Hamas, Hîzbûllah, Talîban û HUDA-PAR’ê ku berhemê zihniyeta desthilatdariya mêrê paşverû ya netew-dewletên herêmê û hêzên sîstema kapîtalîst e, tune bike.

Plana komploger çiqasî herêmî û navneteweyî be, têkoşîna li hemberî vê jî divê di asta Kurdistanê, Rojhilata Navîn û navneteweyî de bê meşandin. Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ têkoşîneke azadiyê ya gelan a li dijî netewe dewletên herêmî û hêzên kapîtalîst ên global e. Wê serdemeke nû ya dîrokî ji bo gelan û jinan bide destpêkirin ku komployê têk bibe. Bihara gelan û jinan wê destpê bike.

Yên ku herî zêde rastiya komployê fêhm dikin bêguman jin in. Jin zanin ku komplo stratejiya beralîkirina şoreşa jinê ye, lewma pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî, ber bi şoreşa jinê ve’ dimeşînin. Têkoşîna li dijî komployê li hemberî şerê jinûve parvekirinê yê sîstema bi serweriya mêr, têkoşîn û israra ji bo wê yekê ye ku sedsala 21’ê bike sedsala jinê. Bangên ji bo azadiya Rêber Apo ku ji parzemînên cuda yên cîhanê têne kirin, çalakiyên ku têne lidarxistin serhildanek li dijî sîstema kapîtalîst modernîst e. Lewma têkoşîna li hemberî komployê di heman demê de şerê biserxistina şoreşa jinê ya li dijî sîstema bi serweriya mêr e. Li dijî mejiyê baviksalar parastina hebûnê û avakirina sîstema demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê û azadkirina jiyanê ye. Jin bi vê têgihişt û baweriyê li her derê têkoşînê pêl bi pêl belav dikin û wê komployê teqez têk bibin.

Bi darbestiya Îmraliyê re ku 27 sal in di meriyetê de ye gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dîl têne girtin û şer tê sorkirin. Darbestiya Îmraliyê serdema heyî û paşeroja her kesî tarî dike. Divê her kes zincîra xwe bişikîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe ku ev yek wê aştî, demokrasî û azadiyê bîne, di heman demê de li Rojhilata Navîn deriyê aştî û demokrasiyê veke.

Ber bi sala 27’an a komployê re em Konseya Ewropayê şermezar dikin ku bi biryara wergirtî re bûye şirîkê dewleta Tirk a faşîst. Her wiha her kesên ku li dijî komploya 9’ê Cotmehê dadikevin qadan û bi rê û rêbazên cuda tevlî pêngavê dibin, silav dikin. Em bang dikin ku heta pêngav bi ser bikeve, çalakî bênavber dewam bikin û bi taybetî jî mîtînga Amedê ya 13’ê Cotmehê bigihêje asta herî bilind û pêvajoya serketinê bide destpêkirin.

Koordînasyona PAJK

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

May 20, 2025

Read moreDetails
PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND
Nirxandin

PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND

May 19, 2025

Read moreDetails
PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE
Nirxandin

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE

May 16, 2025

Read moreDetails
DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN

May 16, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk