Yek ji armancên bingehîn ên komployê tasfiyekirina tevgera azadiyê û qirkirina gelê Kurd bû. Em hemû jî dizanin ku bi saya têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo da destpêkirin ev armanca wan ti demî pêknehatiye. Gelê me ji ber kendalên mirinê vegerand û ji nûve rih, can û vîna azad da bidestxistin. Ev hemû bi saya heskirin, ked û xwêdana bi salan ya Rêber Apo pêkhatiye. Em hemû baş dizanin ku Rêber Apo ji bo me tê çi wateyê. Û ji ber wê yekê jî em di demî vê komploya namerdane ya li dijî Rêber Apo qebûl nakin û emê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin. Ti hêz, ti pergal nikare pêşiya vê hêzê, vê enerjî û ruhê azad bigre.
Çima komplo pêkanîn jî em dizanin, ji ber ku hêzên hegemonîk û navneteweyî bîrdozî, raman û fikrê Rêber Apo li hemberî xwe weke gefekê dîtin. Raste jî bîrdozî, raman û fikrê Rêber Apo vejîn dike, birêxistin dike, tarîtiyê re şer dike û şewqa ruh û jiyana azad, jina azad û civaka azad geş dike. Pergala wan li ser kolekirin, bindestî, zilm û hovîtiyê xwe avakiriye. Şer û têkoşîna Rêber Apo li hemberî vê pergala wa ye jî heman demî. Ji xwe ji ber ku me wek gelê Kurd ji wê cendereya wan ya hurandin û tinekirina gelên bindest filitand, çek, pênûs, fikir, armanç û hêvî da me ewqasî jê hêrsbûn û komploya navnetewî pêkanîn. Digotin qey yê bikarin vê dozê bi esareta Rêberê me re bisekinînin, digotin qey yê armanca xwe ya qirkirina gelê Kurd temam bikin. Û ji nedîtî ve hatin, heya îro jî mixabin ji nedîtî ve tên ku Rêber Apo di her kêliyê de, di her mekanê de bi mere ye, di dil û mejiyê me de ye û ne em, ne jî Rêber Apo wan sînorên girava Îmrali nasnakin û me ji zûde wan sînoran çirandiye, hilweşandiye. Ji kêliyên destpêkê yê pêkanîna komployê heya îro ne me, ne gelên bindest, ne jî jinan vê komployê hezim nekirin û yê tidemî hezim jî nekin. Têkoşîna heyî, vîn û îradeya heyî her diçe xûrtir û geştir dibe li hemberî rastiya komploya wan. Ne gav paşde avêtin, gav bi gav pêşve çûyîn, mezin û geş kirina vê dozê pêşdikeve.
Em hemû jî dizanin Rêber Apo ne tenê ji bo gelê me, ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest vê fedekariyê kir. Rêber Apo bal kişande ser ku pergala modernîteya kapîtalîst civakê ji nirxên wê dûr xistiye, gelan ji çanda xwe dûr dixîne û heya niha gelek gel, bawerî û kêm netewên ku şopa wan jî îro li ser rûyê erdê nemayî hene. Zimanên dane jibîr kirin, çandên dane jibîr kirin, bawerî û hêviyên dane hilweşandin di dîroka wan ya desthilatdariyê de bê hed û hesab e. Ji bo wê jî Rêber Apo girîngî da ku divê her mirov xwedî li dîrok, ziman û civakîbûna xwe derkeve. Ji mere got ku ev têkoşîn ji bo hemû gelên bindest rê û rêbazê xwe ji qirkirinê rizgar kirinê ye. Rêber Apo xwe ji dîrok û hemû gelên bi neheqî, bêedaletî, zilm û zorê re rû bi rû ne berpirsyar dît, ji bo azadiya gelan dest bi têkoşîneke bêhempa kir. Ji ber vê ye ku Rêber Apo îro bûye Rêberê Gelan û mirovahiyê. Ji ber vê ye kû di dîroka têkoşîna azadiyê de beşdarîbûn û şehîdên ji gelek neteweyên cîhanê hene. Û ji ber wê ye ku îro bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li çar aliyê cîhanê civîn, konferans, daxwuyanî, bangawazî têne kirin, name li ser name ji saziyên peywendidar re tê şandin ku bikevin tevgerê û erkê xwe yê pêkanînê di azadiya fizîkî ya Rêber Apo de û naskirina hebûn û statûya Kurd de bileyîzin.
Ji bo fikrên Rêber Apo em pêkbînin derfetên muazam li pêşiya me ne. Projeya moderniteya demokratîk pêkanîn vêcar mîsyon û erkê me ye. Gelê me azadiya xwe di nava azadiya Rêber Apo de dibîne, em jin azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Ji xwe heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were emê têkoşîna vê yekê bidin. Herî zêde jî Rêber Apo ji bo azadiya jinê kedeke mezin daye ku îro jin pêşengtiya pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo dike. Ez jî vê roja reş careke din şermezar dikim û dibêjim e emê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin û ti carî vê komployê qebûl nekin.
Viyan Şaho