Em Hene, Hebûn Û Em Ê Azad Hebin

0Shares

Em pêşenga bi nirx ya Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê rêheval Evîn Goyî ku di her devera Kurdistanê têkoşîna Azadiyê ya Jin meşand, mirovên welatparêz hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê me yê binirx Abdurrahman Kizil bi hûrmet bi bîr tînin. Ji malbatên wan yên hêja û gelê Kurdistanê re sersaxî ji birîndaran re şîfayê dixwazin.

Desthilata AKP-MHP a faşîst ku qetlîam organîze kiriye wê di hêrsa gelê Kurd de bifetise. Vê carê Fransa wê nikaribe qetlîama Parîsê ya duyemîn bike qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî. Dewleta Fransa hem qetlîama ku di 9’ê Çile’ya sala 2013’an hem jî vê qetlîamê, divê di her milî de eşkere bike, bêyî ku ser rastiyan bigre û qetlîama siyasî ku dewleta Tirk pêkaniye şîlo bike, divê edaletê pêk bîne. Ji roja destpêkê ya qetlîamê ve gelê Kurd, dost û Tevgera me ku êrîşê protesto dikin, edaletê dixwazin. Em, tûndiya polîsên Fransa û zextên siyasî ên hikumeta Elman a li beramberî sazî û şexsiyetên Kurd, şermezar dikin.

Di şexsê şoreşgera jin a Kurd rêheval Evîn Goyî de, tevgera me ya Azadiya Jin a Kurdistanê hatiye armanc kirin. Rêheval Evîn, di hemû qadên têkoşîna Kurdistanê de bi beşdarbûnekî şoreşgerî ya sih salan, mîlîtantiya azadiyê û pêşengiya têkoşînê kir. Rêheval Evîn Goyî ya ku cewhera jinên egîd ên gelê Botanê bi nasnameya şoreşgerî re kiribû yek, li hemberî qirkirin, asîmlasyon û siyaseta îmhayê hêrsa Botanê ya sar nabe ye, meşaleya azadiyê ya gelê Kurd e. Hemû Kurdistanî li ser şopa şehîdan wekî duh îro jî li ser piya ne. Li Ewrupa; Tevgera Jin a Ewrupa, Tevgera me ya Jin a Kurdistanê û gelê me ku xwedî rolekî girîng û kapasîteyekî têkoşînê ye û mîsyona pêşengiyê tîne cih, di şexsê şoreşger Evîn Goyî de, her kêlî bi têkoşîn bilindkirinê hesap ji faşîzmê dipirsin û bi vî awayî xwedî li hemû şehîdan derdikevin. Em helwesta bi rûmet ya gelê Kurd, jinên azadîxwaz, ciwanên welatparêz ên Kurdistanê, dost, dilxwazên demokrasiyê bi hûrmet silav dikin. Em ê hûnermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê hêja Abdurahman Kizil tû carî ji bîr nekin.

Gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk ji kêliya destpêka êrîşê ve, ev komkujî wekî komkujiya duyemîn a Parîsê bi nav kirin û rabûn ser piyan, bêyî ku cih bidin gumanan, dewleta Tirk berpirsyarê vê komkujiyê dîtin. Dewleta Tirk a di dijminahiya Kurdan de sînoran nas nake bi desthilatdariya AKP’ê re cînayetên siyasî li Ewrupa pêk tîne, divê ev bê dîtin. Şer, qetlîam, komplo, suîkast xisleta bingehîn yên dewleta Tirkiyê ne, di her firsend û zemîna ku dibîne de rûyê xwe ê rast dide der. Dewleta Tirk a faşîst rûxmê ku ev du sedsale û bi teybetî pêncî sal in li Kurdistanê bênavber şerê hundirîn dimeşîne û bi destê saziya MÎT’ê cînayetên siyasî organîze dike jî, polîtîkaya YE, welatên Rojavayî, weke “pirsgirêka teror-ewlekariyê” tînin ziman, ev polîtîkaya tûndiya ku ji bo Kurdan rewa dibînin e. Ev piştgirî dayîna siyaseta îmha-înkar-qirkirinê û bûyîna hevkarê suçên dewleta Tirk a faşîst e. Polîtîkata ‘teror’ê, ji rêjîma faşîst ya înkarker, qirker û şerê dijî Kurdan re qilifek navnetewî dîtine. Ê ku ji vê qetlîamê re zemîn pêşkêş dike polîtîkaya YE, NATO, Îngîltere ya li dijî Kurda ye. Di siyaseta komploger a li ser Rêber APO ê ku doza azadiya gelê Kurd temsîl dike de îsrare û PKK di lîsteya terorê de girtine.

Di serî de Îngîltere, Elmanya, DYA qetlîama Parîsê şermezar kirin, daxûyaniyên dewletên Rojavayî em watedar dibînin lê belê li dijî Kurdan bila dev ji siyaseta xwe ya dij-Kurd berdin  û em bang dikin bila bi wîjdan, hevgirtî û demokratîk tevbigerin. Rêya vê jî bi muhatabê pirsgirêka Kurd Rêber APO, weke gel bi têkoşîna rêxistinkirî û nasnameya xwe ve statûya wê naskirinê derbas dibe. Polîtîkaya rast a ku ji aşitî, demokrasî, azadî, biratî, aramî û ewlehiyê re xizmet bike, dawî li polîtîkaya tecrîdê ya Îmralî û polîtîkaya şerê ku li dijî Kurdan dimeşîne anîn, ji çareseriya siyasî ya demokratîk re rê vekirine. Ji ber sedemê suçên şer yên ku kirî rêya darazkirina dewleta Tirk vekirine. Qetlîama Parîs ne bûyerekî ferdî ye an jî êrîşekî nîjadî ya klasîk e. Ev êrîş li hemberî jin û gelê Kurd yê ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, suçê şer yê bi fermana şefê faşîst Erdoxan hatî kirin e. Ev êrîş heman demê de êrîşa li dijî demokrasiya Ewrupa, qanûnên Fransa, dewleta Fransa, îrade, yekîtî û yekbûna gelê Fransa ye jî.

Êrîşên serdest û mêtîngeran ên leşkerî, siyasî û aborî li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat nikarin jin û gelên Kurd çavtirsandî bikin. Rûxmê dijmin û îxanetkaran Rêber APO, gelê Kurd ji nû de zindî kir. Di şexsê Sarayan, Evîn Goyiyan, Bêrîvan Zîlanan, Delal Nurhaqan, Nagîhanan û Jîna Emîniyan de zayîna gelê azad, jina azad pêk hat. Rewşekî nû ya civakî, siyasî heye. Tû êrîş, gefxwarin, zext nikare viya biguhere. Silav ji Sara, Fîdan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyiyan re. Silav ji gerîllayên Kurdistanê yên çiyayên Kurdistanê şer dikin re. Silav ji jin, ciwan û gelê Kurdistanê ku rûxmê zilm, zext û hovîtiyê jî berxwedanê didomînin re. Silav ji berxwedêrên zindanan ku têkoşîna rûmetê dimeşînin, deng didin berxwedana civaka Kurdistanê ku bi sekna xwe ya îradî polîtîkayên teslîmkar ên dijmin vala derdixînin re. Qedera hemû perçeyên Kurdistanê bûye yek. Bi rûhê yekîtiya netewî îro bi milyonan kes li çar perçeyan û Ewrupa li ser piya ne. Ev sedsal ne bê jinê û ne jî bê Kurdan dibe. Em hene, hebûn û em ê azad hebin. Gelê Kurd di hêza binxistina dewleta Tirk a faşîst, qirker, mêtingeh de ye. Me sond xwariye ku em dijminahiya dewleta Tirk û xayînên hevkar heta bi hetayê di dîrokê de binax bikin.

Gelê Kurd û dostên gelê me yên di pêşengiya jinên Kurd de rabûn ser piyan bi îradeya azadiyê wê tola vê qetlîamê hilînin. Wekî şopdarên vê dozê wê destûrê nedin ser bê girtin. Tevgera me a Jin, gelê me bi hêz in, heya dawiyê ji xwe bawer kirin û ji berê zêdetir têkoşîn û rêxistinbûn bilindkirin wê bi ser bixînin. Gelê Kurd ji dewletên Ewrupî demokrasî, wekhevî, hiquqa wekhev hêvî dike. Gelê Kurd dixwaze dewletên Ewrupî dema mijar dibe Kurd û pirsgirêka Kurd bêyî ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî nêz bibin, bila zagonên xwe pêk bînin. Gel û jinên Kurd, li kuderê dibin bila bibin wê parastina xwe ya cewherî bi rêxistin bikin, xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna azadiyê berbelav bikin û bi domdarî bimeşînin bi vî awayî wê xwe biparêzin û azad bibin.

Di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kızıl de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê carekî din bibîr tînin, bi hêza ku me ji şehîdên xwe girtî em ê têkoşîna xwe heya serkeftinê bimeşînin.

Koordînasyona PAJK’ê

Attachment