Ber ku em tevlîbibin naskirineke ya me ji bo Rêbertî hebû. Ji ber ku malbata me welatparêz bû, hatin û çûyina hevalan li gel me hebû. Çarna dîmenên Rêbertî û perwerdeyên ku Rêbertî didan wan perwerdeyan bime didan nîşandan. Ez difikirim, her kesê ku bejdar dibe yekser diçin cem Rêbertî. Em grubek ciwan bû û em nêzî 75’ kes bi hev re tevlî partiyê bûn. Piranîn me hevalên hevdû yên malê bûn. Hevalan ji me re gotîbûn: Dema hûn gihiştin Cizîrê wê zilamekî bi filan rengî ew pêş wazî bike. Dema we wî dît bizanin e we. Bê ku hûn baxivîn li pay wî biçin. Newroz bû û li ser me hemûyan jî cilên kesk û sor û zer hebû. Em li garajê peya bûn. Me dît zilamekî bi wî şêwazî ku ji me re hatibû gotin li ber diwar sekiniye. Me hemû bi hev re berê xwe da zilam. Piştre zilam fêm kir û meşya û îşaretkir kû em li pey wî biçin. Em ji ordiyekî û her 75’ kes em li pey wî meşyan. Agahiya zilam ji bi hejmara me ne bû. Tenê jêr hatiye gotin şervanên nû tên û divê te wan bigirî. Em di qolan de meşiyan û te digot, qey çalakî destpêkiriye. Zilam destpêkê ferq nekir kû ew qas bal dikşine. Carekî berê xwe zivîrand û dît ew qas keç û xort li pey wî dimeşin. Di carekî de wî qêr kir û got: Belav bibin, belav bibin. Em jî di şoqê de mane û me got; gelo çi jî wî zilamî hatiye. Em hemû ji metrepolan hatine û tû cihekî cizirê nas nakin. Em didu, didu, sisê, sisê xwe daber diwaran û zilam jî bi wî rengî gurup gurup me li ser malan de belavkirin.
Ez û hevalekî din bi navê Sorxwîn bi hev re bûn. Ez wê demê 17’ salibûm û hevala sorxwîn jî 13’ de sali-bû. Piştre zilam hat çem me û gazîncên xwe kir û got: heval! Hindik mabû hûn, min bidin girtin. Me ji got: heval! Tiştekî ji me re nehatibû gotin. Malbata kû em lê bûn welatparêz bûn. Lê ji ber ku Newroz bû û girtin pir çê bibû, hinekî ditirsiyan. Malbat me birin odayek û derî li ser me girtin û heya êvarî bi ser me de nehatin. Dema xwarinê bi me re xwarin jî ayin tebirgirtin. Çend çaran dayîk hat û her çarî jî ji min re digot: heval dayîke te li kur e? Ka ez ê te bibim cem wê an jî ez telefonê bidim te û tu pê re biaxive. Ji ber ku Kurdiya min baş bû. Dayîk di hizrî ku ez jî wan dera me. Min dikir, nedikir dayîk dest jî min bernedida. Herî dawî min jêr got: dayê! Ez dema hatim û tevlîbûm, min zanibû ku dayîka min heye.
Piştre dayîk li derdora saet 9’an tepsiyek tijî rêvas anî û dani pêşiya me û çû. Ew cara yekê ye ez û hevala Sorxwîn rêvasan dibinin. Ji bo vê jî me nedizani çiye û çawa te xwarin. Piştre saet di derdora 12:30 de xwarina nîvro ji me re anin û dîtin ku me rêvasan nexwarine û wek xwe maye. Ji me pirs kirin: heval! Hûn çima rêvasan naxwin? Me got: rêvas çiye? Me dît malbat hemû li dora me kom bûn û dikenin… gotin: hûn Kurdin, çawa rêvas nasnakin? Nu ka dayikê fem kir ku, rastî em ne jî wan deranî. Piştre dayik hat, rêvasekî rakir û qeşart, xwê li ser kir û xwar. Got: ev muzê Kurdaye û wisa tê xwarin. Em hefteyeki li gel wî malbati man. Piştre milis hatin û me hemiyan komkirin û me di erebeyeka mazotê de bi cihkirin. Pêşî û pişta erebe tije mazotkirin û ortê ji me re hiştin û serê wî jî bi çadirê girtin. Ji ber bêhna mazotê em hemû gej bûbûn. Bi wî şêwazî heya Silopya me anîn. Me anîn kêleka gundekî nêzi sinor û gotin: hemû peya bibin. Ji ber bêhna mazotê hal di me hemûyan de nema bû. Heval ji me re avê bênîn. Me hemû dest û ruyê xwe şuştî. Hevalan, em birin gund gurup gurup me bi ser malên gundiyan belavkirin. Gotin: bile her kes serê xwe bişo ji bo ku bi jehrê nekevîn. Me serê xwe şuşt û cilên gerilla li xwe kirin û wan gulivankên kesk û sor û zer yên ku li ser me bûn me wan jî li ser cilên xwe kir. Ji keyfxweşiyê em difiryan û me digot; em êdî bûn gerilla.
Ji Koordinasyona PAJK’ê Kurdistan Haftanin