Em Di Rizgariya Jinê De Rizgariya Zilam Û Welat Dibînin

0Shares

Di çîroka Mem û Zînê de jî rexmî ku her du alî jî zarokên axayan in, ev evîn pêk nayê, ev rastiyeke Kurdan e. Ev nîşan dide ku di sedsala 16-17’an de jî bihevrebûn û evîn çiqasî zehmet e. Gelo hun çawa dibêjin di nêvengeke ku dagirkerî ev qasî rûxandiye û cihekî ku kesayet evqasî hatiye xistin evê çêbibe? Yek jî di pêvajoya ku Ehmedê Xanî jiyaye de taybetmendiyên Kurd gelekî zindîne. Di wir de tu asîmîlasyonek û bi vî rengî dagirkirineke çandî nîne. Begayetiyên Kurd yên heta dawiyê serbixwe hene. Evîneke ku li ser vê bingehê bi pêş neketiye, hunê çawa di bin dagirkeriyeke giran de û mercên ku kesayet tune dibe de him jî pêvajoya bêkesayetkirina herî mezin ya serdema me de, di paşvemayîbûna giran de serbixin? Hunê çawa xwe bigihînin evîn û hezkirineke hêsan?

Ez bi hevaltiya xwe ve girêdayî me. Ez bi hevaltiya jinan ve jî girêdayî me. Lê belê hîn jî em şerê vê yê mezin dimeşînin. Em nirxên ku em di riya wan de şer dimeşînin dizanin. Em di mijara evînê de jî, di mijara jinê de jî çi dikin baş dizanin.

Ger ew di vê pêvajoyê de bisînor be jî çawaniya şerekî azadiyê yê wiha, heta artêşbûna wê dijîn, ev rewş nîşan dide ku bingehekî mezin yê evînê hatiye pêşxistin. Yên ku biaqilin dikarin şîroveyên xwe bi pêş bixin. Ji ber ku di vir de jina xwedî hêz û zilamê xwedî hêz derdikeve. Di têkîliya xwedî hêzan de jî bihêzbûn derdikeve. Hunê rê bidine van hemû tiştan.

We têkîliyên derveyî şer maye, bi rastiya şer ve nehatiye girêdan, heta hindekî berovajiyê wê ye hilbijartiye. Pêwîst nake ku em feraseta xwe ya evînê tevlîhev bikin.

Evîn pirsgirêkeke xwetêrkirina du kesan nîne. Bihevrebûneke asta netewî ye. Bi mirovahiya pêşverû re hevgirtin e, xwe bi mirovahiya pêşverû ve dayîna qebûlkirin e. Rûxandina astengên feodale. Derbaskirina hestên biçûk, malbatgerî û eşîretgeriyê ye. Di asta netewî de gihîştina hêza mezin ya hezkirinê, zanebûna wê û rêxistina wê ye. Gihîştina rêxistina partiyê ye û di serî de jî gihiştina rastiya partiyê ye. Bi hemû aliyên xwe ve pêşwazîkirina rizgariya netewî û civakî ya welate. Ger we ev sînor derbas kirin, hestên we jî û evînên we jî mezinin. Ger hun hîn nehatibin van sînoran em nikarin li Kurdistan’ê behsa evînan û hestan bikin. Bi tenê mirov dikare li wir behsa xulamtiya dagirkeriyê, têkçûn û pîsîtiya wê bike.

Lê belê dema ku hun bixwazin evînê bijîn, gelo ma hun çi dikin? Cerdewan bi pereyên ku ji cerdewaniyê girtine, zewaca duyem dikin. Ji bo ku jina duyemîn bistînin, kar dikin ku pereyan peyda bikin. Encama vê jî dibe xiyanet. Zuriyet jî, zilamtî jî evqasî bi hev ve girêdayî ye. Ez vî tiştî dernaxim, ev rastiyên ku kesên dixwazin bihizirin nikarin piştçav bikin e.

Me di rizgariya jinê de derfetên yekîtî, nîqaş û meşê pêş xist. Weke berê ew zilamên ku ji serdestiyê zêdetir tu tişt ferz nedikirin nînin. Zilamên ku bikaribin bibin rêheval hene. Me serkeftineke wiha bi dest xist. Dibe ku hindek ji we ji vê yekê têr nebin. Lê belê ger hun li dîrokê û rastiya civakê temaşe bikin, hunê baş fêm bikin ku em dixwazin çi bibêjin. Me zemînên rast yên hestên we afirandin. Me reya rast ya hestiyarbûnên we yê ku çêbibin nîşan da. Nirxeke mezin bidin vî tiştî. Ev destkeftiyên gelekî saxlemin. Vî tiştî bilindtirkirin û serkeftin pêkanîn şerê me yê mezin e. Rizgariya evînê jî, jinê jî, zilam jî bi vê ve girêdayî ye. Hun wisa bawer dikin ku em di van mijaran de zêde bi kûranî nahizirin. Berovajî hun gelekî seranser û xafil nêz dibin. Hun welatparêziya min dizanin, ji hemû taybetmendiyên xwezayê yên zindî û ne zindî, em ji nêrînekê bigrin, têkîliya cîraniyê bi qasî min jiyaye, heta têkîliyên min ez nikarim pêwendiyê bi vê mijarê re nekim.

Bi qasî ku jin azad bibe, civak jî azad dibe

Hun şansekî bi du peyvan yê pêşketinê nadin têkîliyên xwe. Yê ku jin û zilam bi pêşxistiye emin. Tu Kurdek di vê mijarê de şensê avakirina zemînekê nade jina azad. Li holê ye ku zilam û jinên Kurd yên herî navdar ji azadiyê çi fêm dike û çiqasî azad e? Lê belê ezmûnên me û hindek pêşketinên me derxistinê holê hene.

Ez nabêjim ku min her tişt afirand, lê belê tevgera rizgariya jin ya ku em dixwazin bi pêş bixin heye. Ez nabêjim bi hemû tiştên xwe ve temam e, lê serkeftin misoger e. Lê belê têkoşîneke li pêş çavan heye. Rêxistina vê jî her diçe bi pêş dikeve. Ev karekî tenê bi min ve pêk were nîne. Ev şerê hemû kadro, gel, jin û zilaman e. Me tiştên ku dikete ser milên xwe kir, hîn jî em dixwazin afirandêr bin. Ez dikarim diyar bikim ku di nava heft salên derbasbûyî de bi taybetî me dahûrandinên kûr bi pêş xistin. Di nava çend salên dawiyê de jî me berfirehiyek da vê mijarê. Li gel vê jî em ber bi xwedîhêzbûna pratîkî ve jî diçin. Ev pêşketin tenê di asta Kurdistan’ê de ne, di asta navnetewî de jî girîng e. Erkeke me heye ku em vê pêşketinê pêşdetir bibin.

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistan’ê ve armanc dikin ku bersiva herî mezin bidin vê. Ew kesayetekê ku di nava partiya me de azad dibe çareseriyeke mezin e. Asta azadiya di nava partiya me de misoger asta azadiya jinê jî derdixe holê. Ev yek weke ku tê bawerkirin hîn zêdetir piştgiriyê dide şoreşgerî û azadiya civakê. Di cihekî de bi qasî ku jin azad bibe, civak jî azad dibe.

Em ji bo vê kûrbûneke weke “bi qasî ku kesayet azad bibe, di têkîliyên jin û zilam de jî wekhevî û azadî bi pêş dikeve” didin qezenckirin. Pêwîst e em balê li vê aliyê PKK’ê jî bikişînin. Pêwîst e mirov baş bibîne ku şoreşa Kurdistan’ê tenê şoreşeke dijî serdestiya zilam nîne. Pêşketineke şoreşgerî ya ku serdestiya hevpar ya jin û zilam e. Em derfetê nadin ku şoreşa me taybetmendiyên xwe yên feodaliyê girantir bibin û bibe şoreşekî di bin serdestiya zilam de bimeşe. Hîn ji wê zêdetir em derfetê nadin ew taybetmendiyên kesayetê ku kapîtalîzmê cihê kiriye û derfet nadin taybetmendiyên serdestiya zilam jî. Em bawer dikin ku me di bihevrebûna jin û zilam de di zemîneke ji bo azadî û wekheviyê re vekirî de PKK pêş xist. Em nirxekî mezin didine xwe ku em vê rêgezê baş di pêş çavan re derbas dikin û bi pêş dixin. Misoger him rêgez û him jî pêkanîna rêgezê heye. Li gor vê jin jî û zilam jî xwe bi pêş dixin.

Bi artêşbûna jinê re armanc bingehên saxlem e

Cara yekeme ku şoreş li ser bingehê hevpariya jin û zilam bi pêş dikeve. Ev hêmaneke ku dema me rastiya xwe hindekî dahûrand me bi ser xist û misoger kir. Bêguman dê di vê riyê de hîn zêdetir têkoşîn were dayîn. Pêwîste biçûk neyê dîtin ku di vê pêvajoya şoreşê de jî di vê têkîliyê de asteke rêgezî û hêzeke pêkanînê ya ev qasî berfireh hatiye bidestxistin.

Em dixwazin di artêşbûna jinê de gaveke pêşdetir biavêjin û asta wekhevî û azadiyê bigihînin bingehên saxlem. Ger em tevlîbûna jinê di şerê leşkerî de jî bînine vê astê jixwe ev tişt di hemû civakî û siyasî de nîşandan gengaz e. Ev jî dê bibe şoreşeke ku hîna di serî de çawaniya jin û zilam bi rengekî wekhev û azad dixe rojeva xwe. Ev jî dê bibe pêşketineke şoreşgerî ku nirxên xwe yên navnetewî gelekî bilind e. Pêşketina PKK’ê weke partiyeke wiha dîsa di rizgariya jin û şoreşa jin de rizgariya netewiya Kurdistan di çawaniyeke wisa de bi pêş dikeve dihêle ku nirxên wê zêdetir pîroz bibe.

Me bingehê vî tiştî ava kir, bi hindek hewildanên bisînor ve şensê pêşketinê dayê. Yê ku xwedî îdîa ne û nirxekî mezin didin vê dikarin zemînê vê rast bi kar bînin û milîtaniya xwedî hêz ya jin û artêşbûna jin, kesayeta zilam ya gelekî xwedî nirxe hatiye dahurandin û milîtaniya vê pêk jî bînin.

Serkeftina şoreşê ji tiştê tê bawerkirin zêdetir girêdayî di nava tekoşînê de kesayetên wisa zêdetir derdikevine holê û şoreşên ku di rêbertiya van de tê meşandin de meşa ber bi armancê ku hatine danîn ve ye. Kesayetên wiha hîna ji niha ve him ji netew û civakeke serbixwe û azad re him jî şêwazên wê yên ku heta hêmanên wê hatiye daxistin re dikarin rêbertiyê bikin.

Çareseriyeke ku di nava tekoşînê de hatiye serxistin, ji bo serxistina wê ya di nava civakê de jî pîvanek e. Ji ber wê jî evqas nirxdayîna me ya vê rêgezê nîşan dide ku em çiqasî bi armanca xwe ya civakî ku em bi biryar in, dahatuyê de avabikin re di nava ahengiyekê de ne. Hê ji niha ve xwedî rêgezî tê wateya di rizgarkirina pêşerojê de bi îdîabûne. Hê ji niha ve her çiqasî hewildanên rastî zehmet jî bin, her çi qasî hêdî jî bi pêş bikeve her çi qasî ji bo we dijwar be jî, avakirineke civakî ku li ser vê bingehê dahatuyê di mercên taybet de tê pîrozkirin emê şansê xwe yê serkeftinê bigihînin ewlehiyê.

Şoreş weke di her mijarê de ji mijara hizirandinê re jî qîmeteke mezin dide, xwe dispêre hizirandina saxlem û pêk tê. Em di zanebûna bingehê hizir ya şoreşa Kurdistan’ê de ne. Di vê mijarê de jî ew hizirandina ku hatiye pêşxistin, ya ku di civakên Rojhilata Navîn de nirxên darezînê yên feodal ku gelekî bibandor e, hişkbûna di zilam de çi qasî bihêz dike em di zanebûna wê de ne. Rexmî vê nêzîkbûneke wiha ya azadiya jinê nirxeke mezin rave dike.

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Ger di nava partiyê de sitrandina hevîrê vê û avakirina kesayeta vê were bi serxistin, ne tenê di Rojhilata Navîn de, dê di qada navnetewî de jî gelekî bibandor be. Wê bibe hêzeke Rêber ya çareseriyeke ku ji mirovahiyê gelekî pêşdetir e. Em dibin sazûmankarê şoreşeke wiha û ji ber vê yekê em nirxdar dibînin.

Li ser vê bingehê PKK’yî bûn di nava şoreşeke wiha, di nava şerekî rizgariyê de cihgirtin weke parçeyekî vê bi artêşbûna jinê ve hin gav avêtin gelekî girîng e. Gavên wiha herdem hewildanên mezin dixwaze. Ji ber ku nû ye û dibe ku destpêkê bêwate jî were, ji bo mirovan pêwîst dike ku helwesteke berfirehtir û israr hebe. Dîroka partiya me bi mînakên gavên di destpêkê de bêîdîa diyar dike, lê belê piştre watedarbûna wan derdikeve holê ve dagirtiye.

Em niha baş fêm dikin ku ev çiqasî watedar e û şêwazekî hêzê dide têkoşînê ye. Bi kurtayî em baş dizanin ku, em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin. Tenê em bi zanînê ve namînin, pratîka wê gelekî baş dijîn û em bawer dikin ku emê hîn bihêztir bijîn jî.

Li ser vê bingehê em nirx didin ji her demê zêdetir partiya xwe bînin rewşeke partiya desthilatdariyê ya serdestiya jin û zilam ya hevpar zêdetir e û ji niha ve têkîliyên vê bi ziravî amade dikin. Emê temsîla wê ya şoreşgerî ber belavkirina wê ya civakê û di avakirina civakê de bikaranînê bi ziraviyeke mezin ve pêk bînin. Emê her dem vî alî xebatên ku em pêk tînin balê bikişînin. Em ji bo şêwazê herî kevin ya dîrokê yê çewisandin û dagirkeriyê dayîna bersiveke wiha ve em ji bo azadiya civakî ya ji dagirkeriyê dûr û wekhev di heman demê de ji bo pêşerojê jî biwate ye Rêbertiyê bikin.

Weke tê zanîn gelek rêhevalên me yên jin yên binirx şehîd ketine. Şehadetên di nava saleke derbasbûyî de hatin jiyîn hêjayî bîranînê ne. Ew şehadetên radestnebûnê û heta dawiyê berxwedanê bûn. Him ji aliyê çawanî û him jî aliyê hêjmar de şahadetên gelekî li pêş bûn. Ew şehîdên girêdayî vê rastiyê bûn. Xebata ku em ji bo bîranîna wan bikin jî partiya xwe û şoreşa ku ew jê re rêbertiyê dike wiha em bikin xwedî hêz û serketina wê pêk bînin.

Rêber Apo

ÇAVKANÎ; Şoreşa Civakî û Jiyana Nû

Attachment