Em Dê Bibin Partî
Dema ku Hakî şehîd bû, em ji Enqereyê ketibûn rê, dema ku ji Enqereyê dihatin, di otobusê de bi rastî jî cîhana me hatibû reşkirin, emê ji vir û pê ve çi bikin? Esas rewş baş pêş diket. Piştî gera me ya du mehan li Kurdistanê û bi şûn ve me ev raman bi dest xistibû. Esas dê Kurdistan bibûya warê tovreşîna îdeolojîk û me digot ji vir û şûn de li her quncikekî Kurdistanê yê ku şîn bibe wê dîroka me bide diyarkirin. Ez gelekî bi xwe bawer bûm. Bi taybet jî piştî me bi Hakî wan re civîna dawî ya li dîlokê (ku nêzî 80 kes beşdar bibû) me bi ser xist şûn ve ev kar êdî gihiyabû bingeheke zexm. Tam du-sê roj bi ser ve neçûn, nûçeya şehadeta Hakî hat.
Ev bûyer tenê ne kuştina kesekî bû, esas berfireh bû.
Beşparçaciyên (pêncparçeger) ku bûyer pêk anîbûn jî qaşo Kurdistanî bûn, lê tu têkiliya wan bi vê rastiyê re nebû. Ew zilamê bi navê Eledîn min nas dikir û min behsa wî kiribû. Yekî gelekî tolaz bû, rojekê hatibû Enqereyê. Potîn û bi ser de jî qabût li xwe kiribû, te digot qey niha ji çiyê dadikeve. Zilamekî xwedî şarezayiya lihevkomkirina girse nebû, hat zanista siyasî. Dost û heval jî hebûn. Planên şêlandinê pêş dixistin. Di ODTU (zanîngeha teknîkî ya rojhilatanavîn) yê de qaşo dê ciwanên şoreşgêr ên xwendekariya bilind a Enqereyê rêxistin bikira. Wisa hetanî dawiyê bi şêwazên provakatîf dixwast serdest be, bigre û bi dest bixe. Bûyerên wisa pêk anîn. Tu têkîliya wî bi Kurdistanê re tûnebû. Çû, bi carekê ve bû Kurdistanîvan û Bêşparçaci (pêncparçeger). Tolaz, beredayî û bi rastî jî diz bû. Her li dîlokê li vir li wir banqe dişêlandin. Bi vê teşeyê qaşo jiyana partiya xwe pêş ve dixist. Bêehlax bû, qereçî bû. Çû bûyera kuştina Hakî pêk anî. Lê pir vekiribû ku, her çiqas wisa be jî, misoger bi dewletê re têkildar bû. Bi netewperestiya seretayî re jî têkîldar bû. Bi kêmanî dizanibû ku dê were lêdan. Ji ber ku ev xala wî ya herî qels bû.
Erê, ev bûyera Hakî ya ku wî pêk anîbû em gelekî êşandibûn. Lê, rêka me hindekî hatibû ronîkirin. Hakî di komê de xwedî pratîkeke serkeftî bû. Bi lez berbi dawiyê ve çûyîn çêdibû. Em dê bibin partî.
Em hatibûn dawiya qonaxeke pir girîng. Di heman demê de em di qonaxa destpêkirineke nû de bûn. Baweriya me gelekî bi me hatibû. Me ev pêngava dîrokî çêdikir. Weke ku min got kuştin û bêbextî derkete holê.
Kemal Pîr tê bîra min, wê demê wiha digot, “bi kadroyên me yên heyî ve em herin, bi polîs re bikevin şerekî dijwar.” Hindekî jî hestyarî hebû. Piştre me dît ne raste û me dev jê berda. Yanî vê bûyerê dê hemû hebûna partiyê bikişandiba nava xwepêşandaneke dijwar. Di aliyê lez li ser rawestîna êşê de jî helwest hebû. Em bi ser vê rewşê ve nediçûn. Me got, girêdana bi bîranîna şehîdan re ne hêsan e. Dixwastin me bihejînin û rêka me reş bikin. Gava ku pêwîste were avêtin eşkere ye. Divê gava ku hatiye avêtin em bidomînin.
Dîsa avakirina derbeya 3 Hezîranê li dûv vê yekê hat. Ev derbeya namik kemal ersun bû û pêtir jî armanc tasviyekirina me bû. Wê demê jî rêjîmê bêhna xeterbûna me girtiye û bi çend kuştinan, girtinan û pêwîst be bi derbeyekê tasfiyeya me armanc hatibû girtin. Jixwe derbeya ersun bi Turkeş ve girêdayî bû. Derbeyeke faşîst bû û serlêdaneke bi giraniya kontr gerîla bû.
Ji beriya ku em derbasî hûrekûra wê û pêvajoya piştê bibin, eşkere kirina pêvoya ku bi lêdana Hakî ve bi dawî bû girîng e.
Hemû kesên ku di pevçûyînên talabanî û berzanî de şehît ketin hemû welatperwer bûn û ji gelê xizan bûn. Her wiha klîka feodal an jî rêbertiya feodal; bi tevahî ji bo berjewendiyên malbatê, axatiya feodal û serdestiya berjewendiyên eşîrê şer didin meşandin. Çi têkîliya wan bi rizgariya netewî û kedkaran re nîne. Ne ji bo rizgariya netewî, ne ji bo damezrîna demokratîk tu hewlên wan nebûn û niha jî nînin. Bi tevahî him di nava xwe de, him jî di nava refên din de bi her şêwaza komplogeriyê dixwastin her awayê welatparêziyê bifetisînin. Çil sal in vê yekê dikin. Ji berê û pê ve dîroka Kurdistanê wisa ye. Dema em nû derketin holê, temsîlkarê van ê Enqereyê di sala 1975’an de ez vexwendim mala xwe. Ez çûm, di şertên Enqereyê de xweş dijiyan. Gotibû, “wisa bi çeka çînayetiyê ve ketina we ya Kurdistanê tê wateya hatina rewşa we ya xeter”. Heta ev gotin jî kiribû, “weke şurê demokles ê li ser Kurdistanê ne”. Wê demê min refên nîjadperestiya wan nepejirandibû. Me hîna gaveke biçuk avêtibû û vî zilamî digot hun şurê demokles in.
Lê, di salên paş de şer ev rastî piştrast kir. Bi rastî jî em him xwedî amadekarî ne, him jî bi bihaye mirinê be jî xwe ji dayîna axaftina serokê xwe, xwe nadin paş û heke pêwîst bike ji kuştinê jî xwe nadin paş.
Weke ku di mînaka KUK (rizgargerên netewa Kurd) ê de tê dîtin, li Mêrdînê bi kêmanî nêzî 75 sempatîzan û şoreşger qetilkirin. Ji bo paroleya wan wisa, “em ji Mêrdînê wêdetir bernadin”. Hetanî 1980’an ev yek dan meşandin û pişta wê jî baş tê zanîn. Qaşo digotin PDK ya Tirkiyê. Welatparêzî pir bi şêwazeke xirab didan bikaranîn.
Û bi rastî jî wê demê peywireke ku MÎT ê dabû pêşiya wan hebû. Di 1972 ev bi xwe bangî zilamê bi navê dêrwêşê sado dikin û dibêjin, “tuyê biçî bi Tirkiyê re têkîliyên me pêş bixî”. Piştî ku van her du Seît bi komployan bi hev dan kuştin, wisa diaxivin: “tuyê herî li Tirkiyê temsilxaneya me vêbikî. Û peywira te jî, tûyê tenê bi misteşarê Amedê (ku rayedarê Kurdistanê ye) re têkîliyê saz bikî.” Esas ew têkîlî pêş dikeve.
Weke ku tê zanîn, vê yekê di 1975’an de reng da me. Milek ava kiribûn. Ev Stêrka Sor bû û me weke Beşparçacilar bi nav dikir. Digotin “Sovyet emperyalîstên civakî ne”. Esas ev dirêjahiya CIA û MÎT ê bû û ji PDK yê hêz digirt. Çalakiya van a yekem bi komplo şehîd xistina Hakî bû. Temsîlkarê wan ê wê demê digot, “me wisa ji PKK ê tol wergirt”.
Û di demeke ku em qet ne amade de, me Hakî wenda kir.
Sûda me jê ev bû: girêdana me ya hevgirtî ya bi Hakî re, hişt ku em şerê çînayetiyê baş bidin meşandin.
Stêrka sor kî ye? Beşparçacî kî ye?
Ev bi rastî jî xwe dispêrin neteweperestiyê, PDKê û ji wan hêz digirtin. Li cihên weke Dîlok û Edeneyê ku PKK tê de vebibû xwe bi cih kiribûn û digotin, “werin em nîqaş bikin”, her car ji bo me nûçe dişandin. Di nava rengê nîqaşê de bûyer weke qeza nîşan dan. Ne qeza bû, pêşçûyînê jî ev yek piştrast dikir. Lê em bêyî amade bûn çima? Ew dihizirin ku di nîqaşê de tiştek nabe.
Şehadeta Hakî bi me gelekî zehmet hat. Jiyandina bîranîna Hakî, bi tasviyekirina vê ajan provakasyonê ve gengaz bû. Berovajiyê vê pêşvebirina komê gengaz nebû. Bi mehan em bi tasfiye kirina ve rêxistina ajan provakasyon ve mijûl bûn. Wê demê çekên me jî tunebûn. Û gelekî em bi xwe re mijûl kirin. Ên tên bîra wan dizanin, gelekî jî xeterbûn. Bi rastî piştre jî baş hate fêmkirin ku, te têkîliya wan bi rizgariya netewî re nîne. Kesên tolaz bûn û bi diravan hatibûn girtin. Me hindek ceza kirin, ên man jî piştre ev rewşa wan piştrast kir. Bi planbû, wendakirin jî, wendakirina bêyî amadebûyîna me bû. Lê sûda wê jî wisa çêbû: encax bi baş fêmkirina hêza dijber û bi ser de çûyîna wan ve, pêşvexistina rêxistin û çalakiyê re jiyandina bîranîna Hakî gengaz e. Yanî qelsbûn ne, berovajiyê vê tolhildan û li hember ferasetên hêzên xwedî daxwaziya fetisandina me, hişyar bûn pêş ket. Lê bi ser de çûyîna me wisa bi feraseteke stur, “yê li me bide em jî dê li wan bidin, ev kar diqede” nebû.
Bi taybet bergeha van a cîhanê çi bû? Beşparçaci kî bû, çi bû? Me lêkolîn kir, lêpirsîn kir. Wê demê me dît ku ev amrazeke ku nîjadperest dixwazin pê vê pêşiya me bigrin. Armanca wan ew bû: PKK bi çepgiriyê ve tê. Em jî çepgir in, lê em çepgirên pêncparçeyan in. Piştre vediguhere KUK ê, KUK hindekî din belav dibe.
Di encam de pevçûn hilperîn. Li Mêrdînê ku me tê de tekoşîn pêş ve dibir, van di kuştina bi dehan welatparêz de rol lêyîstin. Wê demê UDG (hêzên demokratîk ên netewî) hebû, qaşo li dijî PKK ê hezeke pir navdar a lêdanê bû. Demirel jî navê vê rêxistinê kiribû devê xwe û wisa nirxandibû, “li dij PKK ê bikaranîna me ya van gelekî xeter e, bi hêzên wisa ve derketina pêşberî PKK ê li gor giraniya dewletê nîne.” Ev nirxandin di destpêka sala 1980 de kiribû. Lê, van gelekî wendahî dan. Rabûn û pêşveçûyîneke mezin hebû. Li Mêrdînê gelekî wendahî dan, ku van li wê derê derbekirina pêşveçûyîna welatpareziyê armanc dikirin. Bi xebatên pir alî me bi zehmetî ev nabos da rawestandin. Bi pêşkeşkirina sedan kadro, milîtan û derfetan ve, me xwast em hindekî welatparêziya li Mêrdînê zindî bigrin. Tasfiyekirina van, piştî şerekî wergirî ya çînayetiyê ve gengaz bû.
Tekoşîn jî, versiyoneke cewaz a vê ajan provakasyonê bû. Dema provakasyona ku beşparçaciyan li ser sepand pêk nehat, vê carê kliga tekoşînê hate sepand. Piştî qetilkirina Hakî beşparçacecî hatine teşhîrkirin, ji ber vê yekê ketibûn rewşekê ku êdî nikaribûm tu karî bikin. Di bûyera Hakî de milekî wan jî xwe disparte Mehmet Uzunê nava me. Di birina Hakî ya cihê bûyerê de ew bi xwe jî hebû. Piştre wî bi tekoşînê re dest bi xebatê kiribû. Hakî, wê demê berpirsyarê me yê dîlokê bû. Û hevalê me yê milîtanê herî baş bû. Gelekî rêxistinêr û çalakîger bû. Yek jî, em di serdema herî bêyî derfetiya xwe de bûn. Hakî, bi hemaltiyê hindek dirav bi dest dixistin. Pêdîviyên koma perwerdeyê ya ji 20-30 kesî wisa pêk dianîn. Rojekê em çûn mala wî, gelekî cemidî û weke qerîsokê bû. Maleke beton a nû bû. Me bi zeytûn û çayê ve zikê xwe têr kir. Pir zehmet tê bîran. Kombûyîniya Hakî ya li dîlokê, bi tevahî bi diravên ku ji rêka hemaltiyê hatibûn bi dest xistin çêbibû. Hakî bi wan ciwanan re kombûyîn wisa pêk anî û çend çalakî jî kirin. Li yek du tiştan dabûn, li Dîlokê rêbertiyeke baş dikir. Piştre hindek sabotaj kirin. Di nava PKKê de bi şêwazên xwe çalakiyên destpêkêne ev. Û xebateke wisa ya milîtaniyê di şênberiya Dîlokê de gelekî pêş ve bir.
Wê demê MÎT jixwe di zanebûna vê yekê de ye. Hakî di encama van de hate armanc girtin û armanckirina wî gelekî bi zanebûn bû. Sedema ketina beşparçaciyan a nava rêxistina me ya Dîlokê, weke temsîlkarê herî milîtan ê PKK biryara rawestandina Hakî ye. Li gel gihiştina serkeftinê, tekoşînê xwast berhemê rabike. Digotin, “rêbertî çû, mîrat ma ji me re.” Dîsa digotin, “heke afirandêrên rast ên PKK ê werin îmhakirin, ên din jî dê bitirsin û dûr bikevin.” Jixwe piştî şêhît ketina Hakî, gelek kesên ku reviyan, pir em mijûl kirin. Çend cih jî, tekoşînê girtin. Û zerara ku dan jî ewqas kêm nebû.
Wê demê tê bîra min; piştî Hakî hate lêdan, ez çûm Dîlokê. Min armanc dikir ku ez vê hizbê bixwe tasfiye bikim. Di nav de nêzî 17 hevalan hebûn. Li gor xwe beşeke girîng bi dest xistibûn. Di nava van de gelek hevalên şidyayî û durist jî hebûn. Piştre hindekan di girtîgehê de cezayê îdamê jî girtin. Wê demê ez çûm û me ew ji nû ve bidest xistin. Lê weke vac ji bo berdana PKK a bi hev hawirdoreke gelekî gumanbar afirandibûn. Armanc dikirin, bikin du beş û bere hev din. Dîsa bi qandî ku tê bîra min me di malekê de bi 17-18 kesan re civînek li dar xist. Wê demê kesekî ku piştre hate lêdan hebû, navê Ehmed bû, nizanim baş nayê bîra min. Dema em rûniştibûn qaşo ew dixebite. Dema ji bin wêneraniya me dûr dikeve ev hizib dixwaze bi nermî karê xwe bi rêve bibe. Piştre hindek hevalên ku provakatorê bakî ew dixistin nava xeteriyên mezin jî mijara gotinê bûn. Bakî zana ye û provakatoriya xwe di wilfa malbatgeriyê de pêş dixîne. Ew e, Alî Çetîner e, piştre kesê ku di doza Elmanya da heval îxbar kirin Cehfer e (ku xwedî 400 rûpel îtîrafname ye û bi qandî şahîn xwedî îtîrafa ne), ev du PKK yiyên ku li dij hev şer dikin armanc dikin. Di nava yekî de tekoşîn heye. Wê demê tekoşîn hîna fermî ne hatiye îlankirin, lê ji bin ve xebatên wê hene.
Me bi beşeke girîng provakasyon vala derxist. Heke li gor ev prokavatorên dîtirê ba, diviya ku me li hev daba. Digotin, “biryare, divê em wan berî hev bidin û bila ew bi xwe bi hev bikevin” me pêşiya vê yekê girt. Mesela di navbeyna kesên ku hatine armanckirinê de berxwedanêrên mezin derketin. Ji wan yek hevalekî bi navê Mahmut e, piştre hate girtin û niha hîna di girtîgehê de ye û îdam girtiye. Ew tam li me kiribûn dijmin. Ez bawerim piştre li zîndanê bi navê PKK ê berxwedan raber kir. Tam kiribûn dijmin û fedayî ew bû. Wê demê me ew qezenc kirin û piştre tevî ku tekoşînê xebatên xwe domandin nekarî bi bandor bibe. Rêxistineke provakator bû. Û mezinê wan kesekî bi navê Seyfî Cengîz bû, niha li swêdê ye.
Nêrîna tekoşînê ya mêtîngeriyê, weke ya me bû. Dihate zanîn ku li pişta wan yekî ji çepgirên Tirkiyê heye, ev yek ji wî çavkaniya xwe digre. Dema van nîjadperestan beşparçaci derdixistin holê, hawirdora ku jê re rizgarî dihate gotin jî ev derdixistin. Ku, van xwe pê xweş dikirin. Ez bawerim dewlet jî van dişopîne, yanî dixwaze bi komeke çepgirên Tirk ên xwedî rûpoşa çepgiriyê, yan jî bila bi nîjadperestên seretayî ve be, hewl didan ku bi rêka van, kombûyîna PKK a wê demê ji holê rabikin. Vî zilamî (Seyfî Cengîz) piştre hindek teoriyên cewaz derxistin. “Zaza netewek in.” Dîsa di ew meseleyên elevîstanê de jî ew hebû. Dixwast antî-PKK’ geriyê rêxistin bike. Esas xwedî bingeke mezin e. Di nav Dêrsimiyên ku koçberbûne de dixebitin. Tevî ku di nava Kurdistanê de xwedî tu hewl nînin, bi rastî jî kesekî bêkêr e. Weke nîjadperestiyê, 1975’an de ew gotin gotibû: “bi tezên mêtîngeriyê ve çûyîna ser Kurdistanê karê CİA yê ye.” Heke rojekê hate dîtin ( ku piştre teza mêtîngeriyê ji min zêdetir parast) mirov dikare bipirse, “te ev gotin got an jî negot?” Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, nêrînên tekoşînê jî wî dida meşandin.
Alatînekî din jî hebû. Ji ber qetla Hakî hate cezakirin. Tu têkîliyên wan bi Kurdistanê re tunebû û dikarîn di heman rojê de her nêrînê biguherin. Piratîka tekoşînê tevî ku rê li pêşiya hindek wendahiyan vekir, demeke dirêj em bi xwe re mijûl kirin. Hîna jî sedema qelsiya me ya li Dîlokê û dervemayîna gelek hevalên ji tekoşînê re, vê tevgerê rê li ber vekir. Di bêbandor hiştina neh deh endaman de van rol lêyîst.
Dema em hatin 1975’an, bi du seriyeke tekoşînê ya xeter re rûbirû mabûn û min dixwast ez komê bidim birêvebirin. Di navenda dewletê de û hetanî 1977’an wisa pêş ve hatina me gelekî girîng bû û vaye xwastin 1977’an de derbeyê li me bixin. Ji ber ku wergiriya me gelekî biçûk bû, xeterî jî gelekî mezin bû, ku bi gotina wan, “mar hîna bostek bû”. Heta li gor min hîna bostek jî tune bû, nû ji hêkê derketibû. Li gor wan pêwîstiya lê mêzandinê jî nake. Bêguman ne em ew bixwe mar in.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike