Di Xeta Şehidan De Emê Bibin Şervanên Azadiyê

0Shares

Di meha şehîdên Gulanê û 18’ê Gulanê Roja Şehîdan de em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin, divê em bi hemû hêza xwe ve pêdiviya pêkanîna bîranîna wan bizan in.
Bizava me hîna dema di qonaxa guruba yekemîn de bû, hin pêşketinên ku qet em ne li bendê bûn û encamên wê ji hêla dijmin, ji hêla me ve jî nedihate texmînkirin, derketin holê. Heke bi dîqet nehatibûya bidestgirtin û pêdiviyên wê nehatibûna pêkanîn, wê dîrok pir cuda bûya. Em di wê baweriyê de ne ku me bi bidestgirtina rast re hewl da seyra dîrokê biguherin. Bi bersiva rast ku ji bîranîna di serî de rêheval Heqî Karer û hemû şehîdên piştre hate dayîn, em gihîştin şerê jiyanê, em ketin nava azadiyeke semyan û şerê ku em îro bi berfirehî tê de ne.

 

Em dikarin bêjin qismî jî be me karî wan bi hurmet bi bîr bînin û xwedî li wezîfeya pêkanîna pêdiviyên ku wan destur dane, derkevin.
Wek hertim em didin xuyakirin şehîd, pir zehmet jî be, pêkanîna pêdivî û teqîba wan ne hêsan be jî, lê em hewl didin wan wek nirxên ku jiyana esîl û rastîn temsîl dikin binirxin. Her tişt di wateyekê de bi bersiva ku ji van nirxan re were dayîn pêwendîdar e. Hîna jî mijara ku em herî zêde li ser kûr dibin, mijara çûna rast ber bi şehadetê ve ye. Şehadet, di aliyekê de xwe wek mertebeya herî pîroz nîşan dide, di aliyê din de jî dibe hêza ku dive rastî di wê de were dîtin, ew jiyana ku sembolîk îfade dike mutleq bide jiyandin. Di vê mijarê de me hewl da em şaş nekin û bersiv bidin her cure xiyanet, ketînûn, bêşerefî û bêrûmetiyê. Ya herî girîng jî dema em ji seferên îmhe yên dijmin re bersiv didin, tişta em dixwazin pêk bînin û em xwe deyndar dibînin rastiya van şehadetan û erka pêkanîna bîranînên wan in.
Heke Kesek di wîjdana xwe de pêwîstiya bicihanîna erken li pêşiya rêhevalên xwe yên herî birûmt nejî, ew ticar nabe PKK’î. Ger ji şehadeta rêhevalên li ba xwe wate dernexîne, lewazî û şaşitiyên heyî sererast nake, ji vî/vê kesê/î tê tirsîn. Kesek ku bi xemsarî û jibîrkirinê nêz şehadetên di nava bizaveke însanî wek a PKK bibe, kesayeteke herî ketî ye. Tîpên wiha îflah nabin û divê bawerî li wan neyê kirin. Kesê xwe li beramberî şehîd deyndar hîs neke, a herî girîng jî wesiyeta ku wan di henaseyên xwe yên dawî li pey xwe hiştine esas negre, heqê wê nedeyê, nihare bibe ferdeke vê xetê û hêza jiyandina wê. Jixwe qet nikare bibe hêza rêber.
Hemû têkoşîna me di wateyekê de têkoşana layiqbûna şehîdan e. Têkoşîna me li pêşiya yekemîn şehîdê xwe bi hurmet nêz dibe, li pêşiya bîranîna wan hewl dide ku nekeve xetayê, sadiqê wan bimîne, bi qasî ku serî netewîne, zû ketinê jî napejirîne; ev rastiya bizavekê, partiyekê ye.
Tişta di wateyekê de PKK’ê dike PKK jî ev nêzîkatiya wê ji şehîdan re ye. Ev nêzîkatiyeke mezin e. Nêzîkatiyeke ku vejîner (diriltici) e, pir tiştên ku digotin pêk nayê biser xist, ya nedihatê bawer kirin da bawerandin, birastî jî pir pêşketinên ku dijmin jî hesab nekiribûn di nava xwe de digre.
Ez wek navê xwe dizanim heke di roja 18’ê Gulanê rêheval Heqî Karer şehîd nebûya, wê îlankirina PKK’ê zêde nehatibûya hişê me. Me dê pêdiviya çêkirineke cidî ya partiyekê wek deyn zêde nekiribûya rojeva xwe. Me wê nekaribûya xwe nêz şerê çekdarî bikin. A herî girîng jî me wê jiyana xwe pir cidî seferberî rêya şoreşê nekiribûya. Vê şehadetê li pêşiya me tişta derxist ev bû; an çawa dijmin û hevkar dixwazin bimelisî (sinmek) û xwe bidî koşeyekê, an jî tê xwîna şehîd bikî meseleyeke mezin; bi qasî rast nirxandina wî, tu yê sonda tolhildanê bixwînî û çi hewce bike tu yê bikî. Me di nava vê dualîteyê de ya dawî tercîh kir. Bi qasî rast nirxandinê, mutleq diviya tola wê jî were hilanîn. Dijmineke tirsnak hebe jî, hevkarên pir paspaye hebin jî, em ê şopa wê bernedin. Hate dîtin ku meşa li ser vê bingehê wê me bi rastiyên me re pir berbiçav rû bi rû bike, heke kêmaniyeke teorîk hebe jî bi vê meşe re wê were derbaskirin, herwiha heke pirsgirêkên me yên pratîk hebin jî wê bi pratîka vê, bi pratîka şerkeriya tolê çareser bibe. An jî em di wê baweriyê de bûn ku teqîba bi israr wê rêya serketinê nîşanî me bide.
Di vê wateyê de divê ji dîroka PKK’ê re wate were dayîn. Li gor nêrîna min vegotina herî bi bandor a dîroka PKK’ê divê wek rêze vegotina şehîdan be. Ez ji jiyan û pratîka xwe bikevim rê, baş dizanim ku ez şehîdan esas digrim. Ez dikarim yek bi yek heya îro bidest bigrim. Xeta berxwedaniya PKK’ê xeteke çawa ya şehîdan e? Xeta şervaniya PKK’ê xeteke çawa ya şehîd-tolê ye? Xeta sererastkirina PKK’ê û xwe renxnegeriya wê dema li şehadetan difikire xeta sererastkirina şaşitî û kêmaniyên ku ketinê ye. Em dikarin vê pir berçav di nav hev de, bi pêywendiyeke organîk nîşan bidin. Di roja îro de girseya PKK pir mezin bûye, tevlîbûn di asta 10 hezaran de çê dibin. Hin tevlîbûn bi qasî ku cewherî ne, pir tevlîbûnên ku ne cewherî ne, seranser û di asteke jêr de jî pêk tên. Ruxmî vê israra mezin di xeta şehîdan de, israr di fêmkirina xebata ku PKK ya rastîn derxistî holê ye.
Heye şoreşgereke ewqas xwebawer ku beje: “vaye ez li vir im”? erka herî zindî ya divê bê kirin, pêk bîne, karê ku divê serbixîne serketî bi cih bîne, wateyeke wiha bide rastiya partiyê, heke mumkun be bibe rêveberê vê yekê…
Kesê vê bikare pêşbixîne di rêya rast de ye, birastî jî mirova/ê xetê ye.
Pêwîste em di Roja Şehîdan de cewerherê ku were jiyandin, heta vê cewhera ku bingeha serketinê ye bibînin. Divê em li ser hûr bibin û di kesayeta xwe de hemû tedbîren ku wê derbasî pêşerojê bikin, şênber bikin. Ev pir girîng e. Ev ne berçavgirtina bîlançoya çend şehîdan an jî şehîdên PKK’ê ye. Her wiha bi gotina “hey wax me çend rêhevalên birûmet wenda kirine!” diyarkirina xemgîniya xwe jî nîne. Ev pirsgirêka jiyana ku ji bo serketinê tê emr kirin û derxistina hêza şerê wê ye. Niha hûnê bikarin vê fêm bikin? Di vê mijarê de hemû kêmaniyên me, bi qasî bandora pergalê, delemeyiya (tortu) xiyanet, teslîmiyet, heta her cure seretayîtî û dijmirovahiya xwe jî, em ê hesabê wê bikin? Em ê bikarin şerê xwe bi van re bidomînin? Em ê bikarin bi qasî durust û jidil nêz bibin bi serketî jî bibersivînin? Pirsgirêk ev e ye.
Kesê xwebawer ger ji van pirsan re bersiva rast bide, di esil de kariye bersiva rast bide bîranîna şehîdan. Ji vê jî girîngtir kariye nêzîkatiyeke li ser bingeha serketinê li pêşiya pêşketinên rojane pêşkêş bike. Ne tenê durustbûyîn, bi qasî wê jî îsbat bûye ku hewldayîn ber bi jiyan û şer ve dibe. Em vê dibêjin, em dibêjin gelo hûn ji vê re hene? Teqez gotineke durust ku hûn bêjin heye? Gelo hûnê bikarin di huzura şehîdan de birastî jî bi hurmet bin? Hûnê bikarin vê bi xwe re bikin yek?
Şehadet Nirxa Me ya Îsbatbûyî ye
Rastî, qet ne wer ku hûn dizanin e. Bi hezaran bûyerên şehadetê hene. We mesafeya xwe bi wan re pir zêde vekiriye, hûn pir eksî (ters) wan ketine. Li beramberî wan hûn di nava xiyanetê de ne. Li jêr rastiya ku hûn pêşnakevin, hûn bêxem in, an jî her diçe bilind nabin û meyla saxtekariyê nîşan didin, ev rastî veşartiye. Hûn pir hêsan şehîdan ji bîr dikin, hûn pir hêsan eksî şehîdan tevdigerin. Ez bixwe jî ditirsim. Ev partî çima evqa serkî (siğ) nêz şehîdên xwe dibe? Hema bêje ev karê min heye, asta girêdana mirovekê encex dikare evqas bibe. Lê bele pir bûyer û têkîli ku hûn yekser berpirsyarin, hene. Bi sedan şehadet hene ku yekser hûn jê berpirsyar in. Ji van qet ders nayên derxistin. Wek min gotî, me bi dersa ku ji yekemîn şehadetê wergirt pêdiviya partîbûnê hîs kir. Bi dersên ku ji şehîdên girtîgehan me derxist zanebûnê, me pêdiviya vegera welat dît. Me ji şehadeta Mezlûm, Kemal, Xeyriyan, ji şehadeta Mehsûm Korkmaz waneya sazbarîkirina (işlerlik) gêrîla derxiste zanebûnê, me ev wek erk dît. Hemû karê xwe jî li gor vê eyar kir. Me vîn û ezma xwe tûşê vê kir, derfetên bi qasî serê derziyê jî ji bo vê bikar anî.
Niha hûn jî xwe li ber çavan derbas bikin. Eceba şehadetên li kêleka we û li ber çavên we qewimîn, we çawa ew watedar kirin? Devreyî gotina erzan, we çiqas saxlem bidest girt? A herî girîng jî we karî ji bidestgirtineke bêçare wêdetir biçin? We pêdiviya serketinê di şehadetan de dît? We ew kire mijareke mezin û xwe sererast kir? Di gotinan de pir dubare dibe; “em bi hurmet bi bîr tînin.” Birastî jî we karî bi hurmet bi bîr bînin? Her wiha we karî bi gotina “dersên hewce derketin holê, êdî nema şehadetên erzan çêbin” an jî “her şehadetek çavkaniya serketinekê ye” watedar bikin? We karî jê hêz bigrin? Ev pirs ji bo we hemûyan jî bi şewat in. Hûn niha jî dibêjin ku durust in û bi semîmiyet dibêjin ku girêdayî hin nirxan dijîn. Heta hûn dibêjin ku dixwazin mezin bikin û layîqê nirxan bin. Hûn vê bi rêbazeke pir berçav hedef dikin. Hûn newestiya ne û heke bixwazin dikarin biser bixin.
Divê mirov gihîştina tişta ku ji xwe re kirî armanc, bike pirsgirêk. Rojane bi awayeke bêwate nakokiyên we çêdibin, pirsgirêka we ya pêşketinê heye. Ger kêmekê jî di vê xeta şehadetê de hurmeta we jêra hebe, ger soz û deyna we ya hîskirinê heye, hêz û kesayeta we heye divê hûn bersiva ku van pêşwazî bike, bidin. Gerek dike heya dawî bi zanebûn, heya dawî nêzîkatiya rast li rêbazê xebatê wê ber bi xeta şer ve bibin. Ger hûn vê teqez nîşan nedin hûn ê nekarin hevgiriya (tutarlilik) xwe îsbat bikin. Bi zimandirêjiyê re şehîd di ser guhê xwe de nayêne avêtin. Jixwe ketina demagojiyê rêbaza herî paspaye ye, ev nikare me bixapîne. Ez neçarim şehîdan cidî bigrim dest. Hejmara girîng a van mirovan dema nefesa xwe ya dawî didin min bi bîr tînin. Ez çendî laqyîqî wan im, an jî nelayîq im, ev dikare were nîqaşkirin. Lê madem wan wiha gotiye, pêwîste ez dîqet bikim. Ev wesiyet çibe, bi qasî hêza xwe pêk bînim.
Bêguman wan wesiyetên xwe ji bo hemû PKK’yan gotine. Ez kêmekê dikim ku haya min jê hebe. Ez kontorldikim, dişopim. Lê soz ji bo herkesa/ê ku dibêje “ez di nav vê bizavê de me, ez rêhevala/ê wan im” e. Gerek dike ev neyê derengxistin. Bi her tiştî re bilîzin, her tiştî li gor dilê xwe bikin, lê ji bîranîna şehîdekê re jî bersiva hewce bidin. Wek netew, gel heta wek mirovahî hebûna me ku wek nirxên îsbatbûyî were bidestgirtin ev şehadet in. Mezinahiya wan nabe mijara nîqaşan. Di vî milî de bizanin bi durustî girêdayî wan bin, bi qasî hêza xwe wan bidin jiyandin. Jiyandina wan jî tê wateya domandina şer. Li gotina Ferhadan a: “Agir netemirînin” yên bersiv dane bîranîna wan hene. Hîna jî ew agir vêketiye û tê xwestin hîna bi şewat bibe. Kemal Pîrên ku dibêjin “hîna zêde şer bikin” hene. Dibêje “em di wê baweriyê de ne xeta têkoşeriya PKK’ê deh sal din nebe jî, wê bîst salên din serketinê bidest bixîne.” Ev, bangewazî ji bo xeta şer e.
Ez pir baş dizanim ku her yek ji wan xwedî wesiyetekî wiha ne: “me nekarî di lêxistina vî dijminê hov, bêrihm û îşkencekar, hêza wê ya şerê taybet serketî bin, me nekarî tolê hilînin, lê bi awayeke pir biêş be jî ji dawîanîna jiyana xwe em paşde neman. Em ji yên bijîn dixwazin ku teqez ji me hîna serketîtir, hîna hakim û bi şêwazeke rast şer bikin.” Pêwîste em van wesiyetan fêm bikin. Ji bo wê jî teqez divê em hin tiştan bikin. Baş tê zanîn, li nav me ger tu sîleyekê bixwî, misoger dixwazî bersiv bidî. Dema nêzîkeke te bê kuştin, ji bo tolhilanîna we/wî bi demdirêjî seferber dibî. Ev ne yek, ne hezar bi deh hezaran in. Ev ne wiha besît in, şehîden mirovahiyê ne. Herî kêm bi qasî yekemîn şehîdên İslamê mezin, bi qasî yekemîn Hewariyên İsa binirx û bi qasî hemû şehîdên bizavên şoreşger xwedî wate ne. Hewce dike hûn mezinahiya wan bênîqaş bipejirin. Wek gel, partî û takekes jî divê hûn xwemaliyê bizanin. Vê bi xwe bidin qebulkirin. Bi rêbazeke din hûn ê nekaribin mirovahiyê qazenc bikin. Netewbûn û azadbûn bi înkar û jinedîtîvehatina van nirxan, negengaze ku pêk bê. Ger hûn înkar bikin hûn ê bibin Yezîd. Kêmek be jî hûn dîroka İslamê dizanin? Dibe hûn bibin ew Yezîdên ku li ser xwîna wan şehîdan seltenet ava kirin.
Em di vê wateyê de naxwazin bizava me ji rê derkeve. Yê/a dil û çavên wî/wê hîna di jiyana besît de be Yezîd e. Kesên wateya şehîdan davêjin aliyekê, çavên xwe li hin nirxên bihisab jiyana madî digerînin, wextê derfet bibînin misoger wê bibin ketiyê seltenetê; di rastiya me ya netewî û civakî de serxwebûn were bidestxistin jî, wê bibin hêza wê ya despotîk. Wê nebin hêza pratîkirina rêya ku şehîdan emir kirine. Jixwe di van rojên dawî de ew rexneyên wek: “bi nirxên partiyê re dilîze, fermandariyê ji bo teserufa xwe ya takekesî bikar tîne. Her cure nûneriya rêxistinê ji bo rehetiya xwe dişuxulîne; di vê mijarê de erkê pir xirab bi kar tîne û wiha dixwaze xwe bi bandor bike.” Çine? Ev destpêkirina Yezîdiyê ye. Tê wateya misilmantiya wek ya Tirk, wek a Osmaniyan. An jî rastgir û berjewendparêzên her şoreşekê hene; di aliyê wan, an jî wekî wan in.
Em di roja îro de têkoşîna vê didin. Em dibêjin hûn ê nekarin bi PKK wiha bikin. Divê hûn vî şerî di vî alî de jî fêm bikin. Li vir em ewçend li jêr êrîşan de ne ku! Em nabêjin nejîn, şerê em didin ji bo we ber bi jiyaneke hineke din birûmet û azad ve bibe, ji bo we bigihîne jiyaneke wiha ye. Ji bo di aliyê madî û menewî ve jiyaneke tekûz çê bibe ye. Lê ez dibêjim girêdana vê bi şer ve neyê dîtin, pêwendiya wê bi rêxistin û perwerdeyê re, bi kinahî bi hemû xebata bizava me ya şoreşger re neye fêmkirin, li ber de derbasbûyîn bêperwa ye. Kes nikare xiyanetî vê bike. Min bi caran ji we re got: heta ez heb im, hûn ê nekaribin.
Ez ne ewqas paspaye me ku wesiyeta evçend şehîdan ji nedîtî ve bêm. Hûn jî ne ewqas fêrbaz in, ewçend ne bi hêz in. Hûn muzirtiyê (yaramazlik) dikin, zarokînî dikin, wek pîrejinan digrîn. Hûn besît in. Ji ber şerma xwe ez naxwazim li rûyê we jî temaşe bikim. Ne ku fedî dikim, an jî ne ji ber jênevegerbûyîna we, ji ber heyfdixwem û nefret dikim, nikarim nêz bibim. Nexwe ez dikarim sehmnak tolhildêr bim, qiyametê rakim. Di wateyekê de em dixwazin li ser muzirtî, zarokînî û kustexiya we biborin. Nexwe ez dizanim çawa di rêya nirxan de şer tê kirin. Baş dizanim ku di aliyê madî û menewî ve jiyan çawa divê were mêzandin. Min ji bo libeke genima piçûk jî şereke mezin meşandiye. Ma ez ê nirxên PKK’ê bidim xerckirin? Ev wê li min were kirin? Ne gengaz e.
Min pir zû hewcetî dît ku şerê gel a mezin bidim destpêkirin. Min ev li beramberî nêzên xwe jî domand. Têkoşîna em ji bo rêxistinê didin têkoşîna dilopek xwîna şehîdan e. Tu nikarî vê xirab bikar bînî, tu nikarî bi vê re bilîzî. Ev ji bo min wesiyet in. Ne ji ber ez nizanim, an jî we fêm nakim, ji ber ez we pir besît dibînim bi ser we de nehatim. Hûn jê re dibêjin lîstina bi exlaqê re an jî ji xwe re dibêjin lumpen; di vê cîhanê de kesek ku ji min zêdetir bike, nayê dîtin. Hûn bêjin qurnazî; di vê cîhanê de ji min qurnaztir tine ye. Tine ye, ez nas nakim. Heke hebûna, wê bikaribûna min bin bixin. Hûn bêjin aqilbûn, hûn bêjin tedbîr, hemû di min de hene. Em dihizirin ku tişta em ji bo rêhevalên xwe layîq dibînin hîna bêtir ked, edalet, wekhevî, xweşikî û hezkirin in. Em dixwazin wer bikin ku pirsgirêkê di aliyê madî û menewî de wiha bidest bigrin. Jixwe şehîd jî vê hêzê didin me. Ango kok bi vê re girêdayî ye.
18’ê Gulana 1994

Rêber APO