Şoreşgerekî/e wisa bi xwe bawer dike heye? Kesê/a ku bêje; “ez di vî karî de heme.” Peywira ku pêdivî bi pêkanîna wê hebe pêk anîn, xebateke ku serkeftinê dixwaze serkeftî bi cih anîn, li rastiya partiye wateyeke wisa barkirin û ger pêkan be ji vir û şûn de rêvebirina van karan kirin… Mirovê ku van pêk bîne di rêya rast de ye û bi rastî jî mirovê xetê ye.
Di roja şehîdan de, divê em cewhera van rastiyan karibin bibinîn. Divê em li ser van mijarana lêhûrbûnê bikin û bo pêşerojê di kesayetên xwe de şênber bikin. Ev pir girîng e. Ev tiştekî wisa ku mirov çend şehîdan an jî bîlançoya şehîdên PKK’ê bîne berçav nîne. Ango tenê bi gotina; “me çendî rêhevalên xwe yên binirx wenda kiriye” xemgîniya xwe nîşandan jî nîne. Ev bi temamî pirsgirêka li hemberî şer û jiyana ku tê xwestin xwe bihêzkirin e. Niha hûn ê vê fêm bikin? Di vê mijarê de bi qasî neyîniyên xwe û bandora pergalê, em ê karibin hesabê aliyên xwe yên dijmirovî yên kêrnehatî, xiyanet û xwerasdestiyê bikin? Li dijî van em ê karibin şerê xwe bidomînin? Bi qasî dilsozbûn û puxtedariyê, bi serkeftinî hûn ê karibin bersiv bidin? Pirsgirêk ev bi xwe ye.
Yên bi xwe bawer, ger bersiva van pirsan rast bide; di esasê xwe de li hemberî bîranîna şehîdan xwedî bersiva herî rast e. Jê wêdetir, li geşedanên rojevî bi serkeftineke mayînde nêzîkatiyekê nîşan daye. Bi qasî xwedî cewherê, mebestên pak û dirustbûnê û hebûna hewldanê jî mirovan ber bi jiyan û şer ve dibe. Ev hatiye peyitandin. Em vê dibêjin, gelo hûn ji vê re hene? Bi awayekî teqez, gotineke dirust ku hûn bêjin heye? Bi rastî, kêmek be jî hûn ê di hizûra şehîdan de bizanibin bi rêzdarî bisekinin? Hûn ê vê bi cewhera xwe bikaribin bidin pejirandin.
Heqîqet, qet û qet wek ku hûn dizanin nîne. Bi hezaran bûyerên şehadetê yên ku me jiyane hene. We navbeyna di navbera me û şehîdan de gelekî vekiriye, hûn pir dijberî wan disekinin. Li hemberî şehîdan hûn di nav xiyanetê de ne. Di bingeha pêşneketin, nehestyarbûn an jî berznebûn û meyildariya we ya ber bi sextekariyê de, ev rastî heye. Niha hûn pir zû ji bîr dikin. Bi hêsanî hûn dikarin berovajî şehîdan tevbigerin. Ez bi xwe jî, ji vê rewşê ditirsim. Ev partî çima wisa sivik nêzî şehîdên xwe dibe? Hûn min dizanin, kar û xebatên ku dikim hûn dibînin. Girêdayîna mirovekî encex ewqas dibe. Lê belê, gelek bûyer û têkiliyên ku hûn ji wan berpirsiyarin hene. Bi sedan şehadetên ku hûn bi xwe berpirsiyarin hene. Mijar ew e ku ji van şehadetan qet ders nehatiye girtin. Wek ku min anî ziman, me ji bo bîranîna şehîdê xwe yê koma destpêkê ango Hakî Karer, pêdivî bi partîbûyînê dît. Me ji dersen ku ji bîranîna berxwedana zindanê wergirtî, ku çiqas zor û zehmhetî li pêş me hebûn jî me berê xwe da welat. Me ji şehadeta Mazlûm, Kemal, Xeyriyan û ji şehadeta rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) dersên ku gerîla bêhtir bi liv û tevger be derxist. Me van xebatan ji xwe re wek peywirên sereke dît û me hemû kar û barê xwe li gor van peywiran eyar kir. Me vîn û xîreta xwe bo vê xurt kir, derfetên bi qasî serê derziyê jî bo vê yekê me xist meriyetê.
Niha hûn jî xwe di ber çav re derbas bikin. Gelo ev şehadetên li tenîşta we pêk tên ku hûn jî dibînin, we çawa van şehadetan watedar kir? Ji bilî gotinên erzan, we çiqasî rast girtiye dest? Ya herî girîng jî, ji bilî nêzîkatiyên neçar hûn wêdetir çûne? We ti carî di şehadetê de pêdivî bi serkeftinê dîtiye? We şehadetê ji xwe re kiriye meseleyeke mezin ku hûn xwe komî ser hev bikin? Pir tê gotin ku “em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin”, bi rastî jî we bi rêzdarî bi bîr anî? Dîsa hûn dibên; “dersên ku bên girtin ji vê şehadetê hatiye derxistin, êdî ji şehadetên hêsan re rê nîne” yan jî “her şehadetek çavkaniya serkeftinê ye” we wate daye van gotinanên xwe? We ji van gotinên xwe hêz afirand? Ev pirsana bo we hemûyan sotîner in. Hîna jî hûn ji dil dibên; “em dirust in û bi nirxan re girêdayîne.” Heta hûn dixwazin xwe mezin bikin û dibêjin; “em dixwazin xwe layiqî nirxan bikin”, hûn van gotinan bi awayekî ji xwe bawer tînin ziman û ji xwe re dikin armanc. Hûn newestiyane, ger hûn ji dil bixwazin dikarin van xwestekên xwe pêk bînin.
Rêber Apo