Em Bi Rêgezan Hatin Vê Rojê
Çawa ku ji salên despêke ya damezrandina PKK’ê li ser bingehê rêgezan heyanî roja îro têkoşîna xwe berdewam dike, di heman demê de Bîrdoziya Rizgariya Jinê jî li ser rêgezên bingehîn hatiye damezrandin.
Li gel hemû têkoşîna Rizgariya Netewa Gelê Kurd, şerê çekdarî, zanebûna bîrdozî ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve hatine meşandin. Girîngî û wateyeke mezin da xebat, têkoşîn, vin, zanebûn, raman û hêza jinê jî. Di rastiya dîrokî ya bîrdoziya PKK’ ê de, di hemû qadên têkoşîn û jiyanê de derkete holê ku navenda jiyanê li dora jinê hatiya hûnandin. Ji ber vê Rêberê Gelê Kurd dibêje: “Qada azad kirina jinan qadeke xebata min ya ku ez lêhûrbûnê li ser dikim. Ez vê ji şer serbixwe dibînim, çawa di hemû şoreşan de, îro di şoreşa Kurdistanê de jî xala ku pêwîst dike serkeftin tê de pêk were; xebata çareserkirina jiyana ku li dora jinê tê meşandin e. Ji ber dema em pirsgirêkên şer yên herî pêşketî, heta kar û xebatê ji bo aştî bigirin dest, em ê bibînin ku di navenda wan hemûyan de xebata jinê cihê xwe digire.” Ji ber vê Rêberê Gelê Kurd li ser bingehên bîrdoziya jinê tevgerên serbixwe yê jinan damezrand û di serî de rêgezên vê tevgerê danîn holê.
Ji ber her dem jin di dîrokê de, di bin serwreriya mêr de maye û bi perçiqandinê re rû bi rû bû. Pergala mêrê serwer bi rûyê xwe yê derewkar, zordest û komploger jin ji dîrokê avêtiye. Lê bi îlankirina bîrdoziya jin careke din jin hate peydakirin, ew ji xweliya wê hate afirandin. Ji bo careke din jin derkeve ser rûyê cîhanê û bigihîne mafê xwe yê xwezayî, di serî de zanista dîrokê pêwîst dike. Ji bo jina Kurd tevî hemû jinên cîhanê rizgarî û azad bûna xwe misoger bikin, her wiha riyên xwe yên çareseriyê li ser vê bingehî bi dest bixînin, pêwîstî bi rêgezên mîna girêdana jinê bi axê re, têkoşîna li hermber mêrê serwer û pergalê heyî, bi vin, hêz û nasnameya xwe ya azad derkeve holê hebû. Bi riya van rêgezan jina Kurd karî bîrdoziya xwe bigihîne bîrdoziyeke gerdûnî û hemû jinên ji neteweyên din jî bigire nava xwe. Li ser bingehê lêhûrbûneke wiha, Rêberê Gelê Kurd di 8’ ê Adara 1998’an de Bîrdoziya Rizgariya Jin îlan dike û vê weke diyarî di roja 8’ê Adarê de pêşkêşî jinan dike. Ev bîrdozî xwe dispêre 5 rêgezên bingehîn.
Rêgezên Bingehîn Ya Bîrdoziya Rizgariya Jin
‘Bîrdoziya jinê bê xak nabe’
Welatparêzî:Çawa ku dayîk îfadeya hemû jiyanê dike, ev yek ji rastiya welat qut nîne berovajî vê berdewama çanda dayîkê yekser girêdana xwe bi welat û welatparêziyê re jî heye. Di gelek mînakan de dema ku civak bi zordestiyê re dimînin û koçberî dibe çarenûsa wê civakê ya herî ku di vê mijarê de li ber xwe dide jin û dayîk e. Tenê ji bo ku dest ji gundê xwe bernede. Ev rastî ne tenê bi roja îro ve girêdayî ye, ev rastî xwe dispêre çandeke dîrokî ya dayîka xwedawend. Ji ber ev rêgez xwe dispêre azadiya ku cara yekem tê de zayîn pêk hatiye. Ji ber mezopotamiya xak, welat, cih û warê ku 104 MEyên jinê lê zane, ji ber ev rastiya çandî xwe dispêre çanda dayîka xwedawand û di heman demê de çandeke ji rêzê nîne. Bi hezaran jinên ku di şoreşa Kurdistanê de bi zanebûn û baweriya ku ew ê careke din vê çandê zindî bikin canê xwe dane û hîn jî têkoşînê dimeşînin. Rêberê Gelê Kurd jî di derbarê vê rêgezê de wiha dibêje: “Ger wê Kurdistan bibe mijara gotinê û ger em dibêjin li ser wê xakê jiyîn wê tiştê herî xweşik be, beriya her tiştî bîrdoziya jinê bê xak nabe. Heta vebûn û çandiniya axê, vekirina wê ji berhemê re, ev bi hunera jinê ve girêdayî ye. Yanê rêgeza bîroziya jinê ya yekem li ser xaka ku lê ji dayîk bûye li wir jiyandin e. Ev jî weke biwêj tê wateya welatparêzî.”Lê di roja îro de siyaseta ku dagirker li ser jina Kurd û bi taybetî jî li ser keçên ciwan dimeşîme, di serî de wan ji welatê wan dûr dixîne. Ji ber çiqas mirovek ji welatê xwe dûr bikeve ewqas jî ji çanda xwe biyanî dibe. Hemû armanc ji vê siyasetê ew e ku, jina Kurd ji çanda xwe ya dîrokî biyanî bibe.
Bi Vîna Azad Jin Dikare Biryarên Jiyandinê Bistîne
Raman û Vîna Azad:Ev rêgez yekser xwe dispêre rêgeza ‘xwe binase’, ji ber pêwîste em di serî de bikevin zanebûna ka em çiqas zane ne û azad in. Belkî ev yek bi hêsanî jî pêk neyê ji ber ji vê yekê re têkoşîn divê. Pêwîste em xwe ji koletiya ku me bi dilê xwe pêk aniye û li ser jinê hatiye ferzkirin jê rizgar bikin. Ji ber di nava pergalê de ji zaroktî de gelek rastî hatine berovajîkirin û bi jinan dane qebûlkirin. Vîn û ramana azad tê wateya xwe careke din afirandin û xwe ji hesta xwedanî (mûlkiyet) rizgar kirine. Ya herî girîng, her jinek bikare di mejiyê xwe de teoriya veqetînê pêk bîne. Ger jin di warê mejî û hişmendiyê de xwe ji mêr veqetîne, wê demê dikare jiyan û pergaleke altarnatîf derxîne holê. Li gorî vê xwe ji zordestiya mêr derxistin têkoşîn dixwaze. Ji ber vê jî divê em di xwe de zanebûba dîrokî û ya roja îro bidin avakirin. Rêberê Gelê Kurd rêgeza raman û vina azad wiha şîrove dike: “Ger wê jin di jiyanê de cîh peyda bike, hûn dibêjin bi wesîla roja 8’ê Adarê divê em di vê rojê de biaxivin. Ne tenê axaftin, divê bi raman û vîna xwe ya azad tevlî jiyanê bibe. Ger ev bîrdozî pêk were, îfadeya vê ya şênber jin çawa dixwazin biryar bigirin û bijîn. Em ê bawerî bidin ramanên wê û ji vîna wê re jî rêzdarbin. Ev jî yek ji rêgezên bîrdoziyê ya ku dev jê nayê berdan e. Ev ez bim jî divê bikaribe vê yekê bêje; ez dikarim li ser vê bingehî bi te re bijîm. Ez li ser bingehê rêgezên xwe bi vîn û ramanên xwe heme. Wê ev hemû bi piroje û pilansazî xwe pêk bîne. Wiha bi gotinan, ez ê jinan bixapînim, an jî ew ê bi jintiya xwe min bixapîne, yanê bi zayendîtiya erzan, di rêgezan de ji vê yekê re cih nîne.”
Hêza Sereke Rêxistin e
Rêxistin: Ji roja ku dîroka baviksalar dest pê kiriye û heyanî roja îro her dem jin bê rêxistin hatiye hiştin, lê di roja îro de rêxistinên jinên Kurd heyanî asta KJB’ê bilind bûye. Di cîhanê de jî gelek yekîtî û rêxistinên jinan hene. Jina Kurd jî bi wan re di nava têkiliyê de ye. Kesên ku xwe nespêrin tevgerbûnê û ji bo rêxistinê kar nekin tu caran nikarin xwe bigihînin rêxistineke azad û nikarin xwe jî azad bikin. Çalakî, bawerî û teoriya wan nabe ya tevgerê. Rêberê Gelê Kurd vê rêgezê wiha dinrxîne: Ji bo hevparkirina jiyaneke xwe dispêre azadiyê rêxistin kirin pêwîste. Mirovekî/e bê rêxistin ne tişteke. Rêxistinbûnên destpêkê bi jinê re dest pê kiriye. Yên ê herî zêde rêxistinê ji xwe re bikin bingeh hêza jin e. Dibe ku mêr bê rêxistin be, an jî ji xwe rêxistinên mêran zêde ne. Ji ber vê divê jin xwedî rêxistin be û vê rêxistinê bike malê giştî.
Têkoşîn Berdewama Çanda Jinê Ye
Têkoşîn: Rêberê Gelê Kurd di derbarê rêgeza têkoşînê de wiha nirxandinan rêz dike: “Li gel rêxistinbûnê divê hûn bibînin ku hemû jiyana we bi têkoşînê pêk hatiye. Ji ber nasnameya jinê ji bê têkoşînbûnê ketiye nava çar dîwaran. Her dem bi karên biçûk re hatiya mijolkirin û her dem xwe di nava ferz kirina weke kesayeta karê vala de dîtiye. Ji ber vê di serî de divê di esasên bîrdozî û polîtîk de, di derbarê rêxistinbûnê, çand û derbarê hemû qadên ku dikare xwe tê bi hêz bike, divê bibe tekoşerek. Ne tenê zarok xwedî kirin, hemû temenê xwe mehkûmî karê hevîr çêkirinê, divê ku bikare bêje ez ji rêxistinbûnê re heme û hemû karê min têkoşîn meşandin e.”
Ji ber tu tişt ji ber xwe ve naghîne encamê, jineke bê têkoşîn tê wateya mirinê. Ji ber her dem jin bê rêxistin hatiye hîştin, ji ber pergala mêr ya serwer hêza jinê dîtiye û ji bo jin nebe xwedî hêzeke rêxistinê hemû astengî derxistine. Gelek caran jin li gorî daxwaza mêran ketin nava têkoşînê. Lê pêwîste êdî em ji bo xwe, ji bo azadbûna jinan têkoşînê bimeşînin. Ji ber divê êdî her jinek di çerçova gotina ‘xwe binase’ de têkoşînê bi rêve bibe. Li ser vê yekê pêwîste li xwe veger pêk were. Ya herî girîng jî pêwîste em bizanin ka em ê li ser kîjan rêbaz û heqîqetê û bi çi awayî vê têkoşînê bimeşînin. Ji ber vê yên ku exlaqê wan ê azadiyê nebe nikarin bibin xwedî zanebûneke azad û têkoşînê bimeşînin.
Xweşikbûn Di Mejî De Destpêdike
Estetîk û Xweşikbûn: Rêberê Gelê Kurd di nava têkoşîna rizgariyê de, bi awayekî berfireh bi mijara jinê re mijûl dibe. Pirsgirêkên ku derdikevin holê, ji her alî de analîz dike. Ji ber vê Rêberê Gelê Kurd di parêznameya xwe ya ‘Parastiana Gelekî’ de derbarê nêzîkatiya pergala heyî ji jinê re wiha dibêje: “Di kaptalîzmê de mîna qesabekî (goştfiroş) gewdeyê wê perçe perçe ji hev tê veqetandin û ji bo her perçeyekî buhayek hatiye destnîşankirin. Ji porê wê heta paniya wê, ji sîngê wê heta qorikê wê, ji navika wê heta berzika wê, ji nav milên wê heta çongên wê, ji nava wê heta çîpên wê, ji çavên wê heta lêvên wê, ji hinarokên rûyê wê û heta perçeyên stûyê wê, ti cih û perçeyê wê nemaye buha lê nehatibe birîn. Pir mixabin nehatiya pirsîn, gelo ruhê wê heye yan na, eger heye, nehatiye hişê wan bibêjin ew çiqasî dike.”
Rêberê Gelê Kurd di vê mijarê de li giyana jinê geriya û dît, ne ji bo buhayekê jê re diyar bike, ji bo vê giyanê careke din zindî bike. Jina Kurd li hember hemû pergalê mêrê serwer û desthilatdar karî vê têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibe û vê têkoşînê bimeşîne. Di cewherê jinê de bi taybetî nêzîkatiya jin ji jiyan, mirov, zindîwaran, xweza û hemû tiştên ku jin bi wan re mijûl dibe, li ser hişmendiyeke cawaz bi rêbve diçe. Ji ber bi wesîleya rêgeza estetîk û xweşikbûnê, jina ku di nava têkoşînê de di serî de di warê hişmendî de karî giyana xwe ji kirêtiya hezar salan bi riya têkoşînê rizgar bike û vê yekê bixe xizmeta civakê. Pergala desthilatdar xweşikbûna jinê tenê di bedena wê de dibîne û ev xweşikbûn aniye di navbera çend pereyan de bi sînor kiriye. Ev jî bûye Sedem ku di roja îro de jin di cîhanê de hebûna herî erzan be. Berovajî vê yekê Rêberê Gelê Kurd hemû leyîstikên ku li ser jinan tê leyîstin eşkere dike û tevahî hêzên jinê derdixîne ronahiyê.
Rêberê Gelê Kurd di 8’ê Adara 1998’an de di mijara estetîk û xweşik bûnê de wiha dibêjî dide gotinê xwe: “Li gorî min bi jinê re jiyîn têkiliya wê bi xweşikbûn û estetîkê re jî heye. Ji ber têkiliya asta jiyana niha ya kirêt bi zordestiyê re heye, ji ber bi dagirkeriyê re ev têkilî hîn balkêştir dibe. Huner, çand û estetîka jinê ya ku dixwaze bijî bi misogerî divê neyê paş çavkirin. Em ji fîzîka wê bigirin, xweşikbûna ramanên wê, ji gotar û heyanî ronakbûna wê ya giyanî, pêwîste bi teorî- rêgezên estetîkê re girêdayî be.
Di encamê van rêgezan de, ji ber ev rêgez xwe dispêrin nêrîn û hişmendiyeke bîrdozî. Ger di roja îro de jina Kurd û hemû jinên cîhanê li ser van bingehan têkoşînê nemeşînin, wê hemû keda wan careke din bikeve bin destê pergala mêr a heyî. Hemû rêgezên ku me li jorê anîne ziman mîna goşt û neynûkê bi hev ve girêdayî ne. Bi taybet dema ku mijar dibe jin û pergala kaptalîst wê demê pêdiviya me hîn zêdetir bi xûrtkirina rêgezên jinê çêdibe. Di roja îro de her ku diçe pergala heyî ji civaka bi rêxistin û bi taybet jî ji jina bi rêxistin ditirse. Her wiha ji bo ku sazbûna jinê têk bibe, hemû rêbazên bi xeter bi kar tîne. Lê careke din jinan tevahî leyîstikên pergal eşkere kirine û dikare îro bi hêza xwe têkoşînê li hember vê hişmendiyê bimeşîne. Dema ku em dibêjin ku di jinê de hêza jiyanê heye, ev gotineke ji rêzê nîne, ji ber ev hêza jiyanê di rastiya çanda jinê de vedigere hêzeke berxwedanê ya bêhempa. Dema ku ev hêz bû xwedî yekîtî wê demê dikare bi xwe re jiyaneke altarnatîf jî biafirîne, ev hêz di her jinekê de heye.
Medya Dêrsim