Sozdar Avesta
Ez di serî de pêngava pîroz a 15’ê Tebaxê ku xwedî girîngiyekî mezin û pêngavekî pêhempa ye, vê roja vejînê li Rêber APO, li fermandarê ertêşa gelê Kurdistanê ku di pêngava 15’ê Tebaxê de xwedî rola sereke ye şehîdê mezin Egîd (Mehsûn Korkmaz), tevahî şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd pîroz dikim. Pêngava 15’ê Tebaxê di şert û mercên gelekî cuda de hate avêtin, di wê pêvajoyê de civaka gelê Kurdistanê ber helandinê ve diçû, li her çar perçeyên Kurdistanê birdoziyên serdestan a netewparêzî xwe disepandin.
Li Bakurê Kurdistanê di bin felsefeya Kemalîstên nû de, dîsa bandora şovenîzma Ereban li ser herêma Rojavayê welat dihate dîtin. Di civakê de çanda serdest bi hemû warî li ser civaka Kurd pêş diket. Asîmîlasyon gav bi gav xwe di nav vê civakê de bi cih dikir. Li hemberî vê rawestandin, li hemberî vê gotina “Bes e!” pêwîst bû. Bêguman derketina Rêber APO û tevgera azadiyê li hemberî rewşa hakim li Kurdistanê, tevgera herî watedar bû. Yekemîn peyva hate gotin nepejirandina polîtîkayên dagirkeran bû. Ji çanda li ser gelê Kurd dihate meşandin re hate gotin “Êdî bes e”. Têkoşîna gelê Kurdistanê pêşket û li hemberî vê dijmin jî xwe ji nû ve tevger kir. Bi hemû hêza xwe ve xwest pêşî li rabûna tevgera azadiyê bigre û nehêle ev raman û helwesta pîroz, ev parastina nirxên civakê yên demokraîk pêş bikeve. Gotin di cih de be wiha dinirxandin “hîna mar piçûk e, divê serê wî were perçiqandin”. Bi vê ferasetê bi ser tevgera azadiyê ve hatin. Li Bakurê Kurdistanê faşîzma 12’ê Êlûnê pêkhat. Bi dehan heval ketin girtîgehan. Pêvajoya îşkence, kuştin û li dijî wê jî berxwedan û lehengiyên dîrokî destpê kir.
Di serî de derketina derveyî welat a Rêber APO û komek hevalan, ev bi serê xwe gavekî girîng û watedar bû. Girtiyan li girtîgehan bi pêşengtiya Mezlûm Dogan berxwedan bilind kirin. Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek, Ferhat Kurtay û sê hevalên wî Necmî, Mehmûd û Eşref xeta berxwedanê pêş xistin. Hevalê Mezlûm gazî dikir: “Berxwedan jiyan e, teslîmkarî xiyanet e” bi van her du gotinan helwesta şoreşgerî, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê, di mirovbûnê de îsrar, di azadiyê de heta dawiyê bêsînor nêzîkbûn, pêkanîna fedakariya pêwîst, wek ferzekî jiyanê hate esas girtin. Di hemû şert û mercên girtîgeha Amedê de berxwedan bilind bû, helwest bi rengekî radîkal hate pêşxistin û xeta APOyî bi serket. Li derveyî welat bi keda Rêbertî ji derfetên herî piçûk, wek ku Rêbertî jî daye xuyakirin “bi serê derziyê bîr hate kolandin” xebatên mezin hatin pêşxistin. Qurûşek pere nebû, dostek tine bû. Di nav rêxistinê de hevalên ku baweriya wan bi ji nû ve xwe tevgerkirinê bê jî kêm bûn. Yên bi zanebûn dixwestin bi baweriya heyî bilîzin jî derdiketin. Ruxmî van hemûyan bi pêşengtiya Rêber APO li Lûbnanê, saheya Beqayê tovên jiyanê hatin çandin. Rêber APO koma ku wê jiyana nû pêşbixîne, bi şêwazê Îsawarî wek Hewariyên yekem perwerde dikir. Perwerdeyên berfirah di salên 80 û 81’an de hatin dîtin. Di Kongreya PKK’ê ya duyemîn de biryar hat girtin ku çalekî pêk bên. Çawa îro em behsa pêwîstiya yekîtiya fikir, zikir û çalekiyê dikin, wê demê jî fikir pêşketibû, zikra wê pêkdihat û dema wê hatibû ku çalekiya wê jî were lidarxistin. Piştî biryara kongreya duyemîn vegera meşa azadiyê ber bi Bakurê Kurdistanê ji hêla çend gêrîlayan ve destpê kir. Bi pêşengtiya Rêheval Egîd ev kom ketin ser rêya welat. Elbet his, giyan û derûniya wan kêliyan pir cuda bû. Hîn tam fikrandinek wiha nebû ku wê ev meş bigihîje encamekî wisa. Bi vê şêweyê meş destpêkir û berdewam kir. Bi kedekî mezin hin têkîlî hatin avakirin, erdnîgariya Kurdistanê hate keşfkirin. Koma hevalan li dilê Kurdistanê herêma Botanê de bicih bûn. Li ser vê bingehê bi derengî mabe jî li gor plansaziya Kongreyê -ruxmî lîstok û provakasyonên ku di sala 83’an de derketin ji bo pêngav neyê avêtin, li hemberî vê têkoşîna birdozî hate meşandin- pêngava sereke bi serketî hate avêtin. Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengtiya hevalê Egîd li Erûhê û bi pêşengtiya hevalê Mistefa Yondem Erdal li Sîverekê destpê kir. Rêhevalê Egîd pêngava mezin dide destpêkirin, çalekî bi serketî bi encam dibe. Ev çalekî ne tenê çalekiyekî leşkerî ye ku hin leşker hatine tesfiyekirin, an jî di bin kontrolgirtina navçeyekê ye, di bingeh de reşandina tovê jiyanê û pêngava vejînê ye. Dema ji hêla civaknasî ve bê şîrovekirin; bi pêngava 15’ê Tebaxê re jiyaneke nû di Kurdistanê de hate afirandin. Di mêjiyê Kurdan de hizirîn da çêkirin. Di giyana Kurdan de berxwedan hate xuliqandin. Ji bo avakirina bingeha vîna azad gav hate avêtin. Rêya yekîtiya di nava Kurdan de nîşan da. Bi tevahî civakbûyîn, netewbûyîn, partîbûyîn û çalekbûyîn, milîtantiya wê nîşan kir. Lewma ev pêngav ji bo gelê Kurd roja mîladê ye.
Beriya pêngava 15’ê Tebaxê rewşa gelê Kurd rewşekî cuda bû, piştî wê jî rewş ji binî ve guherî. Beriya pêngavê ber bi jêr ve daketin hebû. Gelê Kurd di aliyê çandî de helandin dijiya, asîmîlasyon di astekî bilind de bû, lê piştî 15’ê Tebaxê giyana berxwedaniyê pêşket. Gera azadiyê, xwedîderketina vîna xwe, welatparêzî, jîndarkirina giyana Kurdayetiyê, serîrakirin li dijî hemû cure koletî û dagirkeran çêbû. Li ser avêtina yekemîn guleya 15’ê Tebaxê de 28 sal derbas bûn û em dikevin salvegera 29’an, bênavber ev giyan heya îro mezin û berfirehbûyî berdewam dike. Lewma wateya pêngavê nema tê piştçavkirin.
Di du sed salên dawî de di dîroka gelê Kurd de gelek serhildan û îsyan pêşketin, lê bê ku bigihîjin serketinê, hatin tepisandin û rêberên Kurd hatin kuştin û dardekirin. Lê belê serhildana ku bi pêşengtiya Rêber APO û PKK’ê pêşket, ev 40 sal in ku ji hêla raman, bîrdozî û felsefeyê ve her pêş dikeve. Di warê leşkerî de jî ev 28 sale ku bênavber têkoşîn berdewam dike. Lewra ji bo gelê Kurd 15’ê Tebaxê xwedî wateyeke mezin e. Vejîna gelê Kurd e. Roja avakirina jiyaneke nû ye. Civaka Kurd bi têkoşîn û destketiyên 15’ê Tebaxê re îro dikare bêje “Ez jî heme û dixwazim di nava civaka mirovahiyê de azad cih bigrim. Bi îdeayekî mezin di sedsala 21. de ji mirovahiyê re pêşengtiyê bikim”. Ev tov di 15’ê Tebaxê de li ser xaka welatê pîroz hate çandin û heya îro jî şîn e û berhem dide.
Wekî Rêber APO jî di parêznameyên xwe de hîna bêtir li bersiva wê digere û watedar dike “ji bo tu rewşa civak û welatekî bizanî bê ka çawa dijî, divê tu di vî welatî de bibînî ka jin çawa dijî, wê demê tu yê tehlîla rast li ser jiyana wê civakê bikî”. Wek di jorê de jî me da diyarkirin beriya 15’ê Tebaxê di Kudistan û Rojhilata Navîn de rewşa gel, asîmîlasyona ku dijiya giran bû. Serdestiyekî dijwar li ser civakê hebû. Koletiya ku bi civakê dabûn sepandin di kesayeta jinê de pêş xistibûn. Êdî navê jinê jî tine bû. Siya wê jî nedihate dîtin. Di nava rûpelên dîrokê de hatibû fetisandin û tinekirin. Jin di navbera dîwaran de hatibû hepskirin. Di nav dewleta piçûk de hatibû fetisandin. Bi destên komprador, axa û zilam li ser wê hukum dihate meşadin. Lê 15’ê Tebaxê çawa hemû civaka Kurd guherî, di serî de jî li ser rewşa jinê bi tevahî bandor kir. Di nav tariyê de wek çira û çirûskek ji roniyê xwe da nîşandan. Rêya ronî û çirûska jinê diyar bibû. Di vir de divê keda yekemîn hevalên jin ku beşdarî PKK’ê bûne wek hevala Besê Anûş, Xanim Yaverkaya, Çîçek Selcan, Tûrkan Derîn, Ezîme, Mizgîn û hevalên wê demê ku beşdarî nava refên şoreşê bibûn neyê jibîrkirin. Bi keda xwe agirê azadiya jinan jî geş kirin. Li girtîgehan de berxwedan destpê kiribû. Di vegera welat de jî di destpêka çandina tova jiyanê de, ev bi destên jinê jî dihate kirin. Hevalên jin tam di nava wê çalekiyê de nebin jî, lê belê ji nêz ve pê re bûn yek, ji wan hevalan Xanim û hin hevalên din di wê pêvajoyê de xwedî rolekî watedar bûn. Vê pêngavê di aliyê vegera jiyanê, ji bo jina Kurd tiştên nû derxist. Heya wê demê pergala heyî çerçoveya ku ji jinê re danîbû; mehkûm bû heya hebe di nav sînorê teng ê malbatê de bimîne. Nedikarî karekî cuda bike. Lê bi pêngava 15’ê Tebaxê re zanebûna ku tevlî têkoşînê bibe pêşket. Li milekê berxwedana çiya, di milê din de berxwedaniya li girtîgehan, di aliyekê de keda Rêber APO, di jina Kurd de guhertin û werguhertina mezin da çêkirin. Bi 28 sal têkoşîna derbasbûyî re dîroka 5 hezar salî li pişt xwe hate hiştin. Di vê demê de nûbûna ku civaka Kurd dijî, gavên ku hatî avêtin û têne avêtin, pergala ku pêşdikeve, nûjeniya heyî, di hemûyan de rola vê pêngavê sereke ye. Bi keda mezin ku wê demê hate dayîn, bingehekî saxlem hate avêtin, dîwarên jiyana nû li ser vî xîmî bilind dibe. Di salvegera pêngavê ya 28.emîn de di serî de lehengên mezin ku xwedî rolekî mezin bûn, xwe bê dudilî tevlî kirin, em bi bîr tînin. Bejna xwe li ber têkoşîna wan a mezin ditewînin. Beriya niha bi 30 salan ew pê bawer bûn ku wê encamên îro derbikevin. Dibe nedîtin, lê pê bawer bûn. Bê dudilî xwe tevlî kirin, ji ber hîs dikirin ku ev têkoşîne wê li ser şopdariya berxwedaniya wan pêş bikeve.
15’ê Tebaxê ji bo jina Kurd jî pêngava jiyana azad e. Bi têkoşîna azad re îlankirina hebûna xwe ye. Ji jiyana azad jênevegerîn û dest jê bernedan e. Heya dawî li gorê vê xwe ji nû ve avakirin û derketinekî dîrokî ye. Dema wiha were bidest girtin pêngava 15’ê Tebaxê herî zêde ji bo azadiya jinê girîngiya xwe, pîrozbûna xwe heye. Bi vê wesîleyê em vê roja pîroz a hebûnê, ya vejînê li hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz dikin. Bêguman li ser vê pêngavê jina Kurd artêşek damezirand. Îro tevgera jina azad di asta pergalekê de pêş dikeve.
Rojên ku em tê re derbas dibin, pir dîrokî ne. Ji bona damezirandina pergala xwe ya azad, encamên ku bi destên jinê pêşketine di astekî bilind û di lûtkeyê de ne. Di 28 salên borî de jî diyar bû li cîhana niha de, tevgera herî girseyî, birêxistinbûyî, birdozî ku di astekî bilind de xwedî mîlîtan û tevgerekî fedayî ye bizava azadiya gelê Kurd PKK ye. Girêdayî vê ji hêla felsefîk de jî kûrbûn, zanebûn, ronakbîrî û zanista azad herî zêde di tevgera jina Kurd de tê dîtin. Ji hêla xweparastinê artêşa jina Kurd ji bo jinên Kurd hêza xweser e. Di aliyê artêşbûn û parastina cewherê de jî astekî girîng pêş dikeve. Di vê demê de di salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de divê ku feraseta parastina cewherî û parastina rewa rast bê şîrovekirin. Encmên rast bêne bidestgirtin.
Di salvegera 15’ê Tebaxê de em şoreşekî mezin dijîn. Kurdistan ber bi şoreşa civakî ve diçe. Di aliyê parastina xwe, bidestxistina hebûna xwe, ev wek durûşmeya demê tê bidest girtin û li ser vê têkoşîn bilind dibe. Di avakirina pergala Kurdistana xweser û demokratîk de hîna zêdetir aliyê parastinê xwedî girîngiyê ye. Di avakirina xweseriya demokratîk de erka jinê, erkekî giran e. Ji hêla avakirina pergalê, guhertina civakê, ji hêla pêşxistina çanda jiyana azad, ji hêla demokratîzekirina pergalê û ji hêla parastina cewherî û rewa, ango rola jina Kurd di pêngava şoreşê de çawa ku ji destpêkê ve stratejîk bû, ev hîna zêdetir di vê demê de xwe dide pêş û rola pêşengtiyê jê tê xwestin. Xwedîderketina li destketiyên pêngava 15’ê Tebaxê jî wiha dibe.
Parastina cewherî û rewa çawa dikarin hev temam bikin, çawa bi hev re bêne meşandin, ev pirs girîng in û divê baş bêne fêmkirin. Parastina cewherî parastina hebûna xwe ye. Her zindiyek di xwezayê de misoger ji bo domandina hebûna xwe parastina xwe dike. Ji bo gulek xwe biparêze striyan derdixîne. Çûk berî bikeve xeteriyê difire. Her hebûn ji bo parastina xwe xwedî mekanîzmayekê ye. Mekanîzmeya herî xurt ji bo mirov jî mêjî ye. Mirov difikire, dibîne, li gor dîtin û hîskirinê refleksa wê/wî di jiyanê de derdikeve pêş. Em dibînin dijmin bêsînor, bi şêwazekî pir dijwar bi ser gelê Kurd de tê, li Bakurê Kurdistanê hîna jî bi teknîkên herî xurt, ji jehrdayînê bigrin heya kîmyabarankirinê, li ser civak û gêrîla bikar tîne, ev jî têrê nake bi hestên derveyî mirovahiyê cenazeyan perçe perçe dike. Li dijî êrîşên fîzîkî, siyasî, çandî û hwd. diyardeya parastinê girîngiya xwe bi me dide îsbatkirin. Lewma fêmkirina rast a parastinê jî avakirina komîn, meclîs û rêxîstinê ye. Di nava her rêxistinê de jî misoger divê komên xweparastinê hebin. Çawa her kesek di aliyê kar de xwedî hin behre û xuliqkariyan e, divê di aliyê parastina cewherî de jî vê pêş bixîne. Bikaribe xwe biparêze, parastina xwe li hêviya kesek din nehêle.
Di nava civakê de parastina herî rast, rêxistinbûyîn, lihevkirin û tevgerbûyîn e. Yekîtiya xwe bilindkirin e. Heke kesek li derveyî rêxistinê bimîne, derveyî komîn bimîne, ew ji însafa dijmin re hatiye hiştin, bi metirsiyekî mezin re rû bi rû ye. Her kêlî dijmin dikare wî/wê bikuje, teslîm bigre û li ser wî/wê hesaban bike. Heya di nav jinan de jî jinên nerêxistinkirî hebin, gerek em bizanin ew jin bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne. Pêwîste her jin di aliyê parastina xwe de perwerde bibîne. Li dijî êrîşan li ber xwe bide.
Parastina rewa jî di parelela vê de di artêşbûna xwe de israr, di aliyê hêz û hejmar de xwe mezinkirin e. Pêwîste hemû yekîne di mijara pêşxistina tektîk, sîpergirtin, tevgerbûyîn û feraseta leşkerî de ji bo encam bigrin şêwazê APOyî bikin esasê xwe. Ev jî her tim gêrîlabûyîn e. 24 demjimêran milîtanbûyîn e. Her tim mezinkirina hedefên xwe ne. Jiyîn bi hedef û armancan e. Şêwazê lêdana bi encam e. bawerî bi serketinê ye. Bi vîna mezin tevgerbûyîn e. Bi hêza cewherî jiyankirin û derdora xwe bandorkirin e. Ev şêwazê APOyî ye. Li ser vê bingehê divê li dijî hemû êrîşên hundir û derve ku têne pêşxistin helwest were nîşandan. Ev hesabpirsîn e. Bidestxistina serketinê ye. Mînaka vê xetê jî Zîlan, Bêrîtan û Nûda ne. Hevala Zîlan da xuyakirin ku parastina rewa dikare di asta herî bilind de pêk bê û encam bide. Bêrîtan nîşan kir ku çawa dikare vîna azad bi ser bikeve û xiyanet bi bin bikeve. Nûda da nîşandan ku gêrîlatiya rast li dijî hemû şertên dijwar çawa dikare were pêşxistin. Li ser vê bingehê xwedîderketina pêngava 15’ê Tebaxê; bi çûna ber bi xweseriya demokratîk û ji nû ve avakirina civaka azad re dibe. Ger jina Kurd van erkan pêşbixîne dikare bersiv bide dîroka xwe ya ji bîr bûyî.
Em ketine pêvajoya hemleya 4. û me pêngava dawîkirina esareta Rêber APO, pêşxistina pergal û çarseriya xwe daye destpêkirin. Ji 15’ê Tebaxê heya niha her salekê bi xwe re hîn bêtir pêşketin dane çêkirin, bi xwe re nûbûn avakir, şoreşên mezin yên civakî pêk hatin. Her gava civakî aliyekî vê şoreşê bi ser dixîne. Ji hêla leşkerî de asta ku gêrîla dijî, ji aliyê zanistî ve, di erdnîgariya ku tê de bi cih bûye, gêrîla êdî bûye rastiyekî vê axê. Bi pêşengtiya gêrîla careke din ew erdnîgariya ku dergûşî ji mirovahiyê re kiriye, dibe warên jiyana azad. Bi destên Rêber APO û gêrîla li ser vê axê mirovahî nûjen dibe û dibe hêviya hemû azadîxwazan. Ev şensekî mezin e. Di sedsala 21. de tevgera azad û jina Kurd xwedî rola pêşengtiyekî wisa ne. Îro YJA-Star pêşengtiya vê yekê dike.
Di aliyê civakbûyîn de li hemû Rojhilata Navîn û Kurdistanê jina Kurd pergala xwe pêşxistiye û pêşdixîne. Di qada siyasetê de gelek nûbûn bi xwe re tîne. Siyaseta zilamsalar a zayendeparêz dişkêne. Di siyasetê de wekhevîtî, azadî û rêgezbûnê derdixîne pêş. Siyaseta civakî ya komînal ji bo mafê civakê pêk tîne. Komûnalîzmê pêş dixîne. Xwedî li erkên civakê derdikeve. Di aliyê civakbûnê de jî pergaleke nû dide çêkirin. Hemû beşên civakî bi rengên xwe, hemû bawerî bi baweriyên xwe ve her yek wek xwe, li ser koka xwe beşdar dibe. Ev hemû destketiyên mezin in ku pêşengiya wê tevgera azadiyê jinê dike. Coşa mezin, azadiya mezin di vir de ye. Îro li Kurdistanê rojên dîrokî û gavên pîroz têne avêtin. Li Rojavayê Kurdistanê pêngava şoreşê heye. Bakurê Kurdistanê bi operasyonên şoreşgerî berxwedana gerilla didome. Heya Azadiya Rêbertî ev berxwedan roj bi roj bilindtir bibe. Gelê me kelecana vê dijî. Ev jî hemû li ser giyana 15’ê Tebaxê tê meşandin. Xwedîderketina tevgera 15’ê Tebaxê pir girîng e. Wek tevgera jina Kurdistanê, wek mîlîtanên PAJK’ê pêngava 15’ê Tebaxa 2012’an bi giyana leheng Fermandar Egîd, Mezlûm, Kemal, Erdal, Adil, Besê, Ezîme, Mizgîn, Viyan, Nûda, Bêrîtan, Zîlan, Çîçek, Binefş û bi sedan rêhevalên din, li ser van nirxên pîroz pêşwazî dikin. Keda lehengên Kurd em jî bîr nakin û ji bo layîqê vê kedê derkevin hîn zêdetir li erkên xwe xwedî derdikevin. Bi biryardariya ku ‘Em 28. salvegera pêngava 15’ê Tebaxê vegerînin bidawîkirina esareta Rêber APO, azadiya gelê Kurd û tevahiya jinên Kurd, bi van hest, bîr û baweriya mezin, şehîdên qehreman bi bîr tînim. Vê roja pîroz car din li gelê Kurd û jinan pîroz dikim.