Leyla Viyan
Di qirnê 21. de pêlên rûxandinê di rewşekê de fikrên dij mirovatiyê wekî sêlekî bi tevahî civakê daye ber xwe û wana li golên dizîn û tunekirin de fetisandiye. Û her tiştên ku pîroz tê dîtin û bi qîmet in dirûxîne û ji aîdiyeta hebûna însaniyetiyê derdixe. Lêvên tûj yên dizî û tunekirinê ew mekanên ku bi salan in pîroz in temenê xwezayê di wê de were çêkirin heta çêbûna însaniyetê. Cewherê wana ji hevdû qut kiriye, berhemê wê ferasetê tiştek naxe dest însaniyetiyê.
Ji kulmekî xweliya heqîqeta ku hatiye şewitandin, bêhêvîtî hatiye avakirin. Dîroka însaniyetiyê bi temenekî dozdeh hezar sal di merheleyên cuda cuda re derbas bûye. Di çêbûna gerdûnê de tu carî negihîştine ramanekî wekhev. Ji ber ku tijî sir û muammayan gerdûn zû zû naye ferqkirin. Di kêleka wî de însan jî perçeyekî wê muamma û sir e. Mirov dikare bibêje hebûna însaniyetiyê jî hebûna gerdûneke biçûk e. di dîrokê de gerdûn bi xeteriyên xwezayî re pir rû bi rû hatiye. Lê tu carî ev xeterî nebûye sedema tunebûna xwezaya gerdûnê. Eger yek hucreyeke wê jî mabe dîsa jî xwe ava kiriye. Lê belê di roja me ya îro de tu car nikarin bibêjin ew bûyerên xeteriyên xwezaya însaniyetî û hwd. her tiştên zindî tehdît dikin xwezayî ne. Heta ji wê bûyera dema qeşayê xeterîtir û dinya ber bi tunebûnê ve dibe him ji bo dinyayê û him jî ji bo însaniyetiye civakê. Ji ber, her tiştên ku weke dewlemendiyên xweza û gerdûnî tê binav kirin ji aliyê sîstema netew dewlet ve bûye hedefê komplo û zilm. Netew dewlet bi maskeyên cuda cuda re zilmîtiya ku dihate kirin ketiye destên lîstokên hevesên zarokên îxanetkar. Ev zarok îxanetî xwezaya dayika xwe kirine.
Di aliyekî de dikare bi vî şiklî were nîşandan; ji demekî fikrên qirêj yê emperyalîst di cewherê însaniyetiyê de cih girtibû êdî cihekî ji bona civaka xwezayî nehiştiye û ew hewesên xestina îqtîdarbûyînê bûye sedema komkujî û tunekirinê. Feqîrî û birçîbûna ku bi şiklekî wehşî ku hemû qîmeta feraseta însaniyetiyê bin pê kiriye. Ev însan bi zê zihniyetê bi hemcinsê xwe re rehm nake dê çawa berpirsiyariya xwe ya li hemberî xwezayê pêk bîne? Ev feraseta ku me qala wê kir him feraseta madî û him jî feraseta manewî dîl girtiye û qerisandiye. Sîstema dewletperest û qatil bivir daye koka hemû tiştên zindî ku qîmet tê dayîn û tê nirxandin qut kiriye. Di vê navberê de cihên ku ji bo ev hemû xweşikbûn û tiştên ku nayên tarîfkirin re rolên dergûş lîstiye. Rojhilata Navîn e ya ku rola dergûşê lîstiye. Û heta mirov dikare bibêje ku Kurdistan e. Em bi rojane dikarin bibêjin ku ew berhemên kevneşop ku bi cih maye vê yekê îspat dike. Malesef îro bi meyzekirina mintiqeyên Kurdistanê ku me qala wan kir, ruxmî ewqas dewlemendiyên xwezaya wê, dijminên gelên ku di nav wan axan de jiyan dikin ne tenê zarokên lehengên vê gelê, çi di çiyayan de, çi di sikakan de, çi di gund û bajaran de qaleyê berxwedanê bi bilindahiya Zagros, Cûdî û Qandîlê qeleyê berxwedanê ava kirine li hemberî wê dijminê ku dixwaze ji her aliyekî de neslê gelê Kurd, Ermenî, Xirîstiyan, Aşûrî bi komkujiyan re rû bi rû bike. Ev texrîbat ne tenê li hemberî gelan pêk tê. Her wiha li hemberî daristanan, gol û axên bi berhem ku dîroka li ser wê hatiye nivîsandin jî bi tunekirinê re rû bi rû dimînin. Di bingeh de dema em wan texrîbatên li ser xwezaya Kurdistanê bigirin dest, em nikarin ji hedefên siyasî û leşkerî qut bigirin dest. Ji ber ku bernameyên taybet li ser gel û xwezayê Kurdistanê di aliyê sîstema desthilatdar ve tê avakirin. Yek ji hedefên eslî ya sîstema endustriyalîzm ewe ku, di aliyê aborî de ku xweseriya wan heye û ne muxtacî tu tiştên din in û dijî vê dikarin berhemên zêde de jî bandortir bin, bi serîlêdana wan karên qirêj dixwazin wan gelan bixin bin denetima xwe û muxtacî xwe bikin. Heta ev aloziyên ekosîstemî ku bi giştî cîhanê di nav de Rojhilata Navîn û Kurdistan li hemberî wê hatine çavkaniya wan hemû ew sîstemê qirêj yê sermayedar in. Ku di aliyekî de axê wê gelî xistine bin mêtingeriya xwe di aliyekî de ji bo ku ewlekariyê bixe bin denetima xwe, serî li her rêbazan didin. Ev siyaset siyaseteke dîrokî ye. Di Bakûrê Kurdistanê de texrîbkirin, şewitandin û tunekirinê zêdetir çar hezar gund hatiye texrîpkiri û valakirin. Delîlê wê jî mesafe xistina navbera partiya azadiyê û gelê Kurd e. Di Başûrê Kurdistanê de dewletê Baas ji bo teslîmgirtina gelê Kurd di dema enfalê de dest bi texrîbatên daristanan û kaniyan kirin. Di Rojhilata Kurdistanê de di aliyekî de ji bo çavtirsandina gelê Kurd serî li wê rêbazê didin, di aliyekî din de girêdanbûna gelê Kurd bi xwezaya zindî re her tim ku zindî ye çarenûsa gelê Kurd bi xwezayê re di nav girêdayîbûnek de ye, ji ber ku gelê Rojhilat derfetên xwe yê di aliyê aborî de mezinkirina ajalan, bi meyzandina bexçeyan derdixe. Bi şewitandina van daristanan navika gel û xwezayê ji hevdû qut dikin û dibin sedema ku gel bibe muxtacê wan.
Di encam de, em rêçareseriyê tenê û tenê di vegerandina însan ya xwezayê de dibînin. Û em bi wê bibawerin ku însan dikare bi vê, berdewamiya jiyana xwe bike. Bi demê re vegere hembêza xwezayê. Li hemberî texrîbatên ku li xwezayê hatiye çêkirin xwe berpirsiyar bibîne û careke din ew texrîbatên ku hatine çêkirin bibe sedema çêbûna wê. Li ser wê esasê em bi piştewaniya Paradîgmaya Civaka Ekolojîk, Demokratîk û Azadiya Jinan li hemberî vê sîstemê texrîpkarê sermayedarî bi giştî hemû hêzên xwe kom bikin û têkoşîn bikin.