Dinya

0Shares

Gemiya çavên te bi rê ket

Vê tîrmeha bi baran

Şepala xem revîn

Dilperiya rû şîrîn

Rondikên çavên me jî têrê nakin em te bînin bîr

 Xezala nû gihayî

Bêzar in çav ser çûyîna ne demîn

Ji hesreta te dimirim  nava stêrkan de

Li te digerim

Şepalê ev qas pir ji bo kezeb sotîn

Te vexwar ava kaniya şîrîn

Karwana rê dûr

Sotikên agir ber hesreta me ser avê jî ketin 

Li me bû havîn.

Bêrîvan Şam