Duho, Kêlî û Sibê
Di nav jiyanê ango têkoşîna jiyana ku divê pêk were de, divê hîn pirsên ku em ji xwe pirs bikin hebe. Jiyan çi ye, jiyana ku em dixwazin biafirînin çi ye û ji bo avakirina vê jiyanê taybetmendî û kesayeta bingehîn a divê em bibin xwedî çi ne? Kîjan kesayeta me di xizmeta têkoşînê de ye û kîjan kesayeta me dihêle ku pergal xwe di kesayeta me de ava bike?
Pirs û lêpirsînên me yên di derbarê jiyanê de veduguhere rêzepirsên ku her roj bi pirsekê nû destpê dike. Bersiva ku ji pirsê re tê dayîn bê guman dibe pirsekê din. Ev rêzepirs, ‘emê jiyanê çawa bijîn, xeta ku di vê oxirê de em bimeşin, vê xetê emê bi kîjan gav û di çi astê de bibiryarbûnê bimeşin’ nîşan dide.
Wê demê em ji pirsa xwe ya yekemîn destpê bikin: Wateya ku em didin jiyanê çi ye?
Jiyan bi xwe serpêhatiyekê dirêj e. Jiyankirina xwe ya niha, em deyndarî pêvajoya paresanê ya ku milyonan salan heyanî roja me dirêj dibe ne. Bi serpêhatiya ku bi gerdûnê ya dayîka xwezayê destpê dike, ji teqemeniya destpêkê heya avabûna dinê, avê, avabûna zindiya yekemîn a di nav avê de û heyanî avabûna însan a milyon salan pêvajoya dîrokî ya ku wekê çemekî diherike heye li pêşberî me. Ev ne tenê di warê biyolojîk de, bi qasî dîrokîbûnê weke herikandinekî çandî jî tê jiyîn û em weke encamên vê serpêhatiya dirêj hene û kêliyê jiyan dikin. Bê guman tişta ku em jê re dibêjin kêlî jî vêya pênase dike. Ango paşeroja ku kêliyê diyar dike û kêliya ku pêşerojê diyar dike… Ev rasteqîna ku bi girêndabûna nayê qutkirin ve hatine hunandin, heqîqeta ku jê re tê gotin ‘jiyan’ derdixe holê. Wê demê tişta ku di kesayeta me de heqîqeta jiyanê çê dike, hemu tiştên di hevrîşîna paşeroj û pêşerojê ango kêliyê de tên jijîn dihewîne. Ji ber vê wateya ku tu didî jiyanê û kêliyê, bi mijarên ‘di nav dîroka bi hezaran salan de tu xwe çiqas dibînî, vê dîrokê di kesayeta xwe de-di mêyzekirina xwe ya jiyanê de çiqas watedar dikî û di çi astê de dikarî di şexsê xwe de bigrî dest’ ve girêdayî ye.
Ji lewra hemu taybetmendiyên di kesayeta me de cih digre, şopên kûr ên buyer û diyarokên di rihê dîrokê de cih girtiye dihewîne. Ji civaka neolîtîk a ku jin tê de wek jiyanek pîroz tê pênasekirin, heyanî pergala kapîtalîst modernîst a roja me ya îro ku koletiya herî kûr tê jiyîn hemu pêşketinên hatine jiyîn weke bandorên bingehîn ku kesayeta me ava dike cih digre. Ji ber vê mirov dikare bêje ku, bi qasî hemu rengên azadiyê, şopên koletiya herî kûr jî em di kesayeta xwe de jiyan dikin. Meylên me yên di jiyanê de, emê kîjanî (azadiyê ango koletiyê) bijîn û bidin jiyîn; em vê pêvajoya dîrokî ji lewra pêvajoya paresanî çiqas digehînin zanebûnê û di vê oxirê de çiqas têkoşînê dimeşînin ve girêdayî ye. Bê guman jiyan jî dibe pênaseya di kesayeta me de bi awayekî rihî û bedenî şênberbûna vê heqîqetê. Em vê heqîqetê di kesayeta xwe de çiqas dibînin û çiqasî bi wate dikin bê guman bi qasî watedayîna jiyanê girîng e. Di nav kûrbûna dîrokî de dîtina jiyanê, wê hîskirin û vêya di roja me de kêliyê de, di her qadê jiyanê de şênberkirin jî dibe gehiştina heqîqeta jiyanê.
Jiyanek hatiye watedarkirin, bi paşerojê derxistina zanebûnê şoreşa ku kêliyê tê pêkanîn û di rêya xweşikkirina jiyanê de gehiştina hêz û îrada meşa bi biryar e. Di kêliyê de pêkanîna şoreşê, xwe ji hemu milên neyînî yên dîrokî ku di kesayeta me de cih girtiye xilaskirin û bi zanebûn berê xwe dayîna pêşerojê ye. Ji ber vê, her şoreşa ku em di kesayeta xwe de pêk bînin, li hemberî pirsgirêkên civakî ji xwe derketina rê û bi vê awayê pêkanîna şoreşacivakî pênase dike. Ji lewra tişta ku jê re tê gotin ‘azadî’ jî bi giştî xwe ji sînorên hatine dayîn xilaskirin û bê sînor xwebûnê ango bûyîna ya xwe bidestxistin e. Bi qasî ku weke kesayet em bibin a xwe, ango ji bandorên koletiya kûr a dîrok di rihê me de avakiriye xilas bikin, emê bigehin azadiyê. Ando her şoreşa ku em di kesayeta xwe de pêkbînin, ya rastî li hemberî hemu pirsgirêkên dîrokî-civakî ku di astekî pir mezin de tê jiyîn û îro rê ji aloziyên mezin re vedike; bi pêkanîna şoreşa herî bi mirês hûnera gavekî bêhtir nêzbûna azadiyê ye.
Bê guman vê şoreşê di kesayeta xwe de pêkanîn, di hevrişîna duho û sibê de-kêliyê de pêkanîna şoreşê wisa rewşekî ku bi hêsanî were pêkanîn nîne. Beriya her tiştî ji şoreşê bawerkirin û ya herî girîng jî bi wêrekî berê xwe dayîna şoreşê girîng e. Bê guman her şoreş peyanekê wêrekbûnê dixwaze ye. Wêrekî û bawerî dema bi têkiliyên ji hev qut nabe bi hev re tê jiyîn, hêza di kêliyê de pêkanîna şoreşê tê nîşandan. Ger em ji vê derkevin rê dikarin bêjin ku hemu hêzên diberî şoreşê ji bo şikandina wêrekî û baweriya li hemberî şoreşê polîtîqayên dijberî şoreşê di astekî mezin de dimeşînin. Polîtîqayên xwe yên kolekirinê di vê çarçovê de kûr dikin. Di roja me de bi taybetî jî nexweşiya ku jê re ‘kapîtalîzm’ tê gotin dema koletiyê weke şêwazekê azadbûnê pêşkeş dike, ya rastî bi pêngava xwe ya herî mezin a dijberî şoreşê hewildanên xwe yê bireserkirinê guman nîne ku di çarçoveya van polîtîqayên xwe de dimeşîne. Bi kesayeta kişandina lîberalîzmê ve mirovan rasteqîna ku li kêleka vê di warê madî de bêmanevîbûnê dide ferzkirin ve girê dide. Ji bûyerên rojane yên her roj tên jiyankirin bi encamderxistinê ve dîtin ne zehmet e ku ti tiştê bengînî lê heye û bi ez ezîtiyê ve sînordar maye nikare azadiyê-heqîqeta wê û cewhera wê pênase bike.
Bersiva ku em ji bo wateya jiyanê didin berê me dide pirsekê din: Azadî çi ye? Gelo azadî bidest girtin gengaz e?
Ez dixwazim ji pirsa dûyemîn ango ji pirsa ‘gelo azadî bidestgirtin gengaze?’ dixwazim bersiv bidim. Û dibêjim ‘na’. Azadî wisa tiştekî ku were bidestgirtin ango dema mirov gehişte wê bêje ‘erê min dît, êdî azad im’ nîne. Dijî rihê azadiyê ye wê girtin. Niha jî dema em li ser azadiyê dinivsînin ango li ser azadiyê dixwînin ger tu hîs dikî ku di dilê te tiştek dilive, wê demê azadî heye. Azadî tu caran wenda nabe; di hindur de, li kûrahiya dil de veşartî ye ji xwe. Lê ya pirsgirêk hemu qalibên paşverû şikandin û wê li cihê ku heq dike dayîn ango azadkirin e. Tu dikarî bêjî gelo azadkirina azadiyê çi ye, heta dema vê nivîsê dixwînî dikarî dînbûna min jî bifikrî. Azadbûyîn jî kêmek dînbûnê dîxwaze. Ango dî encam de wateya ku em dîdîn têgîna aqil çi ye? Li gor çi û li gor kî aqil?
Lê ez ji vê bawer dikim: Ger bi milyonan sal rûxmê hemu hewildanên tunekirinê ya mirovahiyê, xweza hi awayekî hêza xwe nûkirinê raber dike ev çavkaniya xwe ji azadbûna wê digre. Li gor xwe zimanekî azadiyê ya xwezayê heye, rih û zanabûna wê ya azadbûnê heye. Û heta dibe ku dengê ewran, dema baran li ser axê dikeve bêhn û dengê bêhempa ku belav dibe, stranekê xwezayê ya aîdê xwe ye.
Em jî weke însan her çiqas xwe ji xwezayê qût bigrin dest jî, parçeyek ji wê ne. Û ez dibêjim bi milyonan salan e azadî her tim hebû, bê guman nayê tunekirin jî. Di serî de li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê têkoşîna azadiyê ya ku di dirêjahiya dîrokê de hatiye jiyîn, ando jiyana nû azad a ji Babekan heta jê kevintir jî destpêkiriye û heyanî roja me ya îro bêhn girtiye ji me re nîşan dide ku azadî tiştekî ti caran nayê bidawîkirin e. Azadî rih, zanebûn û daxwaza gehiştina wê ye. Di bê sînorbûna van her sêyan de, di kêliyê de bêdawîbûn e azadî. Her şoreşekî ku em di kêliyê de pêk bînin, şoreşa azadkirina azadiyê jî pênase dike. Weke civak bi qasî em xwe ji nexweşiyên civakî ku pergala heyî dide ferz kirin xilas bikin, dê ewê xwe nîşanî me bide.
Berçem Ronya