Şevîn Murat Bîngol
Hevalên we her tim we bi bîr tînin. Hevalên we di xewnên şevan de di bîranînên xwe de navên we yên zêrîn bi lêv dikin û we bi bîr tînin. Ma ne hûn xwîşk û bira bûn. Hûn evîndarê azadiyê bûn. We her duyan jî navên xwe yên pîroz li ser çiyayên Amedê nivîsand. Hûn bûn Amed. Amed bi navê we serbilind bû, bi navê we berxwedana xwe hîn dijwartir kir.
Belê hûn du gêrîla bûn, xwîşk û bira bûn. We bi xweşikbûna xwe deşt, gelî, newal, çiya û baniyên Amedê xweşik kir. Hûn bûn dengê bıcên Amedê. Ew bırcên ku dîroka kevnare di nav xwe de dihewîne. Ew bırcên ku xewnên hemû kesan dixemilîne û zarokên Amedê li wir dengên xwe bilind dikin.
Em dîsa di demsaleke xweşık de ne. Em hêvî û daxwazên we bi hêvî û daxwazên xwe re dikin yek. Çawa ku hûn bûn dengê me, em jî dixwazin bibin dengê we.
Du gêrîla xwîşk û bira! Her du jî wekhev xweşik û delal, her yek wekhev deng xweş û serbilind. Ew her du jî li Farqîna rengîn ji dayîk bûn. Ew bi berxwedana Amedê mezin bûn. Bawer, di temenê xwe yê herî biçûk de berê xwe da çiyayên Amedê. Xwest bibe dengê azadiyê. Li çiyayên Amedê de gav bi gav geriya û têkoşîn da meşandin. Ji bo wî her bihostek axa çiyayên Amedê biwate û binirx bûn. Bawer, bi awirên xwe ramanên xwe danî ziman. Carna jî bi dengê xwe yê xweş û zelal stranek digot. Hestên xwe bi dengê xwe danî ziman. Lê, tıcaran dema stran digot kesî rûyên wî nedidît. Ji ber ku yan di şevên tarî de distira yan jî bi roj pişta xwe dida hevalên xwe û dest bi stranekê dikir. Bawer di her tiştî de rehet û xwezayî bû, lê dema stran digot şerm dikir û sor dibû. Ji bo vê pişta xwe dida hevalên xwe û wisa stran digot. Hevalên wî jî ferî vê taybetmendiya wî bibûn. Ji bo hevalan guhdarkırına dengê wî yê melûl girîng bû. Ew dengê wî yê ku di giyanê mirovan de hestên gelek kûr û dûr dida avakirin, ew dengê wî yê ku hêviya azadiyê di nava xwe de dihewand. Belê gêrîla Bawer. Bawer di sala 1998’an de li Amedê li ser serê çiyayê Gorsê di ‘Operasyona Murad’ de bi 12 hevalên xwe re şehîd bû.
Gêrîla Newal, bi heviya ku birayê xwe bibîne û bi hevre têkoşînê pêş bixin, berê xwe da rêya ku beriya wê bi 5 salan birayê wê dabû pêşiya xwe û li ser wê rêyê ew jî bû rêwî. Hêviya û coşa wê hîn mezin û bi hêztir bû. Wê jî di sala 1998’an berê xwe da çiyayan. Dema hat bi kêfxweşiyeke mezin birayê xwe yan jî gêrîlayê delal Bawer pirs dikir. Hemû heval di nava bêdengiyekê de nikarîbûn bersiva wê bidin. Ew hîn bi coş û bi moral bû, ew jî weke birayê xwe dengxweş û çavreş bû. Hêviya ku wê birayê xwe bibînê, di giyana wê de kelecanek cuda dida avakirin. Piştî wê coş û kelecana wê, tı gêrîlayekî/ê ew hêz di xwe de nedidîtin ku rastiyê bêjin.
Bêdengiyek bi êş, bêdengiyek ku dil dişewitîne di nava vê bedengiyê de hebû. Wê her pirs dikir û digot: “Ka birayê min?” Gêrîlayekî hemû hêz û wêrekiya xwe kom kir û got; “Bawer lehengek bêhempa bû.” Rondikên hûr ji çavên Gêrîla Newal hatin xwarê, lê hema xwe kom kir û wiha got: “Ez bi hêviya têkoşîneke mezin bidim meşandin hatim. Min dixwest di vê têkoşînê de ez ji ezmûnên birayê xwe sûd werbigirim, lê nebû. Ji bo min ya biwate ew e ku axa birayê min tê de têkoşîn pêş xist û şer kir têkoşîn û şer bikim. Ev ji bo mın herî pîroz e. Ez dizanim ew niha min dibîne û dibıhîze. Ez çawa evîndara welatê xwe me, ez wisa evîndara birayê xwe bûm jî. Birayê min hêz û rênîşanderê min ê rastiyê ye. Heya niha wî rê nîşanî min da, wê ji vê şûndetir jî ew rê nîşanî min bide.”
Ev gotinên Gêrîla Newal ji bo rêhevalên Bawer, an jî Newal pir bi wate bûn. Her çiqas di qirika mirovan de rondik bibin girek jî, hundirê mirovan bisotîne jî, lê yekbûna hestan û baweriya ramanê dida avakirin. Gêrîla Newal êdî dibû dengê birayê xwe, şiverêyên ku birayê wê têde meşiya bû, niha ew têde dimeşiya. Li şûna birayê xwe wê stran ji gul, kulîlk, çem, newal, çiya û hevalên xwe re digot. Wê coşa dengê birayê xwe dibihîst û bi hev re stran digotin. Bi dengê xwe, hezkirin û hêstên xwe yên dilpak bi lêv dikir.
Gêrîla Newal navê hevalê xwe, navê birayê xwe kıre paşnav û wek Newal Bawer dihat bınavkirin êdî. Demeke dirêj li çiyayên Kurdistanê têkoşîn da meşandin. Herî dawî çû çiyayên ku dergûşa mirovahiyê kirine, Çiyayên Zagrosan. Li wir xwest bibe dengê hêviya gelê xwe, dengê Amed û Zagrosan bike yek. Gêrîla Newal Bawer di sala 2004’an de li Geliyê Zap a girêdayî Zagrosê dema ku dixwaze hevaleke xwe ji avê derbas bike dikeve çem û şehîd dıbe.
Du gêrîlayên xwîşk û bira. Ew jî weke gelek gêrîlayên din ên ku xwîşk û bira ne û bi salan têkoşînê didin meşandin, navên xwe li ser rûpelên dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd nivîsandin.