Divê Mirov Li Hember Rastiyan Rêzdar Be
Piştî vê di 3 hezîran 1977’an de derbeya Namik Kemal Ersun heye. Fermana mirina me hîna wê demê hatibû dayîn. Sedema negihiştina armanca wê derbeyê (ku derbeyeke bêaman li dûv me, ya Turkeş e), ez bawerim ji ber destnedayîna derfeta hevsengên çînî ya nava Tirkiyê bû.
Sibeha 3 Hezîranê Mustafa Karasu hatibû girtin, him jî tevî Kemal Pîr. Neçûyîna min a wê malê û negirtina min rewşeke lêhatî bû. Karasu dizane, di 5 hezîranê de dê hilbijartin çêbûna û dê van hilbijartin nedabana çêkirinê. Li ser Ecevît jî suîkast çêkiribûn. Jixwe ji wê û şûn ve xistin bin fermana şerê taybet. Ez bawerim bi şêwazeke cuda, em jî dê hatibana îmhakirin. Çekên qirêj ew zilamê bi navê Pîlot danabû gel me, ev yek eşkere bû. Tawana van çekan bi kêmanî sî sal bûn.
Em di nîva 1977’an de ne. Heke ez dê li Enqereyê bimînim divê ez dibistanê biqedînim. Weke komên din ên çepgir, çepgiriyê bike, kovara xwe derbixe, lê li Enqereyê bimîne… vayê amadekarî ji bo vê yekê ye. “tolazê xwedê tu hîna çi dixwazî”. Heke tu bibêjî jin, vaye jin, heke tu bibêjî dirav vaye dirav! Heke tu bibêjî apartman vaye apartman bigre; bixwe û di hundir de biraze! Ez jî di vê xalê de tam weke kurê paşeyan tevdigerim. Zêdetir dirav! Xwe pêtir bidin kar! Pir balkêş e, lihevanîn girîng e. Bûrjuvaziyê çawa didim kar? Piştre tiştê ku serê Ugur Mumcu bir, vaye ev şêwaza têkîliyê ye. Di salên 1976, 1977 û 1978’an de ez wan, dewletê didim bi karanîn û tevger dimeşe.
Û tam şêwazeke rastgiriyê heye.
Divê mirov li hember rastiyan rêzdar be. Rastiya siyasî û rastiya civakî çi ye?
Ez van tevan wisa bi şêwazeke entrîka û lêyîstokvaniyê ve nakim. Hetanî dawiyê durist im. Heta ez ji Pîlot û vê jinê jî bawer dikim. Lê, pirsa “gelo” jî dipirsim. Dibe ku ajan derbikevin? İhtimalek e. Li gor wê jî emê dest werdin.
Em li Enqerê ne. Salên 1976-77-78’an heke em bi van nedin spartin, gelo em dikarin derçûyîna rast bikin? Ev hindekî jî dişipe planên me yên qedandina SHP (partiya gelê sosyal) yê, ku niha termê SHP yê maye. Derbeyeke me ya siyasî li dijî kurê Înonû bû û di bingeh de me ev yek li dijî CHP (partiya komara gel) yê kir. Ev di 1976 û 77’an de alîgirên CHP yê ne. Him rewşenbîr û him jî kemalîst in.
Pîlot jî wisa dihiziriya û piştî ku ez wendakirim bi şûn ve xwe li erdê dide, diteqe. Dibêje, “çawa ji destên me filitiya?” dihate gotin “dîn bûye” Dibêje, “li kû ye?” û li dora xwe digevize. Belkî ferman girtibe, dema ku piştî Amedê ez wenda kirim, hetanî gundê me jî çûye. Piştre mir an jî hate kuştin, ez bawerim ji ber bêserkeftina wî bû.
Jin jî pir balkêş bû. Têkîliya me têkîliya çi bû? Divê mirov çawa bi nav bike?
Pir vekiriye ku têkîliya şer e.
Têkîliyeke civakî û siyasî ye.
Têkîliyeke yekbûnê, dorpêçiyeke weke mertal e.
Di vê xalê de divê mirov hindekî asta Tirkiyê pêş çav bigre. Piştre di çileya 1978’an de Ecevît tê ser desthilatdariyê. Çileya 1978’an girîng e. Piştre di vê astê de ketina evqas Tirk a nava şerê taybet ne rast hatin e. Me bi wê aliyê nirxand. Wateyeke lîstokê ew e: esas şerê taybet dixwaze Ecevît bike alîkarê xwe. Lê ji ber çepgirê navîn e, bi tevahî dikeve nav. Dema hindekî gotinên kontr- gerîla ji devê xwe derdixe wê demê bi sûîkastê ve tê bêdengkirin. Lê, li gor min tam radest nebûye. Ya rast kevneşopiyeke ku têyî zanîn heye. Şerê taybet wê demê, yanî piştî 1960’an bi şûn ve ji aliyê Turkeş ve hatiye kontrolkirin. Rewşa Înonû hindekî cewaztir e. Ev di nava dewletê de du wilf in. Kevneşopiya Turkeş, Amerîkanî û Turanî ye. Amerîka jî xwedî wilfa turaniyê ye û Turkeş jî yek ji vê wilfê ye. Her wiha di nava daîreya şerê taybet de bandor di destên Turkeş de ye. Ecevît jî ji hevkarên înonu ye. Ew CHP ya klasîk a ku tê zanîn, aliyê giran ê artêşê ye jî. Ev yek hîna jî didome.
Beşa artêşê ya derveyî daîreya şerê taybet hindekî Ecevît bi rê ve dibe. Her wiha Pîlot bi şerê taybet ve girêdayî bû. Malbata fatmeyê jî girêdayî CHP yê ye. Bi rastî jî şerê taybet hema dixwast derbeyê dane. CHP ê jî, hema weke DEP (partiya demokrasiyê) a niha dixwast me bi kar bîne û wisa encam bigre. Dixwast min jî bi kar bîne û di nava xwe de bihelîne. Weke taktîk şêwaza xwe ji ya şerê taybet cewaztir bû.
Heke bal bê kişandin, me di navbera baskê kemalîst ê klasîk û 1960’an bi şûn ve, di navbera baskê şerê taybet ê ku pêşveçûyîna xwe spartiye Amerîka de rewşeke hevsengî bi dest xistiye. Esas her du jî dixwazin me kontrol bikin û misoger girêbidin. Dema ev yek nabe jî, misoger dixwazin bi erdê re bikin yek. Jixwe vekiriye ku, weke din dewlet tevnagere.
Misoger me rewşa dewletê ya piştî 1977’an him baş û him jî rast dîtiye yan jî me hîs kiriye. Bi yekê ve me xwe peyitandiye ku em ne hezêkî hatina komployê ne (komloya ji her du aliyan ve). Dema em dixwazin gav biavêjin ev kesên ku bi navê dewletê tevger dibin re baş li hev têm. 1994’an di rojnameyan de derket, qaşo, “MÎT ê Apo rêkiriye Kurdistanê” nûçeyên wisa hebûn. Esas vê gotinê kesên ku dixwazin di nava dewletê de hev tawanbar bikin dibêjin. Esas ne şandin, têkîliyên wan in. Vaye weke ku di bûyera Ugur Mumcu de tê dîtin bi xwe li hev dan. Ji ber ku, yek baskê kevneşop e, yek jî baskê şerê taybet ê Amerîkayê ye.
Piştre ev tam bûn yek. Qaşo DYP(partiya riya rast)-SHP li dijî hev bûn. Weke encam dibêjin “dê Apo me ji hev neqetîne”. Û hîna jî heman kesayet yanî Turkeş û Karayalçin diaxivin. Vaye demirel û Mesut Yilmaz, ku ev rûpoşê sivîl ê dewletê ne, ji ber derbeya ji min xwarine ders girtine û xwe di nava yek rêxistinê de, yek partiyekê de xwe kirin yek. Yekîtiyeke bi zorê çêkirin. Ev gelekî girîng e û hîna bi dijwarî tekoşîn jî didome. Cudabûna ozal jî, pêvajoyeke pir girîng bû û dîsa bi me ve girêdana xwe hebû. Hatina ozal, cudabûn û hîna bi ser de çûyîna wî hebû. Dîsa qedîna Înonû û pêşveçûyîna rêveberên şerê taybet heye. Her wiha cem ersever herî dawî bi me re şerekî bêyî eman da meşandin. Ev jî bi vê derketinê re têkîldar bû.
Erê rexmî ku hemû derfetên jiyana nav pergalê ji aliyê Pîlot û jinê ve dihate pêkanîn, Enqere weke derziyê di min re diçû. Bi qandî tu dixwazî dirav heye. Tê gotin, “tu dixwazî çepgiriyê jî bikî”, “Kurdeyetiyê jî bikî.” Li hember te jineke gelekî xwedî bandor. Û li ber çavan hemû jî Kurdewar in. Dirav, jin û her awayê jînê hebû. Di vê xalê de ma neketin gengaz e?
Min çawa ev yek têperand, ji bo têperîna vê min afirandêriya xwe çawa bi kar anî yan jî çima min pêwîstiya afirandêriyê dît?
Bihizirin, weke komên milîtan ên Tirkiyê yan jî weke koma Dev-Gencê heke ez tevger bibim, dê zilam min bifetisîne. Plana wî amade ye. Milîtan, Mahîr çawa birine, dê min jî bîne wê lîstokê. Jiyana pergalê tê pêşkeşkirin. Jixwe heman kes e, digot, “ yan tûyê milîtaniyê bikî, yan tûyê bijî.” Pir eşkere tê fêmkirin. Ji min re zêr dikirîn. Digot, “bira nizanim bavê min çiqas erdê xwe firotiye, ji min de weke diyariyekê ji te re ev zêr”. Ev gotin jî zilam li nav çavên min dinêrî û digotin. Min dizanî ev yek bi diravên bavê xwe nekiriye, lê ji bo ku balê nekişînim, min digot, “temam”. Digot, “bira em çalakiyê bikin, em çalakiyên pênsedhezar lîra bikin”. Ji bo wê demê ew diravekî pir zêde bû û digot, “tu tenê ferman bide”. Min got, zilam dema ji kolanê tê li zilamekî mîna dêwan daye, dibêje,”ez ji her teşeyê çalakiyê re heme”. Xwe ji qatê çaran ve diavêje, teqle dide xwe. Li ser lingan dimîne. Ma tu dikarî milîtanê wisa peyda bikî?
Ez dibêjim, “bimîne, hindekî dem bide”.
Ji jinê re tevlîbûneke hestyarî heye, lê guman jî heye. Têkilhev e.
Di vê derê de eleqeyeke min a nayê hêvîkirin û rişt heye. Heke bal bê kişandin, li dijberî me di rewşeke xwedî vexwendina me de nînin.
Ez dikarim bibêjim, hetanî salên 1977-78 û 79’an dewletê baş bawer kir ku dê bi rêka dirav û jinê ve bikaribe min bigre. Ev dibe şaş agahdarkirina dewletê. Di dîrokê de xeta wî ya herî mezin e. Bi min wisa tê ku, esas min bi wan ev şaşî dan kirinê. Yanî bi jinê ne, ez bi yê din jî didime kirin. Yê din jî qandî jinê dewlet agahdar dikir. Digot, “weke xwêyê ye”. “civîkek e, civîka di qefesê de ye”… ji bo me ev nirxandin dikir. Dibêje, “kêngê em bixwazin, emê civîka di qefesê de derbixin, pibrêjin, xwêyê li ser werkin û bixwin.” Min dixwast ez wê demê jî biaxifim. Min bi xwe ji xwe dipirsî, “çima van gotinan dike?” Tu nabêjî em di çavên wî de civîka di qefesê de bû ne. Me civîna çileya 1977’an di mala wî de kiribû ku, civîna me ya herî mezin bû. Ya balkêş, Pîlot her tişt amade kir û em jî çûn û me civîn pêk anî. Bêguman tomar nîne, tu tiştek nîne, nav nîne. deriyê sobê vekiriye heke polîs bi ser me de bigre emê biavêjin sobê. Jin jî heye. Heke polîs were em dê bibêjin, şahiya sersalê heye. Pir balkêş e, em her du aliyên dewletê çawa bi kar tînin. Ez bawerim dema MÎTê ev yek bihîst him ji kenan re diket erdê, him jî ji hêrsa xwe dîn dibû. Hevalê D… hebû, ez bawerim 1979 bû, ez girtim. Li gor ku wî vedigot MÎT li serê xwe dide, gotiye, “ev ji sedî sed di destên me de bû, me çawa hişt ku bireve”.
Pîlot rapor dide, dibêje, “civîka di qefesê de kengê hun bixwazin em dikarin serê wî bibirin”. Jin jî dibêje, “min ji sedî sed kiriye bin kontrola xwe”. Weke nêrîn ev yek wisa ye. Tê hizirandin ku, ez gelekî hêsan polîtîka dikim, lê ya ku ez dirjînim xwîdana mirinê ye. Tê bîra min, di ew derbeya 3 hezîranê de, bi xwe eşkerekirina Pîlot a di bûyera Karasu de ez curifiyam. Berdaxa çayê ya di destên min ket xwarê. Ket û çoka min şewitand. Ez gelekî dileriziyam. Ji ber ku min digot, “dawiya me hat”. Dê zilam derbeya xwe lê bide. Derbe pêkhatibû û hedefa sereke em bûn.
Çima bi ser neketin?
Di nava xwe de ez xwedî rêgezekê bûm: çima min wêrekiya vî şerî kir û ez pê bawer bûm.
Ji ber ku zilamê şer neke bênamusê herî mezin e.
Gotina min a destpêkê ev bû û min xwe bi vê da bawerkirin. Ev zilam hemû bênamus in. Çima? Ji ber ku ev ji qehpikan pêtir qehpik in. Min got, ez dê ji bo armancên pîroztir şer bikim. Di ew temenê zû de min xwe bi vê yekê da bawerkirin û binêrin, ev bawerî hilberîna min e, ava min a jiyanê ye. Hîna jî min bi rê ve dibe. Bêguman bawerî tenê bes nake, yek jî min behsa taktîk kiribû. Taktîk bi rastî jî gelekî di ser şeytên re ye. Biçin çawaniya wî ji MÎTê re vebêjin, dê şaş bimîne. Dê bibêje, “em dan bawerkirin”, “heta em kirin xewê”. Vaye serketin di vir de ye. Û yek jî gelekî dide xebitîn, lê xebat tenê bes nake. Tenê lîstok bes nake, ji bo lîstokê divê tu gelekî bixebitî.
Hêza dijber girîng e û hêza artêşeke mezin hatiye li pêşiya me rawestiya ye û du zilamên xwe jî ( her yek ji yekî şarezatir e, di her tiliyeke wan de deh şarezayî hene, jineke super û zilamekî super) li ser serê me dayîne rawestandin. Min got, zilam dikare bi kulmekê deh zilaman li erdê dirêj bike. Ewqas xwedî şareza ye.
Min çi kir? Temam min got divê ez bi vî re bijîm. Ma çi ji destên min dihat? Heke ji rast ve ez bixwazim kulmê lê bidim, ew dikare di heman demê de min biperçiqîne. Heke ez bixwazim bi jinê re bejna xwe bipîvim û yek nêzîkatiyeke ne di cih de raber bikim, dê min di heman demê de biqulibîne. Di vê derê de ez hêza hevsengê hesab dikim. Ji bo ez misoger gaveke şaş neavêjim, ihtiyadiyeke mezin raber dikim. Yek jî divê ez xwe bi riştbûyîna (cidîbûn) wan bidim bawerkirin û wan jî bi xwe bidim bawerkirin. Vaye, ew jî ji me ne, ji komê ne. Tûyê agahiyeke herî biçuk a dijber jî nedî dest. Teşeyê destpêkê ya ku ez dixwazim li ser bêgumaniya xwe bidim wan, “ez ji we bawerim” an jî “hun hevalên baş ên koma me ne”. Bila qet gumanbar nebin, ji ber ku heke bibin xwedî guman, rojekê jî min nadin jiyankirin. Ez vê yekê jî didim.
Di nêrîn de bi hev re em komê dadimezrînin, lê gumanên min hene. “ev dikarim çi bi min bikin?”, “dê kengê bikin?” weke ku tê zanîn ji bo ez vê yekê vala derbixim, hema her roj ez hildigrim nêzî xwe. Dibêje, “ha temam êdî bîstûçar demjimêran di destên me de ye”. Ev yek çi dide çêkirin? Dihêle ku ez hindekî bi hêsanî dema kar bi dest bixim û di nava ewlekariyê de dixebitim. Di vê derê de ez dibim afirandêrekî mezin. Weke din tu tevgerên Kurdan û partiyên Kurdan nayê damezrandin. Partiya Sosyalîst jî (li Tirkiyê) saz nabe. Weke Mahîr û Denizan, artêş jî avakirin, partî jî damezrandin û enî jî saz kirin, lê temenê wan tenê du meh bûn. Heke ez bixwazim vê yekê bikim, temenê min ne du meh 24 demjimêr in.
Ez azîneyê diguherim, ez ji vê re dibêjim afirandêriya taktîkî. Azîneyeke ku misoger van bixapîne pêwîst dike. Ev taktîk e. Zilam dibêjin, “em dê vî Kurdî bi kar bînin, me çar bi çar dorpêç kir”. Bêguman zilam û jin jî gelekî hişyar in. Zilam rojê pêncî caran dipirse, “bira”, “ev mijar dê çawa bibe? Ew mijar dê çawa bibe?” Ez bersivên bawerkar didim. Ez wisa bawerkar bûm ku, vaye min çû di mala wî de civîna herî bilind li dar xist. Zilam temam bû, ji min bawer bû.
Min ji jinê re jî xwast ez di asta herî jor de girêdana xwe ya hestan raber bikim an jî min wisa raber dikir (di vir de durûtî nîne) û plan jî dikir. Belkî ez wisa me, lê tenê ez wisa nînim, ez weke dîtir im jî. Hesabên min ên weke din jî hene, armanca min heye.
Armanca min a bingeh, komeke şoreşger a Kurdistanê derxistina holê ye. Lê dema vê saz dikim rejîm dibêje ku, “ev zilamên ku behsa Kurdistanê dikin, heke ji xweringehên Enqereyê derbikevin, ezê serê xwe jêbikim”. Navdar e, evqas ji xwe bawer e. Dibêje, “dernakeve, di hembêza me de ye.” Gotineke erzan a ku her kes dike heye, ev jî wisa dike. Temam rast e, ji ber ku wisa hate bawerkirin, him jî çend salan.
Bêguman di ev şerê taktîkî de, çend salan her ji zilamên xwe dibêjin, “bila ji me re agahî were.” Heta ev tiştê han jî me kir; ezê li Enqerê bimînim, zewac heye. Jixwe weşanxanê tê sazkirin. Hîna 1978 in û bêyî ku beşeke mezin a komê ji Enqereyê derbikeve, Pîlot dibêje, “başe bira emê heqê wê bidin.” Zilam razandinê dike, malê ava dike, zêran dibîne, cemidankê dibîne, weşanxaneyê saz dike… Agahî diçe jor: “zilamê me çar bi çar hate girêdan.” Jin jî dibêje, “mecnunekî çar bi çar girêdayî ye.” MÎT çima gumanbar be? Bêguman her roj ez gavên biçuk diavêjim. Gavên biçuk çine? Divê em karên Kurdistanê bi rê ve bibin. Niha dema ez van dibêjim, ew jî dibêje, “civîka di qefesê de ye, dê wisa bê qewirandin, wisa were xwarin.” Jin kenê xwe bi min dike. Pir xizan dibîne. Ewqas hêjar dibîne ku, “ma ev e”, “ ez bi şivanekî re dikarim hêsantir bijîm. Lê ma çawa ezê bi vî re bijîm?” ji ber ku ez dîl girtime. Bi zilamê dîl re çawa têkîlî tê sazkirin. Dibêje, “hêjar e.” Pir vekirî ye. Her roj li benda mirina min e, dibêje, “ka dê kengê ev bimire?” belkî hetanî dema dawiyê jî wisa bû.
Yanî esas min weke miriyekî tîne ber çavan.
Ez jî wê weke miriyekê tînim ber çavan.
Lê ew rasteqîntir e, ji ber ku dewlet li gel wê ye. Dewlet dê îro yan jî sibê fermana kuştina min bide. Wê rojê armanca hikumeta Ecevît (ku îro bu Turkeş re bûye yek) ev bû. Biryara MÎT ê ew e, “destpêkê serê zilama ne yan jî tenê serê wan ne, di derbarê wan de agahî bînin.” Me agahî daye. “ji bo kuştinê hîna zû ye…” “ev Kurdekî di bin kontrola me de ye, bi rêka vî bi hêsanî em dikarin komê hemû bigrin bin wêneraniyê. Çima em bikujin? Emê vî zexm bigrin. Bi vê teşeyê emê yên derûdora vî bêbandor bihêlin.”
Her wiha dihiziriya ku dê îroj jî di bajaran de gelek kesan weke tov bi kar bîne. Bêguman ev xwe xapandineke dîrokî ye. Piştre dê Ugur Mumcu di pirtûka xwe de binivîsandiba. Lê belkî jî zilam rasterast ji ber vê yekê hate kuştin.
Kî kê xapand? Di encamê de kê xapandina mezin û beralîkirina mezin pêk anî? Bihizirin, ez bi dewletê re partiya Kurdan didim damezrandin, Ugur Mumcu bi xwe (ku, ew jî ajanekî MÎT ê yê xwedî bandor an jî bi wan re xwedî têkîlî bû) got. Rast e, ew jî rast e. Me çawa partiya şoreşger a Kurdan bi dewletê ve spartî damezrandibe, em dê dewleta Kurdan jî (dewleta başur a ku niha em di nav de ne) bi dewleta Tirkan ve spartî saz bikin. Zilam nivîsand, weke din çare nîne.
Taktîk tîne vê derê, bilindiya taktîk di vir de ye.
Baş e, em çawa gihiştin ev bilindahiya taktîk? Vaye di nava kar de, sebra mezin, xebata rêxîstinî, zanebûn, lêhûrîna mezin, bawerkarî, insyatîf, vala nesekinandin û ezmûnekirina her rêkê heye. Jinê çi digot: “ev naşipe tu Kurdan.” Pîlot çi digot: “bira tu çi dikî?” Di bîstûçar demjimêran de agahî dixwast. Min jî hebûn jê re radigihand, zilam şaş dima. Yanî misoger hindek tiştên ku ew didan xapandinê hebûn, a herî girîng jî kesayet bi xwe dizane xwe bi şêwaza xwe, pêş bixîne. Yanî hêzên ku xwe dispêre bingeh nagre. Vaye Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş wan ev yek esas girtin, yek-du ajanan dawiya wan anî. Belkî ajanên min jî hebin, lê ez ajanên xwe didim bikaranîn, didim xebatê û di encam de îro ew li ku derê ne hêjayê dîtînê ye.
Di bûyera me de ya girîng mijara jinê ye? Ev têkîlî çima wisa pêş ket û wê demê ya li ser min serdest çi bû? Bi giştî rexmî ku ez ewqas fediyok bûm, çima bi yekcarê ve min serlêdan kir? Ev yek tenê bi sedemên hestyarî dikare were ravekirin? An jî çepgirî, çepgiriyeke baş, bi wesfa sosyalîstiyeke baş re dikare were ravekirin?
Dema hemû hevalên min ji malbata vê jinê direviyan, berovajiyê vê yekê min ew girtin. Pîlot jî wisa. Her kes dibêje, “ev zilam biguman e”, min digirt. Bi teşeyeke herî balkêş em bi nêzîkatiya şaşkirina dewletê re rûbirû ne. Hest, nêzîkatiyên siyasî, rêgezên sosyalîzmê… hemû dibin yek. Di heman demê de bi min re vaceke hesab dîtinê heye. Min digot, “ev çi Kurdên balkêş in? Em van bibînin, çi ne em bizanibin” û em tevlî civata wan dibûn.
Ev şêwaza min a têkîliyê ye. Di nêrîn de ez tu kesî red nakim, baş an jî xirab. Ez bawerim mafekî pir girîng e yan jî hêjayî esas girtinê ye. Niha jî rêgezeke nêzîkatî yê îstixbaratgeran e. Lê wê demê bi ew rewşa xwe ya bêtercûbe, min ev pêşwazî kir. Yanî rexmî hemû pirsnîşanan, hemû gumanan, şêwaza me ya wisa bidestgirtina ya her du têkîliyan, di dîroka Kurdistanê de pir girîng e, di aliyê pêşvexistina qonaxeke nû de bi rastî şarezayiyeke awarte û hêzeke berxwedanê dixwaze. Min xwast ez vê yekê pêk bînim. Bi taybet derbaskirina van sê salan a bi vê teşeyê weke ku hun dizanin nîne. Tirsnak e. Dewleteke tirsnak e. Him baskê kevneşop, him baskê Amerîkanî dest dane destên hev û dibêjin, “bila erd veqelişe û hun bikevin nav.” Dibêje, “kurê min heke tu dixwazî milîtaniyê bidî kirin bide kirin. Heke tu jiyanê dixwazî ji te re jiyan. Zêde hişên me tevlîhev neke.” Dibêje, “tu gundiyekî yan jî xizanekî xwedêyî. Tu çi dixwazî?” nêzîkatiya dewletê hindekî jî wisa ye.
Cuneyt Arcayurek, piştre dibe şêwirmendê Demirel, nirxandina weke, “gafa mezin a dewletê” dike. Di sala 1978’an de nirxandineke wisa dike. Ji şêwaza têperandina me ya vê demê re dibêje, “mar hîna dema ku bostek bû diviya bihata berçiqandin.”
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike