Ji bo Fatma jî tevlîbûna wê ya PKK’ê di pêvajoya ADYÖD’ê de ku diçe semînera Rêbertiyê, li wir jê bandor dibe. Dîsa hevalê Mazlûm Doğan wê dide naskirin û bi vî awayî tevlî grûbê dibe. Lê demekê li ser meseleya ku beşdar bibe yan nebe bi nakokî dibe. Ji ber malbata wê cuda ye, bavê wê Alî Yildirim di dadgehkirina Îmralî ya (wê demê ji Îmralî re dibêjin Yassı Ada) Adnan Menderes de cihê xwe digire. Di wan deman de ji keça xwe re dinivîse û wê dema darizandinê pê re parve dike. Ya rastî bi awayekî wê ji siyasetê re amade dike, di malbatê de yeka bêtirs e. Birayên wê jî hene, lê rexmê wê ji wan bibandortir e, taybet tê amadekirin. Mesela, Rêbertî ji bo vê hîn jî dibêje, “objektîf e, subjektîf e em nizanin”. Dîsa dibêje, “ji tarîtiyê hat, çû nav tarîtiyê”. Ango tiştên ne zelal hene, rexmê wê jî Rêbertî qala têkiliya xwe ya pê re dike, pozîsyona wê pênase dike. Ji biçûkatiya xwe ve hatiye amadekirin. Ev diyar e û bandora kevneşopiyên CHP’ê heye. Di avakirina Komara Tirkiyê de CHP’ê cihê xwe girtiye, rol leyîstiye. Siyaseta destpêkê ya înkar û îmhakirinê li ser Kurdistanê û gelê me CHP’ê meşandiye.
Her çiqas beşdarbûna wê dikeve nîqaşê jî, herî dawî tevlî dikin. Rêbertî dibêje 3 nakokiyên esasî hebûn ku me Fatma beşdar kir; yek jinek Kurd e, sosyal demokrat e û ji Dêrsimê ye, ango dîroka xwe ya berxwedanê heye. Li ser esasê van nakokiyan Rêbertî wê digire û dixwaze jin beşdarî partiyê bibin. Fatma, berê di Dev-Yol’ê de cihê xwe digirt. Ev çima girîng e? Wê demê di navbera tevgerên çepgir de jî, ji bo tesfiye bibin dijmin berê dest avêtiye wana û dijmin di nav Dev-Yolê de xwe birêxistin kiribû, îxanet di nav wan de derketibû. Rêbertî vê tiştê dixe nîqaşê ku gelo Dev-Yolê ev bi zanebûn dane me? Mînak; gelek Rêberên Kurdan hene, dijmin dixwaze wana bi riya jin bixe; heta Rêbertî vê gumanê jiyan dike ku Dev-Yol bi zanebûn wê rêdike nav me ji bo me bixe. Di encamê de Fatma ji Dev-Yolê qut dibe û tê gel me, ew jî pêkane ku taybet hatibe erkdarkirin ji bo kadroyan bixe. Yanî rewş ne zelal bû.
Bavê Fatma Alî Yildirim sala 1985’an di nivîseke xwe de dibêje, “me keça xwe ji çav derxistiye.” Ji ber wê tê gotin ku taybet amade kirine. Balkêş e, dema Fatma tevlî grûbê dibe, malbata wê jî tê li Ankara bi cih dibe. Li wir semta Etîler heye, cihê ku piranî beşên dewlemend lê dijîn. Rêbertî got, “Carekê ez çûm wê malê, lê pozîsyona min pir cuda bû, ji ber ku maleke luks û dewlemend bû. Ew jî xwe wekî zarokekî gundî digire dest.” Dema tê pêşiya deriyê malê jî bitirs nêz dibe û ji malbatê re dibêje, “keça we li ku ye? Hevala min e.” Heman tişt sala 1978’an piştî zewicandina Rêbertî ku diçe Amedê bi cih dibe, dayîka Fatma diçe li wir jî ji wana re malekê amade dike. Li Amedê di apartmana Günaydin de malekê amade dike. Di wê demê de riya xistina zilamê Kurd dimeşîne; ango jin bide, mal bide, wisa tu dikarî zilam bixî.
Tabî Fatma li ser grûbê bandor dike û taybet dixwaze nakokiyê di navbera hevalan de çêbike. Mînak; ji hinek hevalên Dêrsimê re dibêje, “Tu ji Dêrsimê yî, tu nêzî min î”, ji yên din re dibêje, “tu ne nêzî min î” û nêzîkatiyên hwd. raber dike. Cardin taybetmendiyên xwe yên bi kevneşopî (geleneksel) bi kar tîne. Ji bo wê êdî ji grûbê re dibe xeteriyek. Rêbertî van tiştan ferq dike û ji wê re pêşniyar dike û dibêje, “ji bo tu bikaribî rihet bimînî di nav grûbê de lazime tu bi yek ji me re bizewicî”, lê Fatma destpêkê Rêbertî hilnabijêre. Wê demê kesekî bi navê Îsmet Kiliç heye, ji navçeya Araban a Dîlokê ye, bi wî re dergistî dibe. Piştî demekê dev ji wî diqere û ji nû ve tê gel Rêbertî, pê re dizewice. Jixwe paşê Îsmet Kiliç direve, herhal bandora Fatma li ser çêdibe. Esas ji bo silametiya grûbê teklîfek wisa ji Fatma re dikin.
Rêbertî tu carî têkiliya xwe înkar nekir, yanî bi rengê “şoreşger bû, tevlî têkoşînê bû” wisa nanirxîne. Lê belê wiha dibêje, “ma wê li deriyê min xist, an jî min? Wê min bandor kir, an min wê bandor kir?” Ango dixwaze vê îfade bike: “Hestên min jî hene, dibe ku ez bandor bûm, min li deriyê wê xist.” Di encamê de Fatma jineke wisa bû. Hevalên me yên kevin ên weke hevala Aysel Doğan di nirxandinên xwe de pesnê wê didin. Mesela digot, “Jinek zekî bû, bandorker bû, taybetmendiyên lîderiyê pê re hebûn.” Hem jî jinek bandorker nebûya Rêbertî jê bandor nedibû. Ji ber ku Rêbertî Fatma tercîh dike, ew jî tê wê wateyê ku hin taybetmendiyên xwe yên cuda hene. Bi rastî taybet hatiye gihandin, bi zanebûn tiştên xwe pêş dixe. Feqet Rêbertî di van salên dawî de gumanên xwe dadixîne holê û bi taybetî di pêvajoya Komploya Navnetewî de hin nîşaneyên hebûn, wekî daxuyaniyên cuda, jiyana Rêbertî di naveroka nîqaşan de bû. Dewleta Tirk hinek dîmenan dişixulîne. Mînak; digotin, “Rêbertî ewqas jin dişixulîne”, ew jî hişt ku pêhesandin di hundirê me de jî çêbibe, di nav me de jî hin feraset pêş ketin. Fatma heya wê demê neaxiviye, ji ber wê jî gumanên Rêbertî çêbûn û got, “Ev bêdengbûna Fatma îhtimalek heye ku amadekariya komployek mezine li dijî me û wê niha wê derxin ser sehnê.” Lê belê rexmê di bendewariyek bi vî rengî de bû jî, Fatma derneket.
Reva Fatma jî hinekî balkêş bû. Nimûne; çawa Yûnanîstan rola yekemîn di nav Komploya Navnetewî de leyîst, ew jî li wir gazî birayê xwe dike, piştre jî îstixbarata Yûnan wê direvîne. Fatma niha jî li Îsveçê jiyan dike. Li ser van bingehan Rêbertî digot, “gelo ji me bandor bûye ku heya niha neaxiviye?” Mumkûn e bi vî awayî be. Me weke hevalên jin wisa dinirxand: “Ewqas sal bi Rêbertî re jiyan kir û maye, çiqas bi dijmin re be jî, çiqas xirab be jî, di encamê de dibe ku ji Rêbertî bandor bûye.” Carekê axivî, ew jî dema Osman wana reviyan, gotin, “Fatma jî bi me re ye”; wê jî li hemberî wana bersiv da û got, “Rast e ez ji Tevgerê qut bûme, lê belê ez ne bi tu kesî re me û rêz didim nirxan, têkoşîna wan.” Daxuyaniyek wisa dabû.
Piştî hevala Sara diçe Ewrûpa, dixwaze Fatma bibîne û hewldanek çêdibe, xeber jê re dişîne, lê ew pir dereng bersiv dide û dibêje “lêborîna xwe dixwazim ji bo min dereng bersiv daye, ji ber ku min xwe amade nedidît ji hevdîtinek wisa re.” Di netîcê de bandora xwe li ser têkoşîna me heye û heya sala 1988’an ango heya qut bûye dem bi dem mohra xwe li têkoşîna me dide. Di nav hevalan de nakokiyan çêdike, gelek kesan bi xwe ve girê dide. Di pêvajoya destpêkê de wekî ku di parêznameya pêncemîn de derbas dibe, pir kesan li hemberî wê bertek girtine û heya niha jî hevalê Cuma dibêje “Fatmê, Fatmê” pir bertekî ye. Wê çaxê biryar girtibûn ji bo bikujin, lê hevalê Kemal Pîr nahêle û dibêje, “Belkî tiştekî ku Rêbertî dizane heye.” Heman demê helwestên hevalê Kemal Pîr hebûn. Rêbertî dibêje, “Hevalê Kemal Pîr di wesiyetnama xwe de dibêje ‘bila Rêbertî û heval li hemberî Fatma xwe biparêzin û dîqet bikin.” Ji ber vê jî Rêbertî digot, “Mumkûn e bi Kemal Pîr re jî leyîstibe, xwestibe dest bavêje wî.” Roleke xwe ya wisa diyarker li ser grûbê heye. Di tevlîbûnên yekemîn de me di şexsê hevala Sara de dît zehmetiyê xwe pir bûn.
Di salên destpêkê yên têkoşînê de jin derketina xwe ya ji malê zehmet e, her wiha di nav tevgerê de jin û zilam li gel hev in. Mînak; gerîlayê destpêkê li Botanê gel jê dipirse: Wê jin û zilam çawa li gel hev jiyan bikin? Ev nakokî ye, ji bo civakê zehmet e. Ji bo ku jin bikaribe ji malê derbikeve di şexsê hinek kesan de zewacên şoreşgerî pêş dikevin, lê ev ne wekî kevneşopiyên berê, dikare zewaca şoreşgerî pêş bixe. Ew tenê heya ku jin bikaribe derbikeve. Mînak; hevala Sara ji bo bikaribe derbikeve bi pismamê xwe Bakî re dizewice. Dîsa di hin grûban de ji bo keç bikaribe beşdar bibe xortek ji wê grûbê diçe, wê dixwaze. Ev ne qural û qaîdeyên me ne, lê heval destpêkê mecbûr diman. Her ku diçe Tevgera me mezin dibe, grûb zêde dibin û di encamê de zewac jî zêde dibin û tu bixwazî naxwazî nêzîkatiyên kevneşopî derdikevin holê. Mesela, hevalê Kazim li hemberî dijmin li ber xwe dide, lê ji ber nêzîkatiyên kevneşopî nikare sekneke bi îrade nîşan bide. Bi demê re ev zewicandin li ser Tevgerê bandor dike. Êdî ji bo em bikarin rast dahûrandinekê bikin, em ê çawa nêzî zewacê bibin, kevneşopiyên jin an zilam e? Zilam jî bi nêrîna kevneşopî jinê weke jina xwe dibîne û lê dinêre, rexmê ku di nav şoreşê de zewiciye jî. Di vir de nîqaşên kesayeta jin û zilam ên bi kevneşopî wê çawa derbas bibin, wê çawa bibe mijara nîqaşan? Mînak; hevalê Fuat bi Seher Yildirim re zewiciye. Heya van salên dawî jî Rêbertî dahûrandin dike û dibêje, “Ev ketiye qirika Fuat, ji wê derê dernakeve, em nikarin wî jê xilas bikin.” Seher jî piştre reviya, lê bandora xwe li ser hevalê Fuat dike, heya jê zarok dixwest. Ev nêzîkatiyên zilamê Kurd ê klasîk û kevneşop in. Hevala Sara diçe, Ayten bi hevalê Kazim dide naskirin, dergistî dibin. Esas tiştekî pir xwezayî jî tê dîtin, ne tiştekî ku bê redkirin. Her wiha Aysel Çûrûkkaya bi Selîm Çûrûkkaya re heya demekê têkiliya xwe li ser Tevgerê ferz dikin. Ev têkilî bi demê re êdî li ser Tevgerê tê ferzkirin. Weke jin pêwîste bi zilamekî re bizewice. Ev ne ferzkirina Tevgera me ye, pêwîste em wisa şîrove nekin. Ev nabe nêzikatiya tevgereke îdeolojîk, ev dibe nêzîkatiya kesan. Ji ber ku pê ve tê girêdan.
Dawud heye, rolek pir xirab dilîze. Dawud jî roleke berevajî dileyîze, berê jî zewiciye. Ango tirsa wê dike mesele, hevalên berê yên zewicî hene; wekî hevalê Karasûngûr hevjîna wî heye, her diçe mala wan, hevjîna hevalê Karasûngûr tehrîk dike, li dijî hevalê Karasûngûr dişixulîne. Dixwest dest bavêje jinên hevalan. Rêbertî dibêje, “Nîmet heye, xwişka wî Qîmet heye, birayê wê jî tevlî civîna sala 1973’yan bûye, paşê malbata wî ji nav me dikişîne. Ji Dêrsimê tevlî bûye… Heçkû taybet hatiye û bi 26 kesan re têkiliya wan eyar kiriye.” Jixwe ev derdikeve holê, ew ê çawa Tevgera me birizînin, tesfiye bikin. Dibe ku hinek kes objektîf bûn, lê di encamê de nêzîkatiyeke civakî heye, ew jî dixwazin kevneşopiyên xwe li ser Tevgerê bi kar bînin. Ji bo tevlîbûna jin ev ne çare ye, lê wekî rêbaz hat bikaranîn. Jixwe piştî demekê êdî pêşiya wan tê girtin. Ji ber xuya dibe ku wê kevneperestî li ser têkoşînê bandorek neyînî çêbike. Yek jî armanc mal çêkirine, ji ber kadro çêbûne, ji wana re malên partiyê lazim in. Dixwazin wekî zewicandî nîşan bidin, wisa malekê bigirin û ew mal bibe mala rêxistinê. Ev wisa jî tê bikaranîn û ev kevneşopî li ser hevala Sara jî tê ferzkirin. Bêguman di têkiliya xwe de hestên wê jî hene, ev nayê înkarkirin. Mecbûr e destpêkê bi pismamê xwe re bizewice, lê pismamê wê li pey wê bernade, rexmê ku di partiyek cuda ya bi navê Azadiya Gelan de cih digire. Di pirtûka xwe de jî wê diyar dike. Ew, hevala Sara aîdê xwe dibîne. Çima? Ji ber ku zewicî ne. Piştre tecrûbeyek din jî jiyan dike, ew jî bi hevalê Kazim re, dîsa ferzkirina kevneperestiyê heye. Hevala Sara xwediyê kesayetek wisa ye ku nayê wan sînoran, elbet hestên xwe hene, nayê înkarkirin. Mînak; Rêbertî di dahûrandinên xwe de ji bo dema Şener jî wiha digot: “Bi hestên te xwestin te êsîr bigirin”, lê di hevala Sara de wê wextê nehatina kevneperestiyan heye, dijberî wê derket. Rexmê wê jî Şener wê pozîsyona hevala Sara dişixulîne û bi vî awayî ji wê re helbest dinivîse, jê re dibêje, “Ji bo min tu weke Mazlûm Doğan î”. Şener dixwaze berxwedana wê, nasnameya wê ya partiyê bixe amûrê xwe, bi vî rengî wê bandor dike.
Heman nêzîkatî di şexsê Fatma de jî derdikeve holê. Ew jî xwe li ser Tevgerê, li ser Rêbertî ferz dike. Di rastiyê de ew malên rêxistinê ne, Fatma wekî mala xwe û Rêbertî digire dest. Heta carekê Şahîn Donmez (wê demê endamê merkeza partiyê ye) diçe malê, lê ew wî diqewitîne.
Rêbertî şerê xwe yê li hemberî Fatma wisa nîşan dide; bêguman nêzîkatiyek siyasî tê de heye, lê heman demê ev şerê hestan e. Di warê siyasî de dewlet bi riya Fatma dixwaze Tevgerê bixe bin kontrola xwe. Rêbertî jî berevajiyê wê dibêje, “me jî bi riya Fatma têkiliya dewletê xist bin kontrolê.” Bi vê riyê hebûna xwe didomîne, ango wê dewlet bi ser te de were. Bi vî awayî Rêbertî dewletê dixe bin kontrola xwe. Tabî zorahiyek cidî heye, ji ber ku Fatma sînorên kevneperest pir zêde ferz dike. Rêbertî ji bo vê dibêje, “Kesî nedikarî vî şerî 10 salan bimeşîne.”
Der heqê Fatma de gelek heval biryarên cuda digirin. Mînak; hevalê Kemal Pîr li saha Rêbertî ye, ecele ji wir diçe. Hevalê Cuma jê pirs dike, “Tu çima hatî?” Bersiva hevalê Kemal jî wiha ye: “Min êdî ji ber Fatma tehemûl nedikir” û wisa tevlî xebatan dibe. Li kampê namîne û gelek hevalên din bi vî rengî jê direvin hene. Rêbertî, di dahûrandineke xwe de eşkere dike ku ji ber Fatma 15 rojan ji Tevgerê qut dibe, agahiya tu kesî jê çênabe. Rêbertî dibêje, “min xwest tenê ji ber Fatma birevim.” Tam rev nebe jî, qutbûnek bi giştî 15 rojan tê jiyîn, paşê vedigere. Rêbertî dibêje, “dibe ku ew pêvajo neyê bîra hevalên derdorê jî, digotin qey karekî min heye”, lê na, xwe bi paş de kişandiye. Têkoşînek bi vî awayî tê meşandin û ev heya roja îro jî berdewam dike.
Akademiya Şehîd Zîlan