Wekî min berê anî ser ziman, hevala Sara û Fatma di nava PKK’ê de ji bo Tevgera Azadiya Jinê beşdarbûnên yekemîn in. Hevala Sara nakokiya xwe ya destpêkê parve dike û dibêje: “Min nakokiya xwe ya ewil bi dayîka xwe re jiyan kiriye.” Ew jî dayîka wê nedihişt derkeve, ango bi ser de tepisandinek dida jiyankirin. Dayîka xwe jî wiha bi nav dikir “jina ji hesin”. Di pirtûka xwe de wisa pênase dike. Malbata dayîka wê hemû kom dibin û xwe birêxistin dikin ji bo li bavê wê bixin. Di vê bûyerê de dibêje: “Min dît ku jin çiqas roleke tehrîkwarî dilîze, ji bo ku bavê min lêdan bixwara. Min fêm kir ku rola jinê di nav şer de çi ye.”
Dema Rêbertî rol dide jinê, tenê ne ji bo xwe birêxistin bikin, heman demê ev bangewaziya şer e. Ya rastî di civaka Kurdistanê de rola rakêşer heye. Ji bo wê jî jin dibe sedema şer û teşwîq dike. Mînak; di destana Derwêş û Edûlê de nimûneya fîncanê tê dayîn. Dihat gotin ku fîncan sê rojan li erdê dimîne, kes ranake û zilam çûyîna şer nadin ber çavan. Ji ber ew şer şerekî giran e, li hemberî Tirk û Ereban e. Carekê hemû jin li beramberî zilam li ser kaniyê kom dibin. Wexta grûbek zilam derbas dibin, jin jî etekên xwe radikin û zilam dibêjin, “şerm e, hûn çima wisa dikin?” û zilam derbas dibin. Bersiva jinan jî wiha bû: “Em we zilam nabînin!” Çima? Ji ber ku zilam eger biçe şer bike zilam e, yanî ferzkirinên bi vî rengî hene û her wiha di kevneşopiyên Kurdan de wexta şer destpê dike, jin jî çarika xwe tavêje erdê û bi vî awayî şer dide sekinandin. Hevala Sara di nakokiyên xwe de vana parve dikir. Dîsa jî malbata wê xwestin wê bi pismamekî wê yê bi navê Metîn re bizewicînin, lê ew red dike, ji wê demê û pê ve nazewice. Jixwe ya ku dihêle hevala Sara beşdar bibe yek ew nakokî bû, ango civak zewacê ferz dike û dayîka wê zext li ser dike. Ew jî ji ber van sedeman diçe derve, di fabrîkayan de kar dike, li wir weke sempatîzanekê xebatên birêxistinkirinê dike heya beşdar dibe. Hevaleke ji Dêrsimê ye, Kurdeke Elewî ye.
Hevala Sara, têkoşîna xwe herî zêde beriya darbeya 12’ê Îlonê dimeşîne. Li zîndana Amedê berxwedanek bêhempa nîşan dide. Ji ber berxwedana di zîndana Amedê de dibe efsaneyek. Bi vî rengî di tevahî malbatên welatparêz ên Amedê de wêneyê hevala Sara daleqandine. Li vê derê li hemberî dijmin serî netewandiye. Mînak; berî ez tevlî bibim, min di malê de wêneyên wê yên bi cilên kurdî dîtin. Rola wê ya serî netewandina li hemberî dijmin heye.
Sala 1979’an dewleta Tirk piranî hevalên me girtin û di zîndana Amedê de kom kirin. Hevala Sara jî grûba Elazixê ye. Dijmin jî wê demê nêzîkbûna xwe ya li hemberî Tevgerê nîşan dide û zîndana Amedê dixe model. Ji ber vê jî hemû hevalan li wir kom dikin. Wê demê li zîndana Amedê Esat Oktay Yildiran heye, piştre tê kuştin. Jixwe PKK’ê biryara cezakirina wî daye û Tevgera me ji destpêkê ve biryara ku kî îxanet bike tê cezakirin, girtibû. Hevala Sara tu carî serê xwe li hemberî Esat Oktay natewîne û yekem car di zîndanê de parastina siyasî li gel wê destpê dike. Dijmin dixwaze îradeya hevalan teslîm bigire, bi vî awayî dijmin bi hinek zextan hinek encaman digire. Mesela, dijmin yek kesayet û yek cil bi wan dane qebûlkirin. Esat Oktay bi zanebûn dema ku hevala Sara diçe dadgehê, ji bo bibîne, hevalên ku tên naskirin, wekî hevalê Xeyrî Durmuş û hevalên din di ber re derbas dikin. Hevala Sara wana dibîne ku hin hevalên wan cilên yek tîp li xwe kirine, pejirandine. Qawîşên jin û zilaman ji hev cuda ne. Ji ber vê jî gelek caran hevala Sara ji biryaran qut e, ango agahiya xwe nîn e; wekî ji greva birçîbûnê, çalakiya hevalê Mazlûm Doğan, Çalakiya Çaran. Ew kengî pê dihese? Esat, di dema greva birçîbûnê de dengê radyoyê bilind dike û dibêje: “Me bi zorê xwarin daye wana”, heman demê navê hevalan dide. Hevala Sara wisa fêm dike ku heval ketine greva birçîbûnê û bi gotina Esat Oktay bi çalakiya hevalên ku agir berdayîn bedena xwe dihese. Van hemû agahiyan ji dijmin dihese.
Hevala Sara, wekî bersiv çalakiya xwe ya yekemîn sala 1983’yan pêk tîne. Rexmê ku zextek giran tê meşandin jî, ji Esat re dibêje, “Tê nikaribî ji vê qawîşê xayînan derxînî”, lê belê hin hevalên jin qebûl kirine, yanî jin li hemberî zilam dişixulandin. Hinek heval têkiliyên xwe hene. Mesela, hevalê Kazim (Hamîlî Yildirim) hinek şertê wan qebûl kiriye, ew jî ji ber Ayten li hemberî wî şixulandine. Hevala Sara rexmê ku lewaziyên hin jinan hene jî, nahêle bikevin şaşîtiyek bi vî rengî, wana digire û bi wê re tevlî çalakiyan dibin. Bi giştî li zîndana Amedê ferzkirina teslîmiyetê ku li ser kadro tê kirin, li beramberî wê sekna hevala Sara destpêkek e. Sekna hevala Sara bi berxwedana xwe dihêle gelek heval jê hêz bigirin. Ji bo zilam jî wek rola teşwîqê dileyîze. Mînak; di civakê de jinê her wekî namûsê dibînin, ango ger ew li ber xwe bide, pêwîste zilam hîn zêdetir li ber xwe bide. Bi demê re parastina siyasî pêş dixin û bi vî rengî hevala Sara wekî endama avaker a PKK’ê û navenda wê tê darizandin. Halbûkî ne di navendê de ye, lê helwestên wê di wê astê de ne, ji ber ku di wê astê de rola xwe dileyîze û bandor dike.
Hevala Sara ji bo hevalên di zîndanê de, bi taybetî dema destpêka greva birçîbûnê bandorê li ser wana dike. Fatma Çelîk, Aysel Çûrûkkaya û Cahîde her sê pê re di eynî qawîşê de ne. Her sêyan jî bi xwe re dixe çalakiyê. Cahîde hinek pirsgirêkên xwe hene, bi hinek pirsgirêkan re rû bi rû maye. Ji ber vê yekê wate nedayîn heye, bêbiryarî heye. Aysel Çûrûkkaya ji Selîm Çûrûkkaya bandor bûye, di hinek pîvanên xwe yên kevneperest de israr dike. Rexmê ku van kesan di warê zîhniyetê de zehmetiyê dikişînin jî hevala Sara bi her awayî wana bandor dike. Bi giştî di dîroka PKK’ê de di wê pêvajoyê de ya ku şekil da dîroka berxwedana zîndanan, hevala Sara ye. Ji hevalê Mazlûm Doğan destpê dike, heya sala 1983’yan êdî hevala Sara dewr digire. Heya roja îro jî berxwedana zîndanan di nav Tevgera me de kevneşopiyek e. Her çiqasî dijmin dem bi dem xwest polîtîkayên xwe bi ser bixe jî, cihê ku lê dînamîk hebûya heval bi ser diketin, zindîbûnek dihat jiyîn. Lê zextên 12’ê Îlonê cuda bûn. Dixwest bi her awayî te bêîrade bike û teslîm bigire, ji bo vê çi hebe bi kar dianî. Her çiqasî dijmin dixwaze encam bigire, berxwedana hevalan yekser pêşiya wî digire. Dema hevalê Mazlûm Doğan çalakiya xwe pêk tîne, hevalê M. Xeyrî Durmuş dibêje, “Diviyabû min ev çalakî bikira.” Ji ber ku ew endamê Navendî yê PKK’ê bû. Hevalê Mazlûm jî hevalekî ciwan bû. Dîsa kesên Çalakiya Çaran li dar xistin hevalên ciwan bûn.
Akademiya Şehîd Zîlan