Dîsa wê demê salên 1970’yan e, Tevger wê demê derdikeve. Ji derveyî grûba Rêbertî, gelek tevgerên derveyî me yên çepên Tirkan hene, hinek tevgerên çep ên bi navê Kurdîtiyê xwe birêxistin kirine hene. Têkiliyên wana yên bi jinê re wekî terzê têkiliya burjûvaziyên biçûk in. Têkiliya jin û zilam têkiliya zewacê, ya wekî xwişk û bira û hwd. çêdibûn. Di tevgerên din de pênaseya “bacı” ango xwişk pir di pêş de ye. Rêbertî vana li ber çavên xwe dibîne. Lê belê ev tişt me ji tevgerên din cuda dike. Mînak; tevgera TÎKKO di bin navê zewaca şoreşgerî de têkilî pêş dixe. Li Dêrsimê me dît, zilam pêwîste fermandarê leşkerî be, yê siyasî nikare bizewice û jin jî pêwîste herî kêm saleke xwe temam bike, wisa dikarin bizewicin. Bi awayek din nabe. Di vê çarçovê de li gorî xwe pîvanan datînin. Jin û zilam wisa dikarin bi hev re di nav şoreşê de cih bigirin.
Dema me behsa civaka Kurd were kirin, di civakê de bandorek wisa jî heye, jin nikare bibe şoreşger, ê ku dikare têkoşîn bike zilam e, jin jî dikare bibe xwişka şoreşgerî. Jin divê nêzî dayîka xwe, bavê xwe, yan jî zilamê xwe, hezkiriyê xwe be. Bi taybetî dema Tevger xwe di nav xwendekaran de birêxistin dike, eleqeyek tê nîşandan, ji ber ku xisletê xwe sosyalîst e, ew jî dibe pêvajoya yekemîn a avakirina grûbên bîrdozî, ew jî xwe dispêrin Marksîzm û Lenînîzmê. Wisa rêxistineke Marksîst-Lenînîst saz dibe. Jixwe nêzîkatiyên wan sosyalîst bûn, jin û zilam wekhev digirtin dest. Ji bo wê jin dikare beşdar bibe. Nêzîkatiyeke bi vî awayî jî heye. Di vir de ferqa Rêbertî ji wan tevgerên din heye, ev jî hêdî hêdî di şekilgirtina Tevgera me de bandor dike.
Tevgera Apocî destpêkê hêdî hêdî grûp çêdibe. Sala 1973’yan li milê Bendava Çûbûkê (Ankara) civîna yekemîn pêk tê û biryar tê girtin ku wekî grûb xwe birêxistin bikin. Esas tespîta “Kurdistan mêtingeh e” tam nayê zelalkirin, lê bingeha wê tê danîn, rewşa Kurdistanê tê tehlîlkirin, nêzîkbûna ji pirsgirêka Kurd re wê çi be, li ser vê bingehê tez tên avakirin. Piştî wê civînê, manîfestoya yekemîn a PKK’ê di sala 1975’an de hevalê Xeyrî Durmuş dinivîse. Her tişt di wir de zelal tê pênasekirin û li ser teza “Kurdistan mêtingeh e” bîrdoziya Tevgerê şekil digire. Ew civîna yekemîn a ji 6 kesan pêk tê, ji wan îro Rêbertî û hevalê Fuat mane, yên din hemû reviyane, jixwe her 6 kes jî zilam in, jin di nav wana de nîn e. Lê grûp vê nêzikatiyê jî zelal dike; jin dikare beşdarî Tevgerê bibe. Tiştekî wisa jî heye ku, di nav grûbê de hevalên heyî nimûne dayîkên wan hene û alîkarî didin, xwişk an jî hevjînên wana hene û alîkariyê didin, xizmet dikin. Yanî destpêkê nêzîkatî ew e ku, jin dikare xizmet bike, her wisa dikare beşdar bibe.
Esas beşdarbûna jinê ya di nav refên PKK’ê de salên 1976-77’an çêdibe, ew jî destpêkê sala 1976’an Fatma (Kesîre Yildirim) bi awayek fermî beşdar dibe, sala 1977’ê jî hevala Sara (Sakîne Cansiz) bi awayek fermî beşdar dibe. Fatma jî, hevalê Mazlûm Doğan wê bi grûbê dide nasîn ango hevalê Mazlûm wê tîne. Wê demê pêvajoya ADYÖD’ê (Komeleya Xwendevanên Welatparêz, Demokratîk ên Ankara) heye. Di esas de ADYÖD di destê me de nebû, TSİP’ê (Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyê) ew ava kiriye, lê piştre grûbên şoreşger beşdarî ADYÖD’ê dibin û meyla wê ber bi şoreşgeran ve diçe. Hevalê Hakî Karer demekê tê de cih digire, Rêbertîatiya wê komaleyê dike, Fatma jî tevlî semînereke Rêbertî dibe, li wir guhdar dike û wisa nas dike.
Ji sala 1973 heya ‘75-76’an, êdî li ser tezên “Kurdistan mêtingeh e” xwe birêxistin dikin û bi navê Apociyan di nav xwendekaran de xwe birêxistin dikin. Li Kurdistanê jî bandor dikin. Di heman demê de esas di nav jinan de jî bandorbûnek çêdibe. Lê belê nakokî ne nakokiya cins e, nakokiya welat e. Çima? Ji ber îdeolojî ew e; Kurdistan mêtingeh e. Ango ev nakokiyeke netewe ye û jin jî ji bo wê dixwaze beşdar bibe û xebata rêxistinê destpê dike.
Esas sala 1976’an di civîna duyemîn a Grûba Îdeolojîk de biryar tê girtin ku êdî sefera gera li Kurdistanê destpê bike. Rêbertî diçe bajaran, civîn, semîner û têkiliyên xwe danasînê çêdike û sala 1977’an Rêbertî dizivire Ankara. Di encamê de nêzîkî salekê li Kurdistanê demeke seferberiyê tê jiyîn û wê demê beşdarbûn pir çedibin. Hevala Sara jî wisa tevlî Tevgerê dibe. Giraniya wê jî li ser sînorê Tirkiyê ye, ango Rojavayê Firatê ye. Sala 1979’an bûyera Komkujiya Mereşê, beriya wê bi ser de di bin navê nakokiyên Elewîtiyê de êrîş li ser dihat kirin. Hewldanên bişaftin, êrîşên fizîkî û hwd. li ser wî gelî tên meşandin. Kurdîtî destpêkê li wir tê windakirin. Li vê derê şerê giran di navbera faşîstan û sosyalîstan de destpê dike. Ji ber vê jî Rêbertî destpêkê li ser xwendekarên milê Qers, Meletî, Semsûr, Dîlok, Mêrdîn, Amed û cihên din digere. Wexta civîn çêdibin jin jî beşdar dibin û bandor dibin.
Destpêkê ji jinan re civîn cuda tên çêkirin. Hevala Sara di pirtûka xwe de behsê dike. Carekê li Dêrsimê 80 jin kom dibin û Rêbertî tê, ji wana re civînekê çêdike. Yek jî, di pîvana civakê de jin û zilam zû bi zû nayên gel hev û heman demê nikarin hemû pirsgirêkan li ser bingeha cins bigirin dest. Lê pêwîste bi awayek xweser jî li ser pirsgirêka jinê bisekinin. Nêzîkatiya jin di şoreşê de wê çawa rol bilîze, ferqa jin ji zilam wê çawa be dibe mijara nîqaşê. Bi bandora wan civînan profesyonel nebe jî, êdî gelek jin wekî sempatîzan, welatparêz tevlî xebatan dibin. Hevala Sakîne Karakoçan, Elîf Pazarcik di salên 1979-80’yî de beşdarî PKK’ê dibin. Karê wana her birêxistinkirina jinan e, ji bo ku jinan jî bibînin mecbûr in bikevin nav civakê. Nimûne; dema heval diçûn malbatan, zilaman karê siyasetê dikir û jinan jî karê xizmetê dikir. Ji ber vê yekê ji bo jinan birêxistin bikin bi wana re diçin mutfaqê, bi wana re firaxan dişûn, xwarinê çêdikin. Jinan bi vî şêwazî birêxistin dikin.
Di sala 1975’an de Nûray Erenler a ku ji Dêrsimê bû, yek ji sempatîzana me ye ku ji milê faşîstan ve hatiye şehîd xistin. Hevala Nûray yekser şehîd nakeve, çend rojan li nexweşxanê dimîne. Ez bawer im hevalê Cuma û hevalê Karasû behsê dikin û dibêjin, “Bavê wê pir qurnaz bû, xwedî li cenazeyê keça xwe derneket, em mecbûr man û çûn di nexweşxanê de me nobeta wê girt. Ji ber faşîstan lê daye ji bo êrîşa xwe temam bikin îhtimal heye faşîst herin, di nexweşxanê de wê şehîd bixin. Em çûn me nobeta wê girt, em bi mesref û pêwîstiyên wê yên tedaviye yên wekî xwîn dayîn, derman û hwd. re mijûl bûn.” Jixwe piştî du rojan şehîd dikeve. Ew bi xwe jineke sempatîzan e, ne kadro ye. Tevgera me ya Azadiya Jinê, şehîda xwe ya yekemîn bi vî awayî jineke welatparêz e.
Sala 1977’an hevalê Hakî Karer ji aliyê rêxistina bi navê Têkoşîn ve ku wekî Stêrka Sor jî tê naskirin, li Dîlokê tê şehîdxistin. Ew jî şehîdê PKK’ê yê yekemîn e. Her wiha cihê xwe di merheleyên gav avêtina grûbê de girtiye û wekî Rêbertiyê Tevgerê bû, bi qasî Rêbertî bandora xwe li ser Tevgerê hebû. Li hemberî wê şehadetê wê bersiva me çi be? Ew dihêle nêzîkatiyên Rêbertî li hemberî şehîdan êdî şekil bigire. Heman demê ferq dike ku ji ber faşîstan û hwd. nikarin şehîdên xwe pêşwazî bikin û li ser van esasan biryara têkoşînê digire ku grûb pêwîste bibe partî. Heya 27’ê Mijdara 1978’an partîbûn pêk tê û li gundekî Lîcê yê bi navê Fîs yekemîn kongreya PKK’ê, bi tevlîbûna 22 kesan tê lidarxistin. Di nav wana de 2 jin hene; hevala Sara û Fatma beşdar dibin. Êdî li wir manîfesto, bername û xebatên hwd. şekil digirin. Di wê demê de amadekarî hebûn, heta hevala Sara digot, ji wana re dibêjin ‘grûba keçan’. Hemû jî kadro û sempatizan in. Li ser jinê lêkolîn çêdibin, heta amadekariyên broşûrê dikin.
Divê li ser hevalên şehîd zêdetir bê sekinandin. Yek ji wana jî hevala Turkan e, semîner dide. Hevala Turkan, hevaleke xwediyê zanebûnekê bû, ji Karakoçanê û mamoste bû. Hevala Sara hingê li Kurdistanê digere, rewşa jinê dişopîne, dahûrandinan dike. Heta parvekirina erkan hebû di navbera hevala Sara, Meral Kidir û Ayten Ozturk de. Di wê demê de wekî komîteyek hevbeş in û der barê xebatên jinê de broşûrê derdixin. Ev jî xebateke pêşnûmeyê ye. Hevala Sara dixwaze di Kongreya PKK’ê ya 1. de encama xebatan parve bike, bi vî awayî destpêkê ji Fatma dipirse, ji ber ku wê ji xwe kevintir hesab dike û bibandor e. Lê belê bersiva Fatma wê demê bi rengê “pêwîst nake” çêdibe. Li ser van esasan jî hevala Sara tiştekê pêşkêş nake. Lê wê demê amadekariyên wan ên rewşa jinê di civakê de analîz bikin, mijara ku wê rizgarî çawa çêbibe lêkolîn bikin hene, pêşnûmeyek amade kirine.
Di wê kongreyê de hevala Sara û hevalê Cuma delegeyên Elazixê ne, bi xwe jî berpirsiyarên wir bûn. Bi erebeyên cuda cuda diçin, heman demê Fatma jî bi Rêbertî re qet naaxive, heçkû di navbera wana de tiştek çêbûye û aciz bûne. Dema diçin malekê, hevalên xort li odeyekê ne, cihek jî dane hevala Sara û Fatma. Hevala Sara jî di pirtûka xwe dibêje Rêbertî bi sermayek giran ketibû, ji Fatma re dibêje “em gazî Rêbertî bikin, bila were gel me biraze”, lê Fatma vê bersivê dide “na, gazî neke”. Di kongreyê de Fatma qet naaxive, tenê hevala Sara carekê diaxive, ew jî li ser mijarên giştî diaxive. Beşdarbûna jin a di Kongreya PKK’ê ya 1. de wisa çêdibe.
Di manîfestoya yekemîn a PKK’ê de şîroveyek wisa heye: “Qedera jin wekî qedera gelê Kurd e.” Ango çawa ku qedera gelê Kurd reş e, ya jinê jî ewqas reş e. Bi vî awayî şibandina hev heye. Dîsa pênaseyek wiha heye: “Pêwîste rêxistina jin a girseyî bê avakirin. Eger hedef avakirina Kurdistana Demokratîk be, wê demê pêwîste zextên hêzên feodal, komprador û hwd. ji holê rabin.” Ji bo ku ew beşên feodal ên komprador ji holê rabin divê jin azad bibe, ji ber ku herî zêde xwe li ser jinê ferz dikin. Dîsa wekî pênase dibêje: “Beşên biyanî xwestin beşên din bandor bikin, lê ya ku nedikarî bandor bike tenê jin e. Jin di serdema çînayetî de hatiye kolekirin.” Belavoka ji bo damezrandina PKK’ê hatiye amadekirin, ji bo jinê jî di manîfestoyê de nêzîkatiyek heye. Sala 1979’an piştî kongreyê Rêbertî hevala Sara erkdar dike. Ew bi xwe li navçeya Elazixê ye ji bo ku rêxistina jinan bê avakirin, bila amadekarî bên kirin, li gor wê grûb lêhûrbûn bike. Her wiha Rêbertî dibêje: “Huqûqa Roma bixwînin, lêkolînan li ser tecrûbeyên cîhanê bikin” û her wiha vê wekî xebatekê dide pêşiya wan ji bo ku bingehek çêbibe. Di sala 1979’an de ev kar destpê dike, feqet hevala Sara jî wê salê tê girtin, ji ber wê ev kar nîvçe dimîne.
Akademiya Şehîd Zîlan