Dîroka Tevgera Azadiya Jinê-16
Hevalên xuyayî yên sala 1992’yê şehîd bûne;
Hevala Rehîma Reş; ji Efrînê ye, rêxistin ji bo xebatê wê dişîne Siwêregê û Siwêreg jî wê demê qadek zehmet bû. Bi taybetî hîn di dema avabûna PKK’ê de şerê li hemberî Bûcakan çêbû, tam bi ser neketibû, serkeftineke nîv bi nîv bû. Yek jî, ew eşîra hevkarê dijmin bi awayek cidî cihê xwe tê de girtibû. Hevala Rehîme jî diçe qadeke ewqas zor kar dimeşîne, heta li wê derê komîteya jin ava dike. Sala 1992’yê li wê herêmê bi dijmin re dikeve nav şer û heya guleya xwe ya dawî şer dike. Paşê dijmin cenazeyê wê datîne ser ereba hespan û wê di nav bajêr de digerînin. Dijmin bi vê kiryara xwe dixwaze bibêje, “namûsa we ev bû”, wisa dixwazin wê teşhîr bikin, rencîde bikin û bi vî awayî îradeya gel bişkînin. Yek jî, pir balkêş e; niha hinek dibêjin “ev xebatê Bakur e, lazime hevalên Bakur biçin li wir xebatê bimeşînin, an jî divê nas bike…” Li cem Rêbertî nêzîkatiyeke wisa qet nebû. Berê, Rêbertî gelek hevalên ji Rojava rêkirine metropolên Tirkiyê, kar bi wana daye kirin. Li cem Rêbertî nêzîkatiyeke wisa neteweyî heye.
Hevala Çîçek (Geyîk Yetîm); Dawiya sala 1992’yan li Zagrosê di Ava Basya de şehîd dikeve. Di nav şer de rola xwe lîstiye.
Hevala Rengîn (Halîme Özhan); Dawiya sala 1990’an bi grûba xwe re tevlî dibe. Di meha Çile ya 1992’yan de li milê Çiravê ya Gabarê şehîd dikeve.
Hevala Bêrîvan (Emîne Boran) û Mizgîn (Ferîde Demîr); Ji milê Stewrê ya ser bi Mêrdînê tevlî bûne. Di meha Gulanê de li Stewrê dijmin cihê wana tespît dike û bi kîmyasalê van hevalan şehîd dixe.
Hevala Bêrîvan (Zînet Karaaslan); Di sala 1988’an de beşdarî partiyê bûye. Piştî Kongreya PKK’ê ya 4. diçe navenda Wanê ji bo civakê birêxistin bike û ji wana re pêşengiya xebatên serhildanan bike. Rola wê li wir pir diyar e. Sala 1992’yê dijmin li Wanê wê dorpêç dike, wisa dikeve nav şer û şehîd dikeve.
Hevala Mizgîn (Gurbet Aydin); Di 11’ê Gulana 1992’yan de li Bidlîsa Tetwanê şehîd dikeve. Ew bi eslê xwe ji Batmanê ye, di sala 1982’yan de rêxistinê nas dike. Destpêkê ji hevalê Mazlûm Doğan re kuryetiyê dike, wisa tevlî xebatan dibe. Her wiha di avakirina Koma Berxwedan de cihê xwe digire. Hem gerîla ye, hem fermandar e, hem jî hunermend e. Pir aliyên xwe yên wekî din jî hene. Jixwe li Ewrûpa ye û di 1988’an de derbasî Lubnanê saha Rêbertî dibe. Li wir perwerde dibîne, paşê sala 1989’ê weke berpirsiyara Mêrdînê derbasî herêmê dibe. Wê çaxê li Mêrdînê piraniya xwe xebatên eniyê tên meşandin, ji bo vê jî di nav rêxistina gel de roleke xwe ya diyarker heye. Piştre weke berpirsiyara Mêrdînê tê, tevlî Kongreya PKK’ê ya 4. dibe û pratîka Mêrdînê tê rexnekirin. Li ser vê pratîkê ji bo hevala Mizgîn rexne pêş dikevin. Esas mirov di wir de jî nêzîkatiya zilam a ji jinê re çawa ye, dibîne; esas hevala Mizgîn piştî dikeve lêpirsînê û derdikeve, bê çek derbasî eyaleta Garzanê dibe. Hevala Mizgîn pêvajoyek wisa giran jî jiyan kiriye. Destpêkê di xebatên eniyê de ye. Paşê hevalê Otomatîk Merwan û hevalê Xeyrî li Garzanê şehîd dikevin. Hevalê Kemalê Spêrtî li wir e û Rêbertî jê re dibêje, bila hevala Mizgîn were koordînatoriya eyaleta Garzanê bimeşîne. Li wir êdî di navenda Norşînê de di Newrozê de serhildanan pêş dixe. Gelê eyaleta Bidlîsê jî êdî wê nas dikin û di xebata eniyê de bandora xwe heye.
Balkêş e, Rêbertî hevala Mizgîn erkdar dike û heman demê ji ber ku Ferhat fermandarê Biryargeha Başûr e, ew jî yekî bi navê Mahîr ji bo heman erkê dişîne Garzanê. (Halbûkî Mahîr yekî tirsonek bû, di şer de ditirse û paşê direve, hewl dide li ser hevalan jî komployan pêş bixe.) Hevala Mizgîn û Roza bi hev re karê eniyê dimeşînin. Li Norşînê hevala Roza di malekê de ye, dijmin wê malê dorpêç dike, hevala Roza xwe bi demançeya xwe şehîd dixe. Bi vî awayî hevala Mizgîn diçe xebatên serhildanê bimeşîne. Heval dixwazin wê bikişînin, lê ji ber meha çile ye, berf e, nikarin wê bikişînin. Mala ku lê dimîne wê îxbar dikin, dijmin malê dorpêç dike. Hevala Mizgîn di nav şer de, li gel wê jî demançe heye û di encamê de xwe bi demançeya xwe şehîd dixe. Hevala Roza û hevala Mizgîn herdû ji bo nekevin destê dijmin xwe bi demançe xwe şehîd dixin. Her du heval jî bi fedaîtî û lehengî şehîd dikevin.
Hevala Dozdar (Kezban Kiziltoprak); Ji Amedê ye. Li Stenbolê di YKD’ê (Komeleya Jinên Welatparêz) de xebat meşandiye. Di sala 1992’yan de li Dêrsimê tevlî dibe. Di heman salê de meha Kanûnê di nav şer de bi 5 hevalên din re şehîd dikeve.
Hevala Rojîn (Hanim Özdemir); Ji Kahta ya Semsûrê ye. Li saha Rêbertî perwerde dîtiye. Di meha Cotmehê ya sala 1992’yan de li Malatya Doğanşehîrê şehîd dikeve.
Hevala Sakîne (Zeliha Toros); Ji Pazarcikê ye. Di sala 1988’an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dibîne. Paşê di xebatên bajaran de cih digire. Di sala 1992’yê de li Mereşê Turkoglu şehîd dikeve.
Her çiqasî em sal bi sal pêşketinên di nav Tevgera me de hatine jiyîn bidin jî, esas ji salên ‘90’an heta ‘95’an pêvajoyek e. Ev ferasetên em tînin ziman tenê aîdê sala 1992’yê nîn in. Dibe ku di karakterê salê de hinek pêşketinên cuda hene, lê ji sala 1990 heya 1995’ê bi vî awayî ye, ango gav bi gav rola jinê derdikeve pêş.
Akademiya Şehîd Zîlan