
Dîroka Tevgera Azadiya Jinê-14
Beşa Duyemîn
Pêvajoya Artêşbûnê Û Pêşketina Îdeolojiya Rizgariya Jinê
Di Serhildanan De Pêşengiya Jin
Der barê dîroka Tevgera me ya Azadiya Jinê de ku em salên 1990’an binirxînin; bi giştî di sala 1990’î de li cîhanê pêşketinên cuda hene. Rûsya bloqeke ji bo tevgerên şoreşger, têkoşîna neteweyî û hwd. Dibe ku yek bi yek piştgirî nedida, lê wekî bloq piştgiriyek bû. Ji bo eniya çep û beşên demokrat, tevgerên netewî wekî hêviyekê bû. Di salên ‘90’an de Rûsya Sovyetan sîstema xwe hilweşiya. Kapîtalîzmê bi vê hilweşînê re serkeftina xwe ragihand. Êdî dunya ji du qutûban bû yek qutûb. Ev pêşketinek cuda bû. Li ser wî esasî wê demê rêveberiya Amerîka diguhere, Clînton tê ser rêveberiyê û hemleya xwe ya yekemîn li ser Rojhilata Navîn pêş dixin. Li Iraqê alozî derdikeve, Şerê Kendavê diqewime. Kapîtalîzm, serkeftina xwe îlan dike û ji bo xwe hîn pêşve bibe amadekariyên mudaxeleya li ser Rojhilata Navîn dike. Elbet hilweşîna Rûsya Sovyetan di hinek tevgeran de bêhêvîtiyê pêş dixe, şerê qutûban bi dawî dibe. PKK jî her diçe asta têkoşîna xwe bilind dike, tevgera me wekî hêvî ji eniya sosyalîzmê re pêşengiyê dike, wê valabûna heyî dadigire. Ev pêşveçûn hem bandorê li nav me dike, hem jî dihêle Tevgera me wekî hêvî bandora xwe li ser hawirdorê xuyayî bibe.
Li ser vî esasî di sala 1990’an de êdî PKK civakî dibe, bi kadroyan re sînordar mayînê derbas dike. Beriya wê grûbekê destpê kir, bû partî, di çiyê de xwe birêxistin kir, hêdî hêdî xwe di nava gel de jî birêxistin kir û di salên ‘90’î de gihîşt asteke herî bilind. Heta di salên 1992-93’yê de ev hevsengî berdewam dike. Di asta stratejiya şer de em vê wekî merheleyekê dinirxînin. Çima? Ji ber êdî dijmin nikare me tune bike, em di herêmê de wekî aktorekê derdikevin holê. Ev ne pêvajoyek e ku tu hêsan bigirî dest, pêvajoyeke karaktera xwe wisa ye.
Berê jî me anî ziman ku piştî salên 1987-88’an li Tirkiyê Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin, êrîşên GLADYO, NATO û yên sîstemê dikevin dewrê. Meylên bi vî awayî hene, lê em wekî rêxistina PKK’ê di qada navnetewî de tên nîqaşkirin. Di wê demê de hêzên Modernîteya Kapîtalîst ku dixwazin mudaxelê Rojhilata Navîn bikin, li pêşiya wana kî asteng e? PKK ye, ji bo wê amadekarî dikin, dinêrin ku nikarin bi vî awayî PKK’ê hilweşînin. Vê carê çi digotin? “Ji PKK’ê re erê, ji APO re na!” Ji ber xeta Rêbertî cuda ye, alternatîf e, wisa dikin hedef. Di encamê de dixwestin bi riya çeteya navxweyî dest bavêjin PKK’ê jî.
Me berî niha jî behsa Şener kiribû; di zîndanê de meylên tesfiyekar, marjînal, ferasetên derveyî xeta partiyê ferz dike. Li aliyê din, Şener ji bo ji Hareketê re rêbertiyê bike tê amadekirin. Mînak; di wê pêvajoyê de Şener ji zîndanê derdikeve. Ya rastî ev konsepteke wisa ji rêzê nîn e, her tişt bi zanebûn çêdibe. Şener, piştî derdikeve diçe saha Rêbertî, li wê derê rêbertiyek sexte pêş dixe. Herî zêde jî dixwaze jinê bi kar bîne. Esas hedef ev e, here tevahî qadên rêxistinê têxe destê xwe. Di wê demê de li Ewrûpa hevalê Fuat û hevalê Abbas tên girtin û darizandin. Rêbertî dibêje, esas ev jî amadekariya vê bû. Hêzên navnetewî dibêjin, “eger em îradeya wan teslîm bigirin, em ê xeteke sexte bi rêbertiyek sexte bidin avakirin. Em bi êrîşên wisa re rû bi rû bimînin jî, li kêleka vê Tevger roj bi roj fireh dibe, girseyî dibe. Ji bo wê em vê pêvajoyê heta ‘93’yan di aliyê Tevgera xwe de wekî pêvajoya serhildanan bi nav dikin.
Di dîroka Tevgera me de çar qonaxên serhildanê hene:
Qonaxa 1.- Serhildana gel a bi çalakiyên Hîlwan-Siwêregê destpê bûyî. Ev rabûneke girseyî ye, tenê bi çalakiyên kadro re sînordar namîne.
Qonaxa 2.- Serhildanên ji pêvajoya 1989’an heya 1992-93’yan didome ku, em bi esasî jê re dibêjin Pêvajoya Serhildanên ‘90’î. Ev pêvajoya serhildanan ji Cizîrê destpê dike, heya Nisêbîn, Amedê belav dibe.
Qonaxa 3.- Pêvajoya Komploya Navnetewî ya li ser Rêbertî ye, ew jî ji sala 1998’ê heya sala ‘99’ê didome. Karakterê vê serhildanê cuda ye û her çar perçeyên Kurdistanê digire nava xwe.
Qonaxa 4.- Pêvajoya serhildanên Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Ev qonax esas bi sala 2011’ê re destpê dike, sala 2012’an bi pêvajoya Şoreşa Rojava re digihe lûtkeyê. Dîsa sala 2012’an pêngavên gerîla di qadên çiyê de destpê dikin, bi esasî li Bakurê Kurdistanê jî bi sala 2015’an destpê dike, heya 2016’an didome. Bi cewherî ev qonax ji sala 2011’ê destpê dike û heya sala 2016’an didome.
Van serhildanan mohra xwe li dîroka me ya têkoşîna azadiyê dane. Ji bo wê em dixwazin hinekê li ser pêvajoya sala 1990’î bisekinin.
Ji serhildanên yekemîn ên herî mezin çêbûne li milê Kerboran, Hezex û deverên din destpê dike, lê vana ji gerîla qut nîn in. Di wan pêngavan de esas êdî gel û gerîla dibin yek. Ya yekê, sala 1988’an li çiyayê Bagokê şerekî dijwar diqewime û berxwedana hevala Ayten mohra xwe li wî şerî dixe. Heta stranek bi navê “li Mêrdînê li Bagokê, şer dewam kir şev û rokê” li ser wê bûyerê heye. Hevala Ayten bi eslê xwe ji Nisêbînê ye û fermandara eyaleta Mêrdînê ye. Hevalê Sabrî endamê yêdek ê Navenda Partiyê ye. Du grûb ji hev cuda ne û dikevin nav şerekî dijwar, heya gel yekser li wan temaşe dike. Mêrdîn jî cihekî wisa ye gerîla nêzîkî navçe û gundan e, ji ber wê gel her tiştî li ber çavên xwe dibîne û xwe jê dûr naxe. Ew jî dibe wesîle ku serhildan destpê bike. Cara yekê li wir çeka afarof (weke BKC’yê ye) tê bikaranîn, heval wê çekê ji saha Rêbertî tînin. Wê wextê ew çek tune bûn, hevalan bi zorê qilêşek peyda dikirin, ji bo wê qîmeta vê çeka afarof cuda bû. Bi giştî li wir 8 hevalên me şehîd dikevin û di sala 1988’an de li Nisêbîn, Hezex û Kerboranê gel radibe serhildanê.
Li eyaleta Mêrdînê Stewrê jî sala 1990’î 13 heval bi komployekê tên jehrkirin û şehîd dikevin. Di wê bûyerê de hevalê Kamûran, Dundar û hevalên din şehîd dikevin û gel xwedî li cenazeyê hevalan derdikeve. Li wir yekbûna gel û gerîla çêdibe. Ev şer li ser Nisêbîn, Cizîr, Kerboran û derdorê bandor dike.
Li Cizîra Botanê hevala Bêrîvan (Binefş Agal) heye. Ew bi xwe ji Batmanê ye, heman demê Êzidî ye. Xwişka wê li Ewrûpa zewicî ye, diçe gel xwişka xwe û ji wir tevlî Partiyê dibe. Li Ewrûpa heya demekê di nav xebatan de dimîne, paşê derbasî saha Rêbertî dibe û li Rojava jî di nav gel de xebat dike. Ji ber wê hemû gelên herêmê wê nas dikin. Di xebatên birêxistinkirina gel de pêşengiyê dike, bandora xwe dike. Meha Çile ya 1989’an wê biçin bi 2 milîsan re civînekê çêbikin, lê yek ji wan sîxur e. Dema wê bi rê bikevin ew kesê sîxur jê re dibêje, “ji ber xeter e di rê de çekê nebe, ez ê paşê bidim te.” Ango çekan digire û ji hevala Bêrîvan û wî kesê milîs qut dibe. Ew sîxur îxbar dike. Ji bo ku hevala Bêrîvan û ew kesê milîs bikaribin xwe veşêrin xwe didin malekê, lê malbat nizane çi bûye. Zilamek extiyar heye, dema polîs bi cilên sivîl tê û pê re kurmancî diaxive û dibêje, “Zilamekî jina min revandiye, hatine van derdoran. Te nedîtiye?” Li ser vê ew zilamê extiyar cihê wan eşkere dike, yanî nizane ew heval e. Di encamê de dijmin wan dorpêç dike, lê ji ber çek bi wana re nîn e sax dikevin dest. Bi vî awayî dijmin zêde êşkenceyê li wan dike. Hevala Bêrîvan her dema êşkence dibîne qîr dike ku gel pê bihese û rabin. Jixwe bi êşkenceyê şehîd dikeve û cenazeyê wê bi panzêrê ve girê didin, ji bo bibe îbret wê di bajêr de digerînin. Niha gelê Cizîrê vê bûyerê ji xwe re wekî rûreşiyê dibîne, xwe deyndarê şehadeta hevala Bêrîvan dibîne, ji ber ku îxbar li gel wan çêbûye, li wir tê girtin, êşkence dibînin û tên qetilkirin. Yek jî hevalek jin e û nirxê civakê li beramberî wê heye. Dijmin jî bi her awayî dixwaze bi cenaze bilîze, ji ber wê mijarên namûs û hwd. hemûyan binpê dikin. Li ser van esasan salên salvegera şehadeta hevala Bêrîvan gel ji bo wê radibe serhildanê. Keda wê pir çêbûye, kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal geriyaye, gel birêxistin kiriye û gel wê nas dike. Şehadeta hevala Bêrîvan jî dibe wesîle ku gel rabe serhildanê. Ha wê demê li Cizîrê serhildanek mezin tê lidarxistin, her wisa rabûnên li Cizîr û Nisêbînê wekî pêlekê pêş dikeve û li tevahî Kurdistanê, heya Ewrûpayê belav dibe. Girseya me ya li Ewrûpa ji sala 1992’yê heya ‘94’an ku di vê navberê de çalakiya hevala Ronahî û Bêrîvan pêk tê, pêvajoyeke serhildanan e.
Piştî Cizîrê, vê carê li navçeyên Amedê Kulp û Licê serhildan çêdibin. Zivistana 1991’an di araziyê Pasûr (Kulp) û Mûşê de, serê sibê di berfê de 13 heval li Serê Spî şehîd dikevin, di nav wana de hevalê Şêxmûs hebû. Hevalekî bi nav û deng e, daweta xwe dike, paşê hevjîna xwe digire û tên tevlî Partiyê dibin. Gelê Pasûrê dixwazin biçin xwedî li cenazê wan derkevin, rexmê giştî arazî berf e û çiyayî ye jî gel heya Serê Spî diçe. Ev serhildana gel jî li ser esasî xwedîderketina li cenazeyê hevalan pêk tê, ango êdî Amed pêla serhildanê dewr digire.
Bibe dildariyekê azadiyê ya mezin
Di vir de ya herî girîng, di hemû perçeyan de her jin pêşengiya van serhildanan dike. Jixwe ya ku dihêle PKK girseyî bibe, gel rabe ser lingan pêşengiya jin e. Elbet têkoşîn heye, hevalên xort tevlîbûna xwe hene, şer dikin, bi giştî kedek heye, lê bi qasî jinê bandora xwe li ser civakê nîn in. Êdî exlaqê jiyana PKK’ê civakê bandor dike, sekna jinê bandor dike. Bêguman ev kedek mezin e, gel li ser vî esasî radibe serhildanê. Divê tevgera jin wê pêvajoyê wekî perçekî ji dîroka xwe binirxîne.
Sala 1990’ê 21’ê Adarê di Newrozê de hevala Zekiye Alkan li ser sûrên Amedê agir berdide bedena xwe. Cara yekê di zîndanê de hevalê Mazlûm Doğan bi peyama “Em Newrozê bi bedena xwe pîroz dikin”, bi 3 kibrîtan temsîla wê dike. Ya rastî ew jî pêlek e, belav dibe. Yek jî li Amedê ji ber bandora agirê ku Mazlûm Doğan pê xistiye, li wir bû û bi Zekiye Alkan re domand.
Zekiye Alkan, bi eslê xwe ji Dêrsimê ye. Esas malbata wê koçberî Erzîncanê bûye û li wir mezin dibe. Demekê bi malbatê re li Îzmîrê jiyan dike. Lêgerînên xwe yên nasnameyê pir xurt in. Fakulteya Tenduristiyê (TIP) dixwîne, li nexweşxaneya TIP a girêdayî zanîngeha Dîcleyê, li ser derî wê demê wêneyê hevala Zekiye Alkan daleqandîbû. Li Silêmaniyê peykerê wê çêkirine. Wê çaxê fakulte di destê xwendekarên welatparêz de bû, ji bo vê kesî nedikarî zêde mudaxele bike. Hevala Zekiye hevalek ji rêzê nebû, bi moral bû, zindî bû û redên xwe hebûn. Jê re digotin “Zekiya Entel” ango zanebûna wê ya entelektûel pir bû. Dema çalakiya xwe dike dibêje, “Agirê Newrozê herî baş wê di bedena însanan de bişewite.” Esas ev çalakiya bedena xwe şewitandinê destpêkê ye.
Der barê hevala Zekiye de nirxandinên Rêbertî hene. Li ser wê dibêje, “Mazlûm çawa ku di zîndanê de li hemberî teslîmiyeta li ser Partiyê tê ferzkirin çalakiyek mezin e û bi şehadeta xwe dibe serkeftina vê, berxwedana Zekiye Alkan jî dibe derbaskirina tepisandin, tirs û bêçaretiya li ser Amedê, her wisa li ser tevahî Kurdistanê û gelê Kurd hatî ferzkirin. Herî kêm têkiliya vê bi wê re çêdike, dixwaze xwe derbasî berxwedaneke wisa bike.
Tê gotin rêheval Zekiye, hewl daye bibe jineke azad, lê belê ev bi ser nexistiye, tengav bûye, li hemberî vê bihêrs bûye û adeta wisa dom kiriye, tam jî di pêvajoyek wisa de serî li çalakiyek wisa dixe. Ji bo me ev hîn watedar e. Ji xwe keseke rihet û ji xwe bawer çalakiyeke wisa mezin nake. Keseke ji xwe memnûn, dildara xwe qethiyen çalakiyek wisa nake. Lêgerîna wê ya jina azad girîng e. Ev lêgerîn nehada destpêkirin ji xwe gengaz nebû çalakiyek wisa bike, ji bo wê cesaret bike.
Lê belê tam negihîştina çareseriyê jî divê bi wate were pêşwazîkirin. Ji ber şerê azadiyê, çalakiya wê dê hîn bi rêxistinî bike, hîn bi plan pêş bixe. Lê cardin dixwaze bibe çalakiyeke mezin, bibe dildariyeke azadiyê ya mezin. Vê jî, di Newrozê de li ser sûrên Amedê xwe dike meşale, wisa îlan dike. Dîsa mirov dikare bibêje watedar e. Jinbûna wê hîn zêde tê fêmkirin. Ji ber însan encex gava nakokiyeke wisa zêde bijî dikare bigihe wê cesaretê.
Di rastiya rêheval Mazlûm de jî ev heye. Ew dibe ruhê partiye, dibe ruhê berxwedana mezin a partiyê. Li wir êdî însanek heye, ev jin e yan jî zilam e, qet girîng nîn e. Li wir berxwedana însan a herî mezin, çalakiya wê ya mezin mijara axaftinê ye. Di vir de jî jinbûna wê hîn watedar e. Çima? Ji ber Amed bi xwe ji jineke fahîşe ya herî zêde weriyayî rewşeke hîn xirab dijî. Yanî zilamtiya di wir de ji jinê hîn xirabtir e, di rewşeke hîn jêr de ye. Esas ji fahîşeyekê hîn xirabtir e. Teqez ger em ê behsa bandoreke Amedê bikin, an jî em ê bêjin cihekî navenda Kurdistanê ye, dema nirxandina jina fahîşe tê kirin, tê xwestin ku sînorê ketinê were xêzkirin, Amed di wan şert û mercan de ciheke ku hinekê jî dişibe vê yekê. Tê evqas bibî navenda mêtingeriyê, tê evqas bêdeng bimînî û her roj evqas bê perçiqandin, bê tecawuzkirin: Ev, ji derveyî jina fahîşe tu wateya xwe nîn e. Ji vî alî ve destgirtina wê dibe ku bibe mijara axaftinê. Li hemberî vê mutleqa nerazîbûnek pêwîst e. Nerazîbûna jina fahîşe yan jî jina ketî tê fêmkirin. Li gorî ku Amed wisa bûye, li hemberî wê divê nerazîbûnek were raberkirin. Di vê şehadetê de mutleqa bandoreke vê li ser heye.” Tabî li cihekî wekî Amedê lidarxistina çalakiyek bi vî rengî hîn watedar e. Vê dema dawiyê hinek dayîkên gerîla çûbûn, li ber bînaya partiyê rûniştibûn, zarokên xwe dixwestin. Rêbertî ji bo wê jî got, ev fahîşetî ye. Ya rastî bedena xwe firotina dijmin e, teslîmbûn e, lewma dibêje navenda Amedê ku wekî pozîsyon xwe difiroşe, di cihekî wiha de çalakiya hevala Zekiye li beramberî wê bersivek e.
Sala 1991’an Kongreya PKK’ê ya 4. tê lidarxistin. Cara yekem kongreyeke Partiyê li welat pêk tê, yên din hemû li saha Rêbertî çêbibûn. Bi bandora serhildanan tevlîbûnên ji bo gerîla gelekî zêde bûn. Asteke xwe girtiye, hedefa artêşbûna gerîla mezin dibe û fermandarî zû pêş dikeve. Rêbertî heta ji bo vê pêvajoyê pênaseya “nexweşiya zû desthilatbûnê” dike. Hêja ye mirov tehlîlên vê bike. Hinekê bandora kesayetên Kurd hene. Nimûne; dema derfet dibînin xwe winda dikin. Dîsa mezinbûna Tevgerê wana dixe hewayek cuda. Berê ku meyla tesfiyekaran heye, vana meylên şaş ên wekî zû bûyîna desthilat dimeşînin. Ew jî dihêle perspektîfên desthilatdariyê di Kurdistanê de belav bibin. Heya salên 1993’yan Tansu Çîller îtiraf dike, wiha dibêje: “Me esas li Kurdistanê desthilatdarî winda kiribû.” Fermandarek bêy ku kesayetek pijiyayî be, di warê xetê de xwe zelal bike zû dibe fermandar. Bi derfetên şoreşê yên çêbûne xwe bi wana dixapîne, serkeftinên ku hene wek ên xwe dibîne. Rexmê hejmara gerîla zêde bûye jî, derfetên ji bo çalakiyan nehatin nirxandin. Ji bo vê êdî ev kongre dixwaze hemleyeke nû pêş bixe. Hejmara gerîla êdî zêde bûye, di şer de dipije, astek çêdibe. Rast e bandora civakê li ser tevlîbûnan çêdibe, lê êdî şerê hundirîn destpê dike, nakokî zêde dibin û ev nakokî ji bo pêşveçûnê girîng in. Nakokî bingeha pêşketinên nû jî ava dike. Mixabin rexmê derfet hene jî, çalakiyên pir mezin nayên kirin. Halbûkî derfet heye, şert û merc guncaw in, dikarin pêş bixin. Li Rojhilata Navîn giştî valahiyeke otorîteyê tê jiyîn. PKK aktorê şoreşê ye, dikare şoreş bike û derfet heye, lê ew baş nayê nirxandin.
Gel radibe ser lingan, diviyabû parastina vî gelî bihata kirin. Sala 1992’yê li Şirnexê komkujî tê kirin, lê parastina gel pir pêş neket, ji ber wê Rêbertî heya roja îro rexneya wê dide. Dijmin bi tankan, bi panzêran dimeşe ser gel; zarok, jin, ciwan şehîd dikevin. Erê gerîla û gel bi hev re rabûn, lê bes gerîla ne di pozîsyona parastina gel de bû. Ev rewş bi giştî di Kongreya PKK’ê ya 4. de tên nirxandin. Bêguman ev kongreya ku Rêbertî kom dike, vê rewşê dinirxîne. Derfetên hene wê çawa bên nirxandin û bifetilînin şoreşê? Nexweşiyên zû desthilatbûnê wê çawa bên mehkûmkirin? Li hemberî wê alternatîf çi ye? Gerîla ji bo rabûna gel, wê çawa wan pêşwazî bikin, çawa parastina gelê serhildanan bikin? Ev di kongreyê de tên nirxandin. Rêbertî bi xwe ne amade ye, lê belê li ser esasê perspektîfên Rêbertî pêş dikeve. Dîsa ev kongre bi dirûşmeya “Serhildanên Gel û Gerîlabûnê” pêk tê. Esas gerîlabûn tê destgirtin.
Rêbertî, rewşên ku li herêmê hene dinirxîne. Di wê kongreyê de rapora polîtîk pêşkêş kiriye. Tê pênasekirin ku Sosyalîzma Pêkhatî çima hatiye hilweşandin, rastiya cîhanê çi ye, qeyrana li Rojhilata Navîn pêş ketiye çi ye, Rêbertî piranî li ser wana disekine. Mirov wisa dikare li Kurdistanê gerîlabûnê pêş bixe û wê bizivirîne şoreşê û şoreşgeriyê pêş bixe. Di vê Kongreyê de Şener di komîteya amadekar de ye û li ser navê wê komîteyê bi însiyatîfa xwe nameyekê ji Rêbertî re dişîne. Di kongreyê de bi xwe jî di dîwanê de ye. Esas Rêbertî bi wê nameyê fêm dike û dibêje: “Şener kongre girtiye destê xwe, hakimiyeta xwe li ser Kongreyê çêkiriye”. Li ser vî esasî Rêbertî mudaxeleyê kongreyê dike û wê dîwanê diguherîne ji bo kongre di bin siya Şener de nemeşe.
Dîsa ferasetên komploger û feodal tên nirxandin. Ferasetên çîna burjûva ku xeta me lîberal dikin, têkoşîna xetê nade rûniştin, li ser van tê sekinîn. Bi taybetî texrîbatên hatine çêkirin, berpirsiyarên wana kî ne, ev hinekê tê tespîtkirin. Rêbertî, yek jî dixwaze pêşî li dadgehkirinên bêmaf bigire. Pir kesan bêy ku agahiya Rêbertî pê hebe, bêy ku were pejirandin hinek di bin navê sîxuriyê de, hinek di bin navê têkiliya jin û zilam de hatine qetilkirin. Bi vî awayî rexmê dikare van pirsgirêkan çareser bike jî, bi şêwazê cuda qetil dikin. Rêbertî mudaxelê van ferasetan dike. Rêbertî di kongreyê de biryar digire êdî bêy agahiya Wî tu cezakirin, dadgehkirin neyê kirin. Bi vî awayî tedbîr tên girtin. Ji gel re jî bi heman rengî ye. Jixwe ev êrîşên dijmin in, dijmin dixwaze di nav gel de çetetiyê pêş bixe. Ev meylên derveyî xeta me pir in. Mînak; îro hevalên fermandar hene, lê di wan deman de pêşengiya van meylan dikirin. Mesela, hevalek di gundekê de şehîd biketa, diçû ew gund dida ber guleyan. Ji bo vê jî qanûna leşkerî salekê tê sekinandin. Jixwe bi dilxwazî tevlîbûn heye, wekî tedbîr salekê tê rawestandin. Kongre biryara heya niha yên ku çete bûn, efûya xwe bixwazin wê bên efûkirin digire. Di netîcê de ev kongre bi îdîa bû. Hem ji aliyê gerîla ve, hem jî ji aliyê rêxistina girseyê şoreşê hedef dike.
Di Kongreya 4. de yek jî, ji bo gerîla wekî terz biryara çêkirina qadên rizgarkirî tê girtin, paşê wisa tê binavkirin: “Qadên sor, qadên zer û qadên spî”. Ango qadên sor bi giştî bên paqijkirin, tê de ji derveyî gel dijmin nemîne. Hakimiyet di destê gerîla de ye. Qadên zer nîv bi nîv in; hem gerîla, hem dijmin tê de heye. Qadên Spî jî dijmin tê de hakim e û gerîla jî tê de veşartî xebatên xwe dimeşîne. Yekîneyên gerîla divê bên birêxistinkirin, mezinkirin. Yên ku tevlî bûn şehîd Cahîde, şehîd Mizgîn, hevala Sakîne Karakoçan, Aysel Çûrûkkaya û çend hevalên din jî hene. Ev kongre komîteya navendî ya PKK’ê diyar dike, hevala Sakîne Karakoçan jî tê de cih digire. Lê paşê kongre, civîna wê komîteyê çêdike û kes ji hevala Sakîne re nabêje tevlî civînê bibe. Ev hemû girêdayî ferasetên paşverû ne, pêwîstî nabînin wê beşdar bikin. Hevala Sakîne wan rojan wiha pênase dike: “Wana civîna komîteyê çêdikirin, min jî di mutfaqê de savara pîvazkirî çedikir.” Rexmê di kongreyê de hatiye hilbijartin jî, wisa nêzîk dibin. Berê me anîbû ziman, jin biçûk dîtin, cidî negirtin, nêzîkatiya jin nebe jî dibe û hwd. wisa ji rêzê derdikevin. Bi qismî li eyaletên din gerîla heye. Esas piştî kongreyê biryar hat girtin ku bi fermî ji eyaleta Botanê gerîla xwe li hemû qadên Kurdistanê belav bikin. Hêz diçe Garzanê, Amedê, heya Dêrsimê. Dijmin jî difikire qey gerîla piranî di Botanê de ye û wê di wir de gerîla bifetisîne û biqedîne. Ji ber vê esas ev biryar ji bo valaderxistina hedefên dijmin e.
Bi giştî sala 1991’an girîng e. Ji ber ku Şerê Kendavê di wê salê de tê jiyîn. Bê guman ev şer wê çi encamê bi xwe re derxîne, em jî dibêjin an em ê wê firsendê binirxînin û bizivirînin şoreşê, ji ber ku ji derfetên şoreşê re jî mudaxele çêbûne. Nimûne; li Sûriyê çawa mudaxele çêbû, me jî zivirand şoreşê û niha li giştî Kurdistanê derfeta şoreşê heye. Wê demê jî wisa bû, ji ber dema mudaxela Kendavê dike, ji bo mudaxelekirina xwe bide rûniştin kê asteng dibîne? PKK’ê ji xwe re asteng dibîne. Bi vî awayî konsepta xwe ya êrîşkirina ser Tevgerê pêş dixe. Di destpêka sala ‘91’an de cara yekê li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî çêdibin. Tirkiye jî li ser operasyonên derveyî sînor nîqaş dike, plan dike û dikeve rojevê. Ya rastî ev konsepteke navnetewî ye, ne tenê Tirkiye ye. Ji bo ku bikaribin PKK’ê biperçiqînin ne tenê Bakur, dixwazin derveyî sînor jî biperçiqînin. Dixwazin bi şerê Kendavê re Iraqê biperitînin, jinûve ava bikin. Hedefa wan herêmên Kurdan e, Şiî ji hev cuda kirine, li beramberî wê serhildanên gel jî hene. Gelê Başûr radibe serhildanê. Li Başûrê Kurdistanê rexmê hêza herî birêxistinî PKK ye jî, em vê derfetê nanirxînin. Ji ber ew perspektîfa me ya ku em Başûr jî daxilê şoreşê bikin nîn e, perspektîfên me teng in, nêrînên me teng in. Wekî em ê şoreşê tenê li Bakur çêkin heye, em ê şoreşa Başûr çêkin nagirin dest. Ji bo wê nazivirînin şoreşê. Tu dibê qey em ê şoreşê û serhildanan tenê li Bakur pêş bixin, lê Başûr jî perçeyek ji Kurdistanê ye.
Wê demê hêzên YNK’ê û PDK’ê rêveberiyên xwe hemû derve ne, çûne xwe spartine hêzên derve. Hin hemleyên me yên leşkerî pêş dikevin û hem li hemberî êrîşan heya wê demê me Zaxo jî girtiye, bi riya hevalê Sadiq Omer gel jî tevlî dibe, Zaxo dikeve bin kontrola me. Lê perspektîfeke me ya wisa tune ye. Paşê dewrî PDK’ê û YNK’ê dikin. Wekî tenê ew hêzên Başûr in nêzîkatî derdikeve. Feqet ji ber ku perspektîfên me bi vî awayî nebûn, çekan radikin û dewrê PDK’ê dikin. Ango hêz a wan e û divê em radestî wan bikin. Ji ber ku Sadiq Omer wana li Heftenîn bi me re bûn, PDK hîna wê malbatê nagire nav xwe.
Di heman salê de çalakiyên qereqolên Êrîş û Mawa (Zagros) çêdibin. Em hedefên xwe yên rizgarkirina qadan, rakirina qereqolan, îmhakirina wana pêk tînin. Heya vîdeoyên çalakiyên Êrîş û Taşdelen hene û di nav gel de jî dihatin guhdarkirin. Hêdî hêdî hevalên jin tevlî çalakiyan dibin, yek ji wana jî hevala Çîçek (Geyîk Yetîm) e.
Ber bi dawiya salên ‘91’an ku îro em dibêjin Qadên Parastina Medya, wê demê wekî Zagros tê binavkirin, êdî li wir yekîniyên xweser ên jinê tên avakirin. Ev jî ji bo artêşa me dibe bingehek. Bi taybetî li qadên Heftenîn, Xakûrkê, Avaşîn û Zagrosê ji taximan heya yekîneyên jin ava dibin.
Pêlên serhildanan berdewam dikin, ji Newrozê destpê dike, heta 15’ê Tebaxa sala 1991’an pêl bi pêl rabûna gel heye. Pêlên serhildanên Nisêbîn, Cizîrê çêdibin. Dema Vedat Aydin tê qetilkirin di 10’ê Tîrmeha 1991’an de li Amedê serhildanên pir mezin çêdibin. Dijmin jî wekî bersiva van serhildanan dest bi komkujiyan dike. Ji bo vê ceribandinan li ser gel dike û dinêre ma wê parastina gerîla bi çi awayî be. Gel bi girseyî rabin, ew ê bikaribin xwe biparêzin, an na? Vê yekê di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de diceribînin, tîmên taybet eşkere guleyan li gel direşînin. Piştî wê esas komkujiya mezin li Şirnexê dikin. Di encamê de sala 1991’an ji bo gerîla du qadên navendî çêdibin; yek Qadên Parastina Medya ango Zagros, yek jî Botan wekî navendî bi navê biryargehê tê birêxistinkirin. Her wiha taktîkên şer, serdegirtinên qereqolan çêdibin û her çiqasî nêzîkatiyên feodal jî hene hevalên jin beşdarî van çalakiyan dibin. Li Botanê jî taximên hevalên jin ên xweser çêdibin û li eyaletên din hevalên jin cihê xwe digirin. Her wiha xebatên Rêbertî didomin. Li Şamê malên lêhûrbûnê hene. Bi vî awayî dixwaze xebata jin di asta stratejîk de bigire dest. Dixwaze bingeha artêşbûnê ava bike, bi perspektîfan kadro amade dike.
Hêdî hêdî kadro ji zîndanan derdikevin, bi taybetî hevala Sara di sala 1991’an de ji zîndanê derdikeve û tê saha Rêbertî. Wekî me berî niha jî anî ziman, Şener jî beriya wê derdikeve, hedefên wî hene û li saha Rêbertî xebatên xwe aktîf dike. Hewl dide li sahê xeta Rêbertî vala derxîne û ya xwe pratîk bike. Heman demê li Rojava di nav gel de kar dike û li wir xwe birêxistin dike. Hîna jî li Qamişlo û Dêrikê malbat in hene, ji wana re dibêjin “Malbatên Şenercî”. Mehmet Şener herî zêde bi riya jinê xwe birêxistin dike. Ceribandina destpêkê li ser hevala Sara di zîndanê de destpê kiriye. Hevala Sara jixwe di pirtûka xwe de behsê dike, ji ber ku zehmetî dikişîne. Ji bo dahûrandina vê pêvajoyê heya salên 1998’an li saha Rêbertî dema Bîrdoziya Azadiya Jinê tê îlankirin panelek tê çêkirin. Li wir her heval ji cihekê ye, ji perçên cuda cuda ne. Ji bo bernameya televîzyonê tê amadekirin û li wir Rêbertî ji bo hevala Sara dibêje; “Jixwe keça me, di warê hestan de ew jî dikeve bin bandora tesfiyegeriyê, em tengav kirin.” Ew bername çawa xilas dibe, hevala Sara ji ber rihet nêzîkî Rêbertî dibû jê re dibêje, “Rêberê min, ez ê kengî ji vê rewşê rizgar bibim.” Rçbertî jî wiha bersiv da: “Rizgarbûn wisa hesan nîn e”. Yanî Rêbertî van bûyeran dîrokî digire dest. Rêbertî vê pêvajoyê wekî dîrok digire dest. Ev pêvajo nayê înkarkirin. Dîsa dixwest encam bê derxistin. Jixwe wê jî dixwest her vê pêvajoyê dahûrîne, encam jê derbixe.
Şener li Rojava jineke bi navê Dîcle Qamişlo birêxistin dike. Dîcle diçe saha Rêbertî perwerdê dibîne, li wir xwarinpêja Rêbertî ye û dixwest jehr bide Rêbetî. Şener jî xwe ji bo asta Rêbertî amade dikir, li ser van esasan kar dike. Yek jî, di 25’ê Çileya sala 1990’î de hevalê Hemze şehîd dikeve, dibêjin bi qeza wisa bûye. Ew hevalê Hemze şehîd dixin, esas êrîşên xwe nêzîkî Rêbertî dikin û bi vî awayî Rêbertî tehdît dikin. Ji ber ku hevalê Hemze hevalê Rêbertî ê zarokatiyê bû. Wê demê jî hevalê Hemze di rêveberiya Akademiya Mahsûm Korkmaz de ye, ango van karen xwe li saha Rêbertî dike. Dema Şener di saha Rêbertî de ye, di mitîngekê de bi riya zarokekî not ji hevala Sara re dişîne, hevala Sara vê bi Rêbertî re parve dike. Rêbertî jê re dibêje, “Tiştek nabe, bersiv bide, ji bo em bikaribin wî bikşînin.” Paşê Dîcle deşîfre dibe, lê rexmê wê jî Rêbertî wê ceza nake û heya sala 1997’an jî li saha Rêbertî bû, piştre direve. Di şexsê wê de diyar bû ku Şener jinan hildibijêre. Jixwe piştî ku Şener jî deşîfre dibe.
Hevala Sara, di wê pêvajoyê de pir zehmetiyê dikişîne. Ji ber ku dema dikeve zîndanê hinek tevlîbûnên zewaca şoreşgerî hebûn û pêşveçûnên Tevgerê kêm zêde bandor li ser zîndanan dike. Hevala Sara di pêvajoya zîndanê ji pêşveçûnên nav rêxistinê qut dimîne, paşê perçe perçe dibin û wana dişînin cihên cuda cuda. Dema hevala Sara tê sahê, gustîlk di destê wê de ye, ew bi xwe dikire, yekê li gel xwe dihêle, ya din jî ji Şener re dişîne. Hevala Sara hevaleke ku şaşîtî bike jî, divê rêxistin bizanibe, ji ber ku xwe aîdê rêxistinê dibîne. Yanî şaşîtî hebin jî jê nareve, ewqas yekbûnekê bi Partiyê re jiyan dike. Ji ber wê dema tê sahê wê gustîlkê ji destê xwe dernaxe, dibêje, “Eger ez derxînim wekî ez vedişêrim”, ew jî difikire ku Şener beriya wê hatiye û wî bi Rêbertî re parve kiriye. Ji ber vê jî ew bi wê rihetiyê tê sahê.
Partî tiştek wisa ye, eger tu sûc bikî jî divê tu ji Partiyê re vekirî bî, ji ber ku esas sûcê herî mezin tiştekî xwe ji vê Partiyê veşartine, nexwe ew ê girêdana te bê lêpirsînkirin. Hestên beramberî Rêbertî pir cuda ne. Mesela, dibe ku haya wê ji ti pratîkekê nîn e, ya rastî tu xwe li beramberî Rêbertî tazî hîs dikî. Bi vî awayî di dahûrandinên xwe de tu dibêjî qey behsa te dike, wekî ew tiştê ku me veşartiye dizane. Ew jî dihêle êdî tu durist be li hemberî Partiyê. Ev jî çanda Apocî ye.
Piştî Rêbertî dibîne di hevala Sara de zelalî çêdibe, dibêje: “Dijmin xwest keça me biguhere, lê bi ser nexist. Me jî xwest em keça dijmin (li vir behsa Fatma dike) biguherin, me jî bi ser nexist.” Hevala Sara çi zehmetî bikişanda, xwe dispart Rêbertî. Dema wate nade mijarekê yekser direve gel Rêbertî. Her çiqasî Rêbertî pir xwezayî ye, hevala Sara wexta zehmetî dikişand xwe dispart Rêbertî. Di vî alî de pir vekirî bû. Hevala Sara xwe bi ferasetên paşverû re nedikir yek. Bi kesî re cesareta ku baz bidin ba Rêbertî û bixwazin nîqaş bikin tune bû, lê bi hevala Sara re ev cesaret hebû. Kengî zehmetî bikişanda baz dida ba Rêbertî.
Di sala 1991’an de dema hejmarek baş ji zîndanê derdikevin, Rêbertî dixwaze wan hemûyan kom bike û li ser van esasan Konferansa Zîndanan li sahê pêş bixe û pêş xist. Hevala Sara bi xwe jî beşdarî konferansê dibe. Rêbertî, wan hevalên ji zîndanê derketine li saha xwe dixe nava lêhûrbûnê û dixwaze li ser encamên wê re vê konferansa zîndanan li dar bixe. Di wê Konferansê de nîqaşên li ser berxwedana zîndanan tên meşandin û ev çanda berxwedanê wê çawa bizivire jiyanê û çawa bizivirînin sekna kadro tê nîqaşkirin. Ji ber ku êdî di zîndanan de şiklekî din hatiye girtin. Ya rastî ew konferans heman demê wekî mudaxeleyekê ye. Dîsa siyaseta dijmin a di zîndanan de çawa kadro teslîm bigire, li hemberî vê divê mirov seknek çawa nîşan bide, di van waran de konferans zelaliyekê çêdike. Ji bo wê ew Konferansa Zîndanan girîng e.
Bi giştî ji bo sala 1991’ê pêşketinên ku mirov bêje; yek jî Hikûmeta Botan-Behdînan a Şer dikeve nîqaşê. Tê nîqaşkirin ku Botan û Behdînan bibin yek, em sînoran derbas bikin, ango sînoran ji holê rakin. Li ser vê perspektîfek tê pêşxistin. Mînak; gelê Nisêbînê heta ber sînoran tê, Cizîr wisa. Li ser vî esasî amadekariyek heye ku Botan û Behdînan bibin yek, wekî Hikûmeta Şer were avakirin. Di wê demê de zemînek ji bo pêşketina rêxistina jin ava dibe, yekîne û taximên jin tên avakirin ji bo hêz û îrada xwe bi xwe derxe holê. Tabî di sala 1991’ê de van nîqaşan tên meşandin, fermî îlankirina Hikûmeta Botan-Behdînan di sala 1993’yan de pêk tê.
Sala 1991’an hem di aliyê gerîla de, hem jî di aliyê rêxistina girseyî de bi giştî Tevger mezinbûnekê jiyan dike, fireh dibe. Lê belê wê salê şêwazê me yê têkoşînê wekî raperîn tê diyarkirin. Raperîn jî, ne tenê gel rabe serhildanê, heman demê gerîla û gel bi hev re bibin yek. Lê şêwazê me yê raperînê pir giştî nabe. Dîsa li cihên ku serhildan tên pêşxistin, pêşî li komkujiyên dijmin nayê girtin. Mirov dikare vê wekî kêmasiya wê salê binirxîne. Her wiha gerîla di aliyê çalakiyan de kêm maye, yanî ne li gorî hedefan e. Rast e, hinek çalakiyên mezin ên li ser qereqolan hatine çêkirin, lê li gorî hedefa salê vana têrê nakin, kêm in. Di warê tevlîbûnan de keda jinê pir çêdibe, aktîf tevlî pratîkê dibe, di çalakiyan de cih digire. Li aliyê din, kevneperestiyên jin û zilam xwe derdixin pêş û Tevgerê tengav dikin. Ev ne tenê ji aliyê tesfiyekaran ve, tevlîbûn ji ber ku zêde bûne, dema ferasetên civakê baş neyin dahûrandin ev wekî kevneperestî xwe dide rû û xwe li ser xeta partiyê ferz dike.
Di salên 1990-91’ê de hevalên jin ên weke sembol şehîd ketine;
Hevala Mîne (Emel Çelebî); ji navçeya Kîxilî ya Çewlîkê ye. Ji Serhedê dema derbasî Çewlîkê dibe, di rê de şehîd dikeve. Di weşana yekemîn a kovara Serxwebûn de cihê xwe digire, li Ewrûpa jî tê naskirin.
Di tevlîbûnên salên 1988-89’an de hevala Nafiye heye. Ew jî bi komployê tê girtin, li Dêrsimê bi êşkencê di nav gel de tê qetilkirin.
Hevala Gulîzar; di nav şer de ji bo teslîm nebe xwe diavejê ava Mûnzûrê û wisa şehîd dikeve.
Hevala Sozdar Dêrik; ji Rojava ye, tê naskirin. Ew bi xwe destgirtiya hevalê Zinar bû, li ser pira Zapê di kemînê de şehîd dikeve.
Di encamê de sala ‘90’î hevalên sembol ên şehîd ketine, ew in û ji vana jî zêdetir şehîd hene.
Hevala Rojîn (Halise Yildirim); ku sala 1972’yê li Nisêbînê tê dunyayê, sala 1988’ê tevlî Partiyê dibe. Di Nîsana sala 1989’an de diçe saha Rêbertî, pir aktîf tevlî kar dibe. Piştî perwerdê derbasî eyaleta Mêrdînê dibe. Di sala 1991’ê de li Qerejdaxê di araziyê Çinarê de şehîd dikeve.
Hevala Xelat (Hatice Keser); di xebatên bajaran de cih girtiye, di zîndanê de maye û di xebatên rêxistinî de cih digire. Di salên destpêkê de tevlî dibe, li saha Rêbertî perwerde dîtiye. Li Botanê di sala 1991’an de şehîd dikeve.
Akademiya Şehîd Zîlan