Dîroka Tevgera Azadiya Jinê-11
Kesayeta Fatma li ser Tevgerê çawa bandor kiriye, hat dahûrandin. Jixwe pratîka wê hemû li holê ye û Rêbertî di kongreyê de wê pratîkê dadihûrîne. Kî bi kê re çawa eyar dike, kê bandor dike, hevalên jin diperçiqîne, vekirî bi tesfiyekan re yekbûn heye û xeta tesfiyekar li ser Tevgera me ferz dike. Rêbertî cara yekê di wê Kongreyê de li ser van esasan dahûrandinên li ser jinê di kesayeta Fatma de pêş dixe. Esas Kongre sala 1986’ê tê lidarxistin, piştî wê bi salekê ango ji sala 1987’an û pê ve Rêbertî dahûrandinên li ser jin û malbatê hîn kûr dike, ew jî ji şexsiyeta Fatma dikeve rê û wisa dahûrandin dike. Divê em dîrokê wisa negirin dest. Fatma roleke tehrîkê dileyîze. Ma Fatma bû sedema van dahûrandinên Rêbertî? Na, jixwe nêzîkbûneke Rêbertî li beramberî jinê heye. Pratîka wê tenê hişyarbûnê kûrtir dike. Mesela, eger jin neyê birêxistinkirin, wê jin çiqas xeter derkeve holê? Ji bo vê jî Rêbertî giraniyekê dide azadiya jinê û kûrkirina şexsiyeta wê birêxistin dike. Esas di vê Kongreyê de têkoşîna ku Rêbertî dimeşîne û xeta Partiyê serkeftina xwe îlan dikin. Di asta biryaran û têkoşînê de zelaliyek çêdibe.
Di parêznameya pêncemîn de Rêbertî dibêje, “Di kongreyê de min dît ku bi carekê re hemû hevdû didarizînin”, ango yê dadgeh dike bi xwe jî bi wî rengî ye. Di encamê de dema her du feraset nabin yek, her du jî li dijî xeta Partiyê ne. Rêbertî ji bo tesfiyekariya sala 2004’ê jî heman tişt got: “Xeta çep û xeta rast her duyan bi hev re şer kirin, lê yê xeta Rêbertî parastî nebû.” Xeta Rêbertî di holê de ma. Yan bihevketinên çînî ne, yan pevçûna ferasetan e, lê wê kêliyê Rêbertî di roja îro de dinirxîne. Di wê kongreyê de ev nêzîkatî bi xwe re pêşketinekê çêdike. Di vê wateyê de ferqa sala 2004’ê û wê demê ji hev çi ye? Rêbertî sala 2004’an bi fiîlî amade nebû, lê di Kongreya PKK’ê ya 3. de bi fiîlî amade bû, dikarî pêşiya hin tiştan bigire. Her wiha dibêje, “Tesfiyekar pir kûr bûn, ji ber wê tenê heya astekê me tahlîl dikir.”
Sal derbas dibin, dîrok jî derbas dibe û hinek tişt nû nû derdikevin holê. Li Kurdistanê Rewşa Awarte (OHAL) cara yekê di sala 1987’an de tê danîn, lê beriya wê amadekarî hene. Di wê demê de JÎTEM, rêxistinên Hizbullah û hwd. derdikevin. Rêbertî digot, “Wê demê bandora xwe li nav me jî kir.” Dijmin wê demê ferasetên xwe di nav me de diçîne, neçar nîn e ku sîxur bên. Nimûne; hin tişt dibin mijarên nîqaşan ku mirov dizane ew ên dijmin in. Her wiha li Rojava hin tişt dibin nîqaş û divê bi rastî ew bên rexnekirin. Hin axaftin ji zîhniyeta PDK’ê tên, ev jî bêbaweriyê pêş dixin, şoreşa me dixin nîqaşê û bi vî rengî tu dibînî hevalê herî dûrist jî radibe û bi bertekan diaxive; ango ew jî dibe amûrê wê tiştê. Ji ber vê Rêbertî di çaxê Kongreya Sêyemîn de got, “Şehadeta hin hevalan ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatiye sazkirin, ez hîn jî napejirînim.” Şehadeta Hozan Serhat û grûba wî jî bi komployê pêş ket. Ya rastî JÎTEM ketibû dewrê, lê belê hîn tam ferq nekiribûn. Rêbertî dibêje, dahûrandinên me yên wê demê tam li ser nehat sekinîn, tam cihê xwe negirt. Ji sala 1987’an heya ‘88’an herî zêde çetekarî xwe digihîne lûtkeyê. Tabî Kongreya 3. di wextê xwe de bibandor e.
Di wê kongreyê de platformên Semîr û Fatma çêdibin, der barê Semîr de biryara cezakirinê tê girtin. Lê belê Rêbertî wê pêk nayne, statuya wî ya endametiya partiyê disekinîne û di statûya cephe de rêdike pratîkê. Ya rastî Rêbertî şansê duyemîn dide û heman demê riya vegerê jê re vekirî dihêle. Rêbertî vî şêwazî tim dişixulîne, riya qezençkirinê her vekirî dihêle. Li ser Fatma jî gelek nîqaş derdikevin û ji bo wê jî biryara cezakirinê pêş dikeve. Heta kesek jê re dibêje, “Tu hesp dixwazî, yan satir?” ji bo kuştina wê. Hevalê Ferhan ê şoforê Rêbertî ji bo Fatma dibêje, “em bi 4 lingên hespê ve girê bidin û bikişînin, wisa bikujin.” Di encamê de Fatma kesayetek pir xeter bû, lê di encamê de ev nêzîkbûnên feodal ên li beramberî jinê pir êş da kişandin. Elbet divê Fatma neyê efûkirin û pêwîste bê dadgehkirin, li hemberî wê bertek pir kom bûne. Dema em dikevin mijara jinê, hewce ye şêwazê kuştinê cuda be. Tiştên ku Fatma kirin kêm nîn in, yekser Rêbertî hedef girtiye û gelek heval vê qebûl nakin, gelek tahrîk dibin. Her wiha navê Rêbertî dişixulîne, dixwaze li pêşiya gelek hevalan asta Rêbertî bixîne; ji ber xwe di asta Rêbertî de dibîne, rolek wisa daye xwe. Lê ew jin e û hewce ye bê edalet pîvan pêş nekeve. Ev feraset roja îro jî di zilam de pir derdikeve. Eger em dîrokê dixwînin, agahiyên me çêdibin, divê em şîrove jî bikin. Mesela, şîroveyên me wê li ser çi bin, divê çawa bûna? Semîr jê xirabtir bû, eynî ne. Ji bo Semîr biryara cezakirinê digirin, ji bo Fatma heta li ser divê şiklê kuştina wê çawa be jî nîqaş dikin. Şoforekî Rêbertî hevalê Orhan bi întiharwarî diçe pratîkê û pir ecele dikir ji bo biçe pratîkê. Ji ber vê jî Rêbertî got, “Gelo Fatma dixwest bi riya şoforê min tiştekî ji min bike?” Heta hinek ji wan wexta diçin welat, dibêjin, “Fatma dîqet bikin!” Dibe ku xwestibe bi wana bilîze, têxe nava karê xwe jî. Encex Rêbertî hem ji bo Fatma, hem jî ji bo Semîr biryara cezakirinê erê nake. Em dîroka xwe dixwînin, lê şîroveyên wê jî pêwîst in. Di dawiyê de Semîr ji bo xebatên eniyê diçe Ewrûpa û Fatma ji bo heman xebatê diçe Yûnanîstanê, paşê dawiya sala 1987’ê û ber bi sala 1988’an ve herdû ji PKK’ê qut dibin. Her çiqasî riya qezenckirinê ji wan re hat vekirin jî, wana nenirxandin.
Biryarên di wê Kongreyê de hatine girtin ev in:
– Berê artêşê xwe wekî HRK (Hêza Rizgariya Kurdistanê) bi nav kiribû, lê êdî hem ji bo bîranîna şehîd Egîd û hem jî artêşa rizgariya gelê me li ser esasê ARGK’ê (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê) hat birêxistin kirin. Berê xwe wekî hêz birêxistin dikir, lê êdî biryara artêşbûnê tê girtin. Ji bo ku artêş jî mezin bibe û qanûna leşkerî bû biryar.
– Biryar tê girtin ku xebatên eniyê wekî ERNK (Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê) jinûve were birêxistinkirin. Tabî Fatma erk digire ku li Ewrûpa belavokê belav bike û ERNK’ê ragihîne. Lê ew her dereng dixe. Armanca di bin sîwana wê de, xwe bigihîne her beşên civakê, xebatên ciwan û jinan bê birêxistinkirin. Erê di zemînê legal de gelek saziyên me hene, zemîneke demokratîk çêbûye. Di nav civakê de gelek beşên hîn jî em nagihin wana hene. Xebatên eniyê li Ewrûpa destpê kir û li her qadên din belav bû. Tabî cara yekemîn di bin sîwana ERNK’ê de wê xebatên jin bi awayek xweser xwe birêxistin bikin. Di vir de têkiliya kadro bi gel re wê çawa be, tê nîqaşkirin û zelalkirin. Tê li ku, çawa nêz bibî? Li ser vê nêzîkatiyek derdikeve holê. Dîsa biryara avakirina yekîneyên milîsan tê girtin.
– Di vê kongreyê de biryara avakirina Akademiya Mahsûm Korkmaz tê girtin. Jixwe akademî berê li Bekaayê hebû, xebatên xwe, cihê lêhûrbûnê jî hebûn, lê ev cara yekemîn e fermî bi pergala xwe wê di bin navê Mahsûm Korkmaz de birêkûpêk pergala perwerdê bê dayîn. Li ser van esasan jî Rêbertî digot, “Min di salekê de bi hezaran kadro amade dikir.” Her dewreyekê sê mehan didomand. Piştî wê kongreyê nîzama akademiyê çêdibe û êdî Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdeyên xwe dibîne. Tevahî hevalên ku beşdarî kongreyê bûne û yên ji welat hatine kişandin Rêbertî wana dixe perwerdê. Li ser perspektîfên kongreyê û li ser esasê hemleyeke partîbûnê hevalan di saha xwe de perwerde dike. Yên ku tevlî kongreyê dibin Fatma, Nadîre (Şenay), hevala Bêrîvan (Binefş Agal), hevala Mizgîn (Gurbet Aydin, di xebatên çand û huner de bû), Şafak, Meral Kidir e. Di vê kongreyê de esas têkiliyên jin û zilam digirin dest, ferasetên gelemperî li ser xeta Rêbertî çiqas bandor dike û li beramberî vê divê têkiliya jin û zilam çawa be û hwd. perspektîfek derdikeve. Rêbertî jî dahûrandina der barê jinê de kûr dike. Xebatên jin ên xweser bi biryargirtinê sîstema wê jî tê avakirin.
Ber bihara 1987’an hevalên ku beşdarî kongreyê bûne û yên ku tevlî akademiyê bûne, Rêbertî wana dişîne ji bo bikaribin encamên kongreyê bigihînin welat. Ji bo hemû dewreyan Rêbertî hedef diyar dike û dirûşmeyên wan hene. Mesela, dewreya yekemîn wiha bû: “Weke hemleyekê wê hemû biçin ji bo artêşbûnê di welat de pêş bixin.” Bi rastî hevalek-du heval be jî di encamê de ji qada Rêbertî tên, rola xwe dileyîzin. Çima? Ji ber ku Rêbertî wana li ser rol û mîsyonekê rêdike. Wekî me got Rêbertî di salên ‘87’an de der barê jinê de dahûrandinên xwe berfirehtir dike. Ji bo wê em beşekê ji pirtûka bi navê Jin û Malbat bixwînin:
“Divê jibîr nebe ku dema jinek dibe şoreşger, ev bi serê xwe pirsgirêk e. Kesên hîn nizanin di nav civakê de çawa bigerin, heta di nava malbatê de bi awayek rast û dûrist ne xwediyê gotinekê ne, di saheyeke şoreşê ya herî zêde azadiyê dixwaze, jiyana milîtan a şoreşgeriya azad dixwaze de wê nikaribin bi hêsanî bimeşin. Ev tê fêmkirin. Ji bo vê karê perwerde û birêxistinkirinê di nava şert û mercên xwe de pêkanîn jî girîng e.
Ez meselê, tenê wekî meseleyeke basît a exlaq nagirim dest. Pirsgirêk ev nîn e, ji ber siyasîbûn pir xirab tê destgirtin ev pirsgirêk e. Keseke ku pêwîste bibe milîtan, ger hewl bide kariyera di nava Partiyê de, birêxistinkirina di nava Partiyê de, hiyerarşiya di nava Partiyê de evqas bi sixtekarî derbas bike û jinbûna xwe derxe pêş, wisa bi kar bîne, elbet wê ev bibe rêxistineke newekheviyê. Yan jî ji ber ev bilindbûneke bê ked e, bilindbûneke ku kesayeta xwe nade axaftin, milîtaniya xwe nade axaftin xeter e. Yek jî, ji ber dixwaze jinbûna xwe bi kar bîne yan jî hinekê ji cinsiya xwe feyde bigire û wisa vê bike, ev hîn xeter e. Ji ber ku li cem me zilam di vê mijarê de heta dawî ketî ye. Lewma herî kêm şerte em şîrove û nêzikatiyeke şoreşgerî ji bo vê mijarê danin.” Rêbertî di vê nirxandina xwe de balê dikêşe ku, ger kesayeta jinê neyê dahûrandin ji bo Partiyê çi xeteriyê bi xwe re tîne. Ji bo wê şoreşgerbûna jinekê bi serê xwe pirsgirêkek e.
Diviya encama Kongreya PKK’ê ya 3. bigihandana welat. Hinek kesên tesfiyekar hene ku encamên kongreyê rast şîrove nakin. Kesên wekî Kor Cemal û Şêxmûs wisa pênase dikin: “Semîr û Fatma beşa burjûvayê biçûk in, ew jî hatin darizandin. Ango rewşenbîr bin ketin û gundiyan serkeftina xwe îlan kirin.” Feraseta “em bibin gundî, em şer bi ser bixin” herî zêde li Botanê pêş ket. Êdî di artêşbûna gerîla de xeta çeteger dixwaze xwe li ser van ferasetan birêxistin bike. Rêbertî ji bo vê digot Çeteya Çaran, ango Metîn, Hogir, Kor Cemal û Zekî. Van her çar çeteyan ferasetên çînî heya piştî salên 1990’an jî bibandor dikirin. Burjûvayê biçûk nikare bimeşe, kî bi berçavk be dibêjin, “ev sîxur e” û ferasetên wisa çeteger tên ferzkirin.
Konferansa Tehtereşê ya sala 1990’î çêdibe, ji ber van ferasetan nehat qebûlkirin, Rêbertî mudaxeleyê Hogir dike. Rêbertî, di parêznameya pêncan de ji bo wê çaxê dibêje, “me tam tahlîl nekir, hinek feraset nehatin çareserkirin. Piştî Kongreya PKK’ê ya 4. me xwest em komîteyê fireh bikin. Biryara artêşbûnê hatiye dayîn, pêwîste her kes pêşengiyê bike.” Li vê derê komîteyeke berfireh çêdibe ji bo bar rakin ser milê xwe, Hogir jî di vê komîteyê de cihê xwe digire. Jixwe Hogir xwe temsîlê çîna gundî dibîne. Di vê komîteyê de grûba bîrdozî ji bo xebatan diçûn Ewrûpayê û li wir tên girtin û dadgehkirin, saha welat jî ji çeteyan re mabû. Ewqas Rêbertî li ser Hogir mudaxele dike, lê ji ber ku Rêbertî di wê Konferansa Tehtereşê de amade nebû, pênûsekê rêdike û dibêje, “Kîjan fermandar serkeftî be, vê pênûsê bi navê min bidin wî/wê.” Ew jî wê pênûsê didin Hogir. Halbûkî pratîka Hogir li ber çavan e, jinên di bin kontrola xwe de diperçiqîne û dixe bin kontrola xwe, ferasetên gundîtiyê pêş dixe. Nêzîkatiyên xwe bi gel re pir xeter in, di bin navê qanûna leşkerî de kesên pir biçûk tevlî rêxistinê dikin.
Rêbertî, li hemberî xeta çeteyan du çekên xwe hene; yek gerîlabûn e, yek jî azadiya jinê pêşxistine. Rêbertî dibêje, “Ez encex dikarim bi van her du çekan bersiv bidim.” Dîsa dibêje, “Çavkaniya çeteyan ferasetên pratîkên teng in, ji ber ku perwerde jî asteng dike, xwe tenê bi pratîkê rave dike. Her wiha yê ku ji jinê re rêz nîşan nade, jixwe nabe sosyalîst û ev jî ji çeteyan re dibe zemîn.” Li ser van esasan Rêbertî ji bo gerîla dibêje, “Pratîkvaniya teng divê bê derbaskirin, bi giranî perwerde bên dayîn, ê ku hurmetê nade jinê û şerê wê yê azadiyê û piştgiriyê nade, nikare di nav me de rizgariya netewî jî pêş bixe. Azadiya jinê asta azadiya civakê ye.” Wekî din di nirxandinên xwe de got, “Eger azadiya jinê pêş nekeve, azadiya Kurdistanê jî pêş nakeve.”
Di wê salê de li Ewrûpa Fatma heye û parêzer Hûseyîn ku li Ewrûpa kar dike, hevala Sara di pirtûka xwe de pir behs dike. Heya wê demê jî gumanên hevalan hebûn, lê tenê tedbîrên pratîk digirin. Hingê dixwest greva birçîbûnê bide sekinandin, ji bo vê hewl dide. Hûseyîn, Seher dixwazin xeta Semîr bi ser bikeve, lê dema dibînin ku bi ser nakeve, ew jî direvin.
Akademiya Şehîd Zîlan