
Dîroka Tevgera Azadiya Jinê-10
Ji bo hevalên bûne qurbanê tesfiyekaran, dîsa li Lolanê hevala Lamîa Baksî heye, xwişka Mahmût Baksî ye. Ji Farqîna Amedê ye, xwendekar e. Tiştan lêpirsîn dike, hawirdora xwe rexne dike, her tiştî qebûl nake. Dema hevalê Egîd şehîd dikeve dibêje, “Vana wê me hemûyan bikujin.” Ji ber dibîne ku nêzîkatiya hevalê Egîd li beramberî jinê cuda ye, hêvî di jinê de dibîne. Hevalê Egîd di Konferansa Partiyê ya sala 1981’an de roleke sereke dileyîze. Hevalê Egîd di wê demê de dibêje, “hevalên jin jî dikarin derbasî welat bibin.” Nêzîkatiya xwe ya ji bo jinê ji yên din cudatir e. Hevala Lamîa ev ferq û cudahî dîtiye. Heman demê Fatma ji Rêbertî re dibêje, “Egîd hebû, ew jî şehîd ket, tê niha çi bikî?” Ango yê ku bi Rêbertî re bimeşe, pratîk bike çû, wê niha çi bibe? Hevala Lamîa jî eynî tiştê dibêje, wê jî ev ferqa hevalê Egîd dîtibû û li Lolanê ji aliyê tesfiyekaran ve tê qetilkirin.
Li Lolanê ji ber sekna nîvçe û ne pratîkbûnê û meylên rastgir ji tesfiyekaran re dibe zemîn û Fatma bi vî rengî xwe dide rûniştandin. Rêbertî, heya roja îro rexneya wan pratîkan dide. Ji ber vê kî hat bîra wî, got, “Divê nirxê wan bê îadekirin.” Çima? Ji ber êdî di Rêbertî de jî lêpirsînek heye. Ne ku Rêbertî wê demê qet ne di ferqa wan pratîkên tesfiyekar de bû, lê di encamê de vana diçin ji bo pratîkê bimeşînin. Ew hinek tiştan ji rêxistinê vedişêrin, tekmîlên wan nadin Rêbertî. Ji Rêbertî re agahiyên nerast dihatin, ji bo vê digot “Di encamê de ev hevalên min bûn, ji ber vê ez mecbûr bûm bawer bikim.” Rexmê van ferasetan du xet bi hev re di nav têkoşînê de ne; xeta serkeftî her tim a Rêbertî ye û ya din jî her tim xeta tesfiyekaran e. Li ser vê bingehê hemleya 15’ê Tebaxê ya 1984’an di bin fermandariya hevalê Egîd de pêş dikeve. Ev jî ji bo Tevgera me xaleke werçerxê ye. Ji nû ve armanca wê bersivdana berxwedana zîndanan û eniyên din e. Rêbertî ji xwe bi salan e grûbekê amade dike ji bo bikaribe wê çalakiyê pêk bîne. Perwerde dike ji bo derbasî welat bike.
Di Hemleya 15’ê Tebaxa 1984’an de sê kom hene. Koma Erûh, Şemzînan û Çataxê. Grûba Erûhê navê xwe Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê bû. Ev ji bo çalakiya Rojiya Birçîbûnê bersivek e. Di fermandariya wir de hevalê Egîd, Erdal û Bedran hene. Hevalê Egîd beriya çalakî bike, li Erûhê mêze dike û dibêje, “Erûh, bi rastî tu biçûk î, dibe kes te nas jî nake, lê tê binêrî, sibe tevahî dunya wê behsa te bike.” Bi giştî ev çalakî serkeftinek e. Piştî çalakiyê di radyoya BBC’yê de behs kirin. Navê grûba Şemzînan Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 21’ê Adarê Newrozê bû. Fermandarê wir hevalê Gozluklu Alî (Abdullah Ekîncî) ye, ev çalakî nîv encam digire. Grûba Çataxê bi navê Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 18’ê Gulanê bû, ji bo bîranîna şehadeta hevalê Hakî Karer e. Fermandarê wê jî Terzî Cemal e, lê bi hinek bahaneyan ew qet teşebûs jî nake.
Her çiqasî Fatma asteng dikir jî, hin hevalên jin derbasî Botanê dibin. Li Erûhê hevala Havva (Hanim Yaverkaya) hebû, li wir fermandara mangê bû. Wê demê wekî niha nîn e, mange têkel bûn, ne tenê hevalên jin bûn. Yanî hevalên jin û xort di nav hev de bûn. Tê gotin, hevala Havva jî tevlî çalakiya 15’ê Tebaxê bûye, lê hîn tam zelal nîn e. Ya girîng ew nîn e kî beşdar bû nebû, di encamê de hevalên jin derbasî welat dibin û ji bo pêngavê alîkarî kirine. Di serî de biryardariya hevalê Egîd û hevalên pê re, ked û biryardariyek di welat de heye. Di encamê de ked heye, amadekarî hatine kirin, heta gihîştiye wê astê ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêş bikeve. Yek, lazime em vî aliyê wê bibînin; didu, ev bandorek çawa li ser têkoşîna me dike, ev pir girîng e. Jin nikare pêşveçûna xwe ji vê pêngavê serbixwe bigire dest. Roja îro em bêjin ku em bûne artêş, ewqas tecrûbeyên me yên gerîlatiyê çêbûn; herhal ger ew fîşeka yekemîn nehata avêtin tu tecrûbeyeke me ya gerîla jî çênedibû. Lewma em nikarin pêşketina Tevgera xwe ya Azadiya Jinê ji wê serbixwe bigirin dest. Ev çalakî di Kurdistanê de derketinek e, tu hebûna xwe bi wê îspat dikî. Tu kesî bawer nedikir ku wê careke din li Kurdistanê fîşek li hemberî dijmin bê teqandin. Ji ber dewlet li ber çavê gel mezin bû; “Dewlet mezin e, teqez nayê hilweşandin.” Ev nêrîn heya roja îro didome. Lê pêngava 15’ê Tebaxê wê nêrînê destpêkê di mejiyê Kurdan de dişkîne, yek jî ji dijmin re dibe bersivek. Halbûkî dijmin jî xwe îqna kiribû ku kadroyên pêşeng hemû di zîndanê de girtî ne û wê teslîm bibin, bê îrade bikevin û kî li ber xwe bide wê êşkence bibîne heya bê qetilkirin. Heçkû bi vî awayî wê Tevger tune bibe. Ev çalakî hem ji bo dijmin, hem jî ji bo civaka Kurd bersivek e.
Bi giştî di pratîka salên 1984, ’85, ‘86’an de ked û hewldana hevalê Egîd pir e, lê gerîla hîn tam nehatibû rûniştandin. Rast e, 15’ê Tebaxê çêbû, hevalên dixwazin pratîka gerîla pêşve bibin hene, têkoşînek tê meşandin. Terzî Cemal, wekî çalakiya 15’ê Tebaxê vala derxistiye, gelek kesên wekî wî jî hene. Ev kesên tesfiyekar derbasî welat bûne û meylên xwe yên tesfiyekar li wir jî li ser xeta Partiyê ferz dikin. Rêbertî vê pêvajoyê bi vî rengî dinirxîne: “Derfetên heyî xerc kirin.” Mesela, kadro erzan erzan xerc kirin, dikêşin revê, xwe kuştinê û hwd. Bi çetegeriyeke serhildêr, eware ferasetên xwe ferz dikin.
Ji bo hevalên jin yek jî mirov dikare vê bibêje; di têkiliyên jin û zilam de hinek bandoriyên paşketî, kevneperest derdikevin. Pîvanên feodalbûnê bi dijwarî xwe ferz dikirin. Mesela, li Xakûrkê ji bo ku hevalên jin serê xwe bi kefiyê bigirin, bi zilam re neaxivin Ferhat ew mecbûr dikirin, heya îro jî şopa wî maye. Heya salên 1992-93’yan hinek fermandarên şer ên wekî Celalê Şirnexî û hwd. nedigotin hevalên jin, digotin “piyekno”, ango weke nasnameya jin nabîne.
Piştî salên 1986’an ji bo însanan tevlî rêxistinê bikin Qanûna Leşkerî pêş dikeve. Ji ber vê jî tevlîbûn bi xwezayî zêde dibin. Mixabin ev tesfiyekar tenê li ser kadro û pêkhateyê bandor nakin, li ser gel jî, li ser civakê jî bandor dikin. Mesela, diçin gundekê temenê kî gihiştibe, wî tevlî dikin. Di aliyekî de gerîla mezin dibe, di aliyê din de ferasetên tesfiyekar dikevin meriyetê. Ji bo ev pêvajo were nirxandin, li ser xeta me ya şer ferasetên tesfiyekar, nerûniştina gerîla, meylên ku derdikevin derve û hwd. ji bo bersiva van pirsgirêkan were dayîn Rêbertî dixwaze sala 1986’ê Kongreya PKK’ê ya 3. kom bike. Ji xwe kongreya me ya esasî ya partîbûnê ew e.
Di meha Cotmeha 1986’an de li saha Rêbertî Kongreya PKK’ê ya 3. tê lidarxistin. Biryara bi rêxistinbûna jinê di wê kongreyê de tê girtin. Her wiha xeta tesfiyekar zelal dibe û li beramberî wê xeta Partiyê ya têkoşînê jî zelal dibe.
Rexmê hewldanên hevalê Egîd ên ku terzê gerîlabûnê bide rûniştin hene, pratîkeke eware û çetewarî pêş dikeve. Hevalê Egîd ji beşdarî Kongreya PKK’ê ya 3. bibe dikeve rê û wê gavê şehîd dibe. Lê heya roja îro ev şehadet di dîroka me ya Partiyê de bi guman tê. Ji ber ku di heman grûbê de Zekî (Şemdîn Sakik) heye. Ji ber vê Rêbertî dibêje, “Di dîrokê de pêwîste gelek lêkolîn bên kirin.” Şehadeta hevalê Egîd li ser Rêbertî pir bandor dike û di parêznameya xwe de bi vî rengî tîne ziman: “Min ji ber wê nexwest beşdarî Kongreya PKK’ê ya 3. bibim.”
Li wir kesayeta hevalê Egîd hat nirxandin û li ser van esasan wê valahiyek cidî bihata jiyîn. Hevalê Egîd, hevalê herî zêde xeta Rêbertî diparast, pêş dixist, pratîkên tesfiyekar û çeteyan asteng dikir. Bi ked û hewldanê xeta Partiyê zelal dikir. Rêbertî dem bi dem tevlî wê kongreyê dibû, dianî ziman ku hestên wî ranake. Ji bo asta biryaran li hemberî xeta tesfiyekaran ev kongre girîng bû. Dîsa cara yekemîn Rêbertî dahûrandinên kesayetî dike û wisa şîrove dike: “Ya tê dahûrandin ne kêlî ye dîrok e, ne şexse çîn e.” Ango di vê dema em tê de dijîn dîrokê dahûrandin dike. Rast e şexs dahûrandin dike, lê di şexsê wana de heman demê çîna ku jê hatine dahûrandin dike. Cara ewil lêpirsînek navxweyî pêş dikeve, wisa berfireh pîvanên rexne û rexnedanê pêş dikevin. Ya yeke, xeta provokasyonan a ku di şexsê Semîr, Fatma û yên din de pêş ket hat mehkûmkirin, wekî feraset jî dahûrandin têne kirin. Xala duyemîn, ferasetên li gor xwe, ferasetên xwe birêxistin kirin, rêgiriya navîn (orta yolculuk) hatin mehkûmkirin. Ev heya roja îro di kesayeta gelek hevalan de derdikeve holê. Ji xwe ev feraset jî di wê kongreyê de tê dahûrandin. Dîsa jî xeta navîn hat mehkûmkirin ku xwe pratîk nake, ango oportûnîzm e. Ev xet tenê di ya şer de dernakeve holê, heman demê di xeta têkoşînê de jî derdikeve pêş. Eger tu xeta Partiyê neparêzî û ji bo wê têkoşîn nekî, wê gavê tu dibî xeta navîn. Mînak; em dibêjin, lingekî xwe di nav pergalê de ye û yek jî di nav Partiyê de meşandine, ew jî pêkan nîn e ku bi hev re bimeşin. Li ser vî esasî feraseta xeta navîn tê mehkûmkirin. Xala sêyemîn, xeta pênaberan li Lolanê pêş dikeve; ev jî tê mehkûmkirin. Ji ber ku xwe sipartin partiyên cuda yên wekî PDK, YNK, Îran û hwd. Êdî ew nikarin bi îradeya xwe hebûna xwe diyar bikin. PDK kengî bixwaze ambargo dane, dike. Hebûna wan jixwe li ser esasê dijberiya me ye. Li Lolanê salekê sax pratîka xwe dereng xistin, heya Rêbertî wê wiha dinirxîne: “Pratîka bostanan kirin.” Ji xwe re qadek vekirin û xwe didin jiyîn. Eger tu pratîk nekî, qadekê ji xwe re ava bikî, li wê derê xeta rêxistinê nayê pêşxistin. Ji ber ambargoya PDK’ê heye, tam salekê her bi berûyan jiyan dikin. Halbûkî dikarin ji xwe re derfetan biafirînin, pêdiviyên xwe yên jiyanê pêk bînin. Di wê demê de diviyabû cihê hevalê Mehmet Karasûngûr ne li wir ba. Lê di nava rêxistinên din de pevçûn derketiye, dixwaze here wan li hev bîne. PDK’yî bi komployekê hevalê Mehmet Karasûngûr şehîd dixin. Tu bikeve kontrola hinekên din, xwe bispêrî wana û bixwazî xwe bidî jiyîn, tiştê bibe ev e. Ev feraset di wê kongreyê de tê mehkûmkirin.
Akademiya Şehîd Zîlan