Li Rojhilata Navîn her tişt li ser hevsengiyan e. Çima Sûriyê hişt Rêbertî bi salan li wir bimîne? Nakokî di navbera dewletên Rojhilata Navîn bi xwe de hene. Di navbera Sûriyê û Tirkiyê de nakokiyên pir cidî hene. Tirkiye av qut bike, wê Sûrî bê av bimîne. Sûrî ne dewletek pir mezin e, hêza xwe ya ku li hemberî dewleta Tirk li ber xwe bide pir nîn e. Me wekî kozekê di destê xwe de bi kar tîne. Mirov pêwîste hevsengiyê wisa nenirxîne. Hinek tiştên îtifaqên polîtîk in. Dewleta Sûrî berjewendiyên xwe hene, ew nebe wê çima ewqas sal cih bide te. Wekî tevger em jî hêzek in. Em dibin amûrê vê tiştê û polîtîka wisa tê kirin. Di encamê de em jî dizanin ku Sûriye muhtacê vê tiştê ye. Ew jî li gor berjewendiyên xwe nêz bûn, lê Rêbertî tenê bi vê ve sînordar nehişt, ew têkiliya xwe, xwest wekî têkiliya dostanî pêş bixe. Yek jî, wê demê hinek generalên nav artêşa Sûriyê hatin kuştin, hatin darvekirin. Diyar bû ku ji bo Komploya Navnetewî pêş bixin, li hember Sûriyê şer dabûn ber çavan. Di hundir de jî hinek nakokiyan gur dikin. Dema general hatin kuştin Rêbertî got, “Rewş cidî ye. Wê Sûriyê hilweşînin. Ji bo wê jî divê em derkevin.”
Ji bo derketina rê nîqaşên pir kûr çêbûn. Hevalan li Ewrûpa, Yûnanîstan û li hinek dewletên din dîplomasî dikirin. Paşê biryara çûyîna Yûnanîstanê hat girtin. Hinek parlamenterên Yunanî hatin bi Rêbertî re hevdîtin kirin. Ayfer Kaya ji xebatên Yûnanîstanê hatibû, di dewrê de bû, vergerandin dikir. Rêbertî vexwendin Yûnanîstanê. Hemû îhtimal hatin nirxandin, herî dawiyê biryara çûyîna Yûnanîstanê derket. Qedafî wê demê xwest Rêbertî biçe gel wî; Rêbertî got, “Qedafî yekî dîn e, ez jî li pişta wî bim dibe ku hemû cîhanê bide hemberî xwe, lê hêzeke wî nîn e. Eger dawî jî hêza wî têrê neke, dibe ku bibe lîstokê destên hinek kesên din. Xeter e.” Di serî de dewleta Sûrî jî di nav vê komployê de bû, dibe haya wan jî ji hinek tiştan hebe. Yûnanîstanê got, “Em ê werin bi balafirê bigirin”, Sûriyê got, “Pê neçe!” Beşar bi xwe bi dizî balafirek eyar kir, wî bi xwe bir Yûnanîstanê. Bi xwe dizanîbûn û haya wan jê hebû. Îhtimaleke mezin roja derketina ji Sûriyê ew ê tiştek bi Rêbertî bikirana. Lê belê Sûriyê nehişt, gotin emê eyar bikin. Ewqas sal dostaniyek hebû, ya din jî nexwestin ji axa wan hema derkeve û tiştek pê were. Heta di pêvajoya komployê de şoforê ku Rêbertî dibir her direng dixist, hîn di balafirgehê de qeza çêbû. 36 welatan di nav Komploya Navnetewî de cih girtin.
Çûyîna welat ji bo Rêbertî wek tercîhekê bû, lê ji bo gerîla hebûna xwe biparêze neda ber çavan. Di Rêbertî de lêgerîna guhertinê bide çêkirin, di stratejiya têkoşîna me de guhertinê çêbike, heye. Rêbertî got; “Gelo emê bikaribin vê rewşê bizivirînin firsendekê?” Jixwe 9’ê Cotmehê ji Sûriyê derket, wê demê li Rûsya bû, paşê ji Rûsya çû. Rêbertî got; “Em ji Enqere derketin em bûn partî, em çûn Rojhilata Navîn em bûn artêş, em ê niha bi vebûna dunyayê re bibin dewlet. Êdî dibe ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em derfetên cîhanê jî binirxînin. Lê belê ez ê çiqas vê hemlê bizivirînim çareseriyê? Tabî gelek welatên dîtir nêzîkbûnên wan pir hatine nirxandin, ez nakevim vana.” Pergala ku bi me re şer dike, pergala kapîtalîzmê ye. Lê belê çûyîna Rêbertî bi xwe sekneke fedaî bû, wê bi xwe bi pergalê re têkoşîn bike. Rêbertî dibêje; “Jixwe em çûn kuderê, ew der ji me re hatibû qedexekirin. A din jî rêxistina me pir zêde cidiyeta pêvajoyê fêm nekir.” Di me de elimandinek heye; wekî ku bibêjin “Rêbertî ye, jixwe wê vê jî derbas bike.” Me digot, Rêbertî çû, wê derfetê çêbike. Em ne di giraniya rewşê de bûn.
Rêbertî dema li Kenya bû, bi reya telefonê axivî, ji me re got; “xwe belav nekin, ji xwe ez ê we bikişînim.” Me jî digot; “Rêbertî amadekarî dike. Wê grûba lêhûrbûnê bikişîne. Rêbertî li wir dixwaze derfetên perwerdê pêş bixe.” Eşkere digot, “ezê hinek qadan vekim.” Beriya wê çend rojan gotibû, “Lazime herkes xwe amade bike.” Ji ber ku rewş pir cidî ye. Em hîn nû bi nû wisa jê bandor bûne. Ew jî çawa? Em bi hestiyarî jê bandor dibûn. Ew bandorek bû. Lê pir kêm dima û refleksek têrker nînbû. Rêbertî got, “hûn tiştekê dipirsin?” Me got, “Ka tenduristiya Rêbertî çawa ye?” Got, “We pir hewil da ji bo zikê min bihelînin, êdî ew zikê min heliya.” Me gelek tişt ji Rêbertî re qedexe dikirin ji ber kîlo digirt. Îca em hemû rûniştin û giriyan. Em hestiyar dibûn. Atmosfera me wisa bû. Rêbertî tenê dimîne, li gor şert û mercên wê pêvajoyê bersivdan kêm dimîne. Heman demî Rêbertî bi pirsgirêkên hundirîn re jî mijûl dibû û ev yêk jî jêre dibû weke bargiraniyekê. Lê belê rûxmê pêvajoya komployê jî Rêbertî heya dawî bi pirsgirêkan re mijûl dibû û li reyên çareseriyê digeriya.
Li girtîgehê di pêşengiya hevalê Halît Oral de, bi dirûşmeya “HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN!” hevalên girtî dest bi çalakiya xwe şewitandinê kirin. Ev çalakî bandora xwe li ser gel çêkir û di nav gel de hişyarbûnek ava kir. Çima Rêbertî çû Ewrûpa û hemû cih li ber hatin girtin? Êdî vê rastiyê hinekê em hejandin, em nû ketin cidiyeta wê pêvajoyê. Wê çaxê ji aliyê gerîla û gel ve pêvajoya çalakiyan destpê kir. Gelek hevalan bedena xwe dan ber agir, êdî wisa pêvajoya berxwedanê destpê kir.
Di wê pêvajoyê de Rêbertî her xwest Kongreya PKK’ê ya 6. kom bibe. Komplo berdewam e, îhtimal heye tiştek cuda jî çêbibe. Rêbertî dixwaze rêxistinê xurt bike. Kongre li Xinêrê çêbû, Ferhat di komîteya amadekar a kongreyê de cihê xwe digirt. Du tabûrên me yê jin hebûn, di wê navberê de du caran cihê wana diguherînin. Wê demê hevalên jin nerazîbûn nîşan didan. Dibêjin, we çima cihê me guhert? Êdî di vir de jin xwedî îrade bûye, rêxistina xwe heye, helwestên komîteya amadekar red dikin. Li ser vê yekê tabûrê dixin lêpirsînê. Ew tabûr ji bo Ferhat dibêjin, “tasfiyekar e, Ferhat êrîşî me dike, cihê tabûrên me diguhere.” Heta hinek dibêjin, “Ferhat sîxur e, çima wisa dike?” Komîsyona lêpirsînê ji ber ku kongre berdewam dike li ser vê bûyerê zêde nasekinin û digrin. Lê ya rastî Ferhat dixwest zemînê jin tehrîk bike û atmosfereke polîtîk ava bike. Lê belê kes weke ew dixwaze nake, pêşeroj wisa nîn e.
Êdî çûyîna kongreyê çêdibû. 72 hevalên jin tevlî kongreyê dibin. Cara yekem e ku em bi nasnameya xwe ya YAJK’ê tevlî kongreyeke PKK’ê dibin. YAJK êdî rêxistin e û em bi nasnameya xwe tevlî kongreyê dibin. Rêbertî mîsyoneke wisa dide jinê ku jin bi quweta xwe pêşengiyê bike. Jin bûye îrade, jin bûye rêxistin û divê jin di guhertinê de pêşengiyê bike. Ango YAJK bingeha têkoşîna herî xurt e. Rêbertî wisa digire dest.
Kongre destpêka sala 1999’ê di pêvajoya Komploya Navnetewî de çêbû. Di esnaya kongreyê de Rêbertî dîl tê girtin. Kongre dema destpê dike radibin 4 endamên kongreyê digrin. Komîteya amadekar berpirsyar e lê ew girtin beyî agahiya wan tê kirin. Di nav yên girtî de 2 jin hene. Ji ber vê yekê hevalên jin vê rewşê protesto dikin. Hevalên delegasyonê diçin pêşiya kongreyê rûdinin û tevlî kongreyê nabin.
Di vê derbarê de divê mirov wisa bigre dest; di encamê de girtinek heye, pirsgirêkek heye, pêwîste mûdaxaleyek were kirin, lê belê ev bi nîqaşan çêdibin. Jin hêzeke rêxistinî ye, tu çima bêyî agahiya hêza jin, du jinan digirî? Ev mijar pir tê nîqaşkirin. Şêwazê rexnekirina hevalên jin tê nîqaşkirin û dibêjin, “Çima hevalên jin wisa protesto dikin?” lê rastiya ku mesele di bêusûliyê de ye zêde nayê destgirtin. Ev şêwaz bi xwe re çi tîne? Ev dihêle di nav zilam de nakokiyên cuda derkevin.
Wî demî bi her zilamek re meylên cuda hebûn. Ji xwe re xetên cuda cuda diyar kiribûn û xwe ferz dikirin. Ev dihêle li hemberî jinê paşverûtî îtifaqê çêbike. Jinê dixe rojevê. Tu helwestê datînî, tu dixwazî pê re têkoşîn bikî û pêşiya şaşîtiyan bigirî, lê belê şêwazê te dihêle tu bibî rojev. Vê carê paşverûtî li hember te xwe dike yek. Me ev ji bo hinek pêvajoyan û terzê têkoşînê tespît kir û derxist zanebûnê. Berê jî dem bi dem terzên dişibe vê derketibûn. Şêwazê jinê bi vî awayî eniyek dijber bi xwe re xurt dike, wana tîne gel hev, paşverûtiyê tîne gel hev û digihîne hevdû. Rêbertî bal kişandibû ser ku her çiqas jin weke ku li dijî feraseta zilam disekine û têkoşîn dide bixwuye jî ya rastî xeta zilam yê tasfiyekarî dike pê xûrt dibe.
Pêwîst bû ku şêwazê te cuda bûya. Diviyabû mirov di têkoşînê de nehêle yên dijber li hemberî me bibin enî, lê me nikarîbû vê bikira. Ew helwest di cihê xwe de bû, bêusûlî hebû, lê pêwîst bû têkoşîna me weke jin hîn pisportir bûya. Em hesabê wê rojê naxwazin, lê belê em dikarin îro vê wekî encamekê binirxînin û şaştiyan baştir tespît bikin.
Akademiya Şehîd Zîlan