Rêbertî di 8’ê Adara 1998’an de mizginiya mezin dabû. Wê rojê Rêbertî “Bîrdoziya Azadiya Jinê” îlan kir. Rêbertî, bi îlankirina Bîrdoziya Azadiya Jinê re dixwaze tevgera jinê bigihîne astekê. Li ser wê esasê bi awayek bihêz “Bîrdoziya Azadiya Jinê” xiste rojeva me û li ser mijarê bi berfirehî disekinî. Di vê navberê de hem rêgezên bîrdoziyê eşkere dikir heman demî dahurandinên bihêz di derheqê rastiya jin de didomand.
Destpêkê divê em bêjin ku di bin peyva Jina Xwedawend de jina zana heye, hêz heye. Her wiha êdî Rêbertî perspektîfên pêwîstiyên azadiyê bi nasnameyeke bîrdozî şênbertir dike, amûrên têkoşînê jî xurtir dike. Niha jî em dixwazin derbasî danasîna rêgezan bibin.
Rêgezên Bîrdoziya Azadiya Jinê hene; em ê yek bi yek li ser wana bisekinin.
1- WELATPARÊZÎ: Rêbertî bi welatparêziyê vê dibêje, “Rizgarî û azadiya jinê destpêkê welatparêzî ye”, yanî jiyan di axa xwe ya ku tê de hatiye dinê, girêdana bi axê ve, di ferqa welatparêziya xwe de girêdana bi axa xwe re bûyîn. Di ferqa welatparêziya xwe de be, ji bo xwe bike têkoşîna yekemîn. Ax nebe mirov nikare azad bijî. Me berê jî mînaka wê dabû; eger çûk di hêlîna xwe de destek biyanî li ser hebe, ew çûk jî hêkên xwe terk dike. Çima? Ji ber destê biyanî lê ketiye. Nexwe ji bo ku mirov bikaribe azad bijî welatekî azad pêwîst e, axeke azad pêwîst e. Welatê di bin dagirkeriyê de be, li ser her tiştî êrîş heye, tê çawa azad bijî? Ji bo vê welatparêzî şert e.
2- FIKRA AZAD Û VÎNA AZAD: Rêbertî ji bo jinê vê dibêje; “Pêwîste bi fikrê xwe yê azad û vîna xwe ya azad tevlî jiyanê bibe.” Eger ev bîrdozî pêk were, wê demê jin yê wek bixwaze bijî, xwe bi xwe biryar bide. Em jî bi fikrê jinê bawer in û emê bi rêz bin li hemberî vîna wê. Ev rêgez divê dev jê neyê berdan. Ev rêgez di nav bîrdoziya azadiya jinê de ye. Eger ez bim jî divê jin sekna xwe û helwestên xwe diyar bike, bêje ezê bi vîn û fikra xwe tevlî bibim.”
Yanî xwedî biryarbûn, xwedî nêrînbûn e, di hestan de, di fikir de bihêzbûn û her wiha dev ji wan nêzîkatiyên kevneşop berdan e. Dest ji hest û fikrên ku di civakê de hatine avakirin berdan û sekna serbixwe avakirin têde girîng e. Bi rastî jî serxwebûn di pîvanên azadiyê de esasî ye. Tu nikaribe bifikire, nikarîbî bi xwe bikî, bi fikrên din ên eklektîk tevbigerî, ji vir bigirî, ji wir bigirî teqez nabe, ji xwe vî şiklî jî dijmin daye te. Di bin navê adetên civakê de şiklekî wisa daye. Bi vana re azadî çênabe. Ji bo vê xwe rizgarkirin girîng e.
3- BIRÊXISTINBÛN: Rêbertî dibêje, “Jiyaneke ku xwe bispêre azadiyê pêwîst e. Hemû jiyana xwe bispêre azadî û rêxistinê. Mirovek bêrêxistin tune ye. Rêxistina destpêkê jî bi jinê re destpê kiriye. Zilam dikare bêrêxistin be, jixwe saziyên rêxistinên wan pir û pir zêde ne. Lê pêwîste hûn wek biharekê rêxistina xwe binivîsin. Bêyî rêxistinbûnê ne pêkan e hebûna we hebe, ji ber ku tu hêza xwe ji wir digirî.”
Di civaka xwezayî de jî me dît, eger jin xwe birêxistin neke, nikare bijî. Rêxistina jin bi xwe heye. Xwe birêxistin dike, civakê birêxistin dike, her kes tê de rol û mîsyona xwe heye. Eve hêza wê, ango xwedawend çawa bû hêz? Xwedawendan hêza xwe ji rêxistina xwe girtin. Hele hele derfetên niha em tê de jiyan dikin hem serdestiya zilam, erîşên zîhniyeta sîstemê hene, ne ji rêxistinê be nikare xwe li ser piyan bihêle. Bi vê re projeyê jiyana azad dikeve meriyetê.
4- TÊKOŞÎN: Rêbertî li ser vê dibêje, “Bi rêxistinê ve girêdayî divê hûn jiyana xwe tevahî ji têkoşînê pêk bînin. Yanî jiyan tevahî têkoşîn e. Ji ber ku jixwe nasnameya jinê di nav çar dîwaran de ye. Ji bo vê jî divê bêje ‘yek, ez ê birêxistinî bim û dudu, karê min têkoşîn kirine.’ Jixwe bêy têkoşînê wateya xwe nîn e.”
Rêbertî ji bo jiyanê, ji bo azadiyê jî û di tevahî pênaseyên xwe de dibêje “Xwe bispêre esasên bîrdozî, polîtîk û leşkerî û vê her tim bike.” Di vê wateyê de têkoşîna me tenê ne leşkerî ye. Têkoşîneke bîrdozî, polîtîk, leşkerî û her tim pêwîst e. Azadî di kêliyan de tê avakirin. Kaos heye, tiştên di wê kêliyê de têne avakirin, tu mudaxele dikî. Hêza te diyar e. Tê bi çi mudaxele bikî? Tê bi rêxistina xwe mudaxele bikî. Ya rastî ew kêliyên azadiyê kêliyên têkoşînê ne. Nexwe bêyî têkoşîn tu wateya xwe nîn e, tu nikarî bêjî ez azad im.
5- XWEŞIKBÛN Û ESTETÎK: Ya rastî Rêbertî li vir rêgezên jiyana azad datîne. Jiyana azad divê xweşik be, bi estetîk be. Ji çav bigre heta nêzîkatiyan pêwîste rêgezeke xwe ya estetîkê hebe. Diyar dike ku wê cewherê jiyana mezin çawa birêxistinî be, asta rêxistinê de be. Divê cilên wê jî nexşê hûnandina xweşikbûnê be. Ev çi ne? Ziman e, çand e, xweşikbûna hal û hereketa ye. Heman demê Rêbertî wekî hunera şoreşî, çanda şoreşî, exlaqê nû û pîvanên xweşikbûnê datîne. Jinek xwe çiqas makyaj bike, pêşkêşî zilam bike, ne bi vî awayî ye.
Divê şekil bide xwezaya xwe jî. Mesela, di pîvanê perwerdeya Rêbertî de kî xweşik e, kî zana ye, ev qet pîvan nebû. Carina pirs dikir, heval heta bersiv dida digot, “zû biaxive, çi tê devê te wê bêje, uslûbê we bila herikbar be.” Bi rastî nayê fêmkirin. Ev çi ye? Xweşikbûna ziman e, dana fêmkirine û her wiha jinek pêwîste derdora xwe bandor bike. Jinek hîn nikare xwe îfade bike, şerm dike, hal-hereket e, ev taybetmendî hemû ji civakê hatine. Ev eyarkirin, wê dengê xwe çawa bilind bike, yê kengê biaxive, yê çi biaxive. Dengê jin zilam tehrîk dike; divê jin xwe ji van taybetmendiyan xilas bike.
Rêbertî digot rast bisekinin, yanî bila bejna we rast bisekine. Min bi xwe ji pêş ve gelek caran kulm xwarin e. Çima? Ji ber Rêbertî lê dida, digot, rast bisekine, bila her kes ji te bandor bibe. Wekî carina em dibêjin ya “filan kes dîk disekine, bi heybet disekine” vê wekî serbilindiyê dibîne.
Piştî ku Rêbertî ev Îdeolojiya Rizgariya Jinê îlan kir û prensîbên wê diyar kir, di nav têkoşîna me de yek ji hevala herî zêde bi kûrahî jê bandor bû û xwest yekbûna xwe bi vê bîrdoziyê re pêk bîne, hevala Sema Yuce ye…
Akademiya Şehîd Zîlan