Zivistana di navbera salên 1995-96’an de êdî hêzên YAJK’ê bi nasnameya xwe dikevin perwerdê. Wê demê Newal Serhed dibe rêvebera biryargeha YAJK’ê. Heman demê li biryargeha navendî ya Partiyê jî hevalê Fuat, Kazim û Şemo rêveber bûn. Şemo beriya wê li hemû eyaletên hundir sefera xwe ya ku jê re digot “sefera Mao” temam kiribû, bandora xwe hema hema li ser hemû eyaletan bi rengekî çêkiribû.
Şemo bandora xwe li ser eyaletên hundir kirîbû, lê Botan rexmê li gorî karakterê Şemo cihekî pir ters bû cardin bi qismî be jî hinekî bandora xwe li ser wir jî dike. Ango wekî Bakur hemû di ber destê xwe re derbas dike, vê carê berê xwe dide biryargeha navendî, li gor nêrîna xwe dixwaze wir jî fetih bike. Jixwe xwe yekemîn fermandarê tevahî gerîla îlan kirîbû. Bi vî awayî di rêveberiya wir de hevala Şervîn Dêrik û Newal Serhed jî hene, lê hevala Şervîn zêde bibandor nabe. Ya diyarker Newal e, ew jî mixabin wê demê hêza jin pêşkêş dike.
Zilam dixwaze biryargeha YAJK’ê bi awayekî bixe bin bandora xwe, bixe bin tesarûfa xwe û bi kar bîne. Berê tenê yek kes bihata pêşkêşkirin dibe ku ewqas zirar nedaba, lê tu rêxistinekê bixî bin kontrola kesên tesfiyekar yên wekî Şemo yan jî tu bixî kontrola zilam, xeterî di wir de gelek mezin çêdibe. Rêbertî ji bo Newal digot, “Mata Harî”. Em dizanin ku Mata Harî, di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de rola sîxuriya gelek welatan dilîze. Rêbertî ji bo wê digot “sêkoşeya şeytan” ango di navbera hevalê Fuat, Kazim û Şemo de diçe û tê, lê Şemo ew xistiye bin bandora xwe û adeta biryargeha navendî teslîm girtiye.
Di Newal de xwe sipartina zilam heye. Rûxmê nûneriya tevgerekê dike, lê ew bi desthilatdariya zilam re li hev dike, ango bi desthilatdariyê re li hev dike. Di wê demê de Zekî û Osman digotin, “ev jin çend sal in di nav rêxistinê de ye, hîn nizane zimanê Kurdî yan jî nizane binivîsê”. Her wisa kî dimîne fermandar? Newal dimîne. Ev jî kişandina lihevkirinê ye. Rêbertî van pratîkan wekî “hevkarî” bi nav kir, yanî ji bo desthilatê bi zilam re hevkariyê dike. Ya rastî êrîş li ser xeta Rêbertî heye.
Rêbertî bi hêza YAJK re esas dixwaze temînata xetê çêbike, li hemberî tesfiyekariyê bibe xwediyê seknekê, lê Newal vê carê hêza jin pêşkêşî zilam dike, bi kurtahî ji kiryarên zilam ên paşverû re dike amûr. Bi rastî ew pratîkek gelekî xirab bû. Êdî bi vê pratîkê re hevkariya bi zilam re mohra xwe li pratîka sala 1996’ê dixe. Paşê Rêbertî mudaxele dike û Newal dikişîne sahê, hevala Şervîn ku wî demî ew jî bi siyaseta desthilatdariya zilam re dibe yek ji erkê tê girtin û pratîka herdûya tê darizandin.
Bêguman hemû hevalên jin ne wisa bûn, lê ev jî wekî tîpekê derdiketîbû pêş. Beriya wê tîpê karîkaturê zilam, şibandina zilam derdikeve, vê carê jî hevkariya bi zilam re derdikeve holê. Di beşên pêş de emê wekî tîpên di nav me de şekil girtine cardin li ser vê xalê bisekinin. Bi kurtahî, ji bo pratîka biryargehê ya sala 1996’ê mirov dikare vana bibêje.
Sala 1996’ê yek ji saleke ye ku gelek pêşketin tê de tên jiyîn. Dijmin jî êrîşî Tevgera me dike. Bi taybetî di 6’ê Gulana 1996’an de dijmin komployekê li ser Rêbertî pêk tîne, dixwaze Rêbertî suîqest bike. Ev hewldana suîqestê tenê ne ji aliyê Tirkiyê ve, bi hevkariya Îsraîl, hêzên hevkar yên Başûr û îstixbarata Sûriyê tê birêxistinkirin. Di wê kêliyê de Rêbertî li ser telefonê diaxive û teqîn çêdibe. Nêzîkî dibistana Tirkî ya li saha Rêbertî erebeyek tijî teqemenî diteqe. Malên wê derê hemû dişibin hevdû, wisa çend qat in, cam û deriyên wan hemû dişibin hevdû. Ew teqemenî li ber mala Rêbertî diteqe. Derî û camên akademiyê hemû dişkên. Teqemeniyek ewqas bi bandor û mezin bû. Wê demê di hundir û derve de êrîşên girtin û komkujiyên li ser gerîla, civakê têne meşandin. Ev tê wê maneyê êdî dijmin tenê bi gerîla re mijûl nabe, li ser Rêbertî êrîş pêş dikevin.
Dîsa di salên 1982’yan û wan derdoran de li ser Rêbertî teşebuseke wisa pêş ketîbû û ew jî bi ser neketibûn. Her hêzên navnetewî tê de cihê xwe girtîbûn. Ew cara yekemîn bû ku komployek di asta suîqest de li ser Rêbertî pêş dikeve. Lê belê Rêbertî vê rewşê rexne dike û dibêje “Eger dijmin we derbas kiriye û hatiye heya saha min, ev tê wê maneyê ku hûn mirîne.”
Rûxmê ewqas hêzên gerîla hene, qada civakî heye, wan datîne aliyekî û xwe digihînin gel Rêbertî. Jixwe pêvajoya Komploya Navnetewî ya sala 1999’an de jî Rêbertî wiha dinirxîne: “Ez bi tenê mam, ez bûm hedef.”
Ev pratîk tevahî ji ber ku eyaletên hundir rola xwe neleyîstin hatin jiyîn. Halbûkî derfeta pêkanîna şoreşê heye, lê nekirin. Piştre Rêbertî komploya 6’ê Gulana 1996’an wiha nirxand: “6’ê Gulanê salvegera hem roja ku Denîz Gezmîş’an hatin darvekirin e, hem jî roja ku li Kerbela Hesen û Huseyîn hatin qetilkirin e. Ya rastî ev rojek dîrokî ye. Lê li Şamê yekser min hedef girtin ji dijmin re cesaret dixwaze. Yê ku li vir hatiye hedefgirtin tenê Rêbertî an biryargeha Rêbertî nîne, tevahî îtifaqên asta ku partî gihîştiyê tê hedef girtin. Eger hêzeke partiyê nebûya, hevsengiyek nebûya Sûrî derfet nedida. PKK hêzeke, nakokiya Sûriyê bi Tirkiyê re heye, destek dayîna bi me re pêşiya nakokiya xwe digire.” Piştre jî îtifaqên gelan çedibin, PKK di herêmê de dibe hêzek. Rêbertî dibêje, “hemû pêşketinên PKK’ê hedef digirin.”
Di wê salê de xitimandineke taktîkî tê jiyîn. Li ser van esasan Rêbertî got, “di taktîkê de dubarebûn” tê jiyîn. Piştî Kongreya PKK’ê ya 5. derketinek nû çênabe. Heman demê eyaletên me yên hundir darbe xwarin. Li Amedê jixwe pratîka çete ya Zekî bandora xwe neyênî hebû û her wiha Sakîne jî wekî berpirsiyara YAJK’ê bû. Li wir êdî ferasetên jiyaneke yoz pêş dixin û dixwestin vê rewa bikin. Di serî de Sakîne ket nav têkiliyên şaş. Mîna civakê yeka ku têkiliya xwe tune bûya jê re digotin “kesî qîma xwe bi te neaniye”, “di mal de maye” nêz dibûn. Dijmin jî ji ber ku vê pratîka tasfiye dizanî operasyoneke pir berfireh da destpêkirin, jê re digotin Operasyona Atmaca.
Wê pêvajoyê Zekî li biryargehê bû û di bin navê biryargeha navendî de hevdîtinan bi reya telefonê çêdikin. Wisa jî hin têkiliyên di nav artêşê de dewrê eyaletan kir. Jixwe dihat zanîn ku wê operasyon destpê bike, heya saetên dereng jî li benda hevdîtinên telefonan bû ji bo agahî bidin, lê agahiyên şaş dan û berê hêzê dan cihekî şaş. Wê çaxê jî hêzên me yên ku dixwestin herî zêde şer bikin li pêşbûn. Hêzên ku paşde bimînin jî şervanên nû bûn, biryargeh û hwd.in bûn.
Lê wê operasyonê berovajî destpê kir, paşve kişandin li ku derê be, ji wir ve destpê xistin tevgerê. Dijmin taktîkê xwe guhertibû, bi balafirê leşkeran dadixe û bi carekê re hemû gir digirtin û êrîş dikirin. Aliyê piştê ve êrîş dikirin, li cihên ku piranî hevalên nûbûn, yên nikarîbûn şer bikirana, quwetê biryargehê bûn hwd. Rasterast ew ketin eniyên pêş. Ji bo wê wê operasyonê bi xwere gelek zehmetî bi xwere anî û nêzîkî gelek heval şehîd ketin. Bi vê rewşê re eyaleteke hundirê Bakur tasfiye bûbû.
Di sala 1997’an de hema hema operasyoneke mîna wê li Dêrsimê jî hat jiyîn. Li wir jî gelek heval şehîd ketin. Di sala 1998’an de li Botanê bi heman rengî, li wir di asta fermandariyê de gelek heval şehîd ketin. Dijmin li wê derê perçe perçe operasyon pêk dianî. Jixwe dema Zekî teslîm dibe, rasterast Rêbertî hedef nîşan dide. Ya rastî saleke ku em gavavêtineke xurt bikin, berovajî dijmin operasyon li ser operasyonê kirin.
Şer wisa ye; yan tê hemle bikî, yan jî wê dijmin bike. Li ser van esasan Rêbertî dixwest em dest bi lêkolînan bikin. Jixwe di sala 1998’an de dema Zekî direve, êdî Rêbertî hedef digire. Rêbertî ev rewş wiha nirxand: “Em pêwîste şer bilind bikin ku pêwîst be em terzê fedaîtî yê Hamasê jî esas bigirin.”
Hevala Zîlan (Zeynep Kınacı) jî wê demê bi vî awayî pêwîstî dît li hemberî xetimandina taktîkê, êrîşên li ser PKK’ê hene, çalakiyekê li dar bixe. Hevala Zîlan dixwaze bi vê çalakiyê pêşiya wê bigire.
Akademiya Şehîd Zîlan