Xuyaye ku Rêbertî dixwaze rêxistineke jinê ya wisa kiriye armanc ku bikare ji hemû civakê re bibe bersiv. Ji bo ji pirsgirêkên azadiya jinêre bibe bersiv û heman demê ji civakê re jî bibe bersiv. Dema Rêbertî dinêre ku kongreyê de bandora tasfiyekaran pir zêde ye û li wir vîna jin nehiştine, bi tespîta ku kongre di bin siya tasfiyekaran de derbas dibe re mudaxale kir. Rêbertî kongreyê nepejirand û dibêje divê jin bi vîna xwe ya cewherî biryar bigre.
Piştre jî Rêbertî, sala 1993’yan de perspektîf da hevalên Ewrûpa ku kongreya jin a çaremîn birêxistin bikin. Bi vî awayî Kongreya YJWK’ê ya 4. tê lidarxistin. Li wir biryara ku navê tevgera jinê êdî bibe TAJK (Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê) tê dayîn.
Rêbertî mudaxeleya esasî li dijî tasfiyekaran bi biryara avakirina artêşa jinê re dide û dawiya meha Mijdarê û destpêka Kanûnê ya 1993’yan dahûrandinekê pêş dixe û dibêje ku divê artêşa jin were pêşxistin, ya rastî li wir talîmata avakirina artêşa jinê dide. Arteşa jin xebata Rêbertî ya stratejîk bû. Wê demê li Botanê rêxistina jin heye, taxim, yekîne, tabûr û hwd. hene. Li eyaletên Amedê, Dêrsimê tinê di eniyan de jin hebûn. Qismê hebûn jî weke mangeyên xweser xwe birêxistin kirîbun.
Dîroka artêşbûna jinê, di konferansa YJA-STAR ya dawî de roja şehadeta hevala Bêrîtan 25’ê Cotmehê hate diyar kirin. Rêbertî talîmata der barê artêşbûna jinê de dawiya meha Mijdarê û destpêka meha Kanûnê dide û heman demî gava artêşbûna jinê dikeve pratîkê. Rêbertî bi xwe jî dema nêrînên xwe der heqê hejmaran de dide wiha dibêje; “Bila ji sedî deh an jî bîst hevalên jin bin”. Bo ev biryar bikeve jiyanê jî Rêbertî stratejîk nêzdibe, israr dike û dibêje pêwîste jin bi xwe xwe birêxistin bike ji ber ku daneheveke jin heye, ezbunek wê çêbuye. Rêbertî li dijî tesfiyekaran dixwaze di şexsê hevala Bêrîtan de berxwedana jinê weke xetekê derxe pêş. Ji xwe êdî jin jî gihêştiye wê astê ku Rêbertî dixwaze jin bi hêza xwe ya cewherî xwe birêxistin bike û xwe bispêre vîna xwe ya cewherî.
Rêbertî dixwaze xebata azadiyê bigihîne asteke stratejîk, ji xwe dibêje “jin azad nebe, civak jî azad nabe”. Yanî jin di şoreşa Kurdistanê de heman demî zemînê şoreşa jinê jî ava dike. Ew xeta tesfiyekar ku xwe ferz dike, pratîka “çeteya çaran” wan heye, Rêbertî dixwaze artêşa jinê wekî amûrekê li beramberî wana pêş bixe. Rêbertî artêşbûnê wiha pênase dike: “Newekheviya heyî bi riya artêşê re em bikaribin derbas bikin û wekheviyê pêş bixin”.
Newekheviya ku di navbera jin û zilam de ya heyî emê çawa bikaribin bizivirînin wekheviyê? Ango di nav şer de, emê çawa hebûna nasnameya xwe derxin holê? Jixwe wek Kurd û Kurdistan hebûna me û nasnama zayendî tê înkarkirin. Tu dixwazî hebûna nasnama xwe ya cins derxî holê wê bi çi pêkbê? Bêguman wê bi şer çêbibe. Ji ber ku ti derfetek din ji tere nehiştine. Tu wekî Kurdekê nikarî jiyan bikî, hele hele weke jin yêkser ne pêkane. Artêşa jin amûra çareseriyê ye ku ji bo kevneşopî û kevneperestiyan ji holê rake. Heman demê di artêşê de cih girtin bi xwe re pergala dijmin, pergala civakê diguherîne. Li ser van esasan Rêbertî digot, “Artêşa jin tenê artêşa leşkerî nîn e, heman demê artêşek siyasî ye, civakî ye, çandî ye.” Ji ber ku bi demê re çandeke wisa bi xwe re ava dike ku civakê de jî guhertinan bi xwere tîne. Pêre modela civaka nû tê avakirin, alternatîf tê afirandin.
Cardin şer karakterê zilam e, artêş karakterê zilam e. Şer dema zilam xwe birêxistin dike ji bo ku bikaribe desthilatdariya xwe ferz bike destpê dike. Zîhniyeta zilam tundiyê jî wisa bi kar tîne. Yanî, artêşên çêbûne li ser esasê karakterê zîhniyeta zilam çêbûne. Artêşbûna jinê ji şer re nêzîkbûneke nû ye, têkoşînek nû ye. Şer ji bo wekhevî, aştî û afirandina civakek nû ye. Rêbertî dibêje, “Erka artêşa jin azadî û wekhevî ye.” Ji bo zîhniyeta zilam were derbaskirin erkeke wisa dixe pêşiya jin. Dîsa artêş bi xwe re pîvanên qebûl-red tîne. Wê jinek çawa bê qebûlkirin? Ev hem ji bo jin û hem jî ji bo zilam zelalbûnê ava dike.
Rêbertî di dahûrandinên xwe de digot, “Ji bo ku tu bikaribî asta civakê tehlîl bikî, asta jin li wir çi be asta civakê jî nîşan dide.” Ji bo rêxistina me jî wisa ye. Jin di rêxistinekê de kom bûne, nêzîkatiyên te ji bo wê çi bin, li giştî jî ew in. Tu pîvanên feodal ferz bikî, wê karakterê wê tevgerê jî ew be. Asta azadiya jin çi be, ya giştî jî ew e. Artêşa jin roleke wisa dileyîze.
Jin wê hêza xwe derxe, wê hezkirina xwe ji hev re derxe. Li gel gelek ferasetên kevneşop û şaş jî encamê de jin êdî cara yekê di nav şer de maye, wê hêza xwe birêxistin bike, wê xwe bi xwe birêve bibe. Ev yêk moralek mezin afirand û kelecanek cuda avakir. Hema piştî wê li tevahî qadên leşkerî li gor derfetan hinek taxim û yekîneyên jin saz bûn. Derfet û tekoşîna hatî dayîn hiştiye ku em ji hêza xwe bawer bin. Cara ewil çalakiyên xweser tên lidarxistin, ew jî li ser riya di navbera Cudî û Şirnexê de çêdibe. Di bin fermandariya hevala Sozdar Xelîla de rê qut dikin, cemsê leşkerî tê û lê didin. Di wê çalakiyê de leşkerek dimire, yek jî birîndar dibe. Heval di wê çalakiyê de tu windahiyan nadin. Ev yekem çalakiya xweser bu.
Di bihara 1994’an de li Amedê hevala Besê (Suna Çiçek) heye. Diviyabû ji Botanê derbasî Dêrsimê bibe, lê ji ber şert û mercên zivistanê nikarin berfê derbas bikin, wisa li Amedê dimînin. Di berpirsyariya wê de yekîneyek tê avakirin. Di bihara 1994’an de çalakiyekê pêk tînin, riya di navbera Genç û Licê de qut dikin. Di wê çalakiyê de 11 hevalên jin beşdar dibin. Hevala Çîçek li saha Rêbertî maye, di çalakiyan de cih girtiye, wisa ji xwe bawer e. Bi rastî fermandar bû, çalakvan bû.
Li Zagrosê hêzeke mezin a hevalên jin heye, Rêbertî perspektîf da ku li wir kampa hevalên jin ava bibe. Tabûra yekemîn li wir çêdibe. Ev şêwazê birêxistinbûnê piştî perspektîfa Rêbertî ya der barê artêşbûnê de tê pêşxistin. Êdî wê di pratîkê de wekî taxim û yekîneyê bimeşîne, Rêbertî ji bo vê erk da fermandarên eyaletan. Esas di pêşketina artêşa jin de eyalet berpirsyar bûn, lê hin kesan gelek zehmetî jî bo hevalên jin derxistin da ku pes bikin.
Ji bo meşandina artêşê Komîteyên Wekhevî û Azadiyê saz bûn. Rola wan ew bû ku mijarên hevbeş bi hev re nîqaş bikin. Êdî jin di komîteyên jor ên rêxistinê de cih digirtin. Pirsgirêkên heyî wê bi hevbeşî çareser bikin, çalakiyên hevbeş bên kirin, pratîkên hevbeş werin meşandin. Wê têkilî li ser van komîteyan re werin çêkirin, lê di pratîkê de cuda dimeşiya. Her kes bi navê komîteyê nedimeşiya, lê bi xwezayî ew dibû berpirsiyar, zilam jî dibû muhatab. Ji bo artêşbûna jinê Rêbertî digot, “Em çawa wekî gelekî daxwaziyên hebûna xwe bigihînin artêşa gerîla, pêwîste jin jî weke cinsekê daxwazên xwe bi artêşbûnê re îfade bike. Heya niha hemû artêş li gorî karakterê zilam ava bûne û pêşengî kirine, lê me ev kûr kir. Jinê ewqas di nav şer de, di serhildanan de rol leyîstiye.”
Rêbertî wisa perspektîf dide: “Me çawa wekî gelekî xwe kir artêş, me daxwazên xwe bi serkeftî kirin rêzê, hûn jî weke beşekê, wekî gelekî rêxistina xwe ya cins bikaribin bikin, li gor min hûn ê bibin artêşek bihêz. Milîtan û berdevkên we hene. Ya din jî, di ceribandinê de hêzek derketiye holê. Jin di serhildanan de rol dilîze, di gerîla de rol dilîze. Artêş di dîrokê de heta roja îro wekî karê zilam tê ecibandin. Xebata leşkerî ketiye bin yekdestiya zilam. Di vê sahê de nêzîkatiyên jin hem wekî exlaq û hem jî wekî siyasetê hema bêje hatiye qedexekirin. Bala xwe bidinê; em vê qedexeyê hildiweşînin. Dîroka ku li pêşiya mehkûmkirina artêşa jin, dîsa di roja me de pir hindik cih dane jinên leşkerbûnê dahf didin. Jixwe xwesteka wê ya gerîla ev e. Xwesteka wê ya gerîla bi xwesteka wê ya azadiyê ve girêdayî ye. Dixwaze azadiya xwe di nav gerîla de pêk bîne… Bi qasî ku di pirsgirêka netewî de ji pirsgirêka jin xilasbûn, bi xwe fikrên xwe, birêxistinkirina çalakiyan pêwîste bimeşîne. Madem em bi gerîla ava dikin, jin jî xilasbûna xwe di xilasbûna gerîla de dibe. Bi giştî parçeyek ji artêşbûna gerîla ye. Di nav artêşê de ye, lê xweseriya xwe heye. Dikare vê xweseriya xwe di artêşbûna gerîla de jî nîşan bide. Wekî di nav civakê de jina ku bi temamî di bin însiyatîfa zilam de be bi zanebûn, ji ber xwe ve bigihe hêza artêşekê û di nav artêşbûna gerîla de cih girtin a herî rast e. Ev jî bi daxwaza wê ya azadiyê ve girêdayî ye.”
Rêbertî vê jî li ser zêde dike; “Artêşa me ya giştî heye, jin jî wê di nav de cih bigire, lê heman demî xweseriya wê jî heye.” Ango ne wek kes, wê wekî rêxistin tevlî qaîde û quralan bibe. Rêbertî di van xebatan de xwe dîtin, xwe naskirin, hêza xwe derxistina holê, hedefên xwe tespît kirin û di nav artêşê de cihgirtina jinê girîng dibîne. Lewma dibêje; “Desthilatdariya zilam, wekî wî dikişîne newekheviyê û her wiha ji hemû balpiştan dûr mayîn, heta bi wî re derfeta têkoşînek bi wate dayîn, li kêleka jin bi xwe nasnameya xwe dîtin, ji bo derxistina hêza xwe ya ez çi me, ji ku têm, kî me, divê ez çawa bim, pêwîstiya min bi jiyanek çawa heye? Destpêkê ez xwe nas bikim, ez xwe bigihînim îradeyek azad, ez xwe bikim xwediyê azadiyek zana, ez xwe bikim xwediyê hêzek zana. Ji bo ev pêkan be, divê artêşbûna jin bibe amûreke ku tu nikaribe dev jê berdî… Bifikirin ku mekanîzma we ya parastinê heye, zilamek dixwaze neheqiyê li jinekê bike. Ew rêxistin, yekbûn li dijî wî bisekine, zilam dikare çi bike? Ji ber her roj bi hezaran neheqiyên wisa dibin. Yek bi yek zîhniyeta zilam hûn xwe bavêjin niyeta baş, hevjîn an jî rêhevalekî te, hûn çareseriyê nabînin. Hûn bi artêşa xwe, bi rêxistina xwe xwediyê çareseriya herî rast in.”
Cardin wê jin di zîndanê de çawa xwe birêxistin bike? Di navbera salên 1990-93’yan de xeta berxwedana zîndanan didome.
Dawiya sala 1993’yan de Konferansa PKK’ê ya 3. bi dirûşmeya “Em Partîbûnê Pêk Bînin, Şer Qezenc Bikin” tê lidarxistin.
Di dawiya sala 1992’yan de li Bekaayê kampa Rêbertî tê girtin, li Şamê êdî dibistan û malên lêhûrbûnê tên rêxistin kirin. Jixwe Konferansa PKK’ê ya 3. li saha Rêbertî çêdibe.
Di sala 1993’yan de hevalên jin ên şehîd bûne:
Hevala Mizgîn Serhed: Weke fermandara taximê li eyaleta Zagrosê erk digire û her wiha di rêveberî de ye. Ji bo xebatên eniyê sala 1993’yan diçe Geverê. Di dema xebatan de li malekê îxbar çêdibe, dema şer de şehîd dikeve û bandorek zêde li ser herêmê dihêle.
Hevala Mizgîn Pazarcik (Ayşe Acar): Di meha Gulanê ya 1993’yê de beşdarî nav refên Partiyê dibe. Li eyaleta Amedê Mijdara 1993’yê di kemîneke dijmin de şehîd dikeve.
Hevala Rewşen (Semra Aba): Sala 1992’yan tevlî dibe. Di meha Îlonê ya sala 1993’yê de li Kerboran şehîd dikeve.
Hevala Hulya Bingol (Zeynep-Bêrîvan): Sala 1992’yan tevlî dibe. Li Dêrsimê gerîlatiyê dike. Di meha Adarê ya 1993’yan de dikeve operasyonê û di nav şer de şehîd dikeve.
Akademiya Şehîd Zîlan