Dîrok Bi Nivîsê Destpê Nekir

0Shares

Hêja Zerya

Bi berovjîkirina zanebûna însan re, avakirina desthilatdariyê rêbazê herî bi encam e. Ji ber vê yekê di destpêkê de têgihîştina dîrokê hate berovajîkirin. Mirovên ku jiyana hevbeş parve dikirin, berhemeke dewlemend, jiyaneke hevseng bi xwezayê re dijiyan, bi carekê têgeha ku ji pîsiya xwedayan an ji heriyê hatine afirandin, hate rûnişkandin. Her ku Şaristanî pêşve çû, dewletê xwe xist şûna civak û mirov, bi ser navê civakê hizirî, tiştên hatin kirin li jorê hatin kom kirin û bi van kiryaran re êdî dîrok bi şêwazeke cuda pêş ket.

Dîrok bi nivîsê re destpê nekiriye. Derewa herî mezin ku pergala desthilatdar bi mirovahiyê daye daqurtandin ev e. Di dibistanên desthilatdaran de agahiya destpêkê ya ku didin fêrkirin wiha ye. Hemû îdeolojiyên bi nivîsê heta roja me ya îro hatine, îdeolojiyên dewletparêz ên desthilatdariya zilam in. Ji ber vê, tişta ku nehatiye nivîsîn tine hesab kirine. Wek hêzên modernîteya sermayedar ku dixwazin xetimîna pergalê bikin malê mirovatiyê û ji bo vê jî bi tesbîta “dawiya dîrokê” dest bi nivîsîna dîrokê kirine. Dîrok ne bi desthilatdaran re destpêkiriye, ne jî bi desthilatdaran re wê bidawî bibe. Ji ber vê, dîroka desthilatdar nikare destpêk û dawiyê diyar bike, dîroka mirovahî û azadiyê wê vê diyar bike.

Rêber APO dema ku dibêje: “Dîrok di roja îro de, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne” bal dikşîne ser nixumandina ku hatiye çêkirin li ser haqîqeta azadiyê, herwiha hêza civakbuyînê ya afîner û kokên wê yên ku îro jî dijîn, dikirpîne. Dîroka mirovatî ji sedî 98 beşa wê di cîhaneke azad, wekhev û dadwer hatiye jiyîn. Lê pergala dewletparêz wek her tiştî bi bikaranîna zanistê, dîrokê jî bi derewa ku bi xwe ve dide destpêkirin û bi xwe ve bidawî dike, hişmendiya mirovan dixapîne.

Çima dîrok bi nivîsê re hatiye destpêkirin? Ji ber nivîs cara yekem di pêvajoya Sûmeran tê pêşxistin. Temenê pergala desthilatdar bi pênc hezaran salan re sînordar e, lê dîroka mirovahiyê bi milyonan salan wekî dîroka civakbûn û hilberînê gav bi gav hatiye pêşxistin. Jixwe dîroka gerdûnê wek çarde û nîv milyar salan tê zanîn. Wê demê çawa dibe ku dîrok bi pergala dewletparêz re tê destpêkirin? Yan jî civakên ku beriya wan jiyane û îro jî bi zindîbûna hêvîyên azadiyê têkoşîna xwe dimeşînin, em ê wan têxin kudera vê dîrokê?

Rêber APO ji bo bal bikişîne ser encamên van çewitandinan wiha dibêje: “Tiştên ku di perestgehên Sûmeran pêk tên, ger ku di kûraniya perwerdeya zanista dîrok û civakê de neyê bidestgirtin, ne mumkine zanebûna dîrok û civakê rast were çêkirin.” Wiha jî Rêber APO dest bi lêgera jin û gelan li cihê ku wenda kirine, dike. Ti rêyeke din a ronakbûna civakî jî tine ye. Ger wiha nebe, mirovatî wê nikaribe xwe ji geronek û bêçarebûna teoriyên dewletger rizgar bike.

Yekemîn encama wendakirina civakî li ser jinê pêş dikeve. Jin dema ku ji dika dîrokê tê vekişandin, civak jî dikeve rewşa heyberekê di destên pergalên dewletparêz ku çawa bixwazin dikarin wê bikar bînin. Di dîroka nivîskî de jin nîne. Gel nîne. Pevçûn, şer û ‘serketinên’ pergala desthilatdar a zilam dîroka ku dewlet mohra xwe lê xistine, nivîsiye. Li şûna jiyana civakî ya ku jinê jiyan bi destên xwe girê bi girê vedihonand, parvekirin, hevkarî, ramana azad û civaka exlaqî û polîtîk dijiya, mêjiyê zilam yê ku dewletan ava dike û dewletan hildiweşîne û dawî li mirinan nayê, bicih bûye.

Rêber APO dide diyarkirin ku: “Dîroka nivîskî di heman demê de dîroka wendakirina jin û zilam e û li dijî hêza jinê ya civakbûnê bikar anîne. Di vê wateyê de têgînkirina dîrokê û nivîsîna wê jin li cihê ku heq dikir, pir paşdetir hiştiye. Tekûzbûna desthilatdariya zilam bi pêvajoya şaristaniyê re pêşket û her ku çû jin ji saziyên jêr û jor ên civaka çînî hate dûrxistin, ev pêvajo jî bingeha nivîsandina kîtabên ‘dîroka bê jin’ e. Berovajîkirna mezin jî newekheviya di navbera zayendan wek encama dîrokê pêşkêş dike.” Rêber APO di nirxandineke xwe ya din de jî dîroka şaristaniyê bi kinahî wiha xûlase dike: “Dîrok bi desthilatdariya zilam re, tam wate û avaniyeke zayendperest qezenc kiriye. Êdî dîrok wek zilam dimeşe”

Rêber APO dide diyarkirin tahlîlkirina dîrokê bi tehlîlkirina zimanê îdeolojiyan re dikare wateya xwe tam bibîne. Rêber APO pêşketinên mîtolojîk, olî û felsefîk ên ku di hembêza civaka çînî derketine, nirxandina wan bi hêmanên wan ên madî ve girêdayî ji bo gihîştina feraseta rast a dîrokê rast dibîne û wiha dide diyarkirin: “Nivîsandina dîroka felsefe, ol û mîtolojiyan bi awayê qutbûyî û razber, bi xwe re xeteriyên mezin tîne. Ev nêzîkatî, ber bi agahiyeke nîvço ve, ku ev bixwe ji bêagahiyê hîna bi xetertir e, dibe. Dîroka ku gereke bibe kitêba mirovatiyê ya pîroz, lê di vê mijarê de bi qasî berovajîkirinên mezin û şaşitiyan, bi valatiyan re tejî hiştine, ev jî mirovahiyê mehkûmê jiyaneke mehûrm ji kitêbên pîroz dike. Ji bo mirovan bêdîrokbûn korbûneke herî mezin e. Dîroka şaş ji korbûnê zêdetir, şaş dîtin e. Di bingeha vê rastiyê de jî, pêvajioyên îdeolojîk yên şaristaniya koledar ku qalibên ruh û zihna wê ya bingehîn nayê analîzkirin, veşartiye. Di vê nirxandina xwe ya pênasekirina koledariyê de, bi rengên pir qels be jî, pêdiviya mêzandineke pîroz ji dîrokê re çavkaniya me ya herî bingehîn e. Bi qasî ku korbûyîna ku ji dîrokê çavkanî digire, ti korbûyîn nikare evqas mêjî û dil zuha bike. Bi têgihîştina vê rastiyê, ez wiha dinirxim.”

Dîroka ji bo mirov duh, îro û siberoja civakê ye. Mirov û civak bê pêşeroj hiştin, ew ji rastiya wan a dîrokî qutkirin e. Îdeolojiyên desthilatdar ên bi navê mîtolojî, ol, felsefe û zanist hatine afirandin, tişta ku dikin vê rastiyê dinuxumin ji bo bidin pejirandin. Koletî wek ku qedereke tê fêmkirin û jiyîn, ruxmî ku dîroka azadiyê bêsekn berdewam kiriye. Di serî de jinê û tevahiya kesên hatine kolekirin, ticar ev koletî qebûl nekirine, her ku firsend dîtine bi serhildêriyê îsbat kirine ku ew ji damarên azadiyê xwe xwedî dikin.

Rêber APO dibêje: “Herwekî ku em dikarin dîrokê rast binivîsin, bi hîskirina baş ku ew xwedî cewhereke efsûnî û helbestwarî ye, em dikarin di nav êş û şadiya wê de fêr bibin. Ew dîroka ku bi hezar salan ser wê hatiye reşkirin heke wiha hêşîn bibe, em ê bibînin ku li kêleka me darek e ku xwedî kokên saxlem e û fêqiya xwe dide.” Rêbertiya me bi vê vegotinê nîşan dide ku zanîna dîroka xwe hêvî, bawerî û hêza ku bi ewlehî ber bi pêşerojê ve biçe, dide mirovan.

Rêber APO dide diyarkirin bê dîrokbûn bêhêzbûna herî dijwar e: “Yên dîrokê bi rojaneyê re nekin yek, nikarin pêşerojê biafirînin.”

Mirovê ku modernîte wî/wê di rojê de girtî dihêle, berê xwe wenda kiriye. Lêger û cewhera xwe wenda kiriye. Bê roj û bê pêşeroj e. Wek keştiya ku pisûleya xwe şaş kiriye, nediyar e wê ber bi kuderê ve biçe. Ketiye rewşekê ku hêza xwe ya civakîbûna exlaqî û polîtîk wenda kiriye û faşîzm li ser wî/wê hest û ramana ku dixwaze bar dike. Lewma jî li gor îdeolojî û polîtîkayên hêzên netew-dewletger, nîjadperest û zayendparêz dihizire û dijî. Qirdikek e ku benê wî/wê di destên pergala desthilatdar de ye. Bêcivakbûn û bêdîrokbûn roleke bi vî rengî ku mirov ji hêz dixîne û her ku diçe mirov û mirovatiyê diqedîne, dileyîze.

Rêber APO pêvajoyên ku modernîte takekes û civakê ji hêz dixîne bi van nirxandinên balkêş tîne zimên: “Hizra modernîteyê di roj îro de tengaviyeke tirsnak a zeman ferz dike. Hertişt di ‘niha’ de tê fetisandin. Ruxmî ku ‘niha’ dîrok e, pêşeroj e. Modernîte bi ferzkirina vê hizrê vala vala komkojiya dîrokê nake. Ji ber civakeke ji kevneşopiyê qutbûyî, pir rehet e li gor ku bixwaze birêve bibe. Ti dîrok biqasî dîroka yekdest nebûye xwedî şensê ku wiha boş, zincîrwarî û bi mezinbûnê pêşve bê. Hêza yekdest bi vî rengî xwe dike dîrok, hemû civatan bê dîrok dike, ya rast di nav xwe de dagir dike, dihelîne û ji vê re jî girîngiyeke mezin dide.”

Ji bo jiyîna rast a dîrokê, gereke mirov di nav pêvajoyeke rast a çêkirina dîrokê de be. Ji bo vê jî hewce dike mirov ji jiyan û pergalên ku pergala dewletparêz ew honadine, derbikeve. Li hemberî vê divê mirov têbikoşe, li hember hemû cureyên şîdetê ku dibe werin bikaranîn, xwedî rêxistin, hizra azad û di nava çalekiyê de dîrok were nivîsandin. Ev jî bi têgihîştina rast a dîrokê dibe. Nexwe her hewldan heta ger bi navê sosyalîzmê be jî, ger dîroka şaristaniyê rast neyê analîzkirin, dikare felaketên mezin bîne serê mirovahiyê. Hêviyên mezin ên azadî, mirovahî û civaka demokratîk wê bikevin xefika pergala dewletparêz, dê jinûve wê hilberînin. Çawa ku mînaka vê di sosyalîzm pêkhatî de hate dîtin.

Rêber APO berê mirov û civakê dide vê rastiyê û dibêje: “Dîroka şaş hatibe nivîsandin, hertim şaş dide kirin. Ji ber vê yek ji şertê pratîka rast feraseta rast a dîrokê ye. Feraseta rast a dîrokê jî, gava sereke ya tehlîlkirina rast a şaristaniyê ye.” Rêber APO di nirxandineke xwe ya din de jî ji bo jiyana baş, rast û azad wiha dibêje: “Bi dîroka şaş re rast nayê jiyîn. Yên dîroka xwe ya azadiyê rast nenivîsin, nikarin azad bijîn.”

Çewt nivîsandina dîrokê bi zihniyeta serdest û mêtinger re, bi tehrîfa dîrokê re girêdayî ye. Nivîsandina dîrokê ji hêla şaristaniya rojava ve, rengê vê rastiyê ya ku gihîştiye asta herî jorê ye. Çawa ku em dîrokê ji Sûmeran destpê nakin, em dîroka şaristanî û yekemîn dewletê jî wek dîrokgeriya rojava ji Atînayê, destpê nakin. Çi dîroka şaristaniyê be, çi jî ya civaka modernîteya demokaratîk be, cih û demê dîroka azadiyê axên Rojhilat, Rojhilata Navîn û Mezopotamya ye. Dîroka nivîskî bi nêrîna oryantalîst, di vê mijarê de jî tehrîfatê dijî.

Rêber APO girîngiya encamên ku ev zihniyet di çareserî û bêçareseriya dîrokê de çavkanîtî kiriye wiha dinirxîne: “Yek ji erka herî girîng a dîrokê cih û zemanê werguhertinên vê peresenê di şaristaniyan de jî bide kirin. Zanista dîrokê hîna kêm dimîne ji ber nekariye sîstematîkeke girêdayî herikîna zeman û cih a rast bide avakirin. Yek ji sedema vê ya bingehîn jî, demeke dirêj şaristaniya rojava bi nêrîna dagirker a oryantalîst li Rojhilat, bi taybet jî li Rojhilata Navîn mêze kiriye û ew weke xeteriyek mezin ji bo xwe dîtiye. Vaye hêdî hêdî hin lêkolîner bi tezên curbecur hewl didin vê şaşitiyê û neheqiyê derbas bikin. Rojhilata Navîn çavkaniya şaristaniya feodal e, ev jî wê bibe alîkar ji bo ronbûna gelek mijaran. Ev dane (veri), wê di serî de nakokiya Rojhilat-Rojava hîna rast ronî bike. Ya duyemîn, wê rêya tehlîlkirina rast a îdeolojiyên olî yên yek-xwedayî veke. Analîzkirina îdeolojiyên olî hîna jî wek erka herî entelektûel li benda elaqederbûnê ye. Ya sêyemîn jî, ev enalîz ji bo pênasekirina rast a çanda Rojhilata Navîn û derbarê rola wê ya dîrokî de wê di nêzîkatiya zanistî de xizmeteke mezin bike, ev jî wê di nivîsandina rast a zanista dîrokê de alîkariyeke mezin bike. Ya çaremîn jî; di Rojhilata Navîn, di tevahî cîhanê de ji pirsgirêkên civakên di nav paşverûtî, qeyran û xetimînê de ne, wê rê li ber teşxîsa rast û çareseriya wan veke.”

Bi qasî cihê Rojhilata Navîn di dîroka mirovatiyê de, cihê gelê Kurd jî di dîroka Rojahilata Navîn û cîhanê de ger ku rast neyê nirxandin, mirovatî wê nikaribe ji berovajîkirinên dîroka serdest xilas bibe. Dîrok wek dîroka pergala desthilatdarî ya dewletparêz nivîsandin, tinehesibandina şoreş û civaka Neolotîkê ku ji wan re çavkanîtî kiriye, jinedîtîve hatina zanist, teknîk û îdeolojiya ku ji pêşketina şaristaniyê re zemîn ava kiriye, di nav vê de jî gelê Kurd û dîroka wî ya ku hemû mirovahî xwedî û mezin kiriyê, paşê jî piçûkxistin û înkarkirina dîroka gelê Kurd, tê wateya mirovahî û dîroka nîvcomayî.   

Rêber APO bi sererastkirina balkêş a dîrokî, di nav yên ku dîrokê jinûve dinivîsin de cih girtiye û di têkoşîna afirandina nû ya dîrokê de ev îsbat kiriye. Vê têkoşîna bêeman û kesayeta têkoşer hemû teşebûsên ku dîrokê berovajî bikin û li gor berjewendiyên xwe binivîsin vala derxist. Ji hêla desthilatdaran ve cezakirina wî jî wek pêdiviyeke dîroka desthilatdaran e. Çawa ku wiha êrîş birine bi ser hemû hewldanên azadiyê. Lê belê vêcarê li ser rastiyan nehatiye nuxumandin. Dîroka Neolîtîkê, civaka dayîksalar, gelê Kurdistanê, PKK û Rêber APO wek domkerên dîroka civakî ya berxwedêr, wek nivîskarên dîroka nehatî nivîsandin cihên xwe di dîroka mirovahiyê de girtine.

Em vê heqîqeta balkêş ji zimanê Rêber APO ku gihîştiye heqîqetê û hêza civakbûnê careke din bi mirovahiyê daye qezenckirin ragihînin: “Nebûna dîroka nivîskî ya serdema Neolîtîkê, nayê wê wetayê ku gelên ev serdem jiyane bêdîrok in; tenê tê wetaya ku dîrokeke wan a nivîskî ya siyasî nebûye. Ji mileke din ve teqez dîrokeke wan a çandî, mîtolojîk û etnîkî ya dewlemend hebûye. Dîrok tenê xwedî naverokeke nivîskî û siyasî nîne. Heta dîroka rast û wetadar, ew dîrok e ku civaka mirov ji kûr ve bandor dike, hemû hêmanên çandî yên madî û menewî di nav xwe de hildigir e. Dema ku bi vî awayî lê were mêzandin, Kurd di serdema Neolîtîkê de gelê herî lipêş in; xwediyên sereke yên çanda ku agahiya xweliqkar û teknîk pêşxistine ne. Çanda Mezopotamyayê evqes bi kûrahî bandor li dîrokê kiriye, ev ji vê hêzê tê. Ji DYE û Yekîtiya Ewrûpaya îro hîna bergehtir û bi demdirêjî di pêşketina mirovahiyê de rol leyîstiye û alîkarî kiriye. Di pozîsyona gelekê de ye ku çanda serdemeke wiha afirandiye û li cîhanê belav kiriye. Tenê kêmaniya wê ew e ku nekariye vê bi dîrokê bide nivîsandin. Ruxmî ku, çawa dîroka kedê ya tevahiya gelan bi layîqî nehatiye nivîsandin, ji hêla kedxwaran ve tine hatiye hesibandin, hatiye şewişandin. Ti zanist biqasî dîrokê ji hêla beşên mîtinger û desthilatdar ve evqas bi awayeke çewtkirî nehatiye nivîsandin. Bi bandorbûn û hakimiyeta rêbazên zanistê re hêdî hêdî dîroka ked û gelan ronî dibe û tê nivîsandin. Bi vî awayî bi pêkhatina rêbazê zanistî re, wê orjînalîteya Kurd bi naverokeke herî rast ron bibe û cihê ku heq dike wê bigire.”

Belê, ti hêz nikare hêza nasîna rast a dîrokê tine bike. Gihîştina vê hêzê li ser kokên xwe mezinbûneke saxlem, xwezanînê û rastiya însanê ku gihîştiye heqîqetê îfade dike. Rêber APO vê pêkhatina ku wê bergeh bide pêvajoya dîrokî û wek zagona zêrîn a guhertin û şoreşê ye û formula bi herfên mezin e, wiha rave dike: “Dîrok û kevneşopî çibe, roja me û pêşeroj jî heman e.” Divê em li gor vê rêgeza mezin bizanibin bifikirin û tevbigerin. Tu, dîrok û kevneşopiyê çiqasî rast bizanibî, roja îro û pêşerojê, dema tu vê dîrokê hundirîn bikî, biqasî tu li ser wê zêde bikî, dikarî bidî guhertin û werguhertin. Zagona zêrîn a guhertin û şoreşê, bi pêkhatina vê formula bi herfên mezin dibe.”

Gelê kurd afirîner û xwedî kevneşopiyeke bi vî rengî ye. Îro ji têkoşîna berxwedanê re ku kevneşopiya azadiya mirovahiyê hilgirtiye, pêşengtiyê dike, ev jî ji vê kevneşopiyê tê. Gelê Kurd xwedî rol û ciheke dîrokî ye ku nayê înkarkirin. Hemû desthilatdarên ku dîrokê diçewitînin ger ku tevahiya hêza xwe bikin yek û bixwazin vê heqîqeta civakî ya dîrokê tine bikin jî, dîrok wê di cihoka xwe de biherike, wê berxwedana civakî kevneşopiya xwe berdewam bike û biser bikeve.

Têkoşîna azadiya Kurdistanê û Rêber APO di dîrokê de nivîsandin ku dîroka gelan ya şaristaniya demokratîk ne qels e, wek damareke bingehîn a dîrokî xwedîkirina mirovatiyê berdewam dike. Şaristaniya demokratîk, beriya pêvajoya desthilatdar a dewletger, hemû rastiyên civakî û avaniyên civakî yên piştî pêvajoya dewletbûnê li derveyî dewletê digire nav xwe.

Rêber APO kokên dîroka civaka demokratîk wiha tîne ser ziman: “Ferd û gurûbên xwe bi çalekî nekin û xwe nedin axaftin nikarin bibin xwedî zanebûn, nikarin xweliqkar bibin, nikarin azad û wekhev bijîn. Cudabûna olguyî rê liber encamên evqas girîng vedike. Di derbarê civakê de tişta herî bingehîn ku divê were xuyakirin, nîzama komînal a klan û qebîleyan e ku bi milyon salan jiyane. Mirov dikare halê herî seretayî yê demokrasiyê di vê nîzama komînal de bibîne. Çawa ku dewlet dendika şaristaniyê ye, nîzama seretayî ya komînal jî dendika şaristaniya demokratîk e. Ev rastiye bi tenê jî dikare nîşan bike ku çendî xîmê demokrasiyê xurt e. Dîroka nivîskî herdem behsa şaristaniyên dewletê dike. Civakan bi milyon salan çawa di nava nîzama komînal de jiyane, çawa karên xwe birêve birine, ev nakeve çarçoveya vê dîrokê. Ruxmî ku pêwîste dîroka eslî ev bixwe be. Ji ber ji aliyê mekan û zeman ve nifşê mirov di derdorên herî berfireh û demdirêj bi awayê komînal jiyaye û ev jî civakê bixwe rave dike. Civak bi esil ev e. Dewlet û şaristanî pir pişte re û çêkirî ne.”

Rêber APO îşare pê dike ku mezinbûna şaristaniya dewletger a nexwezayî tê wateya cûcemayîna şaristaniya demokaratîk û dide diyarkirin ku di navînga hemû nakokiyên civakî de ev heye: “Rewşa şad û evîndariya civakan; bi qasî halên wan ên jandar, biêş û bêyî evînê, divê normal were dîtin. Şaristaniya demokratîk civaka ku ber bi şaristaniya şad û evînî ve diçe ye.”

Rêber APO bal dikişîne ser dewlemendiya çavkaniya ji bo nivîsandina dîrokê û wiha dibêje: “Dema mirov li dîrokê ne wek desthilatan, wek pêvajoya pêşketina civakî mêze dike, vê rastiyê fêmdike. Wê demê mirov dibîne ku me xwe çendî bêruh, bêpar, bêraman û bê çalekî hiştiye. Însanê ku lêgervanê heqîqetê ye ew însan e ku xwe nasî ye, xwe pênase kiriye û bi dîrokê re pêwendiya xwe çêkiriye, di meşa pêkhatinê de ye.”

Di kesayetê de civak û di civakê de analîzkirina kesayet, bi analîzkirina gerdûnê di heremê û di analîzkirina heremê de jî tehlîlkirina gerdûnê ve girêdayî ye. Rêberê APO û dîroka PKK’ê dîrokeke ku ev yekbûn û aheng bi awayê herî xurt ava kiriye. Di kesayetê de civakê û di civakbûnê de kesayet azad kiriye. Cewherê feraseta Rêber APO ya ji bo civakê bi vê tesbîtê re pir eşkere dibe: “Ya ku li vir tê analîzkirin ne lehze ye dîrok e, ne kesayet e civak e.”

Rêber APO têkoşîna dîrokî ya PKK’ê bi vî vegotinan pênase dike: “Tevgera partiyê tevgera afirandina dîrokê ye. Yê/ya nebû, yê/ya hatiye tinekirin avakirina dîroka wê/wî ye.”

 

Tevgera têkoşîna azadiya Kurdistanê, mirov dikare bêje ku tevgera temamkirina dîrok û mirovatiya ku nîvco maye ye. Tevgera xwe naskirina jin û gelan e, avakirina dîroka xwe ye. Bi nirxandinên Rêber APO re, em digihîjin vê encamê ku, dîrok bi nivîsê destpê nekiriye. Pergala desthilatdar derewa herî mezin ku bi mirovatiyê daye daqurtandin ev e. Di dibistanên desthilatdaran de agahiya destpêkê ya ku didin fêrkirin ev e. Ji ber bi nivîsê heta roja îro tevahiya bîrdoziyên ku hatine, yên dewletparêz ên desthilatdariya zilam in. Ji ber wê her tişta ku derbasî nivîsê nebûye tine hesab kirine. Çawa ku pergal dixwaze xetimandina modernîteyê bike malê mirovatiyê, bi tesbîta ‘dawiya dîrokê’ civakê ber bi qeyraneke kûr ve dikêşe. Dîrok ne bi desthilatdaran re destpê kir, ne jî bi desthilatdaran wê berdewam bike. Ji ber vê yekê tişta ku destpêkê û dawiyê diyar dike, ne dîroka desthilatdariyê ye; dîroka mirovahiyê ya civakî û azad dîrokê diyar dike.