Nasnav: Bêrîtan Zinar
Nav û Paşnav: Halime Kuzen
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1988/Batman
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 20.10.2003/Mêrdîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 19’ê Hazîrana 2012’an Di Êrîşa Qerekola Şitazinê De
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Bêrîtan Zinar (Halime Kuzen)
Niha di xalekî de xeyalên min kom bûyîne. Ez ê çiqasî bikaribim bînim ziman û derbasî lênûsê bikim nizanim, lê ji bo wateya xwe wenda neke wê piraniya wê li gel min veşartî bimîne, ez vê yekê dizanim. Van xakan Hazîranekî din jî derbas kir. Hazîranekî ku bûye Zîlan, Gulan û Sema bûyî… Hazîranekî bûyî wêneyê xweşkibûyîna jinê, bûyî dengê wê yê lehengtiyê, bûyî rengê têkoşîna wê… Hazîran, warê kombûyîna jiyankirinên Xwedawendan… Barê Hazîranê giran bû. Ji îksîra azadiyê vexwaribû, me di vê mehê de çiqas cangorî dabûn. Lê Hazîran bimexrûr bû. Bi dehan keçên wêrek himêz kiribû. Navê xwe di kenên keçên Kurd ên wêrek de ji lanetan tahir kiribû. Cihê Hazîranê di têkoşîna jiyana azad a Kurd de pir cuda ye. Bi her tiştên xwe ve bêhna jinê ji Hazîranê tê. Germahiya agirdankên di lûtkeyên çiyayan de pêdikeve, di himêza xwe de tîmar dike. Weke din jî Hazîran hêza pêşeng a meşaleya îsyanê di destê xwe de digirt.
Êşa Hazîranê pir e. Lê me bi her tiştên wê ve ji Hazîranê hez kir. Bi êşa wê ve, bi evîndariya wê ve, bi kenê wê ve, bi qutbûyîna wê ve, bi stêrkên wê ve, bi barana wê ve, bi gul û kulîlkên wê ve û bi şevê wê yên hênik ve… Me herî zêdetir jî ji şevên wê yên dirêj û her dirêj dibin hez kir, heyva çarde şevî, şevên Hazîrana bayê hênik…
Em bi dildarî pêve hatin girêdan, me mîna xwe dizanî û me bi awayekî hişk Hazîran himêz dikir. Hazîran, aliyê xwînherikîna gelekî bû. Lê Hazîran herî zêdetir jî dibû navê têkoşîn bi serkeftinê dayîna tacîdar kirin bû. Dibe ku ji ber vê yekê be, di vê meha xatir xwestinê de jina Kurd evqasî ji dil wiha bi Hazîranê ve hatiye girêdan. Ji ber vê yekê bû, jê têrnebûn, bi rexmî yên paşve dimînin, dîsa jî bê ku tu bikevî bimeşî, di çavên roja dikene de xeyalên xwe dayîna germ kirin…
Ger ‘Bi xêr bimîne’ya wê kêm be jî, me qet ticarî ji yên çûyîne re dilmayînî nekir. Ji ber ku me jî dizanî, Hazîranê ew ne dibirin. Hazîran di her carê de ya hîn zêdetir dianî ziman bû. Wan her tim bi gavekî li pêş meşiyan. Ya ku ji me re dimîne jî tiştên wan li şûna xwe hiştine, bi awayekî rûmet xwedî lê derketin, di safîtiya zarokbûyînê de, bi kenînên şipşîn ve ew gihandina ji pêşerojê re ne. Em hêdî hêdîka Hazîranê bi oxir dikin. Em ber bi demên toz û germahiya Tîrmehê ve dimeşin. Hîn Hazîran xelas nebûyî, di dilan de birînekî din jî dabû vekirin.
Ewladên wêrek ên gelê Kurd bi pratîkên xwe ve dan diyarkirin ku ew di şopên Zîlan, Sema, Gulan û Ronahiyan de dimeşin. Navê Hazîranê bûbû fedayî. Ya/ê ku bikaribe xwe bigihînê helal be jêre. Hazîran bûbû, dilên dildarê ji jiyana azad re, meskenên ji giyanên fedayî re… 14 canên din jî Hazîran himêz kirin. Bedena welatê min bûye çar parçe, di lûtkeya çiyayan de zarokên birûmet ên van xakên birîndar, bi pêt û xwîna canên xwe ve azadî gurkirin. Niha kenên wan di Zagrosan de berbihewa dibe, ber bi Ava Zê ve jî vedide. Ev yek herikînek e, ya ku ber bi her çar aliyên welatê min ve biserbilindî bi pêş ve diçe.
Ez çaxê dibêjim; “Bêrîtan.” Ji navê wê re dibêjin; “Keça koçera Batmanî.” Keça zozanan. Ji hewayê bêhna şîrê taze tê û weke din jî reyhan. Dema ku te di şevên havîna hênik û li bin çirîskên stêrkan de porên xwe şeh dikir, te zarokên li çiyayan nas kiribû. Te dilberdabû ji têkoşîna wan re, ji şervanên azadiyê re, te ji wan zarokên Welatê Roj û Agirî hez kiribû.
Ya ku Bêrîtanê şaşwaz dike jî di nava wan de hebûn. Şaşwazbûyîna Bêrîtanê, di kesayetiya wê de lêgerîn dabû pêşxistin. Di her lêgerîna wê de nasînekî nû û her nasînekî jî dihişt ku Bêrîtan fêm bike. Her ku Bêrîtanê fêm dikir, têkoşîna jiyana azad di kûrahiya wê de hîs dikir û bi vî awayî hêviyên xwe mezintirîn dikir. Kesayetiya xwe nas dikir, her ku xwe nas dikir, jiyanekî nû dida afirandin Bêrîtanê.
Bêrîtan keçeke Koçer bû. Çavên wê yên di her kêliyê de dikeniyan hebû. Meyzandinên wê jî di safbûyîna zarokekê de bûn. Bi wê re germnebûyîn ne di destan de ye. Niha tam wêneyekî wê li pêşberî min e. Dîsa kenîn û dîsa kenîna wêneyekî… Ji bo kenîna wê di wêneyekî de nemîne, ez wê di herî nîvenga lênûsa evîndariya xwe de bicîh dikim. Ji bo hêviyên min bide germkirin, ji bo xeyalên min bidin mezinkirin…
Rêhevala min Bêrîtan xwediya kenîna herî xweşik. Çiqasî ken li te dihat. Ma te dizanî dema ku tu her dikeniyayî, di dilên rêhevalan de dilrihetî û dilfirehî pêşdiket? Te gotibû ya ‘Bila girîn heram bibe’ ew hêrsa di dilê te de me fêmnekiribû. Te digot; “Ji bo ku ez dijminê xwe keyfxweş nekim, ez nagirîm. Ji bo ku ez rêhevalên xwe xemgîn nekim, ez nagirîm. Tu kenî, dikeniyayî û dema tu bixwe çûyî jî te dest bi kenînê dikir. Te Hazîran bi porên xwe kir û te bi kenîna xwe ve ba dimijand… Min kenîna wêneyê te di kûrahiya dilê xwe de daye kolandin. Ji bo qet jê qut nebe, min li deriyên wê jî kilîl kiriye.
Me di Hazîranê de 14 cangorî bi oxir kir. Bêrîtan, Ezda û hîn bi dehan kesên din. Dema bîranîna wan ji têkoşîna me re dibe ronahî, meşa li ser wê rêya wan ronahî kiriye, me xwe gihandiye wateya wê. Em xwe li dildariyên wan dipêçin di şevên tavheyvî de ya ku şevên Hazîranê tînin bîra me. Hazîran, bi qasî ku dijmin biteqîne, bi tiqetiq kenîn bû. Û kenîn herî zêdetir jî li jinê dihat.
Ew di Hazîranê de çûn. Mîna Zîlanê, mîna Semayê, mîna Gulanê, mîna Ronahiyê û mîna bi dehan kesên din… Ger wan xatirên xwe kêm jî hiştibe, bila wisa be.
Çavên wê yên dikenin, Hazîran hîn zêdetir jî bi me da hezkirin…
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê