Dibe Berfîneke Biharê Dinava Kevîyên Kurdistana

0Shares

Nasnav: Bêrîtan Şafak
Nav û Paşnav: Hülya Gök
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 01.02.1996/Colemêrg
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Nurettin
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 10 Adar’a 2010/Colemêrg
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2012’an li Qendîl

Sala hevala Berîtan hatiye cîhanê di wan salan de pevçûnên herî dijwar dihatin jiyankirin. Her wiha gelê Geverê di wan salan de bi her awayê fedekariyê raber dikir û wêrekiya xwe nîşan dida. Rêhevala Bêrîtan di destpêka salên têkoşîna ku bi wî awayî derbas dibe de tê cîhanê, ji wê têkoşîna pir dijwar derbas dibe, bandor dibe.

Rêhevala me ya bi wan bandoran re mezin dibe, bawer dike ku divê xwe û dilê xwe bide vî şerê pîroz û di herî dawiyê de tevlî refên PKK’ê dibe. Piranî jiyana wê ya di nava gerîla de bi coş û moral derbaz dibe. Ji ber temenê xwe ya ciwan kesayetiyeke heyecan û çalakger e.

Bi hezaran ciwanên bedel dayîne ku ji himêza PKK’ê derketîne û dil dayîne vî şerê herî dijwar, her tim wiha çalak, lezgîn û pratîkbûyîna wan weke bûye kevneşopiyeke gerîla. Rêhevala Bêrîtan bûye yek ji lehengên bêjimar di mercên herî zor de xwe tevlî têkoşînê kirine. Rêhevalê wê pir ji şehadeta wê bandor dibin ku dibêjin bandora wê yekê bi demdirêjî dewam kiriye.

Di rastiyê de şehîdên ku ber bi azadiyê ve diçin binirx û pîroz in û derbasî dîrokê dibin. Hevala şirîn û delal ya bi kevneşopîya berxwedanîyeke dîrokî mezin bûye, di her kêlîya jîyana APOYÎ de hemu taybetmendîyên Şoreşgerîyeke bi serkeftî di xwe de bar dike û meşa azadîyê ya di rêka Serokatî û Şehîdan de bê ku tu astengîyan nas bike domdar dike. Dibe keça dildar ya axa xwe, rêhevaleke can jibo hevalên xwe. Dibe berfîneke biharê dinava kevîyên Kurdistana rengîn. Xeml û cemalî û ciwantîya hevala Berîtan dibe teminata serkeftinê.

 

Attachment