Encamnameya 6. Civata KJB’ê
Di qada parastina Medya 6. Civata giştî ya KJB’ê hate lidarxistin. Civata KJB’ê bi durûşmeya “Di Xeta Sarayan de, bi Rêberê Azad û Nasnameya Azad, Em Ber bi Serketinê ve Biçin” bi tevlîbûna 120 delegeyan hate lidarxistin. Em bi têgihîştina bilind a azadiyê Rêberê xwe yê azad bi hezkirin û hurmet silav dikin. Em hemû lehengên gelê xwe şehîdên ku ji bo parastina azadiyê û welat bêyî dudilî bi sekneke fedayî têkoşîn kirin, bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de rêhevala Sakîne Cansiz ku di xeta azadiya jinê de sekneke bêhevta îfade kir, hemû şehîdên xwe, em soza girêdana bi bîranînên wan re dubare dikin. Civakta me ya 6. ku di Rizgariya Demokratîk û Înşakirina Jiyana Azad de ji xwe re rola pêşeng daye diyarkirin, ji gelê me, jinan û hemû kadroyên me re pîroz be.
Civata me, di pêvajoya ku li herêmê û welatê me pêşketinên girîng diqewimin, hate lidarxistin, bi biryardariya ku paradîgmeya Rêber APO a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê yekane rêya azadiyê ye, ji xwe re di çareserkirina pirsgirêkan de rola pêşeng daye. Di civata me de ku pêşketinên di herêmê û cîhanê bi berfirehî hatin nîqaşkirin, hate tesbîtkirin ku qeyrana kapîtalîzmê hem avanî hem jî di wateyê de ye, ne tenê kapîtalîzm, her wiha sîstema dewletger a 5 hezar salî jî di nav qeyranê de ye. Wek encama vê jî li Rojhilata Navîn ango cihê ku yekemîn dewlet lê hate avakirin, ji bo derbaskirina qeyrana rêvebiriyên despotîk û dewletger, çareya sereke rêvebiriyên konferdal demokratîk û azadîxwaz in. Pirsgirêk tenê bi rêya siyaseta jorîn nayê çareserkirin, bi birêxistinkirina xurt a aliyê exlaqî û polîtîk, birêxistinkirina çalak a avaniyên civakî yên li derveyî dewletê dikare pêk bê. Paradîgmeya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê wek rêya sêyem yekane rêya çareseriyê ye. Civata me ya giştî li ser vê bingehê di înşakirina civaka azad û pêşxistina qada siyaseta demokratîk de bizava jinê ya azadîxwaz wek pêşeng destnîşankir.
Di civata me de rewşa şoreşgerî ya li Rojavayê welat jî hate nirxandin. Civata me ku şoreşa li Rojava, berxwedana jin û gelê me silav kir, da diyarkirin ku di pêvajoya înşaya jiyana azad û rizgariya demorkatîk de destkeftiya me ya herî mezin şoreşa li Rojava ye. Berxwedana gelê me li Rojava wek mînaka çemka gel a azadîxwaziya demokratîk dê di dîrokê de were bidestgirtin. Di civata me de bangewazî hate kirin ku hewce dike şoreşa me ya li Rojava ku jin ji bo parastina azadî û welatê xwe çek hildigire, ji bo yekîtiya gelan û Sûriyeya demokratîk xwe birêxistin dike, hemû Kurd û jinên ku dilxwazên azadiyê ne, xwedî lê derkevin. Şoreşa Rojava ku serketin misoger kiriye û civaka xwe afirandiye dê bibe şoreşa hemû kesên ku tine têne hesibandin û kesên ku tiyê azadiyê ne.
Welatê me Kurdistan di çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn rola mifte dileyîze, di Newroza sala 2013’an de daxuyaniya Rêbertiya me ji bo çareseriya pirsgirêkên nasnameyê li Rojhilata Navîn bû bersiva herî watedar. Ji pêvajoya çareseriya demokratîk re ku ji hêla cîhanê, raya giştî û gelê me ve bi coş û hêvîdariyeke mezin hate pêşwazîkirin, ji hêla bizava me ve jî tevlîbûneke çalak hate çêkirin. Bizava me pêngavên wek paşvekişînê ku bi rastî jî rîsk in û fedakariyên mezin dixwaze avêt, wiha jî biryardariya xwe ya di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de diyar kir. Ruxmî vê jî hukûmeta AKP’ê û dewletê di bêçareseriyê de israr kirin. Civata me tesbît kir ku paketa demokratîkbûnê ku hukûmeta AKP’ê û dewletê di demên dawî de îlan kiriye ji bo çareseriya pirsgirêkê nikare xizmet bike û siyaseta mijûlkirinê ye.
Siyaseta qirkirinê ku bi hezar sale diajo û di 90 salên dawî de bi berfirehî li ser gelê me pêk tê, encex bi derbaskirina zihniyeta wê dikare pirsgirêk çareserî bibîne, lê belê hukûmetê heya niha ji bo derbaskirina vê zihniyetê ti pêngav neavêtiye û li beramberî vê, gelê Kurd biryardariya xwe ji bo azadî û çareseriyê xurtir kiriye. Di vê pêvajoya ku hewce dike civakîbûna xwe birêxistin bike, zimanê xwe bike zimanê perwerdeyê, jiyana xwe ya siyasî sererast bike, aboriya xwe ya komunal saz bike, di vê mijarê de hewce dike pêngavên lez û saxlem werin avêtin û berpirsyariya vê ya sereke jî dikeve ser milên jinan û bizava azadiya jinê. Li ser vê bingehê jî civata me ber bi biryardariyên girîng ve çû.
Li gor vê jî di pêşxistina civaka exlaqî û polîtîk de hîna bêtir pêşxistina rêxistinbûnên jinê yên komun-meclîs, akademî û koperatîf erka me ya bingehîn e. Jin bikaribe pirsgirêkên xwe yên civakî bi hêza xwe ya cewherî çareser bike, ev jî bingeha birêxstinbûna me ye. Di civata me de wek erkekî acîl pêşxistina mekanîzma û sîstema parastina cewherî hate diyarkirin. Li kêleka her cure êrîşên milîtarîst ên mêtinger, zext û dagirkerî, di nav civakê de jî li ser jinê û zarokan mêtinkarî, fuhûş, destwerdan û destavêtina ku pêşdikeve, li dijî van êrîşan hewce dike ku rêgezên parastina cewherî werin esasgirtin.
Di Rojhilata Navîn de rêvebiriyên despotîk ên hezar salî pirsgirêka jinê kûr kirine. Di civata me de rêyên çareserî û pirsgirêkên ku jinên Rojhilata Navîn pê re rûbirû ne hate nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku îdeolojiya rizgariya jinê û zanista Jîneoloî li beramberî van pirsgirêkan rêya çareya yekane ye û ji bo danasîna asta ku têkoşîna azadiya jinên Kurd gihîştiyê, parvekirin û alîkarîkirina hevdu, pêdivî bi platformên hevbeş ên mayînde heye. Ji bo birêxistinkirina vê jî biryardarî derkete holê. Li ser bingeha perspektîfa Netewa Demokratîk di serî de jinên Tirkiyeyî, hemû jin li ser bingeha têkîlî-îtîfaq platformên hevbeş ên têkoşînê pêk bînin, ber bi rêxistinbûnê ve biçin, ev mijar wek hedefeke girîng hate diyarkirin. Civata me girîngiya pêşxistina yekîtiya netewî ya jinên Kurd jî kirpand û hate diyarkirin ji bo ku jin ji mêtingerî û helwestên ku çavkaniya xwe ji nêzîkatiyên zayendparêz digrin rizgar bibin hewcehiya wan bi hevparî û yekîtiyê heye.
Xala bingehîna a rexne û rexnedayîna civata 6. a KJB’ê ev bû ku; me nekarî şertûmercên esaereta Îmraliyê ku Rêbertiya me li wir tê ragirtin bidawî bikin û di înşakirina netewa demokratîk de wek eniya azadîxwaziya jinê me nekarî erk û berpirsyariyên xwe hemûyan bicih bînin. Li ser vê bingehê jî civata me da zanîn ku ji bo hevdîtina fîzîkî bi Rêbertî re hewce heye ku bi eşqeke mezin netewa demokratîk înşa bikin. Civata me gihîşte biryardariya ku bi Rêberê azad re hevdîtin çêbike û civak û jina azad biafirîne. Ji hêla civatê ve parêznameya Rêber APO ya bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” wek manîfestoya jiyana azad a bizava jinê hate pejirandin. Bi durûşmeya “Jin ji bo Rêbertî û Azadiya Xwe di Nav Çalekiyê de ne” pêvajoya hamleyê hate destpêkirin.
Civata KJB’ê ya 6. destnîşan kir ku ji bo hemû bindestan, vê carê şertûmercên ku bi aliyên desthilatdar, despot, dewletger û desthilatdariya zilam bidin wendankirin heye, ji bo vê jî hemû qadên bizava azadiya jinê bi roleke wiha ya stratejîk re rûbirû ne. Bi vê tesbîtê jî em hemû kadro û xebatên xwe; hemû jin, ciwan û yên dildarê azadiyê ne, vedixwînin ku tevlî pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Înşaya Jiyana Azad” a ku Rêber APO daye destpêkirin bibin. Bi baweriya ku azadî û serketin pir nêz e, em careke din gelê xwe silav dikin û dibêjin ku şeşemîn civata me li hemû parêzvanên azadiyê pîroz bibe.