Evîn Goyî
Sala 1994 bû. Nêzî salek çêbibû ku dijmin neketibû Gabar ê. Wekî hêzeke gêrîla, me êdî digot ku êdî dijmin nikare têkeve Gabarê. Hevalên wê demê ku li Gabarê bûn, piraniya wan hevalên jîr û zîrek bûn.
Bihareke hênik ku meriv dikare bêje bihareke sar, bi keskahiyan derdor xemilîbû. Gabar ciyek bi çi rengî ye kêm û zêde her heval vê dizane, pewîst nake ez zêde qala xweşikbûna wê derê bikim. Lê bi kinasî dikarim bêjim Bihûşt e. Di meha Gulanê de bihûşt çawa be, Gabar jî wisa bû. Nû nû em germ dibûn. Her dîmena ku çavê lê diket negengaz bû ku were jibîrkirin.
Rojekê sê hevalên xort çûne gund, dê erzaq bianiyana. Çûbûn gundê Meydînê. Gava ev heval diçin gund, di rê de leşkerên Tirk dibînin. Li ser wan gule berdidin, lê leşkerên Tirk dengê xwe dernaxin, ji ber dixwazin werin ser cihê ku em bi giştî lê disekinin. Dixwazin werin ser wargehê û me hemûyan îmhe bikin. Bi hevalên me re nakevin nav şerê. Piştre, hin hevalên me ku çûbûn dewriyê jî dijmin dibînin, lê bi wan re nakevin nava şer. Van her du gurûbên me hatin wargehê, ji hevalan re rewş vegotin. Tekmîla xwe bi vî rengî dan. Ewraziya Gabar pir bi şkêr û dar e, lewma jî di tariyê de negengaze ku mirov pir bi hêsanî lê bimeşe.
Hevalên me yên wargehê, bi taybet rêveberî, baweriya xwe bi van tekmîlan neanîn. Wan digotin:
“Negengaz e dijmin were û têkeve Gabarê.”
Bes, cardin jî li ser wargeha me çend heval weke zîrevan derxistin, da ku kes nebêje rêveberî ruxmî van tekmîlan tedbîr nagire. Li ser sirteke piçûk, ez û çend heval nobedar bûn. Hevalên ku wê gir bigirtana, çûn cihê xwe. Pênc heval çûbûn gir. Cihê gir, çariyek dûrî me bû. Cihê nobetê jî li ser gopikeke ser wargehê bû. Jixwe ewraziya Gabarê tev bi gopikên biçûk û di nav hev de tejî ye. Gopikên piçûk weke xelek digihîjin hev û navîna wan jî rast û ji bo wargehên me guncav bû. Jixwe piraniya cihê wargehên me wisa bû. Wek mînak, gireke mezin hebû ku berwariyên wê ji gopikên piçûk pêk dihat û navîna wê rast bû. Em jî di berwariyeke wisa de bicih bibûn. Ew gopik jî ji şkêran pêk dihat.
Em sê hevalên jin zîrevan bûn. Jixwe ger tu biçûya ser kîjan gopikê, te derdora xwe tev didît. Li ewraza Gabarê girên pir bilind nebûn. Bi giştî ewraz weke hev bûn. Tu çûbûya ser kîjan gopikê, te dikarîbû hemû gopikên dîtir jî bidîta. Ji cihê nobeta me, serê TRT’ê xuya dikir. Hevalên me yên ku çûnbûn gir bigrin, berî ku dinya ronî bibe, dibînin ku dijmin tê. Ew heval bi zorê xwe xilas dikin. Hevalê ser wê gurûbê dibêje “Em xwe bigihînin hevalan. Ger leşker bikevin navbera me û wan, ew dê tev de werin kuştin.” Lewma ew heval pir zû û zîrek dikevin pêşberî wan û nahêlin ku leşker têkevin navbera me û wan de, ji berwariyê re xwe gihandin cem me.
Berbanga sibê, derdor nû ronî dibû, dijmin ji her du aliyên wargeha me ve hatibû. Sirtek li beramberî me ku hinek bilintir bû, ji wir dihatin. Jixwe di cihê xwe ya nobetê de, gava min dengê zincîra BKC bihîst, min fêm kir ku em û dijmin êdî di nava hev de ne.
Cihê ku em lê bûn, yanî ez û her du hevalên jin diketin beramberî hevalên xwe yê dîtir. Li gopikên wek zincîr û bi şêwazê xelekê hevgirtî, ew li aliyekê, em li aliyekê bûn. Navbera me jî dûz û rast bû. Gava ku rêveberî dît em û dijmin pir ketine nava hev de, gote me “xwe paşve bikşînin.” Li gorî vê, diviya me ew cihê rast û dûz derbas bikira û xwe bigihanda gopika beramberî xwe. Heval bi piranî xwe bi wî alî ve kişandibûn û diviya du-sê heval jî parastin bikira.
Ez dikarim wisa bêjim ku em li gopika yekem de bûn, li beramberî me dijmin hebû, li pişt me jî gopika ku heval xwe paşve kişandibû hebû. Lê di navbera me de ew cihê dûz hebû. Ger em biçûna wê derê, diviya em pir zîrek û atîk bûna, nexwe wê dijmin ji paşve bikaribûya li me bide, dikarî me bigire jî. Ji paşve parastina me jî, ewqas ne hêsan bû. Gava hevalên me qileşên xwe bidana şuxulandin, dibû ku bi şaşitî me jî bikujin. Rewşeke wisa asê bû. Şer û xwe paşve kişandina hevalan, nîv saet ango çil û pênc deqîqe ajotibû.
Ez û du hevalên xort mabûn. Leşker ketin noqteya me jî. Me hê jî li cihê nobetê şer dikir. Ew deştika piçûk ku di navbera me û hevalan de bû, bi qasî pêncî metro hebû.
Wê demê ji ber ku cîhaza me hemûyan nebû, me bi xwe biryara xwe da ku em jî divê êdî xwe paşve bikşin. Ez pê nehesiyabûm lê toqa li ser pora min sipî û bireq bû, hevaleke xort gote min:
“Wê toqê jêveke ku dijmin serê te nîşan negre!”
Min toqa xwe derxist. Piştî çend deqe me biryar da ku em bazdin û xwe bigihînin hevalan. Me xwe da aliyê sirtê ku ber bi hevalan ve dirêj dibû û digihîje deştika piçûk, hevalên xort bazdan. Hevalên xort pir zîrekbûn. Ji min qederekê dûr ketin. Diviya ez pir atîk bim û berî dijmin xwe bigihînim cihê hevalan.
Taybetmendiyeke min hebû ku, gava min dengê hevalan dibîst, min hêzeke mezin a wêrekiyê di xwe de didît. Lê gava ez pê bihesiyama ku ez tenê me, dijmin nebe jî ez ditirsiyam.
Min berê xwe da deştika piçûk û bi hemû hêza xwe ve, min bazda. Gava min dengê leşkeran jî bihîst, êdî min wisa lez da lingên xwe ku, min nema pêşiya xwe didît. Firset nebû ku ez bêhnek li pêşiya xwe binêrim. Cerdewan û leşker li pey min dibeziyan, ez tenê bi vê rastiyê hesiya bûm û tenê ji bo ku bi saxî ez nekevim destê wan, tu bêjî qey lingê min ji erdê qut bibû.
Leşker û cerdewan bi hev re dabûn pey min û dibeziyan, da ku min bi destbigrin. Bi beza xwe re jî qîr dikirin. Wê gavê çavên min, te digot qey nînin. Min ne pêş, ne jî paş nedidît. Tenê wek ku bifirim, bêyî ku lingê min bi tiştekî ve asê bimîne, ez dibeziyam. Her ku rewşa min a ketime nav destên wan, dihate ber çavên min, ez dibeziyam. Derfet nebû ku ez rawestim û guleyekê li serê xwe bidim. Carê ji ber bayê ku bi bazdana min çêdibû, pora min dihate ber rûyê min. Wekî din, êdî min nedizanî hevalên me li kîjan aliyê ne, ji xwe re tenê direviyam, dibeziyam. Reva ji dijminê welatê me, deshilatdar û qirkeran, rev ji xwefiroş, bênamûs û xayînan, rev ji mirovên xwe jî. Wê gavê, wê kêliyê, ez bibûm daxwaziyeke azadiyê û hemû koledarî û deshilatdarî ketibû pey min. Di dîroka jinê û gelan de xilasbûyîn, mabû ser pişta hêza lingên min. Sekinandin ango xwe radestî wan kesên ku li pey min dibeziyan kirin, qet nedihat bîra min. Wê gavê, bi rastî jî, min xwe weke çûkekê hîs kir. Lê çûk ti caran xwe radestî nêçîrvan nakin.
Kesên li pey min xweş dîtibûn ku ez jin im. Vê jî dihîşt ku zêdetir bi hêrs bibin û bi hêztir bibezin. Min di dilê xwe de digot “Ger ez li pişt xwe bizivirim, wê min bigrin.” Dengê wan dihat, yekî digot:
“Keçikeee!, keçê raweste!, ha hooo, keç e!”
Bistekê dengê wan pir nêz hate min û pê re jî gule diketin ber lingên min. Di wê kêliyê de lingên min, li kevirekê ket û ez pekiyam, ez gindirî pişt tehtekê bûm. Kevira ku ez lê qulipîm û pekiyam ketim pişt wê, gelek mezin bû, lê ez ewqes bi lez dibeziyam ku, ew leza min hişt ku ewçend bilind bipekim. Min ji pişt kevirê serê xwe rakir, min dît ku paşve dizivirin, hev diparêzin. Wê gavê ji min re wer hat ku her çavên min girtî bûn. Min qet çavên xwe venekiribû. Cerdevanên Qilebanê pir dijwar dihatin ser me. Ji eşîra me bûn, lê min li wir fêm kir ku gava mirovek nasnameya xwe ya netewî firot, nikare keç û jina xwe jî biparêze. Di rastiya xwe de Kurd, bi namûs û şerefa xwe ve bi nav û deng in. Di nav me Kurdan de, keçek nenas be jî, gava xwe bispêre malekê, ew mal li wê xwedî derdikevin. Di civaka me de namûs, di jinê de tê dîtin, lê min fêm kir ku cerdevan gava li pêşiya leşkeran dibeziyan, ji bo namûsa xwe bifroşin dibeziyan. Gava min ji dûr ve li wan nêrî, min di dilê xwe digot “Heyfa wan şaşiyên reş û spî ku ev cerdevanên Kurd didin serê xwe, di serê wan de qirêj dibe.” Bi rastî jî di wan gavên xwe yên bazdanê de, min dît ku paşverûtiya Kurdan jî ketiye pey min, dixwaze min radest bigre.
Weke jin, di wê gavê de dewsa tirsê, min dît ku biryara min ya şer û têkoşîna li hemberî deshilatî zêdetir bû. Lingên min wisa dibeziyan, min bi xwe jî bawer nekir ku ya wisa dibeziya ez bûm.
Di wê kêliyê de, ez gihîştim binya gopikê ku heval lê bûn, lê min nedizanî. Gava ez gihîştim wê derê, heval dikarîbûn parastina min bikin.
Gava ez gihîştim gel hevalan, hestên min çawa bûn, divê hûn bi xwe hinek pê bizanin. Ji bo min, wek vegera jiyanê bû. Berî çend deqîqeyan dibû ku nema hevalên xwe bibînim. Ger ez ketibûma destên dijmin, wê çi bihata serê min, cardin hûn bifikrin.
Piştî ku min bêhna xwe veda, ji bo wê rojê, bûyera ku biqasî wê bazdanê bandora xwe li ser min çêkiribû, mukirhatina hevalan bû. Belê, hevalan, ji bo ez bi saxî neyêm girtin û min zêde neyêşînin, bi dehan guleyên qilêşê li ser min, leşker û cerdevanan, bi hev re reşandibûn. Hevalên me jî bawer nekiribûn ku ez ji nava lepên dijmin bifilitim. Lê min ji wan re got: “Ez, ti caran di wan kêliyan de ketina nava destên wan, nefikirîm. Lewma ez difiriyam.” Min wê rojê zêde li ser vê bûyerê tiştek negot, lê di hundirê xwe de ez gelek fikirîm. Birastî jî di nava şer de tu jin bî, barê te dubare giran dibe. Hevalên xort digotin “Me rastiya dijmin fêm kiriye” lê cardin jî, dilê wan ti caran ne amadebû ku hevaleke jin bi saxî biketa destên dijmin. A din jî nedixwestin, em bi destên dijmin werin êşandin.
Demek bi ser wê bûyerê de borî, ew tirsa min ya berê ku me digot; “Wele! Em jin in, divê dijmin me nebîne, divê em nekevin destên wî û hwd.” dewsa xwe hişte berxwedaniyê. Êdî min dixwast zêdetir biçim ser dijmin, bila bibîne ku jinên Kurd çawa li hemberî wî şer dike, serê xwe natewîne.
Piştre di gelek çalekiyan de, ez bi xwe jî tê de, em çûn ser wan, her ku wan li hemberî me bi paşverûtî êrîş kirin, em zêde bûn, em bi biryar bûn.
Di çiyayên asê yên Botanê de, hemû dar û ber, av û ax, kevir û lat bûne şahidê bûyerên weke vê bi sedan. Ez niha jî difikirim, gelo berê me dikaribû ji ber hezkirinên xwe, kesên ku em jê hez dikin bikujin?
Dibe ku ji were balkêş were, lê ez dixwazim vê jî ji we re bêjim; beriya niha bi salan, min fîlmeke Hindî temaşe kiribû. Li gorî kevneşopiya wan diviya, jinek bi zilamê xwe yê ku mirîbû, bihata şewitandin. Ji ber ku jin wek milkê wî dihate dîtin. Zilam gava ku dimire, milkê wî jî pêre dişewitînin, dikirin xwelî û berdidin nava çem. Lê di nava wan kesên ku tevlî vê bûyera şewitandinê bibûn, yek ji wan dil nedida ku ew jin ewqas êş bikşîne, radikir çeka xwe û ji dûr ve dilê wê jinê nîşan digirt. Beriya ku bişewite ew dikuşt. Ji bo ku neyêşe. Lê em nedixwazin biêşin, ne jî bimirin, em ê ji bo doza gelê xwe, bibin jinên xwedî jiyaneke azad. Belê, nêrîna min niha wisa ye.
Gava tu jin bî û di nava şer bî, her tişt bi te re diaxive.