Bi nêzbûna 15’î Sibatê re çalakiyên bo boneya azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî zêdetir dibin. Ji dûh ve gelek çalakî pêkhatine. Heman demî serlêdan jî bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din li girava Îmralî çêbûne. Em dixwazin niha cîh bidin pêşketinên dawî yên ji dûh ve pêk hatine bikin;
Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hatin kirin
Serlêdanên Parêzer û malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê di van rojan de jî pêkhat. Dûh malbatan, roja çarşemê jî parêzerên Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Dûh birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza dîtina Rêber Apo serlêdan kirin. Xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdana roja Çarşemê pêkhatî jî ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Îbrahîm Bîlmez ve hate kirin.
Lê belê bi salan e serlêdanên parêzer û malbatan bê bersiv têne hiştin. Di vê pêvajoya ku bangawaziyên çareserkirina pirsgirêk bêne çareser kirin jî bi israr bersiv nedayîna van serlêdana ispata kûrahiya tecrîda giran kirî ye. Serlêdanên parêzer û malbatan ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê car carna bi derengî bersiv dayînê tê derbas kirin carna jî bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ bi rengekî kêfî hevdîtin ji bo mehan tê qedexe kirin.
Rojnamevan ji bo hevpeyvîn bi Rêber Apo re pêk bînin serlêdan kirin
Rojnamevan ji bo hevpeyvîn bi Rêber Apo re pêk bînin serî li Wezareta Edaletê dan. Serlêdan ji aliyê rojnamevan Nezahat Dogan û Dîcle Muftuoglû ve pêk hatiye. Herdû rojnamegeran ji bo di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka siyaseta înkara Kurd bi xwe re tîne de bi Rêber Apo re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Rojnamevanan, daxwaznameyên xwe radestî wezaretê kirin.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû li ser navê rojnamevanan daxuyanî da û got ku weke rojnamevan ew nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd dişopînin.
Dîcle Muftuoglû, wiha got: “Gelek derdoran daxuyanî dan û me jî hewl dan van gotinan bi raya giştî re parve bikin. Hemû derdor di weşanên zindî de daxuyaniyan didin. Lê belê derfeta me nîne ku em daxuyaniyên Abdullah Ocalan yekser bi raya giştî re ragihînin. Li ser şandeyên heta niha çûne, bi hinek agahiyan dizanin. Lewma ji bo weke aktorê sereke yê vê pêvajoyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û hîn bibin bê ka têkildarî pêvajoyê û çareseriya pirsgirêkê çi difikire, weke rojnamevanên jin me serlêdan kir. Weke rojnamevan, peywira me ew e ku civakê agahdar bikin. Em dixwazin di vê mijarê de ji Abdullah Ocalan pirsan bikin.”
Dîcle Muftuoglû, bang kir ku rojnamevanên din jî j bo rojnamegeriyeke objektîf serlêdanê bikin.
Meşa Dirêj kete roja 18’yan
Çalakiya Meşa Dirêj ya ku li Fransa ji 21’ê Çilê ve destpêkirî îro kete roja xwe ya 18’yan. Dûh meşvanên Meşa Dirêj di çalakiya xwe ya li bajarê Lîlle yê Fransayê de ‘xeleka azadiyê’ ava kirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku di qonaxa yekemîn a pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” tecrîd hatiye şikandin vêcar di qonaxa duyemîn de ku dewam dike re yê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn.
Meşvan dûh li Qada Republique ya bajarê Lilleyê bi Kurdistanî û dostên xwe re civiyan, li vir danezan belav kirin û piştre jî daxuyaniyek hate dayîn.
Meşvanan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanca çalakiya xwe û qonaxa pêngava azadiyê û ev yek anîn ziman: “Me li vir ji bo Rêbertiya xwe xeleka azadiyê ava kir. Em bawer dikin ku wê di demeke nêz de Rêbertiya me bi awayekî fîzîkî azad bibe.”
Meşvanên ku xeleka azadiyê ava kirin, dirûşme berz kirin, govend gerandin û piştre jî meşa xwe berdewam kirin.
Tê payîn ku van rojên pêş de li Elmanya jî meşa dirêj destpêbike. Herdû meş jî yê 15’ê Sibatê li Strasburgê bi encam dibe.
Peyama 15’ê Sibatê yê bibe “Emê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin”
Di vê navberê de ji Komîteya Amadekar a Mîtînga 15’ê Sibatê li Strasbourgê pêkbê Nilûfer Koç hin agahiyan bi ANF re parve kir û got peyama mîtînga girseyî yê bibe, “Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin”.
Nîlufer Koç bal kişand ser asta pêşketina têkoşîna azadiyê û anî ser ziman ku têkoşîn êdî ji Kurdistanê derbas bûye, bi pêşengiya dostan li tevahiya cîhanê belav bûye. Nilûfer Koç wiha got; “Navê Rêber Apo ji DYE’yê heta Bangladeşê, ji Kolombiyayê heta Efrîkayê, ji wir jî heta Awûstralyayê li çar aliyên cîhanê belav bû. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku polîtîkaya tecrîdkirina Kurdan a bi sîstema Îmraliyê re hatiye şikandin. Bi pêşengiya berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê Kurd ji bin tecrîdê rizgar bûn. Rêber Apo gelê Kurd ji sedsala 21’ê re amade kir. Di vê sedsalê de li gel qirkirin, şer û êşên ji ber sîstema kapîtalîst rû dan, Rêber Apo mîna rojekê şewq da her aliyên Kurdistanê.”
Têkildarî rojevên çareseriyê jî Nîlufer Koç nirxandinan kir û got, “Dewleta Tirk ketiye nava tirs û fikaran ku Kurd karibin sûdê ji vê kaosê werbigirin. Rêber Apo weke ku 32 sal in dibêje, careke din mifteya çareseriyê pêşkêş dike. Rêber Apo ji dewleta Tirk re dibêje ‘Em herdu jî dikarin bi ser bikevin’. Dibêje ‘Ya ku we li Kurdan kir neheqî ye, ji bo sererastkirina vê jî demokrasî şert e’. Ji bo vê çareseriyê jî divê çarçoveya 7 xalan a Rêber Apo bê qebûlkirin û her kes qezenç bike.”
Herî dawî jî ji bo çalakiya 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê Nîlufer Koç ev bang kir, “Em ketine wê demê ku ji aliyê fîzîkî ve Rêber Apo azad bikin. Dem ew dem e. Ji ber ku guherînên li Rojhilata Navîn gelê Kurd gihand vê astê. Rêbertî jî dixwaze bi vê mifteyê hemû pirsgirêkan çareser bike. Wezîfeya me ye ku Rêber Apo ji Îmraliyê derxîne. ‘Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin’ wê peyama îsal a 15’ê Sibatê be.”
Civînên gel berdewam dikin
Civînên “Aştiya Civakî û Hevdîtinên Azadiyê” ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya peyamên Rêber Apo ên di hevdîtinên dawî de dayî destpêkirin berdewam dike. Dûh bi wê boneyê li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Bagcilara Stenbolê civîna gel hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de nîqaşên derbarê hevdîtinên bi Rêber Apo pêkhatî û pêvajoyê heyî hatin kirin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz di civînê de axivî û anî ziman ku ev pêvajo yê hem çarenûsa gelê Kurd hem jî ya gelên Rojhilata Navîn biguherîne. Guleryûz wiha dawî li nirxandinên xwe anî; „Birêz Ocalan di hemû hevdîtinan de wiha gotiye; ‘Em amade ne, em ji çareseriya civakî û felsefeya pêkvejiyanê re amade ne. Em ji avakirina neteweyeke demokratîk, çand û felsefeya pêkvejiyana gelan re amade ne û bila dewlet biryara xwe bide.’ Em ji weke demokrat, sosyalîst, gelê Kurd û welatparêz ji bo aşitî, jiyana hevpar û pêkvejiyanê amade ne. Gelo hûn jî amade ne? Em ji vir bang li civaka Tirkiyeyê dikin; Rayedarên Tirkiyeyê gelo hûn jî amade ne ku em xwe ji vî şerî , ji vê bêedaletî, xizanî û jinavçûna civakî rizgar bikin? Em amade ne. Em dubare dikin ku piştgiriyê didin banga Birêz Ocalan ya ji bo aşitiyê.’’
Civîna gel bi nirxandinên beşdarvanan berdewam kir.
Çavkanî; ANF