Di Rojava De Parsatin Bi Civakbûyîna Li Derdora Jinê Pêk Tê

0Shares

Di rastiya hebûna tevayî zindiyan de pêdiviya bi xwe parastinê heye. Zindiyên ku bikaribin xwe li hemberî şert û mercên ku pê re rû bi rû tên biparêzin, ew zindî dikare hebûna xwe jî berdewam bike, ev rastî tê wetaya ku parastin perçeyeke ya hebûnê ye. Her zindiyeke li gorî rastiya xwe ya biyolojîk xwedî mekanîzmeyeke xwesere ku ayidî wê ye. Dema ku mijar dibe mirov pêwîste ku mirov li ser rastiya mirov jî hinekî şîrove bike.

Mirovatî jî weke gelek zindiyên ku heya roja me ya îro karîbûne hebûna xwe berdewam bikin, di gelek şert û mercan re derbasbûye. Ger em qala dîroka mirov ya berî 20 hezar sal dikin, û em dibêjin ku mirov di destpêkê de di rastiya xwe ya biyolojîk de û di ya hişî de jî ne weke roja me ya îro bûye, di heman demê de şert û mercên xwezayê jî ne weke roja me ya îro bûye. Şert û mercên xwezayî di destpêkê de ku weke serdema bûzê dihate naskirin ji bo tevayî zindiyan çawa zehmet bû, ji bo mirov jî gelekî zehmet bûye ku di wan şartan de xwe li ser piyan bigre. Em dibînin ku gelek zindî di wan deman de jiber ku nikarîbûn xwe biparêzin tunebûne, her weha hin tûrê mirovan jî bi tinebûnê re rû bi rû mane. Lê ji bo tûrê mirov yê ku em niha jê tên xala herî giring ya ku hiştiye mirov parastina xwe ava bike xala civakbûyîne bûye.

Mirov bi tena serê xwe nikariye jiyana xwe berdewam bike. ferdê ku ji civaka xwe qut bivaya, ew ferd mehkuûmê tinebûnê bûye, ji lewma hêza civak û civakbûyînê yanî kombûyîna mirov gel hevdû, bi hevre tevgerkirin, bi hev şêwir kirin, xwe parastina hev esasê civaka bi hêzbûyî bûye. Bi îfadeyeke din civakbûyîn mîna govendeke ku her kes destê hev digre û dîlaneke bi hevre dike. Ger bi vê mînakê em ji xwe re tesewir bikin yek kes bi tena serê xwe bireqise çawaye, û pir mirov bi destê hevdû bigrin û govendê bi hev re bigerînin çawaye? Bê gûman coşa govenda ku her kes tevlî dibê ji ya yek kesî hîn zêdetire, enerjiya piraniyan hêza moral, hizir, avakirin û her weha ya gelek tiştên erênî derdixîne holê.

Ji vê rastiyê dema ku em derkevin rê emê bibînin ku civakbûyin û parastin di rastiya mirov de weke du heleqeyên bi hevdû ve girêdayiye û mirov nikare wan ji hevdû qut bike. çiqas civakbûyîn ewqes parastin, çiqas parastin ewqas hebûna civak bi hêz dibe. Ji xwe gereke em tûcar jibîr nekin ku rola jin di van herdû xalan de jî roleke sereke ye. Gotina ku dibêje jin jiyane ji xwe de nehatiye gotin. Jin bi tena serê xwe mîna gerdûneke ku xwedî taybetmendiyên dewlemende. Ev çi di warê taybetmendiyên xwe yê xwezaya biyolojîk de dibe, çi di warê taybetmendiyên xwe yê hestyarî û hizrî de dibe. Ev taybetmendiyana hiştiye ku jin li hemberî jiyanê hîn zêdetir hişyar be û reflêksên parastinê pir li pêş be.

Mirovatî, ji destpêka hebûna xwe û heya roja me ya îro her di lêgerîna naskirina çavkaniya hebûna xwede bûye. Bi hezarên salan mîna zarokekî/ê kû bi her tiştî re dikene û şadibe jiyaye. Ji ber ku tevahî hebûnên li derdora xwe, mina xwe zindî hîskiriye. Bê ku cudabûn nasbike an bîr bi vê ferasetê bibe, rêgeza jixwere çawa nêzîk dibe, ji hawirdora xwe re jî bi wî awayî nêzdibe. Ew hevoka ku dibêje “ya kû mirov dike mirov; fikre. An ya ku mirov ji heywan cuda dike fikr e.” bi yek car şaş nebejî, jibo pênasekirina mirov kêm û çewt dimîne. Mirovatî demên xwe yên herî dijwar di avabûna xwebûyînêde, yanî di demê civakbûyînê de jiyan kiriye. Dayika ku civak li derdora xwe kom dikir û mîna mamosteyê ji şagirtên xwe re rêk û pêkên jiyanê yên destpêkê dida nasîn, bi hêzên xwe yên afirîner û bi ked û zehmetiyên pir mezin, civak ber bi civakbûyînê ve bir. Ger ku jiyana mirovatî hetanî roja me ya îro hatiye û domkiriye, dibe ku deyîndarê vê rastîyê be. Ji ber ku bûyera civakbûyînê di jiyana mirovatî de awartayekî dîrokî bûye.

Di nava wan şart û mercên zahmet de mirov encax bi civaka xwe re dikarî xwe liser piyan bihişta. Pîvanê civakbûyînê jî ger ku nebûya, wê tiştekî ku civak li gel hevdu bihişta wê nebûya. Ji ber ku civakbûyin bi xwe, pîvana têkîliya kesayet bi civakê re û ya civak bi kesayet re li ser têgihişta jiyaneke hevpar pêk tê. Ya ku ev pîvan bi mirov û civakê da qezenckirin jî çanda  jin ya xwedavendîtiyê  bû. Gelek bermahiyên ku di roja me ya îro de ketine dest vê rastiyê îsbat dikin. Taybetmendiyên jin yê zayînê û zanînê di nav hevde pêşdiket. Dema zarok dihatin dinyayê bi perwerdeya dayikê dibûn xwedî zanist û exlaqê pê re ji civaka xwere nêzîk bibe, jê dielimî. Di vê civakê de jiyan, dinava herikînekî pir bi lez de pêşdiket. Jiber ku di perwerdeya dayîkê de, serwerî, zexitkirin, talankirin û parçiqandin nebû. Bi awayekî xwezayî cihê ku ev taybetmendî lê nebin, her kes di jiyanê de dibe xwedî erk û rolê afirandinê. Ev yek jî dihêle ku sistema parastinê li gel civak bi hêz were avakirin. 

Tirsa windakirinê, ya tinebûnê, ya bi tenê mayînê dema ku di mirov de hebe, hewildanên mirov yê tekoşîna li hemberî êrîşên ku li ser van xalan têne çêkirin hîn zêdetir dibe. Eve parastin û ji lewma ji vê re jî parastina cewherî tê gotin. Ji ber ku ev tirsana jiyan kirin tişteke xwezayî ye, ji ber  jiyan mafê her kesiye, û daxwaza ku mirov bi civaka xwe re jiyan bike di her mirovekî de heye, ji lewma dema ku êrîş jî li ser van daxwaza tê çêkirin, mirov dikeve rewşa ya xwe parastinê. Lê pêdiviya xwe parastinê jî di her demê de li hemberî heman sedeman ne hatiye çêkirin. Mînak dema em qala civaka mirovatî ya heya dema neolotîkê dikin, heya wan dema jî mirov li hemberî şert û mercên xwezayî yê zehmet pêdiviya bi xwe parastinê didît, her ku mirov mejiyê xwe li ser amûrên ku bikaribe xwe hîn zêdetir pê biparêz êşand, tiştên nûh afirand û ji bo parastina jiyana xwe rêbazên hîn hesantir û ewletir afirand.

Lê mixabin heya ku mirov xweza naskir û şêwazên xwe parastinê yê bi gelek rengan peyda kir, vê carê mirov li hemberî pêdiviya xwe parastinê ya li hemberî hevdû dît. Ev pêdivî encamê pêşketina pergala desthilatdar ya bi hişmendiya mêr ku bi taybetmendiyên êrîşkar, talankar, derewker û bi rêbazên komploker pêşket.

Ev pergala mêr ya ku li hemberî çanda dayikê pêşket her ku çû bû belaya serê mirovatiyê. Jineke bindest zîvirî çandeke bindest, çîneke bindest, civakeke bindest û welateke bindest. Ji xwe de bindestiya jin bingehê hemû bindestiyane nayê gotin, ger em vê pergala desthilatdar ya pênc hezar salan lêkolîn bikin emê bibînin ku çawa bindestî di şexsê jinê de her ku çû kûr bû û weke heleqeyên ku li dû hevdû hatin, bindestî bû rewşa tevayî civakan.

Lê ev yek heye ku nirxên civaka demokratîk yê ku bi destê jin hatibûn ava kirin tûcar nehate jibîr kirin û dev jê nehate qerandin. Civakên ku çanda demokratîk bi kûranî jiyan kirine himêzkirina wan ya vê çandê û bi dû ketina wan jêre herdem hebûye. Dîrok bi şerên van her dû xetan, xeta desthilatdar û xeta civaka demokratîk heya roja me ya îro hatiye. Lê em meyzebikin çawa ku li hemberî şertên xwezayê hêza civakbûyînê li gel mirov bûye sedemê xweparastinê û serkeftinê, li hemberî êrîşên desthilatdar jî civakên ku xwe sipartine hêza xwe ya cewherî û bi yekbûyîna xwe ya civakî sekinîne karîbûne xwe li hemberî êrîşan biparêzin û azad jiyan bikin.

Civakên ku bi êrîşên desthilatdaran û polîtîkayên wan perçebûne, ev civakana mehkûmê tinekirinê, belavkirinê, hilandinê û xwe jibîrkirinê bûne. Li hemberî êrîşên desthilatdara û fêlbaziyên wan berxwedaniyên civaka çêbibin jî, lê rastiya dîroka vê pergalê tecrûbeyeke da civakan ku êdî her civak dizane ku berxwedanî û xwe parastin tenê bi hêza fîzîkî têrê nakê, ji xwe ev di tû deman de jî nebûye esasê serkeftinê. Hêza zanebûn û têgihiştina azadiyê ew hêzeke esase di xwe bi rêxistinkirina civakan de ye. Xwe rêxistinkirineke bizanebûn esasê serkeftin û azadiya wê civakê ye. Ev derseke ku pêwîste her civak ji xwe re derxîne û bi vê zanebûnê tevbigere.

Her civakeke li gorî şert û mercên demê pêwîstiya xwe ya guhertin û veghertinê heye. Heger ji pêşketinên demê, yanî yê serdema ku mirov tê de jiyan dike mirov bê xeberdar jiyan bike, ev tê wetaya ku jiyana xwe ji her awayên êrîşan re vekirî dihêle, ji xwe zanebûn bi xwe araca herî giringe di xwe parastina mirov de ye. Jiber pergala desthilatdar her dem ji bo ku desthilatdariya xwe bi hêz bike xwe di gelek forman re derbas kiriye, her demekê bi formeke nûh û bi rêbaz û taktîkên cûda ji bo ku serweriya xwe li ser civakan ava bike, di nava tekoşînekê de bûye. Em dizanin ku foram niha ya ku ev pergal jiyan dike, forma modernîteya kapîtalîste ya ku bi pêşkêşkirina modêla dewlet netew dixwaze ku tevayî civakan di zafta xwe de bigre. Ji lewma civakên ku bi du doza xwe ya azadiyê de ne pêwîste ku li hemberî vê yekê bi enternatîfên xwirt xwe bi rêve bive, hebûna xwe biparêze û hêza xwe bi rêxistin bike.

Yek ji sedemên ku îro rojhilata navîn di nava qeyranê de jiyan dike, sedemên ne guhertina hişmendiye. Ev hişmendiya ku di bin bandora hin qalibên weke olî, milî, mezhebî û zayendî de jiyan dike, û ji ber ku van qalibên xwe derbas nake û şoreşeke di warê fikrî de pêknaniye, ji bo hêzên desthilatdar bûye zemîneke ku xwe li ser ava bike. weke zayifatiyeke ku her dem hêzên desthilatdar jê fayde dîtiye û dibe gidaya (beslenme) esasî ya ku xwe li ser bidin jiyankirin. Êdî dem hatiye ku gelên rojhilata navîn ji sedemên ku ew paşde dikşîne û nahêle ku bive xwedî jiyaneke azad, ku jiyana azad jî encex bi avakirina pergaleke demokratîk pêk bê. Ji bo avakirina pergaleke demokratîk pêdiviya xwe ya naskirina pirsgirêkên xwe û analîzkirina wan û çareserkirina wan bi perspektîfeke nû heye. Ev perspektîf di aliyê rêber APO de pir berfireh hatiye danîn, lê yê ku vê perspektîfê bi tevayî gelan bide pêkanîn, rola vê ya piratîkî jî dikeve ser milê civaka kurd, û em dibînin ku îro civaka kurd bi vê rolê radibe. Heger hîn jî hin kes pirsbikin û bêjin çima civaka kurd, em careke din bi hin hevokan rastiya civaka kurd û rola wê ya dîrokî bînin bîra wan.

Civaka kurd ji civakên destpêkê yê ku li ser van axa jiyan kiriye, civaka ku bi her miletekî re parve kiriye, daye û stendiye, çanda neolotîkê bi xwe li ser civakan belav kiriye (weke mînak çanda tilxelef) jiyana azad, wekhev, ji kûrve jiyan kiriye û di heman demê de wendakirina vê jiyanê, hesrera wê û êşa wê jî ji kûr ve jiyan kiriye.   

Civaka kurd jî civakeke ku bi salan ji mirovatiyê re dergûşî kiriye, li gel ku ji civakên destpêkê yê ku li ser axa mezobotamya jiyan kiriye di heman demê de ji civakên ku herî zêde bi çanda jin xwedî bûye. Her weha ji civakên ku herî zêde li hemberî êrîşên desthilatdar rû bi rû hatiye. Bi salan hatiye bindestkirin, bi gelek komkujiyan re rû bi rû maye, gelek caran serî hilda be jî, bi binkeftinên tirajedîk bi encam bûye. Dîroka gelê kurd bi serê xwe jî em dikarin dersên hêza civakbûyîn di kurda de çawa ew li ser piya hiştiye, û di heman demê de parçebûyîna civakî çawa bûye sedemê ku gelek caran binbikeve, derxînin.

Piştî ku tevgera azdiya gelê kurd ya ku bi fikr û ramanên Rêber APO hatiye damezirandin xwe di nava gelê kurd de bi tevger kir, her ku çû zanebûna netewî di gelê kurd de pêşxist û di heman demê de rastiya azadiya civakî çawa di heman demê de dibe azadiya netewî di hişên kesayetê kurd de ava kir. Îro em dibînin ku civaka gelê kurd ji civakên herî zêde yê ku jin tê de di nava tekoşînê de bi awayeke çalak cihê xwe digrin. Careke din em dibînin bê çawa jiyan li derdora jinê tê bi rêxistin kirin û tê avakirin. Mînaka vê yekê şoreşa ku îro li rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jinê tê jiyankirin.

 piştî ku kurdên di rojava de îlana sistema xwe ya xweseriya demokratîk kirin, hêzên ku ji vê yekê ne rehet bûn dest bi êrîşên leşgerî yê li ser tevayî herêma rojava kirin. Ji lewma kurdên rojava di warê leşgerî de jî bi navê Yekîneyên Parastina Gel YPG xwe bi rêxistin kirin. Jina kurd bi awayeke çalak cihê xwe di nava hêzên parastinê de girt. Ji ber ku şoreşa rojava bi pêşengtiya jin pêş dikeve pêdivî bi rêxistinbûyîna jin ya di hêla xweser de jî di her qadê de hate dîtin.

Bi şoreşa rojava re jinên kurd di her qadê de xwe bi çalak dikin. Li gel qadên civakî, siyasî, diplomasî û aborî di qada parastina cewherî de jî xwe bi rêxistin kiriye. Rêxistinbûna yekîtiya Parastina Jin YPJ’ê ya bi Şoreşa Rojava re pêşketiye, di her sê kantonên rojava de jî xwe bi bandor kiriye û li hemberî êrîşên ji derve weke hêzeke jin ya xweser tevgeriyaye. 

Berxwedaniya YPJ’ê jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û bi tevahî cîhanê jî bandor kiriye.  Berxwedaniya parastina cewherî ya îro li Rojava di pêşengtiya YPJ’ê de tê meşandin, bingeh û derfetên çareseriya xweseriya demokratîk û her diçe ji bo pirsgirêka tevahî Rojhilata Navîn jî serkeftina modeleke çareseriyê derxistiye holê.

Li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yê ku li ser rojava pêşdikeve, YPJ hêz û vînek a berxwedana mezin daniye holê û di bingehê parastina cewherî de bûye nîşaneya asta artêşbûna jinê ya ku xwe bi cîhanî dike. Ev ast di civakê de xwedî roleke yê dana guhertinê jî leystiye. Di qada civakî de rolek wiha ya YPJ’ê her diçe bêhtir derdikeve eşkereyê. Weke hêza parastina cewherî YPJ di serî de li dijî DAIŞ û tevahî êrîşên çeteyan rêxistinbûneke û asteke yekbûyîna jinên rojava  yên ku ji pêkhateyên cûda pêktên derxistiye holê. Di heman demê de yekbûyîneke di asta netewî ya jinên kurd jî pêşxistiye.

Di berxwedaniya Kobanê de YPJ bi hejmareke mezin tevlî bû û sekna jina berxwedêner da nîşandan. YPJ li hemberî êrîşên DAIŞ û nêzîkatiya wan ji jinan re ku gelek jin qetil kirin, tecawiz kirin, di kolanan de firotin rihê jina ku li hemberî şideta fîzîkî, derûnî, çandî û civakî re îsyan dike û serê xwe natewîne da nîşandan. Bi berxwedaniya destanî ya di pêşengiya Arîn Mîrkan de pêşket, jina Kurd careke din vîn û terciha xwe ya jiyana azad, ji tevahî cîhanê re eşkere kiriye. Destpêkê li Kobanê, her wiha li Serêkaniyê, Cezaa, Til Hemis, Şengal û Rabîayê, berxwedaniya ku di pêşengiya YPJ’ê de pêşketî têkoşîna pêşketina rêxistinbûn û vîna jina ku bi azadiya gelê xwe, civaka xwe û kesayeta xwe ve girêdayî ye daye nîşandan.

Jina kurd di rojava de da nîşandan ku tenê rojek li hemberî zordestiyê serî rakirin û gotina ez heme wê nebesbe. Ji bo jinan tevayî îro roj pêwîste ku li hemberî zordariyê bi tekoşînê tijî be. Ev tekoşîn pêwîste ku di hemû qadên jiyanê yê ku desthilatdarî xwe tê de serwer kiriye pêşbikeve, bi rengekî ku xwe ji her alî de bi rêxistin bike, çi di warê leşgerî de be çi jî di warê zanebûneke felsefîk û îdeolojîk de be. Wek YPJ vaye îro dibêjin, yan emê azad jiyan bikin, yan jî ewê jiyan li me heram be. Li hemberî zordariyê îro jina kurd di rojava de xwe bi hemû awayî amede dikin. Bi şoreşa rojava re careke din îsbat bû ku, yê jiyana azad û afrîner avakiriye jine. Di kesayetên weke Arîn Mîrkan de xwedawenda jiyanê Înana careke din li ser van xakan zindî dibe.

Çalakiya hevala Arîn Mîrkan mînaka jineke ku ji her alî de derbe li êrîşkarên ku li ser nirxên civakî, zayendî û çandî êrîşdikin, bi hemû hêza xwe, xwe bi rêxistin dike û li gel ku bersiveke leşgerî dide, sekneke ya zanebûna jina azad dide nîşandan. Eve jineke ku li gorî feraseta parastinê xwe di hemû aliyan de bi rêxistin dike û amede dike. Ev parastina çalak (aktîf) ya ku encam digre, dide fêrkirin û civakê li derdora xwe kom dike. Dengekî dike bi hezaran heya bi milyonan dengan. Ev tişteke ku li ber çavan hatiye jiyankirin, rastiyeke ne xeyaliye, ne mucerede, rastiyeke pir şênbere û zindiye.

pergala mêr ya desthilatdar herdem ji bo kolekirina civakan gotine destpêkê li jin bixin. Tekoşîna azadiya gelê kurd ya ku li Kurdistanê jî bi felsefeya Rêber APO pêşktet, li hemberî vê ferasetê gotiye’ ji bo civakeke azad û demokratîk, destpêkê pêwîste ku jin xwe bi hêz bikin û tevayî jinan rakin ser piyan’. Jinên kurd îro di rojava de ji bo parastina nirxên civaka xwe û azadiya gelê xwe li gel înşakirina pergala demokratîk xwe di qada parastinê de jî bi çalak dike û ji bo tevayî jinên rojhilata navîn û jinên cîhanê jî weke mînak xwe didin nîşandan. Rojava bi pêşengtiya jinan pergaleke weke navê xwe ava dike, roja nuh bi roniya jinê dide her aliyên Kurdistanê û cîhanê.

Zinarîn AYDIN

Attachment