Wekê keçekî Tirk zanebûnekê me yê naskirina Kurdan tunebû. Di pêvajoya dibistanê de min bihîst ku civakekê bi navê Kurd heye, li Tirkiye jiyan dikin û bindest in. Ev yek bandorekî pir mezin li ser min çêkir. Dema min rastiya Kurda naskir û şûnde bala min herî zêde çû ser têkoşîna azadiyê ya PKK’ê. Êdî min biryar da ku ez tevlî PKK’ê bibim.
Destpêkê hevalan pirtûkên Rêbertî yên weke Kesayeta Mîlîtan, Pirsgirêka Jin û Malbat dan min. Lê ji ber ku wê demê pir zêdê me kûraniya têkoşînê û birdoziya Rêber APO nasnedikir, vana jî bi kûranî fêmkirin çênedibû, hîn zêdetir weke biryardayînekê tevlîbûna têkoşînê bû. Beriya ez biçim saha Rêbertî carekê ez bi wî re li ser telefonê axifîm, dixwest ew bi xwe me nasbike û li gor wê vesazbûna me çêbike. Lê ji ber ku cara yekemîn bû ku ez bi Rêbertî re diaxifîm, kelecana wê hebû û ez nikaribûn li ser telefonê xwe bînim ser ziman. Demekî kurt şûnde em derbasî saha Rêbertî bûn. Derbasbûna sahê, ji bo hemu kadro û mîlîtanan wekê xeyalek e. Di roja me de jî bi hezaran rêheval, bi xeyala deqeyek be jî Rêbertî dîtinê ve jiyan dikin û ji bo vê xeyalê têkoşîn dimeşînin.
Ev yek ji bo me şansekê mezin bû ku beriya em biçin çiyê piştî dîtina perwerdeyek naskirina PKK’ê em derbasî saha Rêbertî bûn. Ev jî tê wateya ku em PKK’ê ji Rêbertî bi xwe nasbikin. Dema em çûn saha Rêbertî weke xeyalekê ku mirov bi xwe jî bawer neke dihat ji me re. Tu dibêjî qêy xeyal zindî dibin. Hestekê bi vê rengê bû. Êvarê em hatin cihê perwerdê. Roja din êdî dewreya perwerdê destpê kir. Cihê perwerdê gilover bû. Carekê de dengê erebê hat, derî vebû û her kes ket nava tevgerê de. Ji xwe hatina me ya dewrê weke xeyalekê bû, dîtina Rêbertî hestekê hîn cûdatir… Dibe ku di derbarê dahûrandinên ku Rêbertî roja destpêkê pêşxist de, tiştek li bîra min nema be. Lê ev roj a cara yekemîn dîtina min a Rêbertî, ew kêliyê destpêkê û hestê destpêkê tu car nayê jibîrkirin. Ev weke mîlîtan, hêzekî herî mezin e. Rêbertî bi sekna xwe, meşa xwe, axiftina xwe hêz dide mirov. Ferqa Serokatî ne tenê rastiyan anîna ser ziman e, ne tenê heqîqetê anîna ser ziman e. Heqîqeta ku tîne ser ziman, heman demê de jiyan jî dike û pê re bûye yek. Ji bo vê jî destpêkê ji gotina Rêbertî zêdetir sekna wê ango fikra ‘ev rastî di sekna wî de çawa şênber bûye’ hîn zêdetir ev bandor dike. Him xwedî heybetekî ku bawerî û hêz dide ye. Tû dibêjî hêzekî pir mezin e, dikarî pêy vê hêzî de bimeşî û her tiştî dikarî bikî. Tu hîs dikî ku ew çi armac bike dikare ser bixe. Mirov him vêya hîs dike û li kêleka wê jî seknekî pir dilnizm e, hevalê me ye, parçeyekî ji me ye ango em parçeyekê ji wî ne. Însan weke hestê destpêkê yekîtiyekî û yekbûnekî hîs dike. Di perwerdê re bi her dahûrandinên Rêbertî re, em jî diketin nav lêhûrbûn û nîqaşên kûr. Ji ber ku em nû hatibûn sahê, Rêbertî dixwest me nas bike. Bi koma ku em bi hev re hatin ve, em çûn gel Serokatî. Rêbertî rûniştibû û televîzyon vekirî bû. Carekê de ji me pirs kir ku ‘dewlet dixwaze çi bike’, dixwest nêrînên me bigre. Hinek heval nêrînên xwe anî ser ziman. Piştre Serokatî rewşa cihên ku em jê hatin ji me pirs kir. Ango nabêje ev hevalên nû ne. Berovajî dixwaze nêrînên me yên di derbarê qadê de bigre, li ser pêvajoyê nêrînên me bigre. Mirov bi Serokatî re tu caran xwe naxe di nav qaliban de. Ger tu xwe bixî qaliban jî rastiya te çi ye Rêbertî vêya dibîne.
Nîqaşa destpêkê bi vê rengê bû. Piştî vê hemû lêhûrbûna me bi Rêbertî re girêdayî bû. Sala ku me perwerde dît, salekî pir tijî bû. Salek beriya wê di sala 1996’an de rêheval Zîlan çalakiya fedaî pêkanî bû. Wê demê em ne li gel Serokatî bûn lê hevalên ku wan deman bi Serokatî re bûn behsa dikirin ku Serokatî çiqas ji rêheval Zîlan bandor bûye û nirxandinên çawa li ser kesayeta rêheval Zîlan pêşxistiye. Piştî çalakiya rêheval Zîlan, Rêbertî dahûrandin û nirxandinên li ser jinê hîn kûrtir kir. Di dewreya me de jî bê guman her dahûrandinê ku Serokatî pêş dixist parçeyekî wê li ser jin bû. Heman demê de Rêbertî di dewreya me de ‘Birdoziya Rizgariya Jin’ pêşxist. Wekê 8’ê Adara 1998’an de ne tenê rojekî, hemu rojan kirina roja jina azad vê birdoziyê pêşxist.
Wê demê Rêbertî di nav hemu nirxandin û dahûrandinan de beşekî li ser jinê dahûrandin pêşdixist û me li ser nîqaş dikir. Dîsa weke hevalên jin grup hatibûn amadekirin. Hinek heval pêvajoya mîtolojî lêkolîn dikirin, bi taybet jî Rêbertî li ser rastiya xwedawendan pir disekinî. Sekna rêheval Zîlan jî weke manîfestoyekê û bi taybet jî weke zindîbûna çanda xwedawendan dinirxand. Çawa ku rêheval Zîlan manîfestoyekî ye, dê êdî jin jî li ser kîjan rêkê bimeşe lêhûrbûna Rêbertî li ser vê esasê pêşdiket. Dîsa di nav koman de hinek heval mijara ‘di pêvajoya koletiyê de çi hat serê jinê’, hinek hevalên din mijarên ‘kapîtalîzm çi aniye serê jin’ lêkolîn dikirin. Û li ser vê esasê êdî bingehê dîroka jin dinivîsandin. Heman demê di nav PKK’ê de jin kîjan merheleyan derbas kir ev mijar bi kûranî dihatin destgirtin û nîqaşkirin. Li ser vê esasê Rêbertî pêvajoyekî perwerdê ya şênber da destpêkirin. Dîsa di dahûrandinan de jî li ser her hevalekê/î, ew heval ji kîjan civakê hatiye rastiya civakê, hîn heval li gerîla ma ne taybetmendiya tarzê gerîlayê her eyaletekî çawa ye bi awayekî şênber dahûrandina van mijaran çêdikir. Li ser mijarê azadiya jin ku azadiya civakê jî pênase dike, dixwest bi hevalên xort re jî lêhûrbûn bide avakirin. Bi vê re girêdayî carna jî dahûrandinên xweser pêş dixist.
Di saha Rêbertî de divê tu ji her tiştî re amade bî. Perwerdeyên ku tên dîtin ne wisa bi rengê ku yek behs bike û tu guhdar bikî ye. Di rastiya Serokatî de perwerde weke şerekî ye. Çawa ku di nav şer de tu her tim atîk bî, amade bî, hişyar bî; perwerdeya saha Serokatî jî bi vê rengê bû. Mînak, carekê seat 11-12’ê şevê bû. Êdî hinek heval pirtûk dixwendin, hinek heval amadekariya xewê dikirin, hinek heval xew dikirin. Ji nişka ve hevalek hat, hemu hevalan rakir û got ‘rabin Serokatî tê, dê dahûrandinek xweser pêş bixe’. Di nav pênç deqan de me xwe amade kir, cihê ku Serokatî lê perwerde bide jî me heman demê de amade kir. Carna surprîzên Rêbertî yên bi vê rengê çêdibû. Carekî nîvê şevê taxima voleybolê amade kiribû. Ev hemu jî ji bo tu di her demê de, ji bo her tiştî amade bî dihat kirin. Çawa ku gerîlayek divê di her kêliyê de, ji her tiştê re amade be; Rêbertî jî dixwest bi vê rengê me ji her tiştî re amade bike. Ew şev jî wisa bû, rûxmê ku westandina rojekî li ser me hebû, lê dema heval hat got ‘dê Rêbertî dahûrandin pêş bixe’ her kes ji nişka ve rabû û xwe amade kir. Seat heyanî 1-2’an Rêbertî axifî, li ser rastiya jin yek yek bi hevalan re dahûrandin pêşxist û nîqaş kir. Hemu heval jî bi hişyarbûn û baldarbûnekê pir mezin Rêbertî guhdar kirin û yek ji dahûrandinên ku nayê jibîrkirin jî ev dahûrandin bû.
Emîne Erciyes