Di Jiyana Keç û Xortên Kurd De Têgîna Etîk û Estetîkê

0Shares

Estetîk Weke Têgeh Tê Çi Wateyê?
Estetîk tê wateya xweşikkirina jiyanê. (Rêber APO)

ESTETÎK TEORIYA XWEŞIKBÛNÊ YE, ETÎK TEORIYA EXLAQÊ YE.
Felsefeya Rêber APO ya jiyana azad li ser bername an jî paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û azadiya zayendan hatiye avakirin. Rêbertî azadiya zayendan, demokrasî û ekolojiyê bi azadiya jinan ve bi dest digire û li gor vê bernameya sedsalan daye pêşxistin. Rêbertî azadiya hemû beşên civakî bi azadiya jinan ve dide girêdan. Ji bo vê rastiyê îdeolojiya rizgariya jin jî daye pêşxistin.

Di encama van aliyên bîrdozî yên bingehîn de tê armanckirin ku civaka  exlaqî û polîtîk bê avakirin.
Di derbarê vê mijarê de Rêber Apo wiha dinirxîne “Li ser vê mijarê di beşên cûrbecûr de hatiye rawestîn. Tişta ez ê li vê derê bikim, wê bibe berheveke serekîn. Beriya ku civaka exlaqî û politik biwesfînim, ez mijarekê di berbarê cewhera wê de çiqas dubare bikim, wê ewqas di cî de be. Ew jî têkiliya derûnî (cewherî) ya civaka exlaqî û polîtîk li milekî bi qencî, dilşadî, rastî û xweşikiyê re û li milê din, têkiliya wê ya bi azadî, wekhevî û demokratiyê re ye. Qencî û dilşadî ji xwe cewherên exlaqêne.
Rastî bi heqîqetê re girêdayî ye. Tiştekî xelete ku mirov heqîqetê li derveyî civaka exlaqî û polîtîk bihêle. Aliyên ku nikaribin civaka exlaqî û polîtîk bibînin nikarin rastiyan jî bibînin. Xweşikî armanca kavrama estetîkê ye. Xweşikiya li derveyî civaka exlaqî û polîtîk weke xweşikiyê nayê hesibandin. Ji ber ku xweşikî exlaqî û polîtîke. Têkiliya azadî, wekhevî, demokrasî di aliyê civaka exlaqî û polîtîkayê de divê werin nirxandin. Ti civak, bi qasî civaka exlaqî û polîtîk, ne di wê hêzê de ye ku azadiyê, wekheviyê û demokrasiyê hilberîne û pêk bîne.” Rêber  Abdullah Ocalan
Rêbertî di axaftina xwe ya 8 Adara 1998’an a di paneleke televîzyonê de Bîrdoziya Rizgariya Jinê îlan kir. Bi vê îlanê re, partîbûna jinê bi awayekî giştî xist rojevê. Dahûrînên der barê jinê de da pêşxistin. Dibêje gelo partiyeke jinê dibe? Partiyeke jinê divê çawa be? Derveyî PKK’ê partiyeke jinê dikare çawa be? Heke pêk were  divê navê partiya jinê çi be? Bi van pirsan pêvajoyeke gelek girîng da destpêkirin. 1998 an de Rêbertî li ser îdeolojiya rizgariya jinan nirxandinên xwe pêşxistin.
Îdelolojiya rizgariya jin li ser 5 xalên bingehîn tê bidestgirtin.
1-  HEZKIRINA WELAT ; Kesayetên Kurd ku bê welat, bê gel, bê nasname hatine hiştin, hesteweriya afirêner a hezkirinê hatiye qetilkirin; YAJK bûn, tê wateya heta dawiyê bi rêgezên wê ve girêdanê. Pêdiviya vê rêgezê ev e: her kes dikare dev ji welatparêziyê berde, her kes dikare dev ji rêgeza welat berde, lê JİN dev jê bernade. Lewma ger mînaka zewacê ya fêrbûyî jî were destnîşankirin, beriya her tiştî welatparêzî, bi welatê xwe re zewacê îfade dike. Axa xwe, welatê xwe di ser her tiştî re digire. Di nava vê rastiyê de kesayetê nêzî hezkirinê yan dibin koleyên pergalên heyî yan jî dişewitin dibin xwelî. Di bin navê hezkirinê de ew komên weke xirbeyên xerabe ji Kurdan re hatiye layiqdîtin çiqas xweşikbûn û pêşketin hene di bin navê hezkirinê de weke “kuna reş” dadiqurtîne. Di destanên Kurdan ên klasîk de jî ev rewş bi hemû şewatiya xwe derketiye holê. Mînak di destana Ehmedê Xanê ya “Mem û Zîn”ê de ev rastî bi awayekî balkêş li ber çavan hatiye raxistin. Di vê wateyê de hezkirina xwedî feraseta rast a ku were jiyankirin dê bi kesên bi welatê xwe re girêdayî, bi civaka xwe re girêdayî were pêşxistin û were jiyankirin. Ev eşkere ye. Ji ber ku tu kes bê civak û bê welat nikare jiyan bike. YAJK amûra feraseta hezkirinê ya bi welat û gel re girêdayî jiyankirinê ye. Rêbertiya me di vê derbarê de dibêje: “YAJK di mirov de hesteweriyên pêşketî û afirîner bi civakîbûnê re girêdayî derdixe holê. Êdî ev jî di nava me de dibe rêgeza hezkirinê ya xwegihandina hedefê”.
2- XWE ZANEKIRIN; Rexmê hemû polîtîkayên desteserkirin, dagirî û helandinê, jinên Kurd xwedî helwesta parastina çanda xwe bûne. Di vê wateyê de jinên Kurd hesteweriya welatparêziyê ya kûr radigirin.  Ew jina Kurd a ku hatiye xwestin ji welat û çanda xwe were qutkirin, bi têkoşîna xwe ya azadiyê li hember  hemû polîtîkayên dijmin şerekî xedar daye destpêkirin. Gihîştina encamên serkeftî yên vî şerî bi rêxistina xweser  îfadeya xwe dibîne. Rêberê me bi van nirxandinên xwe girîngiya rêgezî ya YAJK ê dide îfadekirin: “YAJK, hêza amûra welatparêzî, azadî, ji axê nequtbûn, ji gel nequtbûnê ye”. YAJK  zanista rastiya şer a ku dev jê nayê berdan e. Di vê derê de şerekî Rizgariya Neteweyî heye. Ger bala xwe bidinê di PKK’ê de gotina yekem a jinê ku tê gotin “ez dixwazin di nava şer de bim” e. Lewma her çiqas di asta hestewerî de be jî di  rastiya xwe de YAJK rastiyeke şer e.  Ji ber dizane derveyî vî  şerî zêde wate îfade nake. Di asta hestewerî de be, di asta leşkerî de be şer, ji yek rêgezên herî bingehîn ê YAJK’ê ye. Ev ne tenê di asta leşkerî de, bi taybet di nava rêxistinê de, xwedî li şerê rêxistinî û hemû pêdiviyên jiyana azad derdikeve.  Ew  hemû di nava feraseta yan jî malbata şer de ne.  Yanî  YAJK pîlaneke wisa ya şer û têkoşînê ye.
3-XWE RÊXISTINKIRIN; YAJK hêza partiyê ye. Divê weke hêza herî birêxistinkirî were nirxandin. Ev hêzeke ku divê ji her kesî zêdetir bi van rêgezan ve girêdayî be. Ji ber jin encax bi rêxistinê heye. Jın bı xwe bırêxıstınkırınê hebûna xwe dıyar dıke. Bawerıya jınan bı xwe bırêxıstınkırınê derdıkeve holê. Jın jıber ku derveyî hılberîn û berhemdarıya jıyanê hatıne hıştın bı xwe bêbawerın. Dıvê bı hêza xwe ya rêxıstınbûyînê vî alıyê xwe yê bêbawer jî derbas bıkın. Bêyî rêxistina PKK’ê, eşkere ye ku jinek jî azad  nabe. Her wiha sedema yekemîn a kesayeta YAJK’ê ev e ku divê li rêgezê rêxistinê xwedî derbikevin û ev, sedema vê girêdanê ye. Lewma kesayeta YAJK’ê divê şev û roj bibêje; “Divê ez berî her kesî û her tiştî partiyê bingeh bigirim. Ji ber ku hebûna min bi vê partîbûnê gengaz e”.
4- TEKOŞÎNA BÊDAWÎ; YAJK amûra têkbirina dagirkeriya li Kurdistanê û pêkanîna wê ya kolekirinê derbaskirin, kesayet derbasî asta mirovbûnê kirinê ye. Li hember dextên tunebûnê amûra tolhildanê ye. Di Kurdistanê de xwe ji honandina koletî ya li ser zayendan hatiye avakirinê rizgarkirin û bi taybet tolhildana di nava malbatê de ji “dewleta nava malbatê” tolrakirinê ye. Rêxistina xweser a tolhildana ji pergalên nêr, serdest ê zayendparêziya civakî li ser hîmên hiyerarşiya desthilatdariya zilam dane avakirin û jinê bi hezar salan mehkûmî vê jiyana dojehî kirin e. Rêberê me vê rastiyê wiha formule dike: “YAJK li hember hemû paşverûtiyan, li hember hemû ketîbûnan û di serî de li hember hemû taybetiyên zilam ên bi xetere amûra tolhildanê ye. Bi bihêzbûna rêxistinkirina YAJK’ê û bilindkirina têkoşîna wê ve girêdayî desthilatiya zilam a ku li ser jinê û civakê daye avakirin bi taybet di xala paşverûtî û nêzikatiyên feodal ku dide dextkirinê de, dê bibe xala çareseriyê û ber bi tîpên nû yên avakirina zilam ve biçe. Beramberî vê têkoşînê ji pergala desthilatdariya zilam ya xwedî dîroka bi hezar salan dê tol were rakirin. Rêxistinbûna YAJK’ê li hember pergala desthilatî bi xwe arastekirinê ve  nabe navê wendakirinê, dibe navê qezenckirinê.
5- XWEŞIKBÛNA JIN (ESTETÎK) DERXISTINA HOLÊ; Li hember nexweşikbûna ku pergalên desthilat li ser kesayeta Kurd di asta neteweyî, çînî û zayendî de daye avakirinê amûra xweşikbûnê ye. Dibe amûra li hemberî wan şikandinên yekemîn û duyemîn li dijî jinê jiholêrakirin û xweşikiyên jiyana pîroz a civaka xwezayî cardin derxistina rûyê rojê ye. Amûra redkirina nexweşikiya pergala desthilatdariya zilam ku daye avakirin di xwe de dîtin û ew derbaskirinê ye. Rêbertiya me der barê mijarê de; “YAJK amûra li hember hemû ketinên jinê, bi taybet li hember hemû taybetiyên jinê yên ku  hatine xistin cardin bi rastiya xweşikbûnê re kirina yek, bi watekirin û ew rakirinê ye. YAJK dibe çeka li hember xistin, ketîbûn û paşverûtiya li ser jinê. Ev çek bi amûrên mezinkirin û bilindkirinê li hember hemû paşverûtiyê li ser jinê hatine bikaranîn, avakirina têkoşîna jina azad a nû dan pêşxistin û di hemû kadroyên wê de ev xweşikbûn derxistina holê ye. Ev, kirina malê gel e. Ji bo vê YAJK dibe çeka bingehîn a têkoşîna Azadiya Jina Kurd” bi vê şêweyê rastiya YAJK’ê destnîşan dike. Bi van nirxandinan cardin dide destnîşankirin ku divê jin bi rêxistinbûna xwe, xwe bigihîne cewherê jiyana xwe ya xweşik û xwezayî û binesaziyên civakê li ser van bingehan bide avakirinê.
Ji bo em bikaribin xweşikbûna mejî û hizir bi xweşikbûna beden û jiyanê re bidin girêdan pêwîstî hatiye dîtin ku li ser vê mijarê bê sekinandin. Weke gelê kurd, keçên kurd, jinên kurd encama ku emê ji rastiya estetîkê ya ku Rêber ê me behs dike encameke çawa  bigirin em nîqaş dikin.
Aqilê civakî yê hevpar xwediyê ahenga xweşikbûnê ye. Hevpariya jiyanê an jî kollektîfbûyîna jiyanê bi vî aqilî pêşdikeve, dewlemend dibe û xwe dide der.  Ev aheng di kesayet de nûneriya xwe baştir dibîne. Ji dema avabûna civakê û heya niha ev aheng heye.  Hemû zanistên ku bi heqîqeta civakê re girêdayî tevgeriyan  bi vê mijarê re eleqedar bûn.  Zanistên weke civaknasî, psîkolojî,  antropolojî  (mirovnasî), felsefe, çand û exlaqê civakî bi vê mijarê re bi zêdetirîn eleqedar bûye.
ÇEND LÊKOLÎNÊN GIŞTÎ
Di sala 1960 de psîkologê bi navê Danîel Berlyne ji bo pirsgirêkên estetîk bide naskirin û nêzîkatiyeke çareseriyê bide pêşxistin bi navê ceribandina estetîkê tez û têgiheke avêt holê. Zanista xwe ya teorîk li ser bingeha biyolojiyê dayîbû rûnişkadin. Ji bo cûrekirin û komkirina amêrên ku kes jê hes dike û eleqedar dibe ev lêkolîn û ceribandin hat pêşxistin.
Psîkologekî Elman Gusîav Thcodor Fechner di sala 1876 an de xwestiye pirsgirêkên estetîkê re eleqedar bibe. Ji bo vê pirtûkeke bi navê derbasbûyîn estetîkê weşandiye. Bi ceribandinan xwestiye ku eleqedariya mirovan çiqas bi hevdûre heye û hevdû çiqas bandor dikin fam bike. Mînak kes ji çi hez dike, ji kîjan heyînan re eleqedarî nîşan dide û hwd ceriband. Bi vê hewildanê hêvî dikir ku pirsgirêkên kesayet û civakê yên xwe nenaskirinê derbas bike.
Lê belê ev hewildan hemû li ser bingehê pêşxistina zanîna ezeziye. Kesê ku ji sîstemê bi tevahî xwe qutnekiribe nikare di nava lêhûrbûyîneke wiha re derbas bibe.
Di lêkolînên derve de wiha hatiye pênasekirin. “beşa felsefê ya hunera xweşik û xwezaya xweşikbûnê lêkolîn dike re estetîk tê gotin. Bi raberkirina helwestên xweşik- nexweşik, baş nebaş ve girêdayî derdikeve holê”.
Di van lêkolînan de jî weke tê dîtin pîvaneke xweşikbûnê ya sîsteman di bîçîm de ye. Pîvanên vê xweşikbûnê ne diyare. Dîmenên ji derve tên dîtin dibin pîvanên xweşikbûnê. Pêşxistina cewherê mirovan, nêrînan azad yê mirovan, tercîha erêkirin û redkirina ya mirovan bingeh nayê girtin. Bi maqyaj, oje, cil-berg û hemû şêweyên ku dîtina çavan têr dikin dibin amûrê xweşikbûnê. Em vana hemûyan red dikin. Mirov destpêkê bi hebûna xwe xweşikbûna xwe diyar dike. Hebûna kes, xweş axaftin, nêrîn dayîn, nîqaş kirin, têgihiştina zanîna kûr, civaka xwe, dîroka xwe, nijada xwe, zimanê xwe naskirine.
Pîvanên sîstemê ji bo estetîkê aliyê wê yê ku were pejirandin û nepejirandin ne diyare. Erêkirineke bêdawî bi xwe re tîne. Li gor kesayeta sîstema kapîtalîst e. Sînorê ezezîbûnê bêdawî vedike. Kes ji rastiya xwe, xwezaya xwe û xweşikbûna xwe ya hizir dûr dikeve. Tenê xweşikbûna kû tê dîtin re eleqedar dibe. Ev ji encax bi dev-lêv-birû-nenûk hwd.. ye.  Wate û ahenga di navbera hizirandina kes û xweşikbûna beden de namîne.
Dibistan Cihê Xweşikkirina Aqile. Dema Ku Xwnedevanek Tenê Bedena Xwe,  Rûyê Xwe, Pirça Xwe, Çavên xwe  Xweşik Kir Ew Bi Aqil Nabe.
GIRÊDANA DI NAVBERA JIN, POLÎTÎKA, EXLAQ Û ESTETÎKÊ DE
“Jin, bi ser de, weke hêmana serekîn a civaka exlaqî û polîtîke. Di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîk de, weke hêza hem raman û hem pêkanînê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe.
Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pir berfirehtir e. Gihaştiye asta zekaya wê ya bihest, bi vê yekê re pêwendîdar e. Lewre, ESTETÎK, KU TÊ WATEYA XWEŞİKKİRİNA JİYANÊ, di hêla jinê de, mijareke hebûnêye.
Her wisa, berpirsyariya jinê di hêla etîk (teoriya exlaqî; estetîk=teoriya xweşikî) de jî, bêhtir berfireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî, her wisa pîvanên mafdarî û dadwerî.” RÊBER APO
GIRÊDANA HUNER U ESTETİKÊ
“Bi alîkariya hunerê mirovan ji bo xwe gerdûnên taybet dane avakirin. Civak bi afirandinên berhemên xwe deng, muzîk, wêne, mîmarî re jiyana xwe dayîne berdewamkirin. Bêyî mîmarî, wêje, wêne û muzîkê civak nayê hizirandin. Ev afirandinên metafîzîkin. Ev berhemên civakî ku bêyî wan nabene. Huner tam weke avakirineke metafîzîke, pêwîstiyeke bingehîn dibersivîne”.
GIRÊDANA AZADÎ Û ESTETÎKÊ
“Tespîteke raste ku tê gotin; asta azadiya civakan, asta azadiya jinê diyar dike. Wexta em ji aliyê estetîkê ve jî li mijarê binerin, em dikarin bibêjin kesê azad nebe wê estetîka wan jî nebe. Ji lewra jiyaneke estetîk nebe, wê tenê di nav sînorên prîmatan de pêk were. Eger mirov wek mijareke hunerî li dabaşa jinê binere wê rastir be û girîng e. Divê mirov wê ne wek mal û mulk, ne jî wek karker-gundiyan bibîne. Pêwîste mirov jinê wek parçeyekî xwezayê herî hişyar û hestyar bibîne; lê hayil bibe hin pîroziyên wê hene, bi zimanê mêrê serwer pê re nepeyive, hewl bide bi zimanê jinê yê bi gelek siran barkirî wê fêm bike. Ev ji bo jiyaneke estetîk pir girîng e. Di jiyanê de pratîka herî xirab, serweriya mêr a li ser jinê hatiye ferzkirin û xweperestiya wî ye. Ti helwest mîna ya mêr a li ser jina neçar hatiye hîştin, bêhurmet û çarenûswarî nîne. Li gorî min civak û mêrekî xurt, têgihîştî, hestyar, wekhevîxwaz û li azadiyê serwext, dikare bi pîvanên me destnîşankirîn û erkên wan, rabin û bizanibin. Civaka di koletiyê de pir çûye xwarê ew civak e, ku jina xwe piçûk xistiye. Civaka ji jiyanê jî fêm nake ew civak e, ku rasterast bi jinê re jiyan qebûl kiriye. Dîsa jiyana herî bê heyecan, xirab, tevizî û ji maneyê dûr, jiyana bi jina kole re ye.
Em wexta bi rohniya van tarîfan li civaka Rojhilata Navîn binerin, emê hînê baştir fêm bikin ka çima jiyaneke bê mane, zalim, krêt û bêhurmet dewam dike. Civakeke mêran a pir bi sivikî nêzî jinan dibe, wan ji estetîkê bêpar bihêle, mîna mal û tiştekî bêqîmet a divê xwe jê xilas bike bibîne, eşkere ye, ev civakê ji aştiyê bêpar û krêt bijî. Civakeke mêran a bi vî rengî nikare jiyaneke pîroz a civakî, meznahiya welat, fazîleta rastîn û têgihîştina xwezaya zindî biafirînin. Wexta nikarin biafirînin jî wek bahane tim û tim “jinê şeytan” nîşan didin. Jina jê re tê gotin kêm e, û şeytan e, ya rastîn dereweke herî rezîl a civaka mêrên têkçûyî ye. Eger li dijî îdeolojiya serwer a mêran, exlaq, hêza civakî û ferdan şerekî mezin neyê meşandin jiyana azad nayê bi destxistin; civakeke demokratîk a rastîn nayê afirandin. Ji lewra wek yeksaniyê sosyalîzm pêk nayê. Alternatîfa polîtîk a gelan ne tenê demokratîk e, her weha civaka demokratîk û azadiya cinsiyetê ye.”
ESTETİKA BI DESTÊ MÊR TÊ AVAKIRIN
Têkoşîna azadiyê ya jinê divê bi awayekî berçav ji avakirina partiya xwe heta tevgera jinê ya girseyî, hemû rêxistinên xwe yên civakî di nav hemû avahiyên siyasî û demokratîk de xebatên xwe bimeşîne. Jin çendîn xwe ji destê serweriya mêr û civaka wî xilas bike û bi însiyatîfa xwe ya serbixwe tevbigere, ew çend wê bibe kesayeteke azad û bibe xwediyê nasnameyê. Sergirtineke pir zû koletiyeke herî zalimane ye. Hîç sernegirtin – aqilê xwe – helwesteke bi şeref e. Em ji çarşefê bigirin heta dolbendê û pornoyê kiryarên bi destê mêr li ser jinê têne ferzkirin, xirabiyek ew çend rezîl e, li ti netew û çînê nehatine kirin. Ji lewra destekdayîna ji bo hêrsa jinê, têgihîştina azadiya wê û tevgera wê, nirxeke mezin a hevaltî û mirovatiyê ye.
Divê JİN di rojhilata navîn de sêyemîn şikestina mezin a cinsî bike û li gorî jinê meşekê bide destpêkirin ku hêjayî dîroka wê be. Ketina mezin bi rabûna mezin dibe. Eger em li ser vî hîmî wek bawermendên dînê xwedawendeke nû rabin, emê karibin xwe bigihînin dayiktiya pîroz û jintiya evînê.
Di civaka alternatîf a Rojhilata Navîn de wê aborî, çîn û sosyalîteyê çawa bibe, ez bi xwe van pirsan pir watedar nabînim. Mijarên hewce ew in ku me analîzên wan kirin. Ne ku naskirina bêkarî-bikarî û gundîtiyê şoreşgertî ye, berovajî nasnekirin şoreşgertî ye. Eger mirov van çînan wek ebdên axa û patronan bifikire, wê me hînê nêzî rastiyê bike. Azadî, çendîn karker û gundî di warê aborî de nebe jî di warê zêhnî û polîtîka demokratîk de pêş de bibe, wê pêk were. Mirov ji neçarî dibin karker û gundî. Eger azadî li dawî hîştina îcbariyetê ye, wê wextê tê karkertî û gundîtiyê li dawiyê bihêlî. Eger têkoşîna rastîn a çînî bi vê zêhniyet û şêwazê demokratîk were meşandin, wê wextê wek yeksaniyê sosyalîzmê pêk were û maneya xwe bibîne. Bêkartî berhemekî bêdemokratîkbûyînê ye. Civakek bizanibe demokratîk be, rê nade civakeke bêkar. Eger li cihekî bêkartî zêde be, wê wextê li wir ew çend bêdemokratîkbûyîn heye. Hebûna bêkartiyê bi giştî illet û nexweşiyeke şaristaniya çînî ye. Kom û mirovên bizanibin li dijî wê derbikevin ti car bê kar namînin. Eger ti kar jî neyê dîtin, weke karekî mezin, karê demokrasiyê heye, wê wextê karê herî mezin ji her kesî-ê re heye. Bibe demokratekî-e baş, bibe şervanekî-e azadiyê; tê bibînî, tê di temenê xwe de saetekê jî aware nebî, tê bê kar nemînî. Kom û gelên şerê demokrasiyê nedin, wê her tim aware, rêncber û bê kar bimînin. Eger rastî ev be, wê wextê em çendîn civakê û ferd perwerde bikin, bi rêxistin bikin û bixin nav têkoşîna demokrasiyê, emê ew çend di têkoşîna li dijî bêkartî, awaretî, serxweştî û tembeltiyê de bi ser bikevin.
Di tevahiya dîroka şaristaniyê de wek yekemîn çîn, cins û netewa kole em bi rastiya jinê re rûbirû ne. Xistina jinê ya mala taybet û mala giştî (kerxane) ji şêwazên vê koletiyê ne. Çavkaniya zordestiyê biyolojîk nîne, sosyolojîk e. Saziya zilamtî-pîrektiyê bi şêwazên xwe yên di şaristaniyan de bi taybet li dijî jinê û bi giştî jî li dijî hemû civakê hatiye xebitandin. Li hundurê malê împaratorê siyasî fîgurê zilam e. Zilam li hemberî jınê timî rola despot dilîze. Ev yek ti têkiliya wê bi niyeta ferdî re nîne. Divê wek rewşek şaristaniyê were fêmkirin.
Dibe ku ya rast ew be, mirov azadiya jinê bi çanda malbat-dayikê (dayika xwedawend) ya piştî şoreşa cotkariyê gihîşt qonaxeke mezin, bide destpêkirin. Em heta îmaja sivik a pîrek-qîzê hilneweşînin, em nikarin xwe bigihînin meznahî, hurmet û bedewiya jinê. Pîvanên şaristaniyê çavkaniya wan zilam e û jin ji hemû pîvanên wê yên melek, bedewî û pîrozbûna xwedawendîtiyê xistine.
Her çend kevin û bi cihbûyî be jî têgihîştineke dijwar a namûsê di navbera we hemûyan de (çi mêr çi jin ferq nake) heye, lê têgihîştina min a estetîk a şoreşgerî bi çandek welê ya zilamtî û pîrektiyê nakeve.
Li gor van mijarên hatiye diyarkirin pîvanên erêkirin û redkirinê yên keç û xortan divê hebe.
Pîvana erêkirina hevaltiya xortekî divê çawa be?
Xortekî ku ne welatparêz be, ne zanebe, ne rêxistinkirî be, ne rêzdar be nikare nêzî keçan  bibe. Ev pîvana sereke ya erêkirin û redkirinê ye.
Her kesek ji bo xwe pîvanên welatparêzî, xweşikiya Hizir, hizmeta civakî, girêdana bi rêgezên civakî, zanîna heskirin û hevalbendiyê ve girêdayî wê hevaltiya xwe dayîne û pêş bixe. Çiqas ev pîvan net û zelal bibin wê hevaltiyên ewqasî rast werin avakirin.
Ji bo keçekî pîvana erêkirina zilamekî divê çibe?
Ne tenê di aliyê pirç, dev û çav de bi ecibîne weke pîvanên kesayet divê ji kêre bibêje erê û ji kêre bibêje na! Carna hinek hevaltî tên dîtin ew keç û xort bi kîjan armancê hevaltiya hevdû pejirandine ne diyare. Heger xortek di nava civakê de rêzdar be, zanebe, bi pîvan û nirxên civaka xwe re girêdayî be dikare bibe hevalê keçekî. Lê xortekî heya dawî bê pîvan, bê rêgez nav û dengê wan kesan di hemû bûyeran re derbas dibe, bi keça herî baş ya wargehê re heval e. Divê ev hevaltî di ber çavan re were derbas kirin. Bi kesên jîr, bi aqil, xwedî bername, xwedî  kesayet re hevaltî tê kirin.
Gelek notên xwendevanan tê girtin di wan notan de hemû hevokên heskirinê tên rêzkirin di dawî de jî weke têbınî peyva serserî tê nivîsandin. Kesekî serserî ji xwe nabe hevalê keçekê, lê ew keç çawa dikare van kesayetan layiqê xwe bibîne divê ew jî were hizirîn.
Her keçek dema ji bo xwe, jiyana xwe û hevalên xwe xwe xweşik bike diyare. Por, cil û berg, tevger û hemû rêk û pêkiya xwe li gor vê pîvana xwe sazûman dike. Lê keça ku ji bo xortekî xwe xweşik dike diyare hertim bi derdora xwe re mijûle, hizirandinê wê ne li ser dersan û xwendinê ye. Bi qasî bi cil û bergên xwe re eleqedar dibe nikare bi şîrove û nirxandineke jiyanê re eleqedar bibe. Tevgerên jiyanê tevahî ne jidile. Ji ber ew kesayet ne ji bo xwe jiyan dike. Ji bo hinekî din xwe çê dike, di xemilîne, dimeşe, di axife. Em van tevgeran na pejirînin. Divê her keç di destpêkê de bi xwendina xwe, zanebûna xwe, rêxistina xwe, hevalbendên xwe re girêdayî be. Hevaltiyeke hêsan, tenê ji bo xortekî, an jî ji bo hestên xwe yên heskirinê yên bêpîvan divê ji xwe re layiq nebîne. Xweşikbûna keçan di tevger û dayîn sitandina wan de bi zimanê xweşik, têkiliyên bi wate, hevaltiyeke jidil û rast ve dikare derbikeve holê.  Jin navenda jiyanê ye. Her keçek cihê ku lê jiyan dike dikare xwe weke navenda wê deverê birêxistin bike û derdora xwe birêk û pêk bike. Di kolanan de, di refê de, di bazarê de, di kar de, di civînan de, di perwerdê de, di têkiliyên xwe de dikare vê navendbûna xwe bi zanebûna xwe ya xweşik pêşkêş bike.
KOMÎTEYA PERWERDÊ YA XWESER

Attachment