Koodînasyona PAJK’ê
Ji destpêka dîrokê heya niha her ku pirsgirêkên mirovahiyê derketine holê, hin hêzên pêşeng ên ku xwestine van pirsgirêkan çareser bikin û ji bo wan bibin bersiv, derketine holê. Mirov dema li dîroka mirovahiyê dinêre, ji destpêkê ve ya ku civakbûn avakiriye, li derdora wê exlaq pêş xistiye, parastina civakê xurt kiriye û rola pêşeng leyîstiye jin e. Li derdora jinê civakbûn pêşketiye. Ji ber vê jî wê ne şaş be, heke mirov bêje civakbûn berhema jinê ye.
Piştî ku pergala civakî bi zorê hate guhertin, ked û berhemên civakê hatin mêtingerkirin, dijberiya vê jî pêş ket. Dijbertiya pergalê piranî ji hêla kesayetên wek rahîb, kahîn, pêxemberan hatiye kirin. Wiha jî cemat, rêxistin û yekgirtinên dijber derketine holê. Di dîrokê de pir rêxistin ava bûne, hin ji wan terîqet, cemaet, mezheb û hin jî rêxistinên veşartî bûn ku mirov dikare bêje ew partiyên seretayî ne. Hertim jî şereke wan li beramberî hêzên serdest ên ku xirabî û paşverûtî temsîl dikirin, hebû. Piranî jî wekhevî û azadî dikirin armanc. Van rêxistinan bi awayên cuda jî xwe heya roja îro anîne. Lê belê dema bêne lêkolandin, tişteke hevbeş di nav van hemû rêxistinan de tê dîtin; çi cemaetên oldar bin, çi yên sosyalîst, an jî liberal, heta partiyên cuda yên netewî û anarşîst, hemû rêxistinên ava bûne, xala azadiya jinê wek mijareke yedek girtine dest. An jî hêza jinê ji bo çareseriya pirsgirêkên cuda bikar anîne, lê belê ji bo azadiya jinê bi taybet hewldaneke wan çênebûye. Heta pir ji wan wek pirsgirêkeke girîng jî bidest negirtine. Ji ber vê jî pirsgirêka jinê di tarîtî û veşartî maye, serê wê hatiye nuxumandin. Ango mohra zilam pir zêde li ser van rêxistin û partiyan hebûye û heye. Niha jî tê dîtin ku piranî serokên wan zilam in, yên herî zêde xwedî rol in, berdevkiyê dikin zilam in. Lewre jî desthilatî û şîdetê pir didin pêş. Bi şûna pirsgirêkên civakî li ser bingeheke rast çareser bikin, hîna bêtir kûr dikin. Lewma jî îro, ji ber pirsgirêka jinê û bi tevahî pirsgirêkên civakê wek aborî, ekolojîk û avaniya civakê gelek qeyran derdikevin naverastê. Yek ji sedem û çavkaniya van qeyranan jî ev rêxistin û partî ne. Ji ber partî û rêxistnên ku xwe wek pêşeng binav dikin, ji ber di serî de di xwe de pirsgirêk çareser nekirine, nikarin bibin bersiv. Di civakê de heya asteke bilind rizandin, pûçbûn, xirabî heye, exlaq û prensîbên civakî pir lewaz bûne. Mirovahî rojane cînet derbas dike. Rojane xwe dikuje. Ne tenê pirsgirêka jinê heye, ev aliyeke girîng e, lê belê di zilam de jî qeyraneke giran rû dide.
Partiyên heyî mohra zihniyeta zilam li ser wan heye. Di wan de nêrîna desthilatdar a zilam hakim e. Li beramberî vê, partiya alternatîf hewce dike. Heya niha partî û rêxistinên heyî, nekarîn ji ti pirsgirêkên civakî re, bi awayeke bingehîn bibin bersiv. Heke ku, rojane pirsgirêk bi germiya xwe dewam dikin, rojane xwekuştin çêdibin, jin têne qetlkirin, îşkence lê tê kirin, destavêtin heye, wê demê rêxistin û nêrîna ku vê tesbît bike, çareseriyê pêş bixîne, hêzê ava bike û têkoşînê xurt bike, hewce dike. Lewma jî Partiya Azadiya Jinê li beramberî vê rastiyê wek bersiv e.
Ew tiştên wek karaktera partiyên heyî hatin rêzkirin ji bo îdeolojiyan jî rewacdar e. Îdeolojiyên hatine pêşxistin, heya niha bi tevahî li ser bingeha zihniyeta desthilatdariya zilam in. Ango ji fîlozofan bigrin, heya zanyar û civaknasan, hema bêje hemû pêşengên civakê di derbarê her tiştê de xwedî nêrînên cihêreng in, lê dema mijar dibe jin, hemû dibin yekdeng. Jinê seqet, kêm, nezan û piçûk dibînin. Li beramberî van îdeolojî û partiyan, hem partiya jinê, hem jî îdeolojiya azadiya jinê helwesta herî girîng e. Tişta bi vê re tê îfade kirin jî wiha ye; ger pirsgirêka jinê bi awayeke xurt û rast neyê tesbîtkirin, ger hêza çareseriyê neyê avakirin, bi nêrîneke rast neyê şîrovkirin, ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber vê jî partî wek şertê bingehîn e.
Di cîhanê de ger mirov bixwaze mijarekê, an jî pirsgirêkekê çareser bike, divê xîmê wê bê avêtin. Ji bo çareseriyê hêz hewce dike. Lewma jî rêxistin bixwe tê wateya hêzê. Jin her hatiye parçekirin, ji bo du jin neyên ba hev, zilam hertişt kiriye. Cara yekemîne di vê astê de jinê rastî û heqîqeta xwe fêmkiriye. Bi awayeke berfireh ji xwe dipirse ka kengî bûye kole, çawa û bi çi rêbazan ew kirine kole? Jin hewl dide bersiva van pirsan bibîne. Dixwaze aliyên ku zilam bi zanebûn û derewan tarî hiştiye, deşîfre bike. Lewma jî dizane ku di vê sedsalê de yek ji pêdiviya sereka ya jinê partîbûn e. Ji bo pirsgirêkên exlaqî, zihnî, civakî, wîjdanî, xwekuştin û kuştinê ku çavkaniya xwe ji zihniyeta zilam digrin, werin çareserkirin, partîbûna jinê pêwîst e. Partiya jinê ji bo tevahiya civakê rêya çareseriyê ye.
Partîbûna jinê di Kurdistanê de cara yekêye hatiye sazkirin. Îdeolojî, felsefe û paradîgmeya wê bi giştî ji hêla Rêber APO ve hatiye pêşxistin. Bêguman, Rêber APO li ser bingeha armancekê ev rêxistinbûn ava kiriye. Civaka heyî gihîştiye wê rewşê ku tenê bi nêrîna zilamê desthilatdar tê birêvebirin. Bi vî rengî jî xwe li ser hemû beşên civakê daye rûnişkandin. Rêber APO, azadiya jinê wek pîvana azadiya civakê binav dike. Ji ber vê, pirsgirêk wek mijareke stratejîk û îdeolojîk girtiye dest. Rêber APO di encama lêhûrbûnên berfireh bi vê rastiyê hesiya û em jî pê hesandin. Ger em dewa civakeke azad dikin, divê di serî de em jinê azad bikin. Ji bo vê jî pêwîstî heye jin were rêxistinkirin. Heke em rola rêxistinê nezanibin, em ê di têkoşîna xwe de bikevin nava xeletiyan. Ji ber wextê ‘partî’ tê gotin, çend kes li ser fikrekê ku dibe ew fikreke olî, siyasî, civakî an jî mijareke din a hevbeş be, têne gel hev û rêxistina xwe didin avakirin. Di wateyeke din de partî rêxistinbûn e. Di civakê de jin bêrêxistin maye. Bê îfade maye. Lewma jî Rêber APO, ji bo jinê wek pîvana herî sereke ‘rêxistinbûn’ esas dîtiye. Biryara partîbûna jinê di sala 1998’an de ji hêla Rêber APO ve hate wergirtin. Wê demê hem di nava civakê, hem jî di nav rêxistinê de fêmnekirin pêşket. Ev di nav hevalên jin de jî wiha bû. Di aliyê xwe birêxistinkirin, di mijara îdeolojiyê de xwe kûr kirin, sazî û rêxistina xwe berfireh kirinê de pirsgirêkên me çêbûn. Li hemberî rêxistina me hin astengî jî derketin. Ew taybetmendiyên me yên civakî jî dibûn sedem em zû partîbûnê fêm nekin. Ya duyem jî nêzîkatiya zilam a desthilatdar bû ku jin piçûk didît, bêbawer nêz dibû, pêngava ku Rêber APO di mijara jinê de dabû destpêkirin wek taktîk dinirxandin. Di pratîkê de jî fêmnekirina partîbûna jinê derdikete holê. Lê belê hewldana Rêber APO û berxwedaniya jinê ku bi dehan rêheval şehîd bûn, bi pêşengtiya rêhevala Sema, asta ku derkete holê hem ew rastiya ku me ji civakê girtibû ya paşverû, hem jî li dijî nêzîkatiya zilam a desthilatdar helwesteke xurt derxiste holê. Rêber APO, partîbûna jinê li ser bingeha raman û felsefeyeke nû ava kir. Ne tenê ji bo ku li dijî desthilatdariyê têbikoşe ku ev sedema me ya têkoşînê bû, lê ya herî girîng jî ji bo di civakê de azadî, wekhevî û vîna jinê derkeve holê û vegerandina civakekî xwezayî û guhertina zilamê heyî, ev pêngava dîrokî hate avêtin. Bi giştî dikare were gotin armanc ji sazkirina partîbûna jinê; afirandina civakeke azad, demokratîk û wekhev e.
Elbet beriya me jî hin rêxistinên jinan, di demên cuda û bi armancên cuda hatine sazkirin. Wan jî heya radeyekê têkoşîn meşandine. Lê cudabûna me ji wan jî heye. Mijarên em hevbeş kar bikin, bi hev re têkoşînê bidin meşandin jî hene. Ev jî mijarên stratejîk ên têkîliya di navbera me de ne. Lê beriya her tiştî divê em van rêxistinan nas bikin.
Di tevahiya dîrokê de, jinê bi her awayî be, li dijî desthilatdariya zilamê serdest têkoşîn kiriye. Hemû mijarên ku zilam ferz kiriye, qebûl nekiriye. Di hundirê xwe de refleks nîşan daye. Di sedsalên dawî de jî tevgerên femînîst li pir welatan xwe birêxistin kirine. Tevgerên Femînîst jî di nav xwe de xwedî naverok, raman û hedefên cuda ne. Em van tevgeran jî dinirxin, ew jî di asteke bilind de têkoşîn dikin. Lê belê di mijarên ku em li dijî wê di nava berxwedan û şereke giran de ne, wek desthilatdarî, pergala zilamsalar, zihniyeta dewletger, zanistperestî û netewperestiyê de, ev tevger zêde ne zelal in. Di hin tevgerên femînîst de mijara çîn tê pêşîkirin, di hinekan de mijarên desthilatî tê esas girtin. An jî xwe ji dewletê qut nekirine. Ev jî nakokiyên bingehîn ên di navbera me de ne. Em di wateya îdeolojîk de li dijî desthilatdarî û mentiqa dewletgeriyê ne. Li gor nêrîna me, saziya dewletê partî xistine bin serweriya xwe, ji bo armancên xwe bikar tînin. Vê zihniyetê jî jin û civak kole kiriye. Em di vê mijarê de jî evqas zelal in. Bi tevgerên jinan re, xalên me yên hevbeş ku em bigihîjin hev hene. Her ku tevgera me mezin dibe, di Rojhilata Navîn û derve tê naskirin, elaqeyê dikişîne. Dema ev rêxistinên jinan tevgera me lêkolîn dikin, jê bandor dibin û piranî nêrînên me dipejirin. Asta ku em gihîştinê, jinan bandor dike û baweriyê dide çêkirin.
Helwesta ku Rêber APO li dijî pergala desthilatdar a sermayedariyê derxiste holê, fikir û pêşketineke berfireh di me de pêşxist. Me, berê tevgerên femînîst red dikir, lê paşê Rêber APO, di paradîgma nû de zihniyeta modernîteya kapîtalîst tehlîl kir, me di van mijaran de kêmanî û xeletiyên xwe ferq kir. Divê em li dijî zihniyeta dagirker a ku civakê parçe dike, tê bikoşin. Lê li wan nirxên ku civaka azad pêşdixîne jî, xwedî derkevin.
Wek di jorê de hate diyarkirin pir tevger û partiyên ku bi navê demokrasî, mafê mirovan û azadiyê derketine holê, çi sosyalîst, çi ekolojîk an jî femînîst bin, di pratîk û nêzîkatiya wan de eşkere dibe ku ji ber tiştekê red dikin, wek mînak dibêjin “Em ê li dijî sermayedariyê şer bikin!”, lê belê mentiq û zihniyeta pergala sermayedar di wan de heye, nekarîne bigihîjin armancên xwe. Mînaka vê ya herî berbiçav jî sosyalîzma pêkhatî bû. Birastî jî ked û xebateke berfireh hate kirin, lê belê encam ber bi sermayedariyê ve çû. Lewma em wek Partiya Azadiya Jinê gihîştine wê zanebûnê ku di her warî de divê em bibin xwedî kesayet, zihniyet û jiyaneke alternatîf.
Di serî de pêwîst e, kadroyên rêxistinê, protîpên civaka azad bin. Heke em dixwazin civakeke azad, ji zayendperestiyê paqijbûyî, demokratîk û ekolojîk pêş bixin, di serî de hewce ye kadro xwe bigihînin vê astê. Ev prensîp û rêgeza sereke ye. Kadroyên Partiya Azadiyê Jinê, pêwîste demokrasiyê di zihniyet û jiyanê de bi kûrahî bijîn. Bêguman li ser me jî têgehên partiyên berê, her wiha zihniyeta dewletger û desthilatdar hîna bi bandor e, ji ber em jî partiyeke Lenînîst-Marksîst bûn. Ji bo vê, xebat û têkoşîna me ew e ku di serî de em vê têkoşînê di xwe de pêş bixin. Di zihniyet, kesayet, têkîlî û jiyana xwe de bigihîjin vê astê. Dema ji derve, kadroyên me bêne dîtin, fêm bikin ku civaka pêşerojê wê çawa be. Ev di her alî de di têkîliyên di navbera jin û zilam de jî wiha ye. Pêwîste hevaltî û têkîlî wehkev û nirxdar bin. Dîsa ji civakê re jî bi hurmet û hezkirin û ked nêzîkatî çê bibe.
Di pergala ku em hedef dikin, divê di serî de mîmar û kadroyên wê werin afirandin. Divê bi berfirehî were pirsîn ka çima heya niha di rêxistinên ku tê dikoşan, encam ber bi sermayedariyê ve çû? Sedama vê divê baş were dîtin. Di wan de hilweşandinên mezin rû dan. Partiyên çepgir û sosyalîst, ne ku têkoşîn nemaşandin, heya cihekê pir li ber xwe dan, bi mîlyonan şehîdên wan çêbûn. Dîsa, pir jinên femînîst hatin kuştin, îdamkirin û bedelên giran dan. Mirov nikare erzan jî nêzîk bibe. Lê pirsgirêk ew e, ku ew bi rêya desthilatdariyê dixwazin azadiyê pêş bixin. Ev jî nabe. Hin rê hene ji hev qut dibin. Rêya dewletê cuda ye, rêya demokrastiyê cuda ye. Kes nikare bêje “Ez ê dewletê ava bikim û wiha demokrasiyê pêş bixim.” Jixwe di havêna dewletê de desthilatdarî, newekhevî û kedxwarî heye.
Ji bo pêşxistina Netewa Demokratîk, di partiya ji vê re pêşengtiyê bike avakirina zihniyeta demokratîk şerta sereke ye. Her wiha li beramberî netewperestiyê ku bûye nexweşiya sedsalê û heqîqetê şêlû dike, divê hîmê netewa demokratîk were pêşxistin. Nêzîkatiya ji her netewê û hemû beşên civakî re bi xweşbînî be û wan fêm bikin. Eşkereye ku mentiqa yek-dewlet, yek-ol, yek-al, yek-ziman û yek-çand di nav gelan de dijberiyê çê dike. Em welatparêzî, girêdana bi welat û axê re pîroz dibînin. Lê di vir de netew û beşên cuda yên civakî piçûk nayêne dîtin. Em, ne ji bo xwe koletiyê dipejirin, ne jî li ser kesekê koletiyê ferz dikin. Em li ser bingeha parvekirina rast bi netewan re, erka partiya azadiya jinê destnîşan dikin.
Li gor zihniyeta serdest bi feraseta zayendperest ji jin û zilam re hin rol hatine dayîn. Li gor vê jî jin nezan, piçûk û bêhêz e, zilam jî zane û xwedî hêz e. Lê vê mentiqê êdî îfals kiriye. Lewma jî pêwîst e civak ji nû ve were dîzyankirin. Em bi şaşitiyan hatin mezinkirin. Lê bi şaşitiyan re mirov nikare bibe xwedî jiyaneke rast. Lewma jî pêwîste hem di jinê de ew mentiqa çewt a ku li xwe bêbawer e, were guhertin. Lê di heman demê de pêdivî heye desthilatdariya zilam jî were teşhîrkirin, li dijî wê têkoşîn pêş bikeve. Hewce ye jin jî zilam jî bizanibin bi van ferasetên şaş re jiyan nabe. Di vî alî de zanebûn hewce dike.
Yek mijara din a sereke jî ew e ku, herçend hin rêxistin û partî pirsgirêkê destnîşan dikin, lê ji ber çareseriyê pêş naxin, guhertin çênabe. Ya herî girîng jî divê pergala çareseriyê ango pergala modernîteya demokratîk bê avakirin. Modernîteya sermayedar xwe li ser endustrîyalîzmê pêş dixîne. Hertişt dibe qurbanê hirsa kar û qezencê. Ji bo vê jî jin û zilam bikar tîne. Teknolojî, zanist, heta huner û senetê jî tenê ji bo dewlemendiya sermayedaran dişuxulîne. Em li beramberî vê, divê pergaleke ekonomîk a ekolojîk pêş bixin. Civakê fêr bikin ku bê dewlet û desthilatdarî, debara xwe bikin. Têkîliya civak û dewletê, têkîliya zanist û desthilatdariyê têk bibin. Ji ber dewlet, desthilatdarî, zor û şîdet xwe berdaye hemû damarên civakê. Tu li ku derê dinêrî, kîjan kevirî rakî, li jêr wê ev rastî derdikeve holê. Lewma jî hewceye civak ji vê rewşê rizgar bibe. Tenê gotin û pênasekirin jî têrê nake, heta heke alternatîfa wê ya pratîkî û jiyanî pêş nekeve, pergala vê ava nebe, mirov nikare li dijî modernîteya sermayedar li ber xwe bide. Wek mînak pir rêxistinên Îslamî îdea dikin ku dijberê sermayedariyê ne, lê belê di pratîkê de, ji aşa sermayedariyê re avê dikêşin. Bi têkîliyên xwe, terzê raman û jiyana xwe ve, wê temsîl bikin. Her wiha femînîst jî xwe wek alternatîf û dijberê pergalê pênase dikin, lê ji ber alternatîf çênekirine, xwe ji civakê qut kirine, hem teng mane, hem jî dixwazin bi teoriyên zilam re li dijî zilam şer bikin, lewma encam nagirin. Ev tenê dibe teqlîd. Heke tu bixwazî pergalekê ava bikî, di serî de lazim e ramana vê ava bikî, paşê jî pratîk û çalekiya wê pêş bixînî.
Em wek kadroyên vê partiyê, ramana me çibe, divê zikra me jî wiha be, zikra me çibe jî çalekiya me wek wê be. Ji bo pergala me di civakê de pêş bikeve, ev rêgezekî bingehîn e. Elbet ji bo avakirina modernîteya demokratîk, pir erk û berpirsyarî dikevin ser milên me.
Di sedsala niha de, gelek derdor, hêz û bi taybet yên zihniyeta modernîteya sermayedariyê dipejirin, îdea dikin ku di vê serdemê de rola îdeolojiyan nemaye. Îdeolojî bêwate bûne. An jî klasîk û marjînal in. Ev bixwe jî teoriya sermayedariyê ye. Teyisîna vê ramanê li ser civakê jî heya astekê çê bûye. Sedemên vê jî hene. Ji ber zihniyeta sermayedariyê destpêkê êrîşê bawerî û îdeolojiyan dike. Hêzên li beramberî pergala sermayedar têdikoşin, bi bawerî û îdeolojiyê xwe bitevger dikin, xwe rêxistin dikin û wiha têdikoşin. Ev di partiyên sosyalîst û çepgir de jî tê dîtin. Sermayedarî tevgerên îdeolojîk ji bo xwe metirsîdar dibîne. Lewma jî êrîşê diyardeya îdeolojiyê dike. Wiha jî zihniyeta lîberalîzmê pêş dixîne. Di lîberalîzmê de ji ferdên civakê re tê gotin: “hûn çi bijîn, hûn azad in!” lê di encama vê hilweşandin û rizandinên di civakê de zêde bûye, nirx û destkeftiyên civakê bênirx bûne.
Rêber APO, di serdema heyî û pêşerojê de rola bingehîn a îdeolojiyê wek pêdivî destnîşan kiriye. Miroveke bêbawer nikare bijî, bawerî hêvî ye. Kesê/a bêbawer nikare têbikoşe, li pêşeroja xwe bifikire, rêxistina xwe ava bike. Rêber APO li ser bingeha paradîgma nû, rola îdeolojiyê eşkere kiriye. Pêşengtiya vê jî daye PAJK û PKK’ê. Mîsyona avakirin û pêşengtiya netewa demokratîk daye van her du partiyan. Ew, wek dendikên civakê pênase kirine. Dendik şîn dibe û berhemên nû diafirîne. Heke mirov civakê wek ax, an jî zemîn bihesibîne, ya wê hêşîn bike jî partî ye. Kesên xwedî rêxistin û îdea bin, ji civakê re baweriya pêşeroja azad bînin, kadroyên partiyê ne.
Li ser paradîgma, îdeolojî, tevger û rêxistina me êrîşeke berfireh tê meşandin. Ji ber zihniyeta sermayedariyê êrîşê hêza li dora Rêber APO dike. Lewma jî Rêber APO ji bo ev hêz herdayîm zindî bimîne, bi pêşengtiya jinê dewam bike û neyê xirakirin rola partîbûnê berbiçav kiriye. Ji ber paşverûtiyên di nav civakê de jî hertim potansiyela xeterê ne. Partiya jinê hem li hemberî îdeolojiya lîberalîzmê têkoşîn û alternatîf e, hem jî ji bo înşaya civaka nû, rola pêşengtiyê digre ser xwe. Rêber APO, ew rola jinê ku hatiye wenda û tinekirin careke din îadeyê wê kiriye.
Îro bi taybet civakên Rojhilata Navîn ber bi guhertinên bingehîn ve diçin. Hîmên bingehîn ên ku partiyê dane diyarkirin ji bo rizgariya civak û azadiya jinê di asta manîfestoyekê de ne. Hertişt dide diyarkirin ger li ser van prensîbên îdeolojîk têkoşîn bê pêşxistin, bi mîrasa ku hezaran lehengên şehîd û têkoşîna giranbuha ya gel pêşxistine, hêzeke pir xurt wê derkeve holê.
Partiya Azadiya Jinê ji bo azadiya tevahiya civakê xwedî rol û erk e. Ji bo qeyranên civakê çareser bike, civakê ber bi sosyalîzma demokratîk ve bibe, xwedî perspektîfeke girîng e. Li ser vê bingehê jî mirovahî wê bi modernîteya demokratîk re, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wê bi netewa demokratîk re bigihîjin xeyalên xwe yên bi hezar salan. Erk û berpirsyariya pêkanîna vê xeyalê jî dikeve ser milê hemû kadroyên tevgera azadiyê.