‘Parastina rewa, siyaseta ewlekarî û parastina civaka exlaqî û polîtîk e’.
Rêber APO
Gerdûn xwe di her zîndiyekê de di teyîsîne û bi vê çalakiyê xwe herîkbar dike, didomîne. Di vê herikandinê de daxwaza jiyan kirin, xwe watedarkirinê weşartiye. Di xwezaya yekemîn de her zîndiyek di nava liv û tevgerê de ye ji bo xwe bigihîne nasname û berdewamiya xwe misoger bike. Pir reng û cûdahiyên ku di vê xwezayê de heye, nîşaneya vê yekê ye. Her hebûnek xweseriya xwe diparêze û tu carî hevûdin tine nakin. Belkî di nava ahengekî de, her zîndiyek bê ku mafê yên din binpê bike, di nava têkîliyekî simbîyotîk de ne. Mînak mar û mişk, têkîliyê di navbera wan mirov dide fikirandin. Ger ku mar û mişk hevûdin nexwariba, çi karesatek pêk dihat? Ev bixwe taybetmendiyê xwezayê ya ku tewazûnê diparêze nîşan dide.
Pêşketina Aqilê Civakî
Dema mirov li xwezaya duyemîn dinêre hewce bi nirxandinê heye. Civaka duyemîn xwedî taybetmendî û hişê nerm e, difikire û dizivirîne çalakî. Ev taybetmendî wê ji zîndiyên din cûda dike. Mirov wek her zîndiyekî bi pêşxistina civakbûna xwe di nav tevgerekî xweparastinê de ye. Bi gotinek din bi cîvakbûnê mekanîzmeye xwe yê parastinê pêş xistiye. Bi taybetî bi pêşxistina AQILÊ CÎVAKÎ, zagonên exlaqî bi demê re zivirandiye çand û bi çandî bûna nirxê madî û manevî hebuna xwe parastiye, domandiye. Her wiha bi rêya ritûelên cur be cur çand zindî girtine, ku cîvak maneviyeta xwe jê digire û pê vê girêdayî ye. Tişta ku herî zêde bala mirov dikşîne bihêz bûna pîvanên wekhevî, berpirsyaretiya xwezayî ku her kes ji bo yek kesî, yek kes jî, ji bo her kesî ye. Herwiha pîvana kar û kedê jî hêmanên ku mirov dighîne asta xwedatî û cîvakîbun xurt kiriye. Di vê civakê de ku bi aqilê cîvakî yê jin xisletên xwe yê exlaqî û polîtîk pêş xistiye, zor, şîddet û serdestî tûne ye, ji bo wê di lîteratûra wan a ziman de mirov nikare têgîna azadî û koletî jî bibîne. Hemû danehevên arkeolojîk van rastiyan piştrast dikin. Ger kesek rêzikên civakê binpê bike ji klanê tê tecrîd kirin û avêtin. Wê çaxê bi tûnebûnê re rubirû tê. Xislate din ku bala mirov dikşîne jina xwedawend bi aqilekî cîvakî, bi otorîteyek xwezayî û erênî cîvakê bi rêve dibe.
Di roja me ya îro de civaka xwezayî wek serdema zêrîn tê bi nav kirin di nav xwe de hizûr û aramîbûnê dihewîne. Lê bi derbasbûna ber bi civaka hiyerarşîk û desthilatdariyê ve zîhniyeta bavikasalarî pêş ket, mirovahî dikeve qonaxeke nû. Bi çanda nêçîrvantiyê re ku aqilê tehlîlî û rêyên hîlekirinê di mêr de pêş dixist, mêr zêdetir bi hêza xwe ya fîzîkî dihese û hêrsa xwe ya îspatkirina “ez hêzim” rê li ber daxwaza desthilatdariyê vekir û wiha dest avêt hemû berhemê jin û dînamîkên civakê. Ev jî weke derketina çavsortiya desthilatdariya yekem e. Bi îttîfaqa zilamê bi hêz, şaman çerxeke nû destpê dike ev jî çerx meşa şaristaniya desthilatdariyê ye. Êdî mirovahî bi têgehên wek koletî azadî, sedestî bindestî, şîdet zor aşina dibe. di destana xweda Enkî qurnaz û gureşa wê bi xwedawend Înana re , destana şerê Mardûk bi dayîka wê xwedawenda Tiyamat re, ji bo desthilatdariya xwe dest deynîn ser danehevên jina xwedawend . wiha rûniştin ser textê îqtidarê , bixwe re çandeke zordestî û îstîla pêş xistin û pêşî şer û talanê vekir. Ev dibe qahqaha xwedayên qiral û împiratorên weke Gilgamêşan û Sargonan mohra xwe wê çaxê xistin. Ev çand û hişmendî xwe dewam kir heya dema qiralên şer yê ku kale ji serê însanên bêguneh çêkirine û piştî vê serdemê, di pêvajoyê şûr û mertalan de bi navê xwedayên ku ji erdê rakirine esmanan bûne fatih û sultan. Lê çend hezar mirov bûne qurbanê şûrê xweda û bi cinnetê hatin xapandin?
Hebûn û xwe parastin
Ger em di milek din de binêrin mîrateya berxwedanê bi pêşengtiya dayîk-xwedavend di klan, eşîr, qewm, dîn, felsefe û di kesayetên pêşeng ê ku bûne nîtelîka wan civatan xwe domandiye. Mirov di nava wan pêlên berxwedaniyê de dikare berxwdaniya kurdan bibîne. Ji bo hebûn û nasnama xwe ya netewî bi parêze, gelê Kurd yek ji wan gelane ku herî zêde li berxwe daye. Her wiha hewl dane bi vê berxwedaniyê , bizav û serhildanan nasnameya xwe a netewî, çanda resen, zimanê dayîkê, daxwaza mafê jiyana bi keramet di bîra nifşan de bihêlin. Ruxmê hemû zehmetî û êşên mezin lê dîsa jî hebûna xwe parastine. Ev jî bi mîrateya serhildanên wek baban, şêx ubeydulla nehrî, şêx seyîd, mehmûd berzencî, qazî muhemed û di roja me ya îro bi şoreşek mezin û gerdûnî bi pêşengiya partiya karkerên kurdisatan, PKK gihişte zîrvê. Ev hemû nîşan didin ku gelek ger xwedî mekanîzmaya xweparastinê be dikare hebûna xwe bidomîne. Weke Rêber APO diyar dike cîvakên ku mekanîzmeya xwe ya xweparastin winda kirine, cîvakên ku ji aliyê desthilatdar û dagirkeran ve hatine mêtingehkirin, teslîmiyet li ser wan hatiye ferzkirin. Di wê rewşê de yan ev cîvak yê hilweşin yan jî divê li berxwe bidin, serî rakin ta ku careke din sîfatên xwe yê exlaqî û polîtîk bi dest bixin. Bêguman ev jî bi avakirina mekanîzmeya xweparastinê û her tim bi fonksiyonela wê re gengaze.
Mînaka herî şênber têkoşîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye, ku di sala 2011`an de têkoşîn derbasî merheleya şoreşê bu. Gelê Kurd hem di warê dîrokî, erdnigarî û hem jî çandî de bi her cure asîmîlasyon û nijadperestî re rû bi rû dihat, ji qetlîaman bigire heya kûştin, girtin, revandin û windakirinên ku hîn jî aqûbeta wan ne diyar e. Lê bi ruxmê her tiştî karî nasnameya xwe ya resen, ziman, çand û urf û adetê xwe biparêze.
Azadîxwaziya jin
Di sala 2011`an de şert û merc mûnasîb bû ku gelê Kurd rêka xwe bibine. Bi kûrbûna zanistiya dîrokî ji firsetê heyî îstîfade bike ta ku bikaribe mafê xwe ê birêvebirinê bi dest bixe. Li ser esasê paradîgmaya cîvaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jin ku Rêber Apo ji bo damezrandina wê bi qasî 20 salan li Suriyê, Rojavayê Kurdistanê kedekî bê hempa raber kiribû. Gelê kurd û tevgera wê ya azadiyê bi hêza xwe ya cewherî xwe di milê leşkerî, cîvakî, siyasî, çandî xwe birêxistin kir. Di çarçoveya stratêjiyekî berfireh de bû xwedî projeyên ku bê dewlet xwe birêve bibe . Bêgûman tecrûbeya yekemîn a Kurdê Rojava bû lê mayîna Rêber Apo li Sûryê û Rojava di warê îdeolojîk, rêxistinî û manewî de li ser gel û bi taybet jî jinan bandorek mezin dabû çêkirin. Ev yek bû sedem ku bi îman û baweriyekî xurt bi hêza ya cewherî pergala rêvebirina xwe di hemû cîhen de, bi taybet jî di qada xweparastinê de ku misogeriya şoreşê û hebunê ye, bi xurtî bi pêş bixe. Ev jî bi pêkanîna stratêjiya şerê gelê şoreşgerî ku ji mehela destpê dike û li hemû kantonê Rojava belav dibe. Bi ruxmê derfetê herî kêm, di vê pêvajoyê de, ya ku herî bala mirov dikşand tevlê bûna jin di vê qadê deye ku li her derê xwe birêxistin kir û bi pêşengtî, berpirsyariyekî xurt rolê xwe leyîst û karîn li hemû deveran bidewletê gav paşde bide avêtin. Loma ji bo serxistina şoreşê jin bû faktorek esasî û bi cesaret. Taybet di nava civakek feodal de li ser zilam jî bandor da ava kirin û bu sedem ku bi gîştî cîvak bibawerî û coşekî mezin di nava sîstema rêveberî de bi avayek aktîf cîh bigire û tevlê bibe.
Bi berfirehbûna qada xweparastinê re jinên Rojava bi tevgerek stratêjîk bûn xwedî însiyatîf. Bi taybetî piştî ku tevlîbûna jinan ji têkoşînê re zêde bû, pêwîstî hat dîtin ku sîstemek xweser ya xweparastinê ava bikin û ta ku stratêjiya xweparastinê tenê di çarçeveya parastina ax, netew û gel de nemîne û wekî hêzek parastina jin li hemberî her cûre dest avêtin, zext, êrîşê û heqaretê li ser jin xwe wekî YPJ bi rêxistin kir. Di 4 Nîsana 2013’an de li bajarê Dêrîkê yekemîn konferansa xwe lidar xist û biryar hate girtin ku rêxistin bûna xwe wekî yekîneyên parastina jin YPJ’ê li çarçeveya xeta parastina rewa birêxistin bike û bibe misogeriya înşa kirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin.
Yek ji xebatê sereke yê ku YPJ’ê dest girt ew jî ava kirina akademiyên perwerdê di warê zihnî de hem jî di warê pisportî di çarçeveya rehendên xweparastinê û yek ji xalên ku lêhûrbûn ser çêdike sîstemên mîlîtarîst ê artêşên ku parêzvaniya berjewendiyê peregala desthilatdariya dewletê dikin û dibe hêza çewsandin û dagirkirina civakê. Loma zanistiya vê mijarê weke têgehekî tê dest girtin û bi pîvan û rêgezan xwe li hemberê wê zihniyetê diparêze. Çawa ku Rêber Apo dibêje, “ger ku hêza me biqasî ku em êrîşê hemû dinyayê bikin hebe, emê êrîşî tu kesî nekin lê ger ku hemû hêzên dinyayê bi yek bin û ser me de werin emê hêza xwe parastinê bikar bînin”. Yek ji erkên din ku YPJê girte ser milê xwe, bi silogana xwe nas bike û xwe biparêze, bi rêya perwerdê zanista xweparastinê di civak û jin de pêşxistine. ,ev jî tê wê watê ku bi hêza xwe a cewherî xwe birêxistin bike û hebûna xwe misoger bike.
Di pêvajoya ku DAIŞ êrîşî ser herêmên Kurd ê Bakûrê Sûriyê kir YPJê mîsyona pêşengiya şer kirin li hember DAIŞê girt ser milê xwe û bi hevkariya QSD ( Hêzên Sûriye ya Demokratîk) û YPG ( Yekîneyên Parastina Gel) seranserê Bakûrê Sûriyê ji rêxistina DAIŞê rizgar kirin û nêzî pênc mîlyon însan ji destê wan azad kirin. Hêzên YPJê di nav wan hemlên leşkerî de destanên qehremantî û berxwedaniyê nivîsandin ku lûtkeya wê li bajarê kobanê û reqqa xwe da nîşan dan û bû parêzvanê bi mîlyonan jin , weke hêza meşrû ya rêveberiya xweser a bakûrê sûryê hate îlan kirin. Weke din di 3 Tebaxa 2014`an de bi êrîşa ku DAIŞ li ser Şengalê kir, ferman bi ser êzîdiyan anî YPJe weke hêzeke bipersyar ji bo jin û gel berê xwe da şengalê û di encamê wê de bi deh hezaran êzîdî hatin rizgar kirin û soza azad kirina jinên Êzîdî ji destê daiş dan. Di encama têkoşînek de bi sedan jinên Êzîdî hatin rizagar kirin û heya roja me ya îro ev têkoşîn berdewam dikin. Îro bi hezaran jin di nav refên YPJê de cîhê xwe digirin û ji bo erkê xweparastinê weke hêzekî amadene. Her wiha YPJ ji bo hemû jinan bu çavkaniya moral û cesaretê.
Elbete ku YPJ tenê bi van re sînordar nema belku saziya xwe ya parastina ewlekariya hundirîn bi navê asayişa jin weke hêza misogeriya îstiqrara civakî damezirand. Di vê saziyê de bi pirsgirêkên jinan re elaqedar dibin. Her wiha ji bo jinên ku dikevin nav sûcên giran navendên lêhurbunê wek cihê xwe perwerdê kirinê hatiye avekirin. Her wiha ev sazî bi rengekî çalak cihê xwe di çeperên parastinê de bi hevkariya bi hêzên YPJê re li hemberî êrîşê DAIŞ û rejîma BAAS digirin.
Her wiha bi armanca tevgerkirin û amadekirina eniya paş di demê ku êrîşek ji derve were kirin, hêzên cewherî ya jin wek rêxistinekî hate avakirin. Ji bo ewlekariya hûndirîn ser esasê ku her kes mehele û kolanên xwe biparêze, weke hêzek şiyar û çavdêr erkdare. Bi van re girêdayî bi armanca ku her jinek bikare ji girîngî û watayê xweparastinê di warê çandî û fîzîkî de serwext bibe, xwedî akademiyên perwerdê ye. Bi gîştî ev rêxistinên ku me bal kişand ser di nav mekanîzmeyekî hevbeş a rêxistinî xwe bi tevger dike û li gor stratêjiya xweparastinê di nav xwe de kar û xebat parve dikin.
Weke encam û dersên ku mirov derdixe sîstema xweparastina jin rehenda herî girîng e ku mirov înşa bike. Ji ber ku heya hebûn neyê parastin nikare azadiya xwe bidest bixe. Çawa ku di xwezayê de her zîndiyek ji bo hebûna xwe mayînde bike û xwe bidomîne xwedî sîstema xweparastinê ye. Mînak gul bi rêka sitriyên xwe, xwe diparêze û bi cur bi curiyê formê xwe diguherîne, xwe herikbar dike. Ev herikbarî îfadeya azad bûna wê ye. Em ji vê mînaka sade hîn dibin ku girêdanekî hişk di navbera azadî û xweparastinê, xweşikbûn û xweparastinê de heye. Jinek çiqas xweşik dibe bila bibe ger ku nikaribe xwe biparêze, ma çi wate û nirxa wê xweşikbûnê heye? Ger jinên Êzîdî xwedîmekanîzmaya xweparastinê bûna ma wê bibana dîlê DAÎŞê? Ma di kolanan de wê bihatibana firotin? Ji bo wê divê jin xwe ne tenê di warê leşkerî biçek bike belku di warê zihnî, exlaqî, felsefî û polîtîk de jî xwe bi çek bike û ev jî erk û berpirsiyariyekî exlaqî, vîcdanî û cîvakî ye. Di civakekî de ger ku jin nirx û wateya xwe winda kiribe tê wê watê ku wê civakê jî nirx û wateya xwe winda kiriye,ji xwe biyanî buye û buye yekî din. Loma xweparastin ji nan û av hewcetir e, ji ber ku watedarbûn û xwebûna jin û cîvakê îfade dike.
Berçem Mardîn