Di Demokratîzekirina Civakê de Rola Bîrdoziya Jinê

0Shares

Ayten Amed

Serdema ku em tê de dijîn serdema ji aliyê hêzên serdest ve bi taybet jî ji aliyê birdoziyên serdest ve weke serdema dawîbûna dema bîrdoziyan tê şîrovekirin. Ev şîrove di dawiya sedsala 20’an û di despêka sedsala 21’an de xistin rojevê. Her çiqas weke afirînerê vê bîrdoziyê pergala sermayedar bê naskirin jî, lê di bingeha xwe de li ser navê “azadiya bêsînor û bi durûşmeya bihêlin bila biçin” de yê ku herî zêde av herikand ser cihoka vê bîrdoziyê bêguman akima lîberalîzmê ye. Lîberalîzm, ger gotin di cihê xwe de be, ji pergala kapîtalîst, ango sermayedar zêdetir ev têgeh xwedî kir û tevahî firkir û ramanên di cihanê de heyî xiste bin bandora xwe.

Êdî cihan û hêzên di cihanê de, bi taybet rêxistinên li ser navê azadiya gelan derketibûn ser dika dîrokê ji fikir û bîrdoziyên xwe ketin nava gumanê. Gumana ku ji aliyê lîberalîzmê ve hatî pêşxistin mîna kurmê dara ku ji darê ye, hêdî hêdî ew rêxistin ber bi tinebûnê ve bir. Di encama vê ferasetê de hejmarek zêde rêxistin, akim dawî li têkoşîna xwe anîn û bi pergala heyî re bûn yek, ango di nava vê pergalê de cihê xwe girtin. Di bin navê ‘azadiya takekesan’ de ev bîrdoziya ku ji aliyê lîberalîzmê ve pêşengtiya wê dihate kirin, bê ku ti kes pê bihese, bi awayekî xwezayî di nava cîhana mirovan de xwe niştecih kir û di tevahî qadên jiyanê de serweriya xwe domand.

Di nava tevgera me de jî ew pêvajoya ku em weke pêvajoya tesfiyegeran bi nav dikin, gelek kes di bin bandora vê bîrdoziyê de man û xwestin tevgera me jî bi heman çarenûse re rûbirû bihêlin. Di serdemeke bi vî awayî de bi armanca pêşîgirtina van feraset û têgehan de, Rêbertî, Partiya Azadiya Jinê (PAJK) weke partiyeke bîrdozî xiste rojeva me. Armanca Rêbertiyê ji damezirandina PAJK’ê ew bû ku bîrdoziyeke alternatîf ji feraseta bêbîrdoziyê re pêş bixe û weke berdewamiya bîrdoziya Rizgariya Jinê alternatifa pergala sermayedariyê bi rêya rêxistina jin bide afirandin. Jixwe Rêbertî li ser sê xalên sereke ev bîrdozî da rûnişkandin û pênaseyeke bi vî awayî ji PAJK’ê re kir: “Tevgera jin di bin navê PAJK’ê de dikare hejmareke kadroyên jin ên xwebexş, ên ku bi giyan û dil dixwazin di nava vî karî de cih bigrin, xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Ev dikare ji komeke 300 heta 500 kesî pêk bê, lê bi mercê ku ev kesên tevahî xwestek û daxwaziyên xwe yên şexsî li aliyekê bihêlin” Di heman demê de ji bo PAJK’ê sê vegotinên mîtolojîk ên sereke destnîşan kir.

Ya yekem; ‘Xwedawendbûyîn’ e. Em ê xwedewendiyê çewa şîrove bikin? Xwedawendî weke çand û nirxên jiyana hevpar ya ji bo mirovatiyê hatiye afirandin şîrove kirin, dê xelet nebe. Taybetmendiya herî sereke ya xwedawendan ji xwedayan wiha ye; jiyana wan ne li ser ya mirovan e, ango ew bixwe ne di ser mirovan re ne. Di nava wan de, bi wan re di nava pêwendiyê de ne, ya herî girîng jî hevpariya nirxên jiyanî ye. Bi kurtî mirov nikare têkîliya serdestiyê di pêwendiya xwedawendan de bibîne. Qet li ser mirovan, ango di nava mirovan de tirsê nadin afirandin, aramiyê dibexşin, xweşî û dilşadiyê diafirînin. Ji vê rastiyê encama ku em derbixin; çi dibe bila bibe di nava cîhana pêwendiyên pergala zilamsalarî de û di nava cîhana desthilatdariyê de qet ji xwe re serdestî û zordariyê nepejirin. Tişta ku ji aliyê me ve bê pejirandin parvekirin û hevbeşiya jiyana azad e.

Ya duyemîn; Afrodîtbûyîn e. Afrodîtbûyîn tê çi wateyê? Afrodît, di nava pergala zilamsalariyê de tenê bi serê xwe parastina tevahî nirxên ji aliyê jin û xwedawedên jin ve hatinê afirandin, dikir. Weke Rêbertiya me jî dide diyarkirin: “Afrodît nûnera jiyana herî pak a di çerçoveya jinê de hatiye afirandin e. Ji ber qet li gorî dariziyên civakê ango dariziyên pergala civaka zilamên serdest, tevnegeriya ye. Di tevahiya pêwendiyên Afrodît de wate heye. Bi qasî ku pêwendiyan bi hilbijardeyên xwe yên şexsî pêş dixe, ewqas jî di siya van pêwendiyan de namîne. Hertim serbixwetiya xwe diparêz e. Xwedewenda evîn û xweşikiyê ye. Bi qasî xweşikiya xwe, ewqas jî jineke biwêr û zane ye. Lê ticar xwe ayîdê ti kesî nabîne. Ev taybetmendiyên Afrodît ên herî sereke ne. Tişta girîng ev e ku gelo em ê heta ku derê bikaribin di nava vê cîhana ku jin tê de tê fetisandin, serbixwe bijîn û bidin jiyîn?

Di gel Afrodîtbûyîne de xala din jî melekbûyîn e. Melekbûyîn piranî weke jina saf, pak, ango temîz, a ku qet neketiye nava desthilatdariyê tê pênasekirin. Lê di vê mijarê de pênaseya herî rast û kurt ji aliyê Rêbertiya me ve di parêznameya dawî de tê kirin. Rêbertî di vê barê de wiha dibêje: “Neyê jibîrkirin ku yek ji xisletên xwedawendan ew bû ku bi mirovên mêr re nedizewicîn. Lê kengî mêr bû xweda, em ji dîrokê dizanin ku ji xwedawendan zêde tiştek nema. Ya ji jinê re dimîne melekbûn e. Lê jina bûye melek jî jina hinekî hêza xwe ya zayend wenda kiriye temsîl dike. Jineke bi vî rengî, di civakê de ji rola qasidbûnê wêdetir ti rola wê namîne. Di mîtolojiyê de fîgura Înanna-Afrodît jineke cudatir e. Rûyekî jinê yê xweşikiya xwe, balkêşiya xwe ya cinsî û hêza xwe ya bedenî hê ji dest nedaye temsîl dike.”

Dema ku em li van hersê xalan dinêrin û şîrove dikin em bi hêsanî dikarin bêjin ku armanca Rêbertî ji pêşxistina bîrdoziya jinê di çerçoveya melekbûyîn, xwedawendîtî û afrodîtbûyînê de ewe ku di serdema serdestî û yekdestiya bîrdoziya lîberalîzmê de, bi avakirina bîrdoziya jinê rê li ber ferasetên çewt ku xwe li ser rêxistinê ferz dikirin bigire û di heman demê de bi rêya vê bîrdoziyê di kesayeta jina Kurd de tevahî jinên cîhanê bike xwedî nasnameyeke azad. Bi wateyeke din PAJK navê nasnameya azad a jina Kurd e.

Em ji bîr nekin ku çi kesayet, rêxistin, an jî kom, ger ne xwedî bîrdozî û plansaziyeke demdirej bin, ne gengaze ku biser bikevin. Ango îdeaya serketinê bikin. PAJK, pêwîst e bi taybetmendiyên xwedawendan, bi zanebûn, xweşikbûn û sekna serbixwe ya Afrodît ve xwedî regezên jiyanî be, da ku bikaribe jinê bigihîne nasnameya bîrdoziya azadiya jinê. Berovajî pergala sersest û hêza belavker a sermayedar lîberalîzmê, di vê demê de bêyî bîrdoziya azadiya jinê dê ti liv û tevgerên li ser navê azadiyê derdikevin ser dika dîrokê nikaribin biser bikevin. Weke wê nikaribin biser bikevin, wê nikaribin kesayetiya jina azad a xwedî nasname jî derxin holê. Ji bo afirandina jineke azad, beriya her tiştî pêwîstî bi raman û bîrdoziyeke azad heye. PAJK jî wê bibe zemînê avakirina jina azad, îrade û nasnameya azad. Tevahî xebatên di derbarê azadiyê de jî, wê di heman zemînê de bêne birêvebirin.

Eşkereye, jinên li ser navê azadiyê gav bavêjin pêwîst e beriya hertiştî xwedî bîrdozî, siyaset û hêza rêxistinê bin. Bêguman li cem van, wesfên jinbûyînê jî bi xwe re pêşxistin pîvanake devjêneger e. Ji bo vê ye ku Rêbertî dibêje: “Pêwîst e taybetmendiyên jinbûnê ji nû ve bêne keşfkirin.” Em ê van taybetmendiyana çawa keşf bikin? Bêguman keşfkirina van taybetmendiyan encax bi pêşxistin û pêş ve birina kesayetiya jina azad, civaka azad û zihniyeta azad, wê were bidestxistin. Ji bo azadkirina zihniyetê, beriya hertiştî pêwîst e em karibin xwe ji tevahî cureyên bandora pergala sermayedar û têkîliyên wê rizgar bikin. Ger di vê mijarê de serweriyek nebe, ne gengaze ku li dijberî bîrdoziya modernîteya sermayedariyê, bîrdoziya modernîteya demokratik bê pêşxistin. Bi pêşengatiya jinê, pêşxistina bîrdoziya modernîteya demokratîk, di heman demê de tê wateya pêşxistina modeleke alternatîf ji jinên li Rojhilata Navîn. Di cewhera xwe de ew tîpên ku ji aliyê Rêbertiye ve jî hatî pêşxistin, bi vê armancê ye. Bi wateyeke din avêtina gaveke nû ya ji bo pêxistina nasnameya jina azad, bi wêrek û xwedî hişmendiyê ye.

Ger hişmendî, wêrekî û têgihîştina jinê nebe, wê pergala modernîteya sermayedariyê cîhana mirovan ber bi tinebûne ve bibe. Ji aliyekê ve jî mirov dikare bêje, rêxistinkirina PAJK’ê tê wateya rêgirtin li beramberî çûyîna ber bi tinebûnê ve. Jixwe armanca Rêbertiya me, ji pêşxistina vê projeyê ew e ku jina ku bikaribe li ser lingên xwe bisekine û li dijberî tevahiya pêkanînên ji aliyê pergala zilamsalarî ve têne pêşxistin raweste, biafirîne.

Di vê çerçoveyê de mirov dikare bi hêsanî bêje: Rêbertî bi vê projeyê re dixwaze zemînê pêşxistina çanda xwedawendên dayîk careke din li ser axên Mezopotamya, li çiyayên Kurdistanê zindî bike û bi zindîkirina vê çandê re modela rêxistin û civakeke nû biafirîne. Bi formula xwedawendan jina azad, bi fomula Afrodît jina ku di derbarê jiyana xwe de bi îradeya azad xwedî hilbijarde ye, hatiye armanckirin.  

Bi qasî ku di çerçoveya xwedawendiyê de em xwe bigihînin pîvanên jina azad; ewqas jî em ê bikaribin xwe ji qeyd û bendên zihnî yên ku ji aliyê bîrdoziya serdestan ve di nava mêjiyên me de hatine afirandin, xwe rizgar bikin. Berovajî wê em ê hertim weke evdan bimînin û evdîtiyê ji pergala zilamên serdest re bikin. An dê em bi têgihîştina Afrodîtan re, civaka mirovan a ku jin jî tê de weke mirov bijî biafirin, an jî em ê weke jinên bê lêpirsîn û bê pirsyar di nava pergala heyî de cihê xwe bigrin.

Eşkereye, di çerçoveya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê de, bi bidestxistina nasnameya jinê ya azad, em ê bikaribin rola xwe ya pêşengtiyê bileyîzin û di înşakirina Netewa Demokratîk de bi nasnameya xwe ya bîrdozî cih bigrin. 

Di serdema ku yekdestiya bîrdoziya lîberalîzmê li ser gelan tê ferzkirin de, bi pêşxistina bîrdoziya jinên azad, misoger li ser van axan, li çiyayên Toros û Zagrosan, bi sekn û têkoşîna xwedawendên hemdem wê Netewa Demokratîk a gelan bê avakirin.