Di Cihanê de Mînakên Qirkirinê
Akademiya Zanistên Civakî
Li ser şêniyên Awustralya di çarçoveya qirkirina ku hate meşandin, niştecihên wir bi navê Aborijîn pênase kirin. Di bingeh de Aborijîn navê wan yê esasî nîn e. Aborjîn binavkirina înkarê ye. Navekî qirkirinê ye. Aborjîn tê wateya‘ne cih girtî’, ‘ne şêniyê vî welatî’. Wekî ku ji ciwanên Apoyî yên destpêkê re digotin ‘baldırı çıplaklar’ heman zihniyetê ev nav daniye ser şêniyên wir ên sereke. Ev binavkirin encama zihniyeta qirkirinê ye. Lê belê ji ber ku rastiya vê nedihate zanîn, peyva Aborjîn wek tişteke normal ji hêla me ve jî hate bikaranîn. Êdî di pirtûkan de jî heye. Ji ber ku, ji me re wek ku navê wê qebîleyê Aborjîn be, ev yek pir asayî hate nasandin, hate fêrkirin. Li welatê me jî mînaka vê heye. Ji ew beşa gelê me ku zaravayê Dimilkî-Kirmancî bikar tînin Zaza hatiye gotin. Lê belê wan ji xwe re negotine Zaza. Ev binavkirin ne ya wan e. Binavkirinên ji derve ne. Nasnameyên ku ji bo wan hatiye diyarkirin û binavkirin jî li ser vê esasî çêbûye.
Di Awustralya de şêniyên wir koçer dijiyan. Li parzemîna xwe koçer bûn, li cihekê sabît bicih nebibûn. Li gor demsalan di nav tevgerê de bûn. Her tim jî nedigeriyan. Wek mînak koçerên Botanê wisa ne. Li herêmekê ne, lê di wê herêmê de cihgirtî najîn. Niştecihên Awustralyayê weke gelê me yê koçer jî nedijiyan, nan çênedikirin, tişt kom dikirin. Wek mînak heywan kedî nedikirin lê hêkên hin heywanan kom dikirin wiha xwe xwedî dikin. An jî hin toxim, hin fêqî berhev dikirin, wisa debara xwedikirin. Ew wiha dijîn, lê belê bi çavê sîstemê rewşa wan çawa bû “Ew bê cih û war in.” ruxmî ku ew bê cih û war nebûn. Cih û warê wan hebû. Wan ax nekiribûn milkê xwe. Yên ku ji devre hatin, ên ku wir îşxal kirin ji xwe re gotin “Jixwe ew di vê axê de najîn, hebin û nebin em bi tenê ne” Wisa nêzîk bûn.
Tê gotin Kaptan Cook destpêka sala 1770’an diçe Awustralya û wê derê dagirdike. Paşê koloniyên Îngilîz jî diçin. Di serî de hin malbatên Îngilîz li perava behrê bicih dibin. Ji xwe re dijîn li wan deran. Ango wir dagir nakin. Heta çend salan wisa didome. Elbet li vê parzemînê ji destpêkê ve qirkirineke fîzîkîya resmî destpê nekiriye, lê belê qirkirina şaristaniya navendî tenê bi kuştinê jî pêknayê. Di vir de mînakeke din heye. Ew kesên ji bajêr hatin bi xwe re hin nexweşî jî anîn. Însanên ku li ser axekê sabît dijîn bedena wan fêrî hin mîkrob û nexweşiyan dibe. Carna piştî bi salan çend nesil derbas dibe êdî hin nexweşî di însan de asayî dibe. Lê qebîleyên wir ji nexweşiyên ku xelkên derve bi xwe re anîbûn, pir bandor bûn. Pêla nexweşiyan hat û mirovên vê derê hemû nesax ketin. Hejmareke zêde kes mirin. Heya ku hêdî hêdî ew jî fêrbûn.
Av û hewaya gundan paqij e, lê bajar ne wisa ne. Mirovên bajêr fêrî wan mikroban bûne û pê zêde bandor nabin. Divê ji bîr neçe ku çeka herî mezin a şaristaniyê mikrob e. Pirtûkêk heye bi navê “Çek, Mîkrob û Pola” di vê pirtûkê de evrastî hinekê berfireh tê vekirin. Wek mînak xelkê bajêr fêrbûne li ser betonê bijîn, fêrî rutûbetê bûne û hwd. Yên li bajaran mezinbûne ji van tiştana zêde bandor nabin. Lê yên li gundan ne wisa ne. Ji ber ku xweza, hewaya paqij û ax hîna zêdetir mirov paqij dike. Tav her wisa ye. Ango mirovên şaristaniyê işxalkirinê tenê bi çekên teknîkî ve nakin.
Hejmareke pir pir zêde şêniyên Awustralyayî jiyana xwe ji dest didin. Heta demeke dirêj dagirkerî dewam dike. Di destpêkê de kuştinên komî çênabe, lê belê piştî destpêka 1900’an ev jî pêk tê. Kaptan Cook bi navê împaratoriya Mezin a Brîtanya diçe wir û êdî li wê derê bicihdibin. Piştî demekê ango sed salan, mêze dikin li wir zêr hene. Bîrên zêran dibînin. Piştî zêr dibînin, êdî ji bo şaristaniyê komkujî rewa dibe. Komkujî bi vî rengî pêşdikeve. Ji bo karibin xelkê wir ji axa wan qutbikin, ber bi çolan ve birin. Lê belê tê zanîn ku hin kulîlk hene taybet li axekê dijîn, li cihê cuda şîn nayên. Mirov jî wisa ne. Wek mînak Kurd ku penaber dibin nikarin bijîn, pir zorî dikêşin. Şêniyên Awustralya jî wisa bûn. Dema ku ji axa xwe hatin qutkirin, hejmareke pir mezin li çolan mirin. Elbet, ji bo ku wan bikujin, bi vê mebestê pir caran ava wan jehr kirin, piraniya heywanên nêçîrê kuştin ji bo ku qira wan bînin. Îngilîzên ber behrê digotin “Me bexça çêkiriye, zevî çandiye, heywan tên dixwen, lewma em heywanan dikujin.” Bi van hincetan polîtîka dane meşandin û heywan kuştin. Şînkahî û heywanên heyî hatin guhertin, bi giştî ji vê re jî ‘fîlora-faona’ dibêjin, dema guhertinek evqas mezin çêbû, mirovên qebîleyan jî jixwe êdî nekarîn bijîn, mirin. Ji ber ku ew qebîle bi van tiştna xwe xweyî dikirin. Pir kes mirin. Di nav bîst salan de hejmara wan ji %10 ma. Ewqas kes hatin kuştin, an jî mirin.
Ji bilî vê rewşê, rêbaza pergala dibistana mayînde ya şevê, ku li Kurdistanê jî mînaka vê heye, hate meşandin. Zarokên qebîleyan revandin û dewşirme kirin. Ne tenê zarok, pirî caran serokê qebileyan, hin pêşengê qebîleyan revandin û dîlgirtin. Ji qebîleyê re digotin “Hûn vê axê berdin, em ê jî wî/wê berdin.” Zarokên ku direvandin di dibistanên xwe de ji dîroka wan qut dikirin. Bi giştî asîmîle kirin û helandin. Di dibistanên xwe de ew dane xwendin. Nifşeke nû wek Awustraliyên Ingilîza firandin. Niha jixwe Awustiralya wisa ye. Di sala 1999’an serokê Awustralyayê di axaftineke xwe de got “Em lêborîna xwe dixwazin ji şêniyên Awustralyayê ku beriya Ingilîzan li vir jiyane.”
Ji bilî Awustralyayê, mirov dikare mînaka Rûandayê bide. Hewce dike ev mînak bêtir were vekirin. Rûanda welateke Afrîqaya Navîn e. Wateya Rûanda “welatê hezar gir” e. Di Rûandayê de gel wek du beşan dijîn. Ji bo baştir fêm bibe çawa li Kurdistanê du zaravayên mezin wek kurmanç û soran li Rojhilat û Başûrê welat dijîn, ew jî wiha ne. Ji %9 Tûtsî ne, ji %90 jî Hûtû. Qebîleya Hûtû û Tûtsî yek kok in. Xwîşk û bira ne. Zêde cudabûneke wan ji hev nîne. Li Rûandayê ji %1 jî Pîgme dijîn. Pîgme xwedî baweriyên cuda ne. Hîna li gor demên berê dijîn. Rûanda welatekî pir feqîr e. Çavkaniyeke wan a dewlemend a aboriyê jî tine ye, ku li ser dagirkerî were pêkanîn. Lê belê li vir jî komkujî pêk hat. Jixwe Rûanda bi vê komkujiyê ve bala dinyayê kişande ser xwe. Beriyakomkujiyê li wir rewşek wek kolonyalîzmê jî nebû.
Di sala 1918’an de Netewên Yekbûyî ev welate kire bin desthilatdariya Belçîkayê. Belçîka li vir hukmê xwe da meşandin. Girêdayî feraseta netew-dewletê li vê deverê sîstemeke pir berbiçav derkete holê. Ji bo rewş baştir fêm bibe, em dikarin mînaka Iraq û Sûriyê bidin. Di dema Sedam de li beramberî hejmara zêde ya Şîeyan, hejmara kêm a Sûniyan serdest bû. Li Sûriyê hîna jî Elewî ku ji Sûniyan kêmtir in, hukim girtine destên xwe. Yên kêm-hejmar di hukûmetê de cih girtine. Desthilatdariya navendî bi vî şêweyî hevsengiyê avadike, ya rastir nakokiyan zêde dike, li hember hev dijbertiyê gur dike.
Li Rûandayê jî ev polîtîka pêk hat. Ruxmî ku hejmara Tûtsiyan pir kêm bû, lê belê Tûtsî di rêveberiyê de bûn. Belçîka cih dawan. Jixwe Tûtsî wek çîneke jor dîtin. Vê bi xwe re nakokî derxistin holê. Girêdayî guhertinên li cîhanê ku hêdî hêdî bandor li Afrîqayê jî kir, di sala 68’an ku sosyalîzm, demokrasî, wekhevî û sîstema hilbijartinê li wir jî rojev çêkir, hilbijartin çêbûn û rewşa Rûandayê guherî. Ji ber ku hejmara Hûtûyan pir zêde bû, ew di hukûmetê de cihgirtin. Nakokiyên berê ku bi demekê hatibû nixumandin derkete holê û Komkujiya li ser Tûtsiyan destpêkir. Yên ku hejmara wan kêm bû ango Tûtsî bûn armanca qirkirinê. Li dijî wan zordariyeke dijwar hate meşandin. Di vê derê de komkujiyeke pir pir mezin pêşket. Hûtû êrîşî Tûtsiyan kirin. Welatê wan pir feqîr bû û çekê wan jî nebû. Di qirkirinê de rewşeke ew çend hovane derket ku her der rasterast bû mezbaha, bû cihê şerjêkirinê. Di vê mînakê de jî pir eşkere derdikeve holê. Di nav Tûtsiyan de malbatên pir dewlemend hebûn, ji bo ku bê îşkence werin kuştin, ji bo ku zêde êşê nekêşin û rehetir bimirin pere didan kujeran. Bûyerên wiha qewimîn. Bûyerên pir hovane pêşketin. Bi bizmaran mirov dikuştin. Yan jî kevir, bivir û tewşû bikar dianîn. Kolan û soqaq dibin mezbahaya însanan.
Dema ku qirkirin deşîfre û teşhîr bû, hin belge jî hatin eşkerekirin. Diyar bû ku wê demê ji Çînê bi mîlyonan bizmar hatibû kirîn. Herwiha ji Çînê jîlet kirîbûn. An jî satûr, hin amûrên jêkirinê yên piçûk, kêr û hwd. kirîbûn. Ev wek belgeyên qirkirinê hate binavkirin. Di çarçoveya vê qirkirinê de, yê/ya ku bi keseke Tûrsî re zewicî bû, ger zarokê/a wî/wê hebûya, zarok jî dihate kuştin. Herwiha hin kes hatin kuştin eslê xwe Hûtû bûn, lê xwe wek çîna berê ya jorîn Tûtsî qeyd kiribûn. Ew jî rastê qirkirinê hatin. Hejmareke zêde Tûtsî hate kuştin. Heya ku agirbest îlan bû. Elbet hin kesan xwe vekişandin derveyî welat, wek Ûganda û Tanzanya. Li van deran amadekarî kirin, piştre dîsa êrîş kirin. Di vê navberê de çend caran agirbest çêbû, lê belê pir kes ji Tûtsiyan hate kuştin. Jixwe heta dawiya sala 95’an ev komkujî dewam kir. Bi eşkere dikare were gotin kesên ev qirkirin pêk anîn ên Hûtû ji hêla Artêşa Fransayê ve perwerde dîtin. Di vir de netew-dewlet û hêza hegemonya navendî piştgiriya qirkirinê kir.
Di komkujiya Bosna-Hersek de jî rewşên bi vî rengî pêşketin. Bosna-Hersek di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de bû. Bi Netewên Yekbûyî ve girêdayî yekîneyên hêza aştiyê li wir bicih bibû. Wir li jêr çavdêriya wan de bû. Srebrenîtsa di bin kontrola wan de bû lê rasterast teslîmê Sirban kirin. Artêşa Sirbistanê kete bajêr û di vî bajarî de hemû zilam kuştin, hin jin jî kuştin, ên din jî tecawiz kirin. Herwiha zarok kuştin. Bûyerên li Bosna-Hersekê pir dirêj kir. Niha jî dema pirsgirkêk pir bidome dibêjin bûye girêka Bosna Hersekê. Ji ber ku demek pir dirêj pirsgirêka Bosna-Hersekê nehate çareserkirin. Bosna-Hersek wek Kerkûkê, wek Mûsilêye. Bosna cihekî bi vî rengî ye. Tê de her netew heye. Çend bawerî li wir dijîn. Li Kerkûkê jî Kurd, Tirkmen, Ereb dijîn. Lê her ku nîjadek an jî nîjadperestî sor dibe, îhtîmala komkujî û qirkirinan jî zêde dibe. Lê di cehwer de gel û civakên cuda li hember hev di asteke pir jorê de bi xweşbînî dijîn. Bosna-Hersek jî wiha bû. Ku Sirbistanê xwe cudakir komkujî di vê dere de pêşxist. Rewşa komkujiya li Bosna-Hersekê bi awayeke fermî hatiye qebûlkirin, lê Sirbistan sûcdar nehatiye dîtin. Çawa ku ji bo Ermeniyan dibêjin “Dibe ku mîlyonek Ermenî miribin, lê ew wendahiyên şer in. Ew di şert û mercên zehmet de koçber bûn û di rê de mirine” Ji bo qirkirina li Bosna-Hersek û Srebrenîtsayê jî şîrove bi vî awayî ne.
Ev qirkirin encama zihniyeta netew-dewletê ne. Herçend qirkirina Rûandayê piştre hate darizandin, kesên ji sê kesan zêdetir kuştibûn wek tewankarê qirkirinê hatin dîtin û darizandin, lê belê ya girîng ew zihniyet û feraseta ku gel û civakan bi hev dide qirkirin, jêrpirs bibe, were mehkûmkirin.