Di Bin Navê Malbatê De Çanda Tecavuzê Tê Sazkirin

0Shares

Di dema olên yek xwedayî de jî bi rêka ol ew sitetuya ji jin re hatî diyarkirin, hîn kûr û giran kirine.  Vê carê jî kirine namusa xwe, kêm dîtine, weke hebunek mirov dilovaniya xwe nîşanî wan bide diyar kirine. Ya herî xirab jî ewe ku di bin nasnama olî de jinê ev sitetu weke qederê ji bo xwe qebul kiriye. Û weke hebunek ser nerm bê pirsgirêk ji mêr re îtaat kirî û bê çare maye. Esas di bin pergala saziya malbatê de çanda destavêtinê pir kûr tê meşandin. Eger jin di hemû têkilyên malbatî de ne xwedî gotin be, her tişt bê riza wê û bê biryara wê were kirin, heta têkilya cinsî jî bê razîbuna wê were kirin, ev destavêtine. Jin di her warî de tê tecewizkirin, ne xwediyê bedena xwe, îrada xwe û aqilê xwe ye. Her tiştî bi zorê bi wê didin kirin. Ev nêzîkatiyek destwerdanê, ya destavêtinê ye.

 Bi dema modernîta kapîtalîst re jî weke keybaniya (kıraliçe)metayê hatî pênasekirin. Di bin navê azadiya ferdî de jî civakbuna bi koka xwe li dora jinê hatibu avakirin jî tê belavkirin. Rastiya wê hatî berûvajî kirin, weke koleyek bê heqdest, weke amora riklamê, weke amora seks hatî destnîşankirin. Di welatên rojavayî de azadiya malbatê ji hevdu hatî xistin, lê şêwazê têkilya civakî ya naha dimeşê jî ne elternetîfa malbatê ye. Têkiliya civakî bi temamî ji hevdu hatî xisitn. Li rojhilata navîn jî modernîteya kapîtalîst dest avêtî malbatê û heya astekê belavkirî, ya maye jî hevkar û sîxurtiya pergala dewletê dike. Ev pergala navendî ku dewlet temsîla wê dike, despêkê serweriya xwe li ser hebuna jinê paşê li ser civakê avakirî. Despêkê jin hatî kolekirin, paşê jî hemû civak hatine kolekirin. Ji wê û şûn ve hemû têkiliyên navbera malbatê û ferdên wê de herî zêde jî ya bi jinê re li ser esasê hiyerarşî û newkeheviyê hatine avakairin. Di vê têkilyê de zarok û ciwan serî li ber dê, bav û mezinan ditewînin, jin li ber mêr û xwesî, xezûr û mervan ditewîne mêr jî li ber dewletê serî ditewînê. Bigîştî li ser esasê çînayetî û navedî bûne têkilya sosyal hatî vesazkirin. Dewlet bi rê ya vê saziya ku heya hicra wê herî biçûk di warê siyasî, ekonomik, sosyal, çandî, tendurustî, parastinê û perwerdê de bi xwe ve daye giredan. Weke sîxur nêzî wê dibe, ji bo berjewendiyên xwe ên siyasî û desthilatdarî bikar tînê. Bi rê ya vê saziyê civakê parça dike, civakê ji hevdû belav dike.

Rêber APO ber bi civaka komînal ve meşek da destpêkirin

Civakên ku jin û mêrên xwe di vê astê de bin, di nava saziya malbatê de bi malbatgerî rabin, têkilî li ser vê sitatuyê di navbera herdu cinsan de, zarok û xizman de çê bin, wê ew civak civakek ji hevdû ketî be. Civakek taybetemndiyên xwe ên xwezayî, ên politîk û exlaqî wenda kirî be. Jin û mêrên di vê sitatuyê de ne nikarin li ser binghek zanistî û tendurustî werin cem hevdu. Bi temamî dibin hebunek biyolojik, wateya xwe ya sosyal û civakî wendakirine. Di vê terzê têkilyê de pîrozî, heskirin, wekhevî, hevsengî û rêz nîne. Di vê têkilyê de, zorbatî, çînayetî, newekhevî, milk bûn, îrade nedîtin û desthiladarî heye. Dema têkilya civakê li ser van nakokiyan werê avakirin bê guman di encamê de wê şidet, koştin, destavêtin derkeve holê. Li Kurdistanê jî civakbûnê heqîqeta xwe ya civakî wenda kirî. Ji ber bi hezarê salane, civaka Kurd tevna xwe li ser malbat, qebîle û aşîre meşandî û heya roja me ya îro anîne. Rêbertî van saziyên civakî aşîr, qebîle û malbatê weke hêmanên netewa demokratîk dibînê. Lê belê ger tekîliyên nava xwe demokratîk nekin, dikarin bibin çînên serwer û ji dujmun re hevkarî û sîxurtî jî bikin. Ji bo wê dibe ev saziyên civakî weke aşîr, qebîle û malbat xwe ji rewşa heyî a paşverû rizgar bike, têkilyên navxweyî demokrtaîk bikin û beşdarî pergala netewa demokratîk bibin. Lê em li dîroka aşîrên Kurdistanê dinêrin. Piştî berxwedan û serhildanên di pêşengiya wan de pêşketin û hati tepisandin. Van hêmanên civakî heqîqta xwe ya civakî ji dest dane û di nava xwe de belav bune. Bi taybetî van 200 salên dawî dayra şerê taybet li Kurdistanê li ser înkar û tinekirina kurdan pir zêde kar kirî û hewldaye tevna wê ya civakî ji hevdu bixînê. Birastî di vê warî de heya radeyekê jî bi ser ketine. Bi derketina PKK re Rêber APO analîzek li ser rastya Kurd û civakbuna wê kirî û ji bo avakirina civaka komînal, politîk û exlaqî tekoşînek mezin daye dest pêkirin. Ji kilana Rêber APO ber bi civaka komînal, sosyalist meşek hatî dest pêkirin û dimeşe. Lê ew avahiya malbatgerî di aliye siyasî de li hember şoreşa ku dipêşengiya Rêber APO de pêşve diçe, di rêza şoreşa dijber cîdigre û alîkariya dijmin dike. Cerdevanî di nava vê saziyê de pêşket û çeka dijmin rakirine, bi sala ne li dijî şoreşê şer dikin. Weke sutuxar ji bo bercewendiyên xwe ên malbatgerî û aşîrtî; sîxurtî û hevkarî dikin, destê xwe dixin xûna zarokên gelê xwe. Van salên dawî de, bi taybetî piştî berxwedan xweseriyê li bakurê Kurdistanê dayra şerê tabet, careke din li ser civaka Kurd dilîzê, tîp an jî modelek nû ya malbatgerî û aşîrtî derdixe pêş.

Rêber APO van salên dawî de careke din em hişyar kirin ku, bi destê AKP-MHP li Kurdistanê malbatgerî û aşîrcîtiyek nû ya sîxur pêşdixînin. Çawa li ser sazî û şaredariya qeyum danîn, va avahiya malbatgerî jî mîna qeyum an ji jor de disepînin ser civaka Kurd. Malbat buye amurek şerê taybet, ev xetere dibe pêşî lê vê civakbuna sexte ya weke elternetîfa civakbuna PKK ava dike bê girtin. Dema em ji alyê bîrdozî de li mijarê temaşe dikin em dibînin, taybetmendiyên malbatgerî nahêlin tu bibe mirovekî bi îrade, fêrbun, taybetmendî, hest û ajo hemu li gora avahiya sosyal ya malbatgerî hatine avakirin. Hem mêr hem jî Jinên li ser taybetmendiyên malbatgerî hatine terbiyekirin, di şoreşgerî de zehmetî dikşînin, pirsgirêkên wan ên tevlêbunê bi salan didomin. Bi partî re nikarin zû bibin yek. Di têkilyên xwe de tengin, ehbab çawîş û madyatcî ne, xwe dispêrin hevdu, li ser lingên xwe nikarin bisekinin, gelenekselin, pîvanên çanda (verili) yanê çanda jêra hatî empozekirin di xwe de dihewînin. Nikarin ya heye derbas bikin. Tengin ji siya pozê xwe wêdetir nabînin. Jin nikare ji mêr xwe qut bike û wan ji bo xwe weke hêz dibînê, yanê hineka weke birayê xwe, hinekan weke bavê xwe, hinekan weke heskiriyê xwe dibînê. Di vê dîtinê û nêzîkatiyê de hêz nîne, dostî û hevaltî nîne, îrade nîne, hevdu mezinkirin, bilindkirin nîne. Ev nêzîkatî bi heman şêwazî di mêr de jî derdikeve, jinê weke dost û rêheval nabînê, weke hebunek bi hêz û bi aqil nabînê, wê her tim biçûk û bêçare dibînê. An dilê xwe pêdişewitînê û xwe weke rizgarvanê wê dibînê, an jî xwe weke birayê wê, bavê wê an jî mêrê wê dibînê. Divê terzê têkilya malbatgerî de, ayîdiyet, tabbî bun, girêdan heye, xweserî nîne. Jin namusa xwe, milkê xwe dîtin heye. Di têkilyên malbatî de zarok weke hebunek muhtaç tên dîtin, ew cidî nayên girtin, ew îrade nayên dîtin, her tim nêzîkatiya ew fêm nakin, aqilê wan tine mîna ku ew her tim muhatacê alîkarî ne tên dîtin. Ji ciwanan re jî weke murahiq, yanê ergen, serseri, nepijyayî tê gotin. Ew jî cidî nayên girtin û îrade nayên dîtin. Ji hêz û enerjiya wan di xizmetê bercewendiyên xwe de bi kar tînin û ew tên (istismarkrin)bi karanîn.

Rêber APO di paraznamên xwe de vê rewşê weke pirsgirêkek pir mezin ya mirovahî destnîşan dike. Ji ber têkilya jin bi jiyanê re gelekî bingehîne. Di zimanê Kurdî de jî jin tê wateya jiyanê, jin jiyan bi xwe ye. Eger jin û jiyan kole bin, bê sitetu bin, bên kuştun û xwe bikujin, ji vê diyardeya pîroz re dest were avêtin di kesayeta jinê de jiyan bê romet bibe, were asta neye jiyan kirin. Wê demê dibe despêkê şerê vê mezin werê dayîn, weke Adorno dibêje; (jiyana şaş rast nayê jiyan kirin) eger ev pirsgirêk rast neyê pênasekirin, neyê dahaurandin û çareserî jê re neyê danîn, ti pirsgirêkên din ên civakî ,çînî çaraser nabin. Ji ber koletiya jinê bingeha hemû koletiya ne, wê demê azadiya jinê jî wê bibe bingeha hemû azadiyan û jê derketinên mezin wê bê kirin. Xandevanên hêja di vê beşa çareserî de ezê herî zêde nêrînên Rêbertî esas bigirim ji dahurandin û tezên Rêbertî nêrîn binivisînim, ji ber kes ji me bi qasî Serokatî çareserî nikare dîne. Em weke milîtanên Rêbertî erka me ew ku em Rêbertî fêm bikin û piratîk bikin. Her waha li ser mijara civakek çawa? malbatek çawa? têkilyên navbera zayendan de çawa be bi awakî berfireh Rêbertiya me di paraznamên xwe de ji bo me xêzkirî û weke terzikî jiyanê yê nû û elternetîf diyar kirî. Rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad weke hêmanên bingehîn ji bo ferd, civak û malbatê danî holê. Yanê dibe pergala civakê komînal, demokratîk û ekolojik be. Dibe xwe ji hemû qeyd û bendan rizgar kiribe û xwe li ser hîmê xweseriya demokratîk bi rê ve bibe. Jiyan dibe azad be. Di vê pergala elternetîf de dibe jiyan azad be. Madem jiyan li dora jinê tê hunandin, wê demê dibe têkilyên civakê û mêr bi jinê re li ser bingeha hevjiyana azad be. Weke tê zanîn jiyan bi tenê xwe zêdekirinê bi wate nabe. Kîngê jiyan azad bu wê demê wateya wê heye. Yanê madem gerdonê cara yekem di mirov de ket ferqa xwe û li xwe hayîl bu wê demê dibe, armanca mirov jî têgîhiştina gerdonê be. Di wan têkilyên teng, ên malbatgerî, ên jinê namus dibînê de derkeve, xwe jê xilas bike, hevjiyana azad ji bo xwe bigeh bigrê. Mêr dibe dest ji nîzîkatiyên jinê milkê xwe dibînê berdê, jin encax dikare bibe ya xwe yanê (xwebun ) ve dikare beşdarî jiyana netewa demokratîk bibe. Di pergala netewa demokratîk de azadiya jinê ji her tiştî girîngtire. Weke Rêbertî jî bêje; ’’jina azad civaka, azade  civaka azad, civaka azad buye jî netewa demokratîke” di vê derabarê dibe bê zanîn ku malbatgerî û hemu şêwazên têkilyên girêdayî vê pergalê, têkilyên milkbun û ên koletî ne, dibe werin derbaskirin û jiyan were azad kirin.

Xalîde Engîzek

Attachment