Di Agirê Zîlan De Her Tişt Di Afire

0Shares

Zîlan xwedavenda ku divê li hemberî wê bejin werin tewandinê ye. Di dîrokê de hûn dizanin, kiblegah hene, perestgehên pîroz hene. Di navîna wan de xweda an jî xwedavendên pîroz hene. Û peyrevên wan, mensûbên wan di rojên di cih de diçin xwe davêjin wan perestgehan hene.

Ji bo lêborînê xwe davêjin wan, bang dikin, lawa dikin. Ev rêheval, rêhevalên wisa ne. Weke çûyîna perestgehê hûnê di hizûra wan de xwe bitewînin. Hûnê xwe bavêjin secdê. Êdî divê olekî we, îmaneke we hebe. Ew bi gengazî mezinên ku eve mafkirine. Him jî ewe nirxên me ê perestgehî di asta pîroziya de ku pêwîstiya me bi zêdehî hene bi xwe ne. Çima em bi mezinbûna van nebawerbin û îman nekin. Û cardin ji bo pêdiviyan, xwe navêjin secdê. Dibin fermandariya emrê wê de ne meşîn? Hûn dizanin di dîrokê de nirxên wusan hene ku di serîde, bi bawerî û îman pêkanîna vê secdê şûnde bi leşkerên dibin emrê xwe de dikevin nava êrîşeke sihêm. Di agirê Zîlan de her tişt di afire. Mesela di hestan de, ew agir her tiştî her qirêjiyê paqij dike. Kesayeta jin, kesayeta xwedavend zêdehî bibandore. Jiber di wî agirî de hemû qirêjî û lewazî hatine şewitandin.

Tercîha insanbûnê, yekbûna ziman, Zîlanbûn, bi fikrê Zîlan ve gengaze. Jiber di oxira jiyana azad de çi hebe, eşqa netewî, jin û zilamê azad, jiyaneke bi her awahî kevneşopiyên paşvero red dike, ji bo vê şerê li hember dijmin heta dawiyê bi kîn û nefrîn ku tê meşandin dibe xeta Zîlanbûnê. Ev xet, bi qasî ku felsefî û birdoziye, asta herî jor ya hestewarî jî îfade dike. Yên bi wê re dimeşin ê ku di çalekiyan de, jiyanê de, rêxistinê de, feraseta heskirinê de, terz û tempo de xwediyê nêzîkatiyên mîlîtantiyê ne. Çalekiya Zîlan, ne çalekiya întîharê ye, çalekiya êrîşê ye. Çalekî bi temama xwe, çalekiyeke demî, dîrokî, plangerî, bi fedakarî, wêrekî xwînsarî hatiye kirinêye. Ev çalekiyek encax yekîneyeke gêrîla an jî tabûreke gêrîla bikaribûna bikirana. Bi tena xwe weke çalekiya êrîşê dikare were nirxandin. Zîlan sembola şexsiyeta serfiraziyê ye. Yekbûna serkeftin û jiyanê an jî bi gotineke din, navê yekbûna eşq û serkeftinê ye. Weke sembol ev wusa ye. Lê ji bo me sembol jî girîngin. Çiqas nirx ji bo sembolên azadiyê werin dayîn, heta çiqas parastina wan bibe ewqas bilind dibin. Bi navê jiyanê çi nirxên bilind hebe di vê çalekiyê de ye. Bawer dike ku azadî û xwe avakirin di şerde derbas dibe, bi dayîna vî şerî bawer dike ku ê jiyan bike, di vê xalê de bi temamî berbi sînorên ku têde bilind dibe diçe. Weke wate, weke partî bilind dibe. Ew jiyana ku berî wê dibin serweriya dijmin de hatiye xêzkirin, ya ku dişewite û dibe xwelî ew e. Bi navê jiyana ku bilind dibe çi hebe, divirdeye. Ewên divê werin şewitandin, werin kuştin, bibin xwelî hatine devjêberdan. Yên divê werin bilind kirin, bi rastî jî bi awayeke semyan bi wate bibin, derketine holê. Heskirina wê ya jiyanê, wê dibe berbi vê çalekiya mezin ve. Heskirina wê ya jiyana azad û nûvejîna jiyanê ya mezin heger nebe, biryareke ji bo çalekiyeke wusan mezin nayê gîrtîn. Kesên xwediyê heskirina jiyaneke mezin xwediyê çalekiyên wusan mezinin. Kesên dev ji jiyanê berdane ti carî nikarin bibin kesên çalekîvan û rêxistinî. Heskirina mezin ya di kesayeta Zîlan de ew berbi vê çalekiyê ve biriye. Cardin heskirin û girêdana wê ya mezin bi jiyanêre ew berbi vê çalekiya mezin ya nûvejînê ve biriye. Ger ev girêdanê mezin nebin biryara çalekiyeke wusan nayê dayîn.

Zîlan manîfestoyeke. Di nameyên wê de danasîneke giştî ya partîgeriyê heye. Di nava partiyê de bi kesayeta zelal, ne kû rê bide lafazantiyê, demagojiyê, kesayeta bi nexweşiyê, heta dawiyê bi esasên me yê rêxistinî, birdozî, xwe kirina yek di terz û kesayeta Zîlan de xwe rû dîde. Ew bi helwest û tevgera xwe heta dawiyê xeta berxwedaniyê daye îfadekirin. Di nameyên xwe de bi gotina “dijmin bi awayeke topyekûn bi ser me de tê, li hember vê berxwedaniya topyekûn, berxwedaniya ku sînorên akil tengav dike, qehremanî, ked, biryar, baweriya PKK hatiye afirandin. Ev hemû kerektera berxwedaniya PKK ê ne”. Li hember êrîşa dawî ya sûîkastê weke bersivdanê difikire. Dibêje “ bî awayekî topyepyekûn hatina dijmin bi ser me de heye”. Ji bo ku êrîş û operasyonên dijmin ê 96’an bîbersîvîne û bîde îfadekîrîn ku çawa derxistiye zanebûnê û li hemberî van êrîşan divê çalekiyên çawa werin pêşxistin bi terz û şêwe ispat dike û dibêje “pêwîstî bi çalekiyeke wusan hebû”. Bi temamî derketineke taktîkiye. Çalakvanên herî bi xwe ewle di bingehde ji bo nirxên ku pê bawerin çalekî dikin. An jî kesayetên ku wan nirxan îfade dikin, sembola wan nirxane esas digrin. Ya ez dixwazim bibêjim canê xwe bî hesanî naşewitînin. Ger Rêberekî heta dawiyê pêve girêdayî nebe, bi awayeke bêdawî pêve girêdayî nebe, sembol û nirxên mezin nebe, ti kes wêrekiya çalekiyeke wusan nake. Rastiya Rêbertî hema hema di hemû bendên xwe de bikaraniye. Ev rêheval min nasnake û ji wan hevalên ku salekê tevlî bûye. Lê belê bi awayeke mukemel lêkolaye. Bawerim bi vê hevalê re ji dûrve jî ne axifîme. Rexmî vê divê weke mîlîtaneke PKK ê ya heqîqî ku dikare fêhm bike, xwe bi fêhmkirinê bes nabîne şîrove dike, vê bi kesayeta mîlîtangerî re yek dike were nirxandin.

Bi têgihîneke dîrokî ya pir rast û mukemel şîrova dîrokî dike. Bi gotina xwe ya ku nivîsiye dibêje “mirovên dozê ku kokê xwe ji bingehên dîrokî negire ew bê koke”. Ev rêhevala mezin bi gengazî bingehên dîrokî dîtiye, heta dawiyê xwe gîhandiye xwe berdana koka dîrokê. Di ferqa wê de ye, zanebûna wê de ye., berpirsiyartiya wê de ye. Bi awayeke mukemel fêhm kiriye, azadî fêhm kiriye. Zîlan nûvejîna jin û dîrokê ye. Jîneke ji Dersimê ye, ev jî girînge. Ev kesayet û çalekî weke nûvejîna Dersîmê ya nayê jibîrkirin û dibe ku weke yek tenê were nirxandin. Yên qehremanin dikarin bandoreke wusan li ser dîrokê bikin û bihêlin. Eşkereye ku dixwaze bibe çavkaniyeke bêdawî ji gel netew, heta mirovahî, jinê re. Jiber ku eve çalekiyeke li hemberî mirovahiya hatiye xistin, rejîma faşîst, li hemberî artêşê, emperyalîzmê, ketibûna zayenda jinê ye. Her çiqasî di eniya jinde dengê jinê zêde dernekeve jî, zêde hêza wê nebe jî bi rastiya girêdana wesiyeta zîlan bang kirin, wate dayîn xwe pirsiyarkirin ê di cihde be. Jixwe em vê ji bo hemû gerîlayên jin bi ziman dikin. Herhalde êdî gûmana ti kesî ji vê re nîne. Di rastiya PKK ê de cihgirtin, di rastiya artêşê de cih girtin, bi gengazî ev fêhmkirin bi van rêgezan ve girêdayî ye. Banga YAJK’ê di rastiya Zîlan de ye. YAJK taybetmendiya serkeftinê ye. YAJK banga serfiraziyê ye. Ê ku dixwazin xwe bighînin YAJK’ê divê nêzî serkeftinê bin. Kesê serkeftina rêxistinê, siyasetê, şer bi sernexe ji YAJK’ê fêhm nake, nikare nêzî YAJK’ê bibe. Banga vê di rastiya Zîlan de ye. Ez vana îcad nakim, nûneriya vê hatiye kirin. Ê dixwaze xwe bigihîne YAJK’ê, jina azad bi avakirina jin û zilamê azad xwe digihîne serkeftinê. Derveyî vê riyeke din nîne. Ez bi gelek caran ji bo nêzîkatiya ji zilam re jî vê dibêjim. Zilamtî ji wateya manewî an jî ji diyardeyeke zayendî wêdetir weke nirxên moral tê wateya zêdehî bi sozê xwere girêdanê. Niha em li ser vî bingehî zilamtiya we, bi jintiya jineke wusan re bînin beramberî hevdû. Bi awayeke xerabtir hûn rewşa jintiyê jiyan dikin. Yanî ev pêşbîniya min e. Ya rastî piştrast dibe. Lebateke bi egîdane, an jî bi gotina gelerî ger em behsa zilamtiyê bikin ya rastî dikare wusan were îspat kirin. Piştî kesayeta Zîlan eşkere bû şûnde zilamtiya berê mir. Girêdana hemû jina, xweşikbûna jina, baldariya wan, bi van ve girêdayî şervantiya wan a zêde, kelecaneke mezin dide. Di vê watê de êdî jin di wateya kilasîkde nabe jineke kevin. Di kesayeta Zîlan de êdî eve eşkere û baldare. Zilam jî êdî di vê mijarê de xelas bûye. Ger mejiyê we, aklê we hebûna we yê bizanibûna ku bi wê çalekiyê xal ji wê zilamtiyê re hatiye danîn, bi dawî bûye. Piştî nasnama Zîlan eşkere bû zilamtiyî berê hat kuştin. Çalekiya Zîlan darbeya pêwendiyên di navbera jin û zilam de ye. Nêzîkatiyeke baldar ji jina azad re derdikeve holê. Bi gengazî lêgera jiyana azade. Xwesteka muthîş ya azadiyê ye. Hêrsa li hember sazûmaniya jiyana heyî ye. Jixwe ger bi qasî serê derziyê qiymetek daba wê jiyanê, wêrekiyeke çalekiyek wusan nedikir. Ev çalekî di heman demê de ji wê jiyana heyîre dibe darbeyeke mezin. Li ser pêwendiyên jin û zilam darbeye. Li ser wan gotinên bi navê zewac-jintî-zilamtî-zayendîtî-nizanim heskirinê- hestewerî yê darbeyeke mezine. Jiber ew, jiyana biçûkin. Wê bixwe jî ceribandina zewacê derbas kiriye. Herhalde ji bo wê qet baldar nehatiye, pir wêdetirî wê, dûrî wê tê. Her wiha ev zewac ji bo çalekiya wê jî dibe aliyeke zanebûnê. Girêdana wê lêgerê bi jiyana azad, şer, çalekiyê ve têkildare. Em tenê di aliyê siyasî de nikarin vana rave bikin, ev mijarên wêjeyî ne. Bawerim bi romankirinê yê baştir were ziman.

Çare di nasnama Zîlan de ye. Xwesteka jiyana mezin, çalekiya mezin, eşqa mezin di holê de ye. Ger eve destpêkbe, em dikarin di nava civaka xwe de berfireh bikin, hemû jin û zilamê xwe li gor ji nûve avabikin, bi şekil bikin. Jixwe azadiya netewa jî encax wusan pêkwere. Di dîroka her gelekî de nirxên veguhartinê wusan mezin hene. Kesayeta Zîlan çarçova me ye. Em ê bi dil û can tevlî pêdiviyên wê bibin. Kesayeta Zîlan xwezî di aliyê teorî de, xwezî di aliyê pratîk de ji bo me emirdare. Û zelal bûye. Her kes dikare wate bidiyê. Bi girûr û şensekî mezin dikare pêdiviyên wê bicih bîne. Hêviya me ji eniya jin, ji mîlîtanên me eve; her roja derbas dibe kesayeta Zîlan hê zêdetir berbiçav kirine. Kesên ku kesayeta wan rê nade, dîvê bî gengazî wan alîyên rê nadîn derbasbîkîn. Ew bixwe ê van kesan derveyî erkdariyê bihêlin.

Bûyera azadiyê ku di kesayeta Rêber’tî de avabûye, bi hemû rêgezên xwe û pêkanînên xwe bi qasî rojê ye. Encamên ku divê herkes tevlî bibe tê de heye. Di Zîlan de bi qasî ku hîn zêde teorîke û bi rêgeze di Sema de hê zêde bi pevçûna pirsgirêkan derbas dibe û bûyera yekbûna partîgeriyê rast derdixe holê. Di Fîkrî Baygeldî de, derheqa vegera kesayeta zilam ya azad de û şekilgirtina xweser de nêzîkatiyek bi hişyarî û mezin heye. Bersiveke bi wate û mezin derxistiye. Jixwe ew bi xwe jî dibêje. “Ev rastiyên mezinin”. Ev ne tenê gotinên mezinin, di heman demê de çalekiyên mezinin. Sema dibêje: “min dixwest ji çalekiya Zîlan re ne tenê di aliyê cewherde bi şêwejî bibim bersiv”. Bi gotina şêwe jiyana pratîkî û xala şer dixwaze bi ziman bike. Lê belê di şert û mercên girtîgehê de ev derfet nîne. Dibêje: “ger ez ne di girtîgehê de ba ma, di şerde serkeftin di jiyanê de azadî min ê bi ceribandana”. Her wiha dibêje “çalekiyeke wusan nebe jî, min dixwest pêdiviyên vê di şerê azad û di şert û mercên jiyanê de pêk anîbana”. Rêheval Sema kesayetek ku di hindirê xwe de hem şerê zayendî hem jî çînî dabû. Dibe ku berî biryara çalekiya xwe bide, amadekariya xwe ya fikrî û ruhî kiribû û temam kiribû. Xîtaba wê ya gel heye. Xîtaba wê ji gelê Anatoliyê kedkar re heye. Hemû di hêjaya manîfesto dene. Ji mirovahiyê re heye. Ji herkesî re heye. En dawiyê ji rêhevalên jin re peyama wê heye.

Rêheval Fîkrî Baygeldî; bi çalekiya xwe dibe leşkerê jina kurd ê sade. Niha di virde jixwe kûrbûna wate heye. Mezinbûna divirde hema wusan bi hestewerîya rojekê çalekî nekiriye. Kesayetekî ronakbîre. Ne jiber zorahiyên zêde û tengaviyên madî tevlî bûye. Heta radeya dawiyê bi baweriya tam û bi rêgezên ilmî tevlî bûye û pratîkbûna wê pêkaniye. Kesayetekî gelek cûdaye, zêdetir jî di zanebûna wê kesayeta em dixwazin lêbihûrînin û avabikin de ye. Dibêje “kêmasiyên di kesayeta zilam de zêde ne”. Kesayeta Amedê ku em dîxwazîn lêbîkolîn û bîgihînê bî qehremaniyeke wusan, bi rastî jî bi awayeke destanî di şexsê xwe de pêkaniye. Ji kîjan alî de lê were mêzandin bila were mêzandin, di mijara zilam de di kesayeta Fîkrî Baygeldî de nirxên mezin hene, hem zêde hez dike hem jî qiymet didiyê. Ger bal were kişandin gotinên eşqê di wateyeke pir hêja de hatiye bikaranîn. Wî rêhevalên xwe ê jin bi ziravî lêhûrandiye û di kesayeta xwe de daye rûnişkandin. Ne şexsekî wusan nezane. Di radeya netewîbûnê de dibîne û tê girêdan. Vaye girêdana ku me bêriya wê kiribû eve. Di nava refê me de gelo eve çiqas derdikeve holê. Ya rastî bi zêdehî mîlîtanên jin hene. Gelo ew çawa van bûyeran bi ziravî lêdikolin, berbiçav dikin û dinirxînin? Erkên gelek mezin ê zilam jî hene di van mijaran de.

Di vê çarçovê de ger mijara gotinê kesayeta Zîlan be û peyrevê wê ya bihêz Sema Yûce, kêm jî be Fîkrî Baygeldî be, ya hîn xweser jî divê were ziman. Girêdana van rêhevalan bi rêgeza giştî ve bênîqaşe û di hêjaya herî mezin de ye. Di hêza mezin, wêrekî û fedakariya mezin de ye. Divê aliyê wê yê kêm jî em derbas bikin. Bi taybet behsa xwe fedakirina ji bo min dike. Weke cihê baweriya xwe ya herî mezin bîzat me bi nav nîşan didin. Di aliyekî de vê çalekiya xwe wesiyetî me dikin. Di rastiya xwe de bawerdikin ku ez mezinbûna vê çalekiyê derbasî gel, mirovahiyê, partiyê bikim. Ya hîn girîngtir jî berpirsiyariya çareseriya vê û encamên kû werin derxistin li ser min didin ferzkirin. Ev hemû hatine nivîsîn. Nameyên nivîskî ne û belgekirî ne.

Rêber Apo

 

 

Attachment