Ji Nirxandinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji Medya Haber TV re kirî;
Niha daxuyaniyên Bahçelî hene. Dibe ku ji ber van daxuyaniyan ev bê gotin; (hinek derdor vê tînin ziman jî) raste di gotinê de berxwedanê ku tê dayîn nikarîbûn bişkênin, tevgera me nikaribûn tesfîye bikin, gelê Kurd nikarîbûn teslîm bigirin. Ev rastî ye. Gelê me jî, tevgera me jî li ser piyan e. Ev têkoşîn bi hemû hêza xwe didome. Di noqteyê ku hatin de neçar man ku hinek gotinên xwe biguherînin. Di vî alî de Dewlet Bahçelî sê tiştan qebûl kir. Yek, hebûna Kurd e, di gotinê de vê qebûl dike. Dibêje gelê Kurd heye, Kurd hene. Ev tiştek yekem e. Ya duyemîn di gotinê de ew ê ku em jê re dibêjin Bahçeliyê nûnerê pêkhateya dewleta kûr e, Rêber Apo wek muxatabê pirsgirêka Kurd nîşan dide. Ji ber vê wek Rêberê gelê Kurd qebûl dike. Di gotinê de vê jî qebûl kir. Ev jî rastiyek e. Vê gelek alî jî dibîne û dinirxîne. Rast e, têkoşîn vê jî da gotin. Ya sêyemîn jî Bahçeliyê faşîst tecrîd jî qebûl kir. Bi eşkere qebûl kir ku ev 26 sal in li Îmraliyê pergala tecrîd û êşkenceyê didome, pergalekê bi vî rengî avakirine û vê pergalê bêyî navber 26 sal in wek polîtîkayekê, wek perçe û navenda polîtîkayê qirkirinê pêk tînin. Bi awayekî eşkere qebûl kir. Ev rast e, lê belê van tiştan dikin maf, hiqûq, hebûn û azadiya Kurdan qebûl nekiriye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo weke mûxatab nîşan didin, lê belê heta niha negotine ku bi Rêber Apo re rûniştine, li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk ne proje û polîtîkaya wan heye. Li ser gotinê hin tîşt hatin gotin lê di pratîkê de polîtîkayên qirkirinê bi dijwarî û berfireh tê meşandin. Gelo em van gotinan deynin ku derê? Belê pêngava azadiyê ya gerdûnî, berxwedana gelê me û dostên me û berxwedana bêhempa ya gerîlayan a ku li ser xeta fedaiyîtiyê bi taybetî 4-5 sal in berxwedaneke biheybet nîşan dan. Ev berxwedan û têkoşîn vê guherînê derxist holê. Li gel êrîşên topyekûn ên qirkirinê tevgera me tasfiye nekirin, vîna gel neşikandin û teslîm negirtin. Her wiha geşedanên li herêmê derketin holê û di nava van geşedanan de tevgera me bi hemû hêza xwe ya dînamîk di navenda wê de cih digre û tirsa wan a ji vê têkoşînê hişt ku gotinên xwe biguherînin, qebûl bikin. Lê bi rastî jî di niyet, pratîk, zîhniyet û polîtîkayê de qebûl nekirine. Dixwazin bi van gotinan Kurdan mijûl bikin, bixapînin, sist bikin, parçe bikin û ji hev belav bikin. Ji bo polîtîkayên qirkirinê bi encam bikin van gotinan dibêjin. Helbet bi vê re dixwazin tecrîdê rewa bikin. Li aliyekî desthilat û mûxalefet jî dibêjin tecrîd heye, lê li aliyê din jî tecrîdê ranakin, ji bo rakirina tecrîdê gaveke li ber çavan navêjin û guhertinan nakin. Bi vî awayî tecrîd didome û her ku diçe hewl didin tecrîdê asayî bikin û rewa bikin. Ev jî metirsiyeke cidî ye. Divê ev yek bê dîtin. Dixwazin civakê, mûxalefeta demokratîk, gelek derdor û raya giştî ya demokratîk hînî tecrîdê bikin. Ev lîstikeke zexelî ya şerê taybet e. Li ser bingeha ku planên qirkirinê bibin serî gotinên xwe pêş xistin. Divê mirov vê weke perçeyeke polîtîkayên qirkirinê bibîne û binirxîne. Dixwazin vê yekê asayî bikin û her kesî hînî vê bikin. Divê mirov vê xefik û lîstikê bibîne. Divê gelê me vê zanibe; tecrîd didome û di vê mijarê de tu guhertinek çênebûye. Ji ber vê yekê divê pêngava azadiyê ya gerdûnî bi xurtî li her derê bimeşînin. Divê ji par gelekî mezintir bê meşandin. Di aliyê berxwedana civakî, hiqûqî, bîrdozî, siyasî, dîplomatîk de xebat û têkoşînê mezin bikin û divê teqez em encamê jê bigirin. Em şertên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Rêber Apo misoger bikin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî bi awayekî cidî têxin rojevê. Divê şert û mercên vê yekê bên pêkanîn. Ev jî bi têkoşîn û berxwedanê dibe. Ji bo vê jî divê em pêngava azadiyê ya gerdûnî bi ser bixin û bigihînin encamê. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku bi armanca pêngava azadiyê ya gerdûnî bigihînin serketinê, têkoşînê mezin û berfireh bikin.
Dewleta Tirk pir tengav bûye, li pey lîstikan e
Bi rastî divê mirov rojeva Tirkiyeyê baş fêm bike. Dewleta Tirk a qirker di Cotmeha 2014’an de di Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) de biryara “Plana Çokdanînê” girtin. Ev biryar nûjenkirina Plana Şark Islahatê ye. Armanca wan polîtîkayên qirkirina topyekûn kûr bikin û berfireh bikin û li ser bingeha encamê bigirin şer topyekûn bidomînin bû. Ji Cotmeha 2014’an û vir ve bi taybetî di 5’ê Nîsanê de qutkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re xistin dewrê. Li hemberî gerîlayan êrîşên îmhakirinê dest pê kirin, li ser gel êrîşên qirkirinê yên topyekûn pêş xistin, li her derê bi awayekî hovane êrîşên qirkirina çandî, fîzîkî û ekolojîk pêş xistin. Tenê li Bakurê Kurdistanê pêş nexistin. Bêyî navber êrîşî ser Rojava kirin. Di 2019’an vir ve jî êrîşên îlhaq û dagirkirinê li ser Başûrê Kurdistanê dimeşînin. Êrîşên qirkirinê yên topyekûn bi hemû dijwariya xwe domandin lê encam jê negirtin. Armanca wan ew bû ku PKK’ê tasfiye bikin û polîtîkayên qirkirinê bi encam bikin. Encam ji vê yekê negirtin. Bi rastî jî tevger û gerîla berxwedaneke bêyî hempa meşand. Helbet şehadetên mezin çêbûn, lê gerîla berxwedana xwe ya li ser xeta fedaiyîtiyê meşand. Tevger hêza xwe parast. Li ser gel êrîşên berfireh meşandin dîsa jî vîna gel neşikandin û gel li ber xwe da. Ev berxwedan hê jî bi hemû hêza xwe didome. Êrîşî siyaseta demokratîk kirin. Di bin navê operasyonên qirkirina siyasî de bi deh hezaran mirov xistin zindanan û di êşkenceyê de derbas kirin. Girtiyên nexweş di hundir de hatin qetilkirin. Êşkenceyên hovane kirin. Ji vê jî tu encam negirtin. Gel li ber xwe da û di berxwedana xwe de paşve gav neavêt. Êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava pêk anîn, hin cih dagir kirin û îlhaq kirin. Gel li ber xwe da û ji berxwedanê venegeriya. Bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî berxwedaneke mezin hate pêşxistin. Ji vê jî tu encam negirtin. Li ser Rêber Apo tecrîd, êşkence, polîtîkayên qirkirinê û êrîş meşandin. Her wiha hewl dan vîna Rêber Apo bişkînin. Li Îmraliyê jî zilm û tundiyeke mezin, şerê taybet hat kirin. Jixwe Îmralî navenda polîtîkayên qirkirinê ye. Ji vê jî tu encam negirtin. Rêber Apo berxwedaneke pir xurt meşand û pêş xist. Ya rastî hemû berxwedan li ser vê yekê pêşket. Ji vê yekê tu encam bi dest nexistin.
Di vê merhaleyê de Şerê Cîhanê yê Sêyem li herêmê rewşên nû afirand. Hevsengiyên li herêmê diguherin, nexşe diguherin, sînor diguherin. Rewşên nû derdikevin holê. Li ser esasê ewlehiya Îsraîlê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Di vî warî de Tirkiye di siyaseta xwe ya hundir û derve de di nava xitimandineke pir giran de ye. Siyaseta wê têk çûye, aboriya wê têk çûye, rizîbûna civakî di lûtkeyê de ye û rewşa niha ya ku em dizanin bi hemû saziyên xwe ve têk çûye. Em bi dewleteke ku îflas kiriye re rû bi rû ne. Geşedanên li derve her ku diçe giraniyek giran li Tirkiyeyê dixe. Tirkiye her ku diçe dibe navenda şer û bûye erdnîgariyeke ku şer lê dijwar dibe. Di nava geşedanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tevgera me têdikoşe, gelê me li her derê li ser piyan e û gerîla di xeta fedaiyîtiyê de li ber xwe dide. Helbet van hemû geşedanan dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê xist nava tirs û xofê. Niha ji hikûmeta xwe tirs û xofeke mezin dijîn. Ev hikûmet heta kengê dikare bijî? Kengî dikare bijî? Ji ber vê yekê di nava tirs û xofek mezin de ne. Ji ber ku di hundir de aborî têk çûye, civak têk çûye, jihevketineke xedar heye û tundî civakî bûye. Aborî hilweşiyaye. Li derve di siyasetê de tengavbûnek cidî heye. Êdî nikare wê siyaseta hevsengiyê weke ku bixwaze bimeşîne. Di vê de jî astengiyek cidî heye. Pozisyona wê ya jeopolîtîk lawaz dibe. Van tiştan desthilat xistiye nava tirs û xofeke mezin. Niha di van şert û mercan de, di vê konjonkturê de, ji bo ku PKK ji gelê Kurd sûd wernegire û destkeftiyên xwe nekare biparêze û berfireh bike û encam dernexe, planeke lîstikê ya bi vî rengî çêkiriye. Ji bo van hemûyan ji holê rakin. Ev desthilatdarî ji bo li ser piyan bimîne û polîtîkayên qirkirinê li ser Kurdan bidomîne serî lîstekek wiha dane. Yanî dev ji polîtîkayên qirkirina Kurdan bernedane. Li holê rewşeke aştiyê û pêvajoya çareseriyê tune ye.
Niyet û zîhniyeteke wan a çareseriya demokratîk û aştiyê tune ye. Di nava hewla ku vê pêvajoya zehmet çawa bi lîstikên nû yên plana qirkirinê bidomînin, astengiyên li pêşiya xwe rakin û bigihînin amcamê de ne. Kurtiya ev hemû tiştên diqewimin ev in. Divê mirov vê yekê bibîne û fêm bike. Di vê pêvajoyê de hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêbertiyê re encama vê bû. Ji xwe re lîstikek çêkirine, hewceyiya wan bi yên ku xizmeta vê lîstikê bikin heye û hinek civaka Kurd bidin bawerkirin û bendewariyê bi wan re çêbikin hebû. Hevdîtina bi Omer Ocalan re hat çêkirin û niha jî hevdîtina Hevserokên DEM Partiyê yan jî şandeyeke partiyê xistine rojeva xwe. Bi vê re hewl didin di nava Kurdan de hêvî û bendewariyekê çêbikin, di çarçoveya nîqaşên aştî û çareseriyê de gelê Kurd bê bandor bikin. Wan ji hêza berxwedan û têkoşînê bixînin, di nava bendewariyê de bihêlin de ne. Di nava hewldana hesabên ku polîtîkayên qirkirinê bigihînin encamê de ne. Divê em vê yekê zanibin.
Çareserî di berxwedan û xurtkirina pozîsyona Rêber Apo de ye
Dewletek, desthilatek heke niyeta wan aştiyeke bi rûmet hebe ma polîtîkayên dagirkirina şaredariyan pêş dixe? Ewqas şaredariyan dagir dike? Vaye li Mêrdînê, Êlihê, Xelfetî, Dersimê, Pulur û herî dawî li Miskê kirin û wê vê bidomînin. Ji bo îmaja dewleta hiqûqê nîşand bidin, dibe ku çend şaredariyan bihêlin lê wê şaredariyên din dagir bikin. Polîtîkayên qeyûman berdewama polîtîkayên qirkirinê ne. Berê jî kirin û niha jî dikin. Ev 3 serdem in dikin. Tiştên ku niha dikin perçeyeke polîtîkayên qirkirinê ne û wê vê polîtîkayê bidomînin. Dewleta Tirk li cîhanê dewleta herî hişk, faşîst û qirker e. Her tişt bi Enqereyê ve girêdane û wir kirine navend. Şaredarî malên gel in. Ji xwe tu peywireke wê nehiştine. Hemê peywirên wê li Enqereyê kirine navendî. Li gel vê jî dîsa qebûl nakin ku şaredarî di destê Kurdan de bin. Dewletek ku şaredariya Kurdan qebûl nake û nahêle Kurd şaredariyekî jî bi rê ve bibe ma wê çawa pirsgirêka Kurd çareser bike? Wê aştiyeke bi rûmet çawa ava bike? Wê bi Kurdan re çawa li hev were? Ma ev pêkan e? Ev ne pêkan e. Ev 3 sedem in hevşaredarên ku dengên herî zêde hatine hilbijartin digre û şaredariyan desteser dike, vîna gel tune dihesibîne, heqaret dike. Li Kurdistanê mafê bijartin û hilbijartinê ji holê rakiriye. Ev polîtîka li Tirkiyeyê jî dimeşînin. Vaye Esenyûrtê kirin û wê hîn jî pêş bixin. Piştî ku Kurdan bitepisîne û siyaseta demokratîk ji holê rake wê dor were Enqere û Stenbolê jî. Wê gav bi gav vê polîtîkayê pêk bînin. Ji bo eciqandina mûxalefetê wê plana duyemîn têxin dewrê. Ev yek eşkere ye. Divê mirov polîtîkayên li hemberî şaredariyên li Kurdistanê weke perçeyeke polîtîkayên qirkirinê bibîne û binirxîne. Hiqûqeke mêtingerî û qirker tê meşandin. Niha nîqaşên aştî û çareserî tê meşandin. Heke vana tên nîqaşkirin wê demê divê li Tirkiyeyê destûreke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz were çêkirin. Di Destûra Bingehîn de divê nasname û hebûna Kurdan bê qebûlkirin. Divê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne û çanda xwe bi awayekî azad bijî û pêş bixe. Mafên Kurdan ên siyasî bên dayîn. Divê xwe bi xwe rêve bibe û rêveberiya wê ya xweser hebe. Divê hebûna Kurdan bê naskirin. Heke îro aştî û çareserî tê nîqaşkirin, ev rojeva şerê taybet e û li holê êrîş û şerê qirkirinê tê meşandin. Li holê êşkence heye; dagirkirin heye, tundî heye. Ev rojeva li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê pêşxistin, divê weke lîstika şerê taybet a polîtîkayên qirkirinê bê nirxandin. Divê axaftina Devlet Bahçelî, Erdogan û derdora wan weke lîstika şerê taybet a polîtîkayên qirkirinê bê nirxandin. Armanca sereke ew e ku Kurdan bê têkoşîn bihêlin, bê bandor bikin û têxin nava bendewariyê. Ji ber vê yekê divê berxwedan û têkoşîna civakî li her derê bi xurtî bê meşandin. Qeyûm hatin tayînkirin. Bi rastî jî gelê me bertekên tund nîşan da. Lê ev yek domdar nebû. Yek ji sedemên sereke jî bandora van polîtîkayên şerê taybet û lîstikên şerê taybet e. Ji ber vê yekê ev hinekî bandor dike. Mînak, hin kom li ser vê yekê nîqaşan dikin, dewlet bi Ocalan re hevdîtinan dike, wê DEM Partî jî biçe hevdîtinê, li Îmraliyê hevdîtin hene, hema bêje muzakere hene, bazarî hene. Dewlet ji bo ku destê xwe xurt bike polîtîkaya qeyûman dimeşîne. Ji ber vê yekê bertek çênebin jî dibe. Ev pêdiviya danûstandinan e. Şerekî wiha taybet tê meşandin û hinek kes bendewariyê çêdikin û bê bertek dihêlin. Ev tiştekî xeternak e. Divê em di vê mijarê de pir hesas bin, divê em hişyar bin, bi zanebûn nêzîk bibin. Di zîhniyeta qirkirin, înkar, îmha û polîtîkayên vê dewleta Tirk a 100 salî de tu guhertin nîne. Berovajî vê, di konjonktura siyasî ya heyî de, di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, hewldan û lêgerînek heye ku bi planeke lîstika nû, bi planeke şerê taybet re van polîtîkayan bigihîne encamê. Pêwîst e ev hemû guhertinên di axaftinê de weke parçeyekî lîstikeke şerê taybet bên nirxandin. Ji ber vê jî divê em sist nebin, nekevin nava bendewariyê, divê em têbikoşin. Yanî rêya çareserî û aştiyeke bi rûmet bi berfirehkirin û xurtkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Ger em dixwazin pozîsyona Rêber Apo xurtir bikin rêya vê jî têkoşîn û berxwedan e. Divê em vê zanibin. Divê geşedanên heyî di vê çarçoveyê de bên dîtin û nirxandin.
Dawiya israra Dewleta Tirk di polîtîkayê qirkirinê de hilweşîn e
Gerîla 4-5 sal in berxwedaneke mezin pêş xistiye. Polîtîkayên dewleta Tirk ên îmha û dagirkerî û îlhaqkirinê têk bir. Bi rastî jî dewleta Tirk xiste nava tengasiyeke mezin û li cihên ku tê de kilît kir. Dema dît ku êdî nikare tu encamekê bi dest bixe, gotinên ku kîlît girtiye pêş xist û berê xwe da Rojava. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî mezin dimeşîne. Ji ber vê yekê encama ku dixwest bi dest nexist. Niha, ev axaftinên girtina kîlîtê bi domdarî têne pêşve xistin. Ger dewleta Tirk li hemberî van polîtîkayên qirkirinê yên sed sal in ku pêşxistiye, li ber xwe nede, van kîlîtên ku pêşxistiye û ava kiriye veneke, ger bi Kurdan re aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk pêk neyê wê têkçûneke mezin re rûbi rû bimîne. Polîtîkayên heyî dewleta Tirk wê ber bi vê yekê ve dibe. Tirkiye ber bi karesateke mezin ve dibe. Ew ê tu encam ji van polîtîkayan negire û wê negire jî. Çawa ku bi salan di têkoşîna xwe ya li dijî gerîla de nekarî encam bigire, di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê de jî wê tu encam negire. Ev yek wê tunekirina dewleta Tirk bîne. Ger di vê de israr bike, ger di polîtîkayên qirkirinê de israr bike, wê bi vê encamên re rû bi rû bimîne. Dewleta Tirk nikare bi PKK’ê re derkeve serî. Heta ku dewleta Tirk di van polîtîkayan de israr bike, encam wê îmha û parçebûna dewleta Tirk be. Bi polîtîkayên xwe yên îroyîn re wê bi perçebûn û dabeşbûnê re rû bi rû bimîne. Di her warî de jîngeh û bingeha vê yekê amade dike. Heya ku di vê yekê de israr bike, wê hilweşe.