Derya Hevaltî Û Moralê; Rêheval Reyhan Û Bêrîtan
Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim behsa dû rêhevalên xwe bikim. Heval Reyhan ji Dêrîka Hemko bû. Heval Bêrîtan jî ji Efrîn’ê bû. Herdû heval jî ji Rojavayê welêt beşdarî tekoşînê bûbûn.
Sala 1999’an em li Heqarî bi van herdû rêhevalan re bi hevrebun. Piştî esareta Rêbertî pêkhat em bi hevre li milê Colemergê jî man. Heval Reyhan wî demî fermandarê yêkeyê (tîm) bu. Şahsiyetekê pir cuda ya hevala Reyhan hebû û di nava jiyanê de hevaltiya xwe jî pir cuda bu. Heval li herêma Botanê jî mabû. Heval Reyhan piştre derbasî Zagrosê bû.
Wan deman li ser Rêbertî komplo nu pêkanîbûn, dîl ketîbû dest, rewş hinekê cuda bu. Em hemû heval atifî bûbûn, hestiyarî nêzbûna me pir li pêş bû. Rûxmê wê atmosfera giran ya heyî heval Reyhan moral dida me. Ji bo em ji wê atmosfera heyî bi tendurist derbikevin, di bin de nemînin û bikarin ji bandora hestiyariya zêde derbikevin moral dida me.
Heval Reyhan xwediyê şexsiyetekî runiştî bû. Wek hevalekê jin, serweriya wê di milê jiyanê de, di milê rexistinî de, cardin moralê wê pir bilind bû. Mirov li heval dinêriya û hêzekî pir mezin jê digirt. Şerek pir dijwar hebû wî demî. Em wan deman li gel hevbun.
Hevaltiya heval Reyhan pir cuda bu. Ne tenê bi hevalên jin re, bi hemû hevalan re hevaltiyek pir kûr pêre hebû. Hevaltiya xwe bi can û ruh pêkdianî. Bi rastî jî heskirinekî pir cuda heval re hebu. Heskirina hevaltî li gel hevala Reyhan ji dil bû û mirov germ hembêz dikir. Gava dirûnişt û bi hevalan re diaxivî jî mirovan gelek bi bandor dikir.
Heval Reyhan di nav giştî bolûkê me de mînak bu. Mînak, di hevaltiya xwe de, di eleqedarbûna xwe bi hemû hevalan re, bi taybet jî berê xwe dayîna hevalekî moralê wê ketî bûbe û pêre mijulbûna xwe derdiket pêş. Heya astekî pir baş şexsiyeta xwe gihandîbû. Cardin di famkirinê de, lêgerîn û lêhûrbûnên xwe de jêhatîbû. Bi Serokatî re ji dil û can girêdayî bû û herdaîm pêre jiyan dikir.
Hertim hêviya ku emê serbikevin dianî ser ziman, cardin ji mere digot “Raste Serokatî hat girtin lê divê em tidemî dest ji xwe bernedin, divê em xwe xurt bikin.”
Dema em li herêma Gelîye Zap’ê bi hevrebun, sala 96’an her operasyon derdiketin. Di her operasyonekî de basqin çêdibun. Her tim dijmin ser noqta me de basqinek pêk dianî. Heval Reyhan di wî milî de jî pir xwînsar bu. Di milê şer de hevalekî pir rihet, xwedî kontrola cewherî bu. Yêkser li ser dihizirî ku çawa ji hevalan re bibe alîkar û hemû hevalan ji nava operasyona dijminê xwînxwar derbixîne. Rewşên herî krîtîk û giran jî li me nedida hîskirin da ku em tesîr nebin û her hêz û enerjiyek muazzam dida me.
Di rewşên ku em diketin çembera dijmin de jî heval Reyhan moral dida hevalan, hêz dida, bawerî dida û wiha em ji çemberê xilas dibûn. Cihê heval Reyhan ji bo min her daîm taybet e, xwesteka wê, tevlîbûna wê nav jiyanê pir cûda bû. Ji bo min jî armanc ewe ku xwe bînim asta bikarim erkên dane ser milê me rabikin û bibin bersiv.
Hevalekî şerker û taktîkê de jêhatî bû. Di her operasyonê de û di gelek çalakiyan de em bi hevre bûn. Hercar ji bo hevalên xwe biparêze xwe dida pêş. Pir caran me jêre digot; Çima dema çalakî çêdibe tu dibêjî îla ezê biçim? Me jêre digot, em ewqas heval hene, em dixwazin biçin, digot na divê ez li herî pêş biçim.
Heval Reyhan hertim xwe dida pêş. Ji ber ku parastina hevalan her difikirî, digot hevalên ciwanên, kêm ezmûn girtine, bila tiştek li wan neyê. Hevalek bi rastî şerker bû. Em gelek caran bi hevre çûn çalakî û vegeriyan, min jî dît ku di milê şerkirin, taktîkê şer de hevalek gelek jêhatî bu, pêşengtî kirin, însiyatîf bikaranîn û rênîşandana hevalên xwe pir li pêş bû.
Heval Reyhan hem di warê şer de, hem di warê bîrdozî de, fikir de jî xwe pêşxistîbû û anîbû asta kesayetekî têgihêştî. Dema me pir zor u zehmetî kişand jî, şerek pir dijwar derbas dikir jî her bi coş tevlî dibû û moral belavî me jî dikir.
Cardin operasyonek derketî bu. Nîvê şevê manga me diçû tepe bigrin. Heval Reyhan û heval Bêrîtan bi hevre çûn tepe.
Heval Bêrîtan ji Efrîn’ê bu, li Botan’ê pir mabu. Heval Bêrîtan jî hevalekî pir zindî û germ bu. Berî roja biçe heval Bêrîtan rabu porê xwe hine kir. Me jê pirs kir ku çima porê xwe taybet niha hine kir.
Heval Bêrîtan ji mere got, “Ez porê xwe hine dikim da ku porê min xweşik bibe. Ne diyare, mirov diçe tepe digre, lê dibe carekê de şer derkeve, dijmin derketibe araziyê, dibe mirov şehîd jî bikeve. Bila pora min hinekirî be.” Heval Bêrîtan gelekî zindî bu, nedikarî li cihê xwe bisekine, her di nava jiyanê de di tevgerê de bû, pir enerjîk bû.
Pişre heval Reyhan û heval Bêrîtan bi dû hevalên din re çun tepe girtin. Herdû heval jî xwedî ezmûn bûn. Nîvê şev derketibûn rê. Li gel wan ji ber ku cîhaz li gel gruba çûbû çalakiyê mabû nînbû. Diviyabû ew hatibana û me cîhaz piştre gihandibana tepe.
Ji xwe operasyonek pir berfireh dimeşandin, armanca wan jî îmha kirina bolukê bû. Dema derdora siet 4 em rabûbûn me dît ku dijmin li derdorê me leşker danîne û her derî girtine.
Hevalên li tepe bê cîhaz bûn, ji xwe çawa rewşa heyî dibînin, dibêjin qey hemû bolûk îmha bûye. Lê ya rastî me tevgera operasyonê zû ferq kirîbû, em ji nav daristanê zû derketin û ji cihê operasyonê hinek dûr ketin.
Operasyona wan heya êvarê berdewam kir.
Agahiya me ji tepeciyan nebu. Ka ew heval bi rastî çi dikin, dijmin çû ser wana yan na jî me nedizanî. Ew heval dibînin ku ti tevger ji aliyê bolûkê ve nîne û dibêjin qey bolûk îmha bûye, em heval hemû şehîd ketine. Ji bo wê difikirin bala dijmin bikşînin ser xwe, da ku em derfetek peyda bikin û ji dorpêça dijmin derkevin. Lê ya rastî em ji zûde ji wî cihî derketîbûn. Agahiyên me jî ji wan çênebû. Operasyona bo noqta me pêkanîbûn, dixwestin encam bigrin û piştre paşve bikşin. Lê me xwe ji nav dijmin saxlem derxistîbû. Heya êvarê jî agahiya me ji tepe çênebû. Hevalên cîhaz bi wan re bûn negihêştîbûn gel tepe.
Ji bo parastina hevalên din xwe feda dikin
Çar hevalbûn li tepe. Ji dû hevalan re dibêjin ku bila biçin xwe di nav textan de veşêrin û dernekevin. Heval Reyhan û heval Bêrîvan dibêjin, emê jî şer bikin, bala wan bikşînin.
Dijmin dema wan li tepe ferq dike derdora wan dorpêç dike. Her du heval heta mermiyê xwe yê dawî şer dikin. Ji bo dîl nekevin dest bombeyên xwe li ser xwe diteqînin. Dijmin pir hovane nêzî cenazeyê herdû hevalan bûbû. Cenazê hevalan bi asît şewitandîbun. Wê şevê grubek hate derxistin ku cenazê hevalan bînin, lê peyda nekirîbûn. Serê sibê grubek din çû û cenazê hevalan anîn.
Tevahî bolukê ji heval Bêrîtan û heval Reyhan gelek hezdikir. Em hemû ji ber şehadeta herdû hevalan pir bandor bûbûn. Hevalên hilbijartî bûn herdû heval jî. Zindîbûna heval Bêrîtan di nav jiyanê de pir bilind bû. Coş û enerjiya wan dida me û derdorê xwe pir bilind bû. Dema çûbûn tepe jî weke ku biçin şahiyekê, bi coş û dilekî gelek germ û keyfxweş ketîbûn rê. Bi her yekî me re gelek eleqedar bûbûn ev heval. Bi taybet heval Reyhan bi giştî bolûkê re gelek ji nêz de eleqedar dibû û kedek mezin li ber bolûkê de dida.
Em ji bo bîranîna van hevalên şehîd çiqasî kar bikin jî kêm e. Ji xwe hevala Reyhan bi xwe wiha digot; “Em divê teqez bikarin çeka hevalên şehîd dikevin rabikin, em divê Rêbertî ji zindanê derbixin.” Dema vê digot kelecan, xwesteka xwe bo pêkanîna vê armancê gelek diyar dikir.
Mirov wextê li ser şehîdan diaxive heqê wê tam nikare bide. Ji bo wê yekê ez niha zehmetiya vê dikşînim. Bi wan hevalan re bi salan jiyan dikî, piştre şehîd dikevin. Wana anîna ser ziman, bi layiq û têr wana tarîf kirin û heqê vî karê pîroz dayîn ne hêsan e.
Ji ber ku hevaltî di nava bolûka me de pir xurt bû, em hemû pir germ û bi moralek mezin bi hevdû re eleqedar dibûn, didan û distand. Bixwazî nexwazî maneviyatek gelek mezin derdikeve holê. Ev yêk di rewşên şehadet çêdibin de wek atifbûnek (hestiyar nêzbûn) jî tê jiyîn.
Heval Reyhan digot: “Salên bê yê azadî çêbibe û Rêbertî were berdan. Wê demê rewş jî ê xweş bibe û emê di nav civakê de xebat bidin meşandin.” Hevîyên heval Reyhan pir mezin bun û her zindî digirt.
Me hêjan tam bersiv nedaye hevalên şehîd. Em hêjan têrker nînin û divê gelek zêde kar, xebat bimeşînin, tekoşînê bilindtir bikin da ku em ji şehîdan re bibin bersiv. Bi rastî jî xwesteka wan hevalan çibû? Me çiqas jê pêk anîye û em bûne bersiv?
Hertim gotinên wan hevalan di guhê min de ye. Tu çar jî ji bîrnakim. Di jiyanê de wextê bi zehmetiyekê re rû bi rû têm yekser wan hevalan bibîrtînim û enerjiyek bêhempa ji wan digrim, ser zorahiyê de diçim.
Mirov divê xwedî keda van hevalan derkeve, xeyal û armancên hevalên şehîd ketine pêkbîne. Xwesteka sereke ya wan Rêhevalan dîtina azadiya fizîkî ya Rêbertî bû, bi Rêber Apo re azad jiyan kirin bû, heya li Amedê Rêbertî hembêz kirin û pêşwazî kirin bû. Wan deman em her di nav şer de bûn û derfetên me jî bisînor bûn. Fikrê me her li gel Rêbertî û şehîdan bu, îro jî wiha ye û em her diçe bihêztir jî dibin. Her çiqas şehadetê wan rêhevalan pir giran hatibe jî pêkanîna daxwazên wan erkê me ye. Ji bo wê emê daxwaziya wan rêhevalan pêk bînin û li ser şopê hevalên şehîd bimeşin.
Mizgîn Zagros