Ji ber ku gelê Kurd di sed sala 20’an de li her çar beşên Kurdistanê belav bûye. Bi taybetî jî li bakûrê Kurdistanê bêdengî û xewnek giran hebû. Bê hêviyek mezin dihate jiyankirin. Tîşta ku hatibû serê gelê Kurd weke qedera xwe qebûl kiribûn. Dikarim bêjin êdî di rewşek wisa de tekoşîn dihat kirin. Ji bo azadî û hebûna xwe derketî bû. Di hundirê Tirkiye de jî bi giştî qeyrana aborî, siyasî û civakî dihat jiyan kirin. Bi giştî tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi kaosekî ve diçû. Di hemû dunyayê de pêşketina şoreşê berfireh dibûn. Bi giştî dû blokan li hemberî hev sekinibûn. Yekêm faşizim bû û gihiştî bû zirveya xwe. Li hember vê ji sosyalîzim weke hêviyekî ji bo mirovahiyê di sedsala 20’an de şoreşên mezin da pêşxistîn. Ev rewş bandora xwe li Tirkiyeyê ji kiribû. Gelek tevgerên ku xwe demokrat û çepger dihesibandin û piranî jî negihiştîn armancên xwe. Tevgera PKK’ê di kesayeta Rêber Apo de di hundirê vê qeyranê de dikeve. Rêbertî li ser van rewşane pir difikirî û jî zarokatiya xwe ve ku ji gund derdike ve nakokêyên di milê ziman, çand û bê bawerî jiyan dike. Her diçe wan nakokiyan mezintir dibin. Di Newroza 1973’an de bi grubekî şeş kesî ku piranî xwendekar bûn. Li kêleka sedê çubuk ya Enqerê, bi gotina “Kurdistan bindest e” destpêdike. Biştre Rêbertî dest bigera li Kurdistanê dike. Navçeyên weke: Dersim, Agirî, Bingol, Riha, Muş, Entap û Batman’ê serdan dike. Civinan çê dike û gelek kesayetan dibin e. Di 1977’an li Entab’ê bi destê “sterka sor” heval Hakî Karer şehîd dikeve. Li ser bingeha bûyina bersiv ji vê şahadetê re, di 27’ê mijdara 1978’an de PKK ‘ê tê ilan kirin. Di vê pêvajoyê de gelek partiyên çepger ên Kurd û tirkên ku weke sosyalist xwe di dan naskirin jî cewhera xwe derketin. Berê xwe dane Avrupa. Bi wî şêwazî hatin bê bandorkirin. Heta li hemberî PKK’ê ji hatin bi kar anîn. Lê PKK’ê weke yekane partiye ku xwe li ser lingan girt di saya Rêber Apo de, berê xwe da Filistin û ji rojhilatanavîn derneketin. Ji Rojhilata navîn dernektîn ji tê wateya dest ji ax û gelê xwe bernedane. Ev jî xwe dispêre zanabûna kur a dirokî, ideolojî û felsefeya Rêber Apo. Bivî şewazî her çû PKK’e mezin bû û bû hêviya gelê Kurd û gelên rojhilata navîn. Dihat femkirin ku dijminê fasîşt tenê bi zimanê siyasî xwe li çareserkirina pirsgirêka Kurd nade, tû çarî nasname, irade, bir û baweriya gelê Kurd nas nekiriye. Heya niha jî bivî rengiye. Ji bo wê yekê jî êdî biryara vegera welat û pêşxistina xebatên çekdarî çêbû. Ji ber zimanê dewlata Tirk a faşistî. PKK heya giştê ve astê bedelên pir giranbihadan e. Di zindanan de û bi taybetî jî di zindana Amed de, bi pêşengatiya heval Mazlum û Kemal Pir berxwedaniyek bêhempa hat meşandin. Ew berxwedanî li hemû qadan piratîk bû di nav gel de ji belav bû. Ev jî nişan dida, yên ku pêvajo digoherine û damga xwe li dirokê dixe kesayetên bi wî rengine.
Naskirina min ya PKK’ê weke kesayeteke Kurd ya Botanê, bingehgirtina xwe jî malbatek welatparêz û tevgera Kurd yên din jî di başurê Kurdistanê de heya astekî bandora xwe li ser me hebû. Bi taybetî jî weke jinek Kurd ku herî zêde tesira xwe li ser min da avakirin şoreşgeriya jinên Kurd di nav PKK’ê de bû. Ji zarokatiya xwe heya ku me PKK’ê nas kir di çavên me de her tim wêneya Leyla Qasim hebû. Naskirina PKK’ê hêj cudatir bû. Tekoşîna netewî ya PKK’ê li hemberî dewleta Tirk zêdetir rola jinan û wek-hêviya cinsan di nav PKK’ê de herî zede bala me dikşand ser xwe û ev yek jî bi avayekî berbiçav, PKK’ê ji partiyên din cuda dikir. Ya duyemin jî ew şahadetên ku di Botanê de çê dibûn û çawa dijmin bi hovane bi cenazeyê wan hevalên şehîd dilistîn û me bi çavên xwe didît. Ev ji bandoreke mezin li ser me da avakirin. Ya sêyemin jî zulm û zordariyek ku dijmin li ser gelê me dida meşandin û sekna PKK li hemberî zordariya dijmin bû, weke kevirekî bixî diwarekî cihê xwe digirt. Dikir ku em ji hêviya xwe ya rizgariyê di PKK de bibinin. Ev sekna PKK’ê bivî rengî bandora xwe li rih û mejiyê me dikir. Em bi dil û can ber bi PKK’ê ve diçûn. Bivê rengî em jî Botanê tevlî tevgera azadiya PKK’ê bûn.
Ev 43’ê sale, roj bi roj, meh bi meh wêneke bi tekoşîna qehremanî û serkeftinên pir mezin hatîne dest girtîn. Wan e şahadet, zahmetî, êş û bedelên pir giranbiha jî hatin dayin. Şoreşa PKK’ê jî tinebûnê hebû daye afirandin, îro di her çar parçeyê Kurdistan de û li tevahî cîhanê belav bûye. Bi tekoşina 43’ê salan a PKK’ê û gelê Kurd astengiyê pir mezin derbas kirin û bi nasnama xwe ya Exlaqî û polîtik di cîhanê de bû pêşenga şoreşa rojava. Mînak ber çave jî paradigmaya Rêber Apo ye. Ku li ser bingeha netewa demokratîk, ekolojîk û azadiya cinsî bûye minakek ji rojhilata navîn û tevahî dunyaye re. Her wiha di rêya Rêber Apo û PKK ê de gelê Kurd heya astekê gihiştîne azadiya xwe. PKK li hemberî taritiya hemû dewletên emperyal û zihniyata sermayedare bû çiruskek.
Niha jî em di sed-sala 21’ an de û di sedsala teknikê de ne. Di mesela şer de niha li çiyayên Kurdistanê û bigiştî li Kurdistanê jî şerê gerîlayên PKK’ê ne li hember eskerên Tirkan tenê ye, li hember teknikan şer a heri pêşketiye. ABD, Îsraîl û hêzên giradayî NATO’ ê ye li hemberî wan şervanên heqiqatê şer dikin. Bombeyên kimyewî bikaranîna wan a ji bo şer derveyî pivanên mirovahî û qanûnên navnetewiye. Ew 7-8 mêhin ku rojane li ser şervanên heqîqetê û di wan tunêlên şer de tê bikar anin. Ev bombayek ku carekî li hiroşimayê hat bikaranin û bi hezaran kes ji ortê rakir. Her wiha li Helebçe jî bi heman rengi hat bikaranin û heya niha ji bandora wêne hîn maye, niha çawa bû ku hevalên me 6-7 meh zêdetirin li hember ew bombardimanên kimyevî ber xwe didin. Ev çi îradeye? Ev çi heze û ji ku derê tê? Mirov dikare bêjê ku ev berxwedaniya bêhempa tenê û tênê bi rih û îradeye fedayî ya Apoyî, û bi zane bûn û baweriya PKK’ê ya bi felsefeya Rêber Apo û girêdan bûna bi şehidan re bi hêviya azadiya gel û welat misoger bûye. Rêber Apo berê gotiye: “ê ku teknik çê kiriye mirov e, yê ku têk bibe jî mirov bi xwe ye.” Ji bo wê yekê ji bi heman bawerî PKK û gerilayên wê bi taktikên xwe yên pêşketî ev teknika şer a dijmin têkbirine. Ji bo wê ji dewleta Tirk tû carî wê negihêje armancên xwe.
Di dawiyê de jî em dibêjin serkeftîn û azadî wê ya me be, ya gelê kurd be. Weke heval Çiyager ji got: “çi dibe bila bibe wê dawi muhteşem be.” Li ser wê esasê em ji 43’yemin sersala avakirina PKK’ê li Rêber Apo, Rêberên Rêberan û li hemû hevalên ku di tunêlên şer û mevziyên şer de ber xwe didin û hemû gelê Kurd pîroz dikin.
Zîlan Goyi