Rastiya çiya ji bo gelên Mezopotamya çanda herî resen û kevnar ya jiyane ye. Li zozanên bilind, li çiyayan asê de jiyana azad, ji bo gelen qedîm ya pergala jin-dayîk rastiyekê jênevegere. Li qadên destê şaristaniyê lê neketiye de hebûna xwe parastin, bi hîmên hebûna xwe jiyan kirin û wan hîmana nifş bi nifş veguhestin ji bo civakên xwedî rihê azad bûye çandekê jiyanê. Civakên bi rihê azad jiyana xwe li çiyayan de dane berdewam kirin, di bingeha xwe de, domdarên yekemîn şoreşa mirovahiyêne ku di navbera her du çeman de pêkhatiye. Domdarên şoreşê, di çiyayên azad de, hebûneke xweser, çandeke xweser, zanebûn û berxwedaneke xweser hûnandine. Cîvakîbûnên xwe bi hîmên xwe parastine, ew parastin li cihekê şûnve ziviriye rastiya jiyanê bixwe. Li beramberî rêveberiyên bîyanî, rêveberiyên xweyî cewherî parastine û dema li beramberî wê êrîşekê pêkhatiye, heta dawî bi qasî asêbûna çiyayan, bi qasî heybeta çiyayan têkoşiyane. Yê ku xisleta gelên di navbera her du çeman de ewqas berxwedêr dike, heqîqeta yekemîn şoreşa mirovahiyê ya li ser wan xakan pêşketiye ye.
Li beramberî wê rastiyê destwerdanên pergala şaristaniya fermî ya bi dewlet ti carî xelas nebûye. Taybet li Kurdistanê yekem destwerdanê desthilatdariyê, li ser civakên bi çanda dayikê ya bingeha şoreşa yekemîn de jiyan dikin re pêkhatiye. Rastiya desthilatdarî ji rastiya jiyana ku raza heqîqetê ye, ji yên ku ne wek xweye, yên ku bi cîh nehatine sînordarkirin herdem ditirse. Ji ber wê yekê hîna ji serdema Sumeriyan bi seferên ser qebileyên Hûriyan destpê dike û heta sedsalên nêz jî bi pêkanînên herî hovane dixwaze hebûnên civakên, gelên xwezayî, resen ji holê rabike. Dixwaze liv û tevgerên civakan ya li derveyî ‘venerîn’ê bigire bin qontrolê xwe. Li wê derê mijar ne tenê li derveyî rastiya desthilatdarî ango weke pêkanîna wî li derveyî dewletan jiyan kirine. Cîh û warên bilind mekanên ku ferman lê nagihêjêne. Naye naskirin, naye zanîn, tijî nişkegavî ye. Yên ku reyê xwe bizanê re heval, yên nezan re dijmine herî bêemane. Ger tu ji zimanê wê neaxivî, hawênê xwe ji çanda wê negrî xedare. Lê berovajiyê wê, jiyana bêdawî û ewlehiye. Ger desthilatdar, dewletên ku hebûnên xwe bi sînoran mîsoger dikin, wê hişmendiyê qebûl bikin, fermana tinebûna xwe jî mohr bikin. Ji ber wê yekê destpêkê gelê Kurd, hemû gelên ku ji bêsînoriya xweza û hemû bermahiyên wê sûda xwe digirin, herdem di hedefê desthilatdariyan dene.
Di rastiya Kurdistanê de li beramberî ew hedefgirtinê qasî serî tewandin, heta jê zêdetir, berxwedan û serhildan herdem pêkhatine. Li Mahabadê, li Botanê, li Serhedê, li Qamişlo û li Kerkûkê… Li Dersîmê Seyid Riza, li Koçgiriyê Alîşer, li Amedê Şex Saîdê Kal û yên li pey wan bi hezaran… Civakên xwedî vîna azad, kengî xwestine werin tepisandin, ger hevkariyê hilnebijêrin, qadên ji desthilatdarî û dewletan dûr weke parastina cewherî hilbijartine. Li kêleka wê, çiya ji xwe re kirine senger, pişta xwe dane tehtên asê, behna xweyî azadiyê ji daristanên bêmiriniyê girtine, ava xweyî zemzemê ji robaran vexwarine û li beramberî wan hêzên bîyanî mafên xweyî parastina rewa pêkanînê. Çiya bûye mekanê ew çîroka berxwedan û hebûna xweparastinê ya herî stare. Çiya remzê şerê bêeman ya li beramberî hêzên dij-şoreşê ne. Yên ku bikaribin wê remzê bixwînin, dibin kamilê çîroka gerdûnê ya heta hetaye. Ji wê çîrokê re ne ferman, ne zagon ne jî planên çok danînê kêr tê. Heta ne serweriyê zilam, ne nijadperestî, ne olperestî ne jî zanistperestiyê laboratuvaran kêr nayê. Li wê derê hogirê xwezayê, sinca civakî diaxive. Yên ku li derveyî wê sincê diaxivin, dijîn ji xwezayê tên qewitandin ku ew jî tê wateya tinebûnê.
Ew sinc piştî dehan serhildan û berxwedanan, bi hişmendiya ku bi gotina ‘’Kurdistana xeyalî li wê derê miriye.’’ bilêv dibû, xwest were tepisandin. Lê di dawiya çarîka sedsala 20.mîn de bi hebûn û derketina Rêber Apo ya destanî, bi rastiya PKK û bi pêngava 15’ê Tebaxê careke din zivirî ser kokên xwe. Zarokên yên ku çiyayan ji xwe re kiribûn stargeh mezin bûn, çiyayan weke kefa destê xwe kirin mekanê xwe û weke tevgera herî bi bandor ya civakî û şoreşgerî ya dîrokê, weke aşûtan herikîn. Çiya careke din bûn stargehên herî bi bandor ya wê rêwîtiya pîroz. Yên ku remzên çiyayan rast xwendine, careke din çiyayên Botanê ji xwe re kirin senger, slavê hûrmetê dan yên beriyê xwe û berê xwe bi azamet, wêrekî û bi baweriyê wan dan pêşerojekê azad. Li rastiya 15’ê Tebaxê de efsaneya cih û warên bilind lûtkeya xwe dît û ew lûtke îro jî dibe xewnê herî tirsnak ya desthilatdaran. Ew êdîn ne rewşekî mekanî ye, seknekî birdozî ye. Çiya birdoziyekî afirand, seknekî ava kir. Îro jî xisleta Kurdê ku li berxwe dide, ji wê birdozî û ji wê seknê sûda xwe werdigre.
15’ê Tebaxê di wê warê de, dibe destkeftiyê mezin ya keda mirovahiyê ya esîl. Li beramberî hemû êrîşan, qirkirinan, binkeftinan, zilman serkeftinekê bêhempaye. Ji jiyana koletî re, ji bişaftin û qirkirina çandî re destwerdanekê stratejîke. Li beramberî yên ku dixwazin bermahiyên şoreşa yekemîn ya Mezopotamyayê ji hole rakin re bersiva careke din zivirandina ser kokên xwe ye. Xezineya ku hatiye wenda kirin, şoreşa ku hatiye tepisandin careke din li ser koka xwe şîn kirine.
Bi pêngava 15’ê Tebaxê di rêwîtiya azadiyê û lêgerîna heqîqetê de dûrahiyên girîng ji holê hatiye rakirin. Ji ber wê yekê ew pêngav ku îro weke hezaran pêngavan li Zap, Metîna, Avaşîn û çar aliyên Kurdistanê şerê hebûn û tinebûnê zivirand şerê serkeftinê, dibe deriyê duyemîn şoreşa Mezopotamyayê ya ku li ser koka yekemîn pêk te. Yên ku li ser sinca civakî û azadiyê dimeşin ji wê deriyê dikevin hindir û jiyanekê ku rastî jî dê were jiyîn, ji nû ve ava dikin.
Aryen Ronî