Huner hafiza cıvakê ya hatî estetîze kirin û kurkirine. Hunermend jî şoreşger û avaker û çêkerên vê bizavêne. Her gel bi çanda xwe, ziman û hunera xwe dibe xwedî nasname. Çand û hunera wê dibe pênase û cudabûna wê gelî ji gelên din. Heta em dikarin bêjin tişta mirov bi hest û ramanên xwe li xwezayê zêde dike hunere. Çawa ku huner avakirine, avakirin welidandine welidandin jî karê mirovên pîrozin. Hunermend xwediyê vê pîroziyêne. Di heman demê de jin jî xwediyê vê piroziyêne. Heval Mizgîn jî di tekoşîna me de dayîktiya van pîroziyan kiriye.
Di dîroka Kurdan de PKKê zayînek nû da jiyîn. Hunera jiyanek civakî û azad bi vîn kir. Di hemu beşên jiyana PKKê de kesayetên bi sekina qehremanî û têkoşîna xwe ve bûn sembol û barê şoreşê girtîn li ser milê xwe û gihandîn lotkeya azadiyê hene. Ev meşa dirêj ya azadiyê her roj fedayî, milîtan û lêgerînvanên azadiyê yên nû lê zêde dibin. Mina kevneşopiyekê rihê fedayîti û pêşengtiyê teslîmî hev tê kirin. Di nav vê herikîna ji nûve avakirina felsefa hebûnek bi wate û jiyanek azad de hinek jî rola zayînê û dayîktiyê digrin ser milê xwe û dibin sembol. Di destpêkirina xeta azadiya jin de û di hunera gelekî hatî ji bîr kirin de, ji bo ji nûve zindî bibe û li ser rupela dîrokê xwe ji nûve vejîne û li hemû mirovatiyê xwedî derkeve Şehît Mizgîn bû sembol, pêşeng û rêberê vê rastiyê. Hunermenditiya vê heqîqetê kir.
Di sekin deng û jiyana heval Mizgîn de cewhera xwedawendîtiyê bi hemû bedewiya xwe wek kulîlkekê meha Gulanê her roj bişkokên nû dide û derdora xwe zindî dike. Di xemilîne û zindî dihêle. Di jiyana xwe de her tim avaker, her tim bi coş, her tim bi xwuliqdar, rêxistinbûn di kesayeta xwe de esas girtin, her wiha rêxistinkirin, evana tev teybetmendiyên xwedawendane. Çanda xwedavenda jî, li ser vê axa kû îro xeta azadiya jin bi pêşengtiya jina Kurd rayê jiyanek nû berdide nav hate jiyîn. Îro ne tesadife kû di navbera Dîcle û Firatê de li Mezopotamya, di meskena xwedavendan de Mizgîn tê dinê û ji xweliya zarokên vê çandê dîrokê ji nûve zindî dike û xwedavendîtiyê bi fermandarî û hunermendîtiya xwe re dihûne. Dengê İştaran heyanî roja me bi dengbêjiyan xwe gihand me.
Azadî herikbare. Jin jî Gerdunek zindî û herikbare. Di jiyan û hunera hevala Mizgîn de ev herikbarî di sekin de, parvekirin, destgirtin û di berhemên wê de rengê xwe dide nîşan. Di dengê wê de kuraniyek bi hest, wek şîneyeke sibehên biharê mirov li ber xwe dibe. Zarokên li ser vê axê mezinbûne gava li dengê heval Mizgîn guhdar dikin, xwe di vê tinî û nexmeya ji qirika wê dertê de dibînin. Carna dengê lorîka dayîka me ya li ber dergoşa me runiştî û dilorîne, carna dengê wijdan û dilê meyê li pey Evîna Heqîqetê, carna dengê Lîra di destê İştar de, carna jî di qêrîn û hawara dayîka axê de ye, denge hevala Mizgîn. Îro jî dengê jina azad ya ku li Koban û Şengalê, dibe senfoniya hêviya mirovatiyê ye. Bi vê dengê resen ya kû li ser kuka xwe mezin bûyî, rayên xwe berdaye nav dilê her mirovê ku dildarê azadiyê ye.
Ger em qala heval Mizgîn dikin bê kû em qala fermandariya heval Mizgîn bikin divê em derbas nebin. Wek jinekê di nav hemû zorî û zehmetiyê di zihnîyeta serdest ya kirêt de li kêleka hunerê di şer û tekoşîna gêrîla de, li cihek mîna Xerzanê fermandarî kir. Fermandarî jî hunera mirov avakirinê ye. Heval mizgîn hevsengiya di notayên sitranê xwe de, rijand textîk û rêbaza jiyanê û sekna fermandariyê. Di çeperên şer de ritmê sitranên wê bi kelecana her jinek xwe bi rext û tifenga re pêçayî re bu yek. Huner û fermandarî kir yek. Ji ber her du huner jî civakîbunê ava dikin. Civakîbûn xwebûne, xwebûn di ferqa mirovbuna xwe de bûne. Heval Mizgîn jî bû civak. Ji ber cewhera civakê di xwe de watedar kir.
Heval Mizgîn ji me re mîrasek çandî û hunerî ya bi rêgezên xeta azadiya jin hatî stran hişt. Ev barê dîrokê girt ser milê xwe, têkoşîna wê bilind kir. Her tim şereke dijwar, li beramberî serdestiya qirkirina çandê dayîn ji xwe re esas girt. Di lotkeyê qehremantiyê de ev bi şehadeta xwe ji me re mayînde kir. Hevaltiya meya herî rast wê bibe ew ku em li vê têkoşîn û xeta Mizgînan xwedî derkevin.
Ji ber ku li beramberî heqîqeta Mizgînan gotinên me dikevin şerma deyîndarbûnê. Hevokên me bejin ditewînin, hest di kevin taya rahiştina barê evîna Mizgînan û ramanên me dibin xirman li dora dilê Mizgînan.
Di demek wiha yê kû di nav pencên Modernîta Kapitalîst de mirov ji mirovbûna xwe tên derxistin. Li ser çanda gelan her roj qirkirinên nû çêdibin, huner dibe qada bazirganiyê, jin di nav vê sukê de wek meta tê bi karanîn. Lê wek jinên ku di kar û xebatên TEV-ÇAND’ê de rola me ya sereke ewe kû em bi têkoşînek mezin li ser şopa Mizgînan bi awayek dijwar şerê çanda modernîta kapitalist bikin û li çanda gelan xwedî derkevîn û li şuna wê, çanda netewa demokratîk di pergala Modernîta Demokratîk de her tim zindî bihêlin û bi pêş ve bibin. Ev karê her hunermendeke ye. Ji ber ku “Hunermend Wijdana Civakê Ye.”
Dîrok zarokên xwe diwelidîne û dîrok qehremanên xwe hildibijêre. Di Asoyê gelan de hertim rojên nû hilatine û di buharên gelan de zeviyên nû hatine kêlan. Tovên azadiyê lê hatine reşandin û gelek kûlîlkan ji nûve gulên xwe vekirine. Jinê ji neolotîkê şoreş destpêkir. Ev çem herikî û di her kêliyên avakirinê de bi şoreşek nû, kaniyek nû li vê çemî zêde bou. Îro di encama têkoşîna jina azad û Mizgînan de felsefa Apoyî bûye derya di vê çemî de. Di vê deryayê de pêşengiya hunerê Mizgînan kir, di nav awazên Delîla de xwe nujen kir li çiyan bû şoreşa hunerê û heskirina xwe berda nav dilê her mirovek para xwe ji mirovatî girtî. Îro jî di çeperên berxwedaniya Kobanê û Serêkaniyê de dibe deng û lorîka Viyan Peymanan di nav beşişîna zarokên Şengalê de dibe hêvî.
Dilsoziya bi şehîdan re, bi temam kirina vê têkoşînê re pêkanba. Îro li her cihê Kurd lê dijîn bi hezaran jinên Kurd di xebatên çand û huner de cih digrin û hunermediyê dikin. Bi dengê resen yê Mizgînan zorokên pêşerojê tên perwerde kirin. Her wiha di çiyan de dibin fermandariya Mizgînan de gerilayên hunermend mîna koma Amara wek komeke jin, bi xebatên xwe rihê Mizgînan nûve jîn dikin. Bi awazên xwe ve, vê tevna hunera şoreşê li cihê ku hatiyê hunandin didomînin. Awaza “Hunera şoreşê” bi helbesta ramana Apo yî têrêsan, bi hest û reseniya dengê şehît Mizgînan bi awaz dibe, bi bedewiya dengê Ş. Delîlayan tê gotin û li Kobanê ev senfoniya şoreşê di dengbêjiya Ş. Viyanan de dibe qêrîna jina têkoşînvana azadiyê.
Bi reseniya dengê Ş. Mizgîn, bi fermandariya jin ya gêrillaya PKKê Ş.Mizgîn di her kêliyê de zindî bihêlin. Mizgîn sembola hunera Apoyî û pêşenga şoreşa hunerê ye.
Komîteya Jinan a TEV-ÇANDÊ