Deng Û Reng Bidin Berxwedanê

0Shares

Di welatê me de, şer û berxwedaniyeke bêhempa didome. Li hemberî her awahî êrîş, zulim û perçiqandininên ku li ser mirov, jin û civakan tên pêkanîn, gelê Kurd û şerwanên azadiyê têdikoşin. Ew tekoşîn û berxwedaniya ku em didin, her roja ku derbaz dibe hîn xwûrtir û bilindtir dibe û di cîhanê de deng vedide. Dibe çandek, jiyanek û bi hunerî tê xemilîn. Bi derketina tevgera azadiyê ku em di salvegera wê ya 38. pîroz dikin de, ev tekoşîna hevjiyana azad êdî gihîştiye asoya pergala xwe. Tevgera azadiyê, di wan sîhûhêştsalan de, him bi gelên bindest re, him jî di nava vê bindestiya civakê de ya herî bindest jinan re bû hêvî, derman û hêz. Him wek gel him jî wek jin, hêz û vîna xwebûn û azad jînê, ji pergala tevgera azadiyê fêrbû.

Ev çalakiyên ku ji bo Rêber Apo tê derxistin jî bi taybet di welatê me de bi ruh û baweriya tekoşîna çanda xwedawenda mezopotamya’yê. Herî zêde yên ku li derdor û di nava tekoşîna azadiyê de kom bûn û dibin jî jin in. Weke gotineke pêşiya jî dibêje, ‘ji heft salî heya heftê salî’, zarok, keçên ciwan û dayik jî di nava tekoşîna azadiyê de cîh digirin. Ew ji xwe nîne. Em herkes êdî baş dizanin ku li dijî her cûreyên şîdet û perçiqandinan, ya herî xûrt xwedî ramanek, seknek û tekoşîneke ye tevgera azadiyê û rêberê wê ye. Ji bona wê, tevgera azadiyê, di rastiyê de, li hemberî her awahî ferasetên dewletî yên tecavuzî, bertekeke û bersîveke.

Li hemberî bêçandîbûnê, tûndîbûnê, çandeke û wekhevî û demokrasiyeke civakî esas digire. Tevgera azadiyê di vê wateyê de xwedî afirîneriya çanda civaka azad û bi vîn e.  Û, tekoşîna xwe jî di asta huner û hunermendeke de pêk tîne. Liv û tevgeren xwe de hevjiyaneke azad dixemilîne. Asoyeke nûjen re derî û pencereyên dil vedike. Di vê wateyê de wek straneke, tekîliyên jiyanê distêre. Wek helbesteke, hestên civakê dixwîne û pêdihese. Weke wêneyeke, ruhê mirov, civak û xwezayê diteyîsîne. Weke dengbêjeke welatê xwe, di wateya jiyana gelê xwe de êş û keleman, eşq û şahiya dilorîne. Bi kûrtasî, li ser koka xwe ya çanda resen a jin-dayik, ji nûve vegera heqîqatê ye, tevgera azadiyê. Ji bo me çandeke, nasnameyeke.

Belê me gelek êş kişand, em hêjî dikişinin wan êşan. Lê, îro ew êşên ku em dikişînin, beramberê wan tekoşîna ku em didin de, gelek deskeftiyan jî bidestdixin. Berê weke mirovên ku rêka xwe wûnda kiriye, em bê pûsûla û bêhêvîbûn. Gelek tişta, taybet bi rastiya çand û zanista dîroka xwe bêpar hatibûn hêştin. Ji ber vê jî her kî dihat, li ser me zilûm û qirkirin pêkdianîn û diçûn. Lê îro, êdî em gihane asta zanebûna dîroka xwe, hêz û vîna xwe. Me bi vê zanista dîrokî ve, di nava wan 50 salan de destaneke dîrokî, berxwedaneke dîrokî li hember pergala dagirker a dehaqan pêşxist. Di mejiyên dagirkeriyê de wek guleyeke azadiyê teqiyan. Hemû ezberên heyî hatin hilveşandin. Rastiya ku hatîbû şolî kirin û vêşartin, derketin ronahiyê û zelal bûn. Di asta lûtke de jî me ev heqîqata di berxwedana Kobanî de, li hemû cihanê da nîşandan.

Îro jî weke berdewamiya vê çandê, şoreşa azadiyê meşaleyên xwe li qadan jî jin pêşengti dikin. Meşaleya şerê gel a şoreşger carek hate pêxistin, êdî gerek netemire. Her mirov û jina ku dibêje ez heme, bi vîn û hêzim, gerek deng bide, reng bide vê berxwedaniyê. Bi meşaleya azadiyê ku ew 50. sale hatiye pêxistin, emê îro di berxwedaniyên gel yên ji bo avakirin û xwe rêvebirina pergala xweseriya demokratik de, mayende bikin.

Bêrî Dersîm 

 

Attachment