Ji pênûsa gêrîla
Dema ez li wêneya te dinêrim
Dayikbûna min tê bîra min
Guhên min,
Bi qêrîna dayika min vebûn
Ez di jiyana te de mezin dibim
Herdû biskên te
Ava Dîcle û Firatê vedûxwim
Di rûyê te de,
Fikra jiyanê mezin dixwînim
Di reşikiya çavên hemû zarokan de
Li te digerim
Di rûyê hemû dayikan de, te
Di kenê te de
Azadiyê dibînim.
Dema ez li wêneya te dinêrim
Roj min dixe nava lêpirsînê
Tîrêjên xwe
Wek tîrên heqîqetê dişîne
Ji eniya min xwedaneke sar tê xwarê
Ez di nav kelecanê de
Bê bersiv dimînim
Hêdî hêdî heyv hildikişe jor
Wek fermandarê rojê
Stêrk kom dibin li dorê
Rojê pala xwe daye çiya
Fermandar bi leşkerên xwe
Rojê diparêze.
Dema ez li wêneya te dinêrim
Sermayek dikeve nav dilê min
Layiqbûna te ne hêsan e
Bêrîtan naskirin
Viyan hîskirin
Sara jiyankirin dixwaze
Ey hevala Zîlan!
Zafera hêviyan
Tu zîrekiya eşqê
Evîndara heqîqetê yî
Parêzvana roja me
Çîçeka doza me yî
Dema ez wêneya te dinêrim
Zimanê min erka xwe jibîr dike
Pênûsa min hevoka xwe a dawiyê dinivîse
Wêje bê wate dimîne
Bêrîkirinek dikeve dilê min
Mejiyê min dest û lingên min girê dide
Ji bo ku ez behsa te bikim
Tenê çavên min dimîne
Ew jî li rojê meyze dike.