Rêber APO
Bi aliyên xwe yen erênî û neyênî li ser tevgera azadiyê ya jinê, yek jina ku bandora xwe kiriye dayîka min e.
Di Kurdistanê de yek rastiyeke em bikaribin li ser bisekinin jî rastiya dayîkan e. Dayîktî bi giştî îfadeya zayînê ye. Wata herî hêsan ya di nava me de bi şêweya zarokan tîne û nifşê xwe didomîne ye. Min ji serî de ev nepejirand. Dikare were gotin ku, bersiva herî hişk a dayîka xwe min bi xwe da. Ew weke dayîkekê hemû mafê xwe yê malê bi jidayîkbûna min dida pêş. Min jî digot; “tu wê mirîşk û cêcikê dibînî, mirîşk jibo cêcikê çiqas dayîk e, tu jî ji bo min ewqas dayikî.” Ev şibandineke gelek qebe bû, lê min ev kir. Heta ez diketim nav nêzîkatiyeke ku min digot şûna zarokên te wisa hebin bila qet tinebin baştir e. Di vê watê de min nêzîkatî raber dikirin. Ji ber yek ji dayîkan bû, ez jî yek ji wan zarokan bûm. Zarok weke dixwaze najî, dayik jî weke dixwaze bi zaroka xwe re dixwaze xwe bidomîne. Ev nakokî bû.
Dayîka Ûveyş, kêmzane û pêlansazî bû. Lê belê li gor xwe dayîkeke îsyanê bû. Di heman demê de jinek bû ku zêde neketibû bin bandora zilam. Jixwe têkîliyên wê bi min re cûda bû. Di vê qenehetê de me ku dayîka min zêde nedizanebûna ku çi dixwest de bû. Ji bo min wisa difikirî “waye ê bibe karmend, hindek pere qezenc bike, çend metre qumaş, çend cilûberg bikire” bû. Ev hin xwestekên zêde naveroka wan ne dagirtî bûn. Qesda wê ji ewladê bixêr, halê wê hindek ferisandin, di aliyê madî û menewî de hindek bersivdana wê bû. Zarokek di vê watêyê de dayîka xwe dibersivîne. Ji bo bibe keça diya xwe an jî kurê diya xwe gelek bi pute (ozen) nêzîk dibin.
Di her tiştî de dijîtî di vir de destpê kir. Hûn bibêjin nebûna zarokekî wisa û cûdatiya vê taybetmendiyê, an jî şens an bêşensî em wisa fêrbûn. Li gor xwe di temenê herê nêz de şerekî wisa ji bo dayîka xwe min da. Ma însan li hember diya xwe şer dike? Me da. Ez gelek kêm ketim rewşa zaroka ji diya xwe gelek hez dike, an dayîka ji zaroka/ê xwe gelek hez dike. Ji bo em wisa bibin ma ev xebata me gelo tewan bû, rastiya we ye, an ya min e? Lê belê psîkolog dibêjin şêwegirtina zaroktî gelek bandora xwe li ser kesayet dike û di mezinahiyê de jî ev bandor didome. Em jî bi vê bawer in. Ev rastiyeke ilmî ye. Ew têkoşeriya wê demê nebe, têkoşeriya piştre jî nabe. Gelo ez gelek bi aqilbûm an biryar bixwe gelek cûda bû nizamin, lê têkoşerî xwe ferz kir. Ev jî mijareke cuda ye. Em hesabxwestinê di temenê biçûk de destpê dikin. Hindek ferasetên wê yên serwer jî hene; li gor xwe dixwaze hin kevneşopiyên malbatî hakim bike. Hin xwestekên min ên azadiyê hene, ez jî wan dext dikim. Kevneşopiyên malbatî yên ku ew fêrbibûn. Yên bi navê azadiyê ku ez fêr bibûm, şerê gelek bi rêgez li hemberî desthilatiyê ku pêşdiket bû.
Di vir de xala girîng, bandora bav zêde nebû. Dikare li ser vê bal were kişandin. Otorîteyek bav gelek bihêz bi gengazî yê rewş bidana veguhartin. Bandora bav bi her awahî li ser malbatê, ew hemû bibandor bikirana li ser min jî wê gelek encam bidana jiyandin. Mînak dibe ku min ev rewşa nakokiyan nedîtana. Bi îhtîmal nakokiya di navbera dê-bav firsend da ku derketineke min çêbibe. Bavekî bêbandor, lê cardin dixwaze bavtiya xwe, zilamtiya xwe bide hîskirin, naxwaze vê hêsan berde. Lê di aliyê din de bi vê şêweya xwe ya ku sazûmaniya dayîksalarî derbasî jiyanê bike, di nava malbatê de di vê mijarê de gelek mijûlbûnên wê jî hebûn. Ev birastî jî nakokiyek girîng e. Ev nakokî hindek firsend ji bo min derxist. Di vê wateyê de di pêvajoya pêşde firsendgirtin ji nakokiyan cara yekem di malbatê de ez fêr bûm. Ji wan sûd wergirtin cara yekem di ocaxa malbatê de ez fêr bûm. Her wiha li hember otorîteya bav têgeha bi navê hêza dayîkê re hevnaskirinek çêbû. Ev rêya bêbandoriyekê di malbatê de da vekirin. Ji ber rê ji vê re dida vekirin ez jî di temenê biçûk de ketim lêgerînan. Min digot ez jî dikarim azad tevbigerim. Madem ku diya min li hember bavê min derdikeve ez jî dikarim li hember hindekan derbikevim. Li gor jinên din ev dayîk hem wêrekiyê dide, hem jî min ber bi serê xwe tevgeriyê, serbest tevgerkirinê ve dibe. Dema du hêz bihev re mijûl dibe, hêza sêyemîn rewşa pêşketinê dijî. Encamekî wisan jî derdikeve. Dema ev herdu bi hev re mijûl dibin, hema bêje dixwazin hev bêbandor bikin hêza sêyemîn yanî ya zarok derdikeve. Ev rewş bi teqezî li ser me bandor dike. Ez biserê xwe ji vê bandor dibûm. Rewşa heyî hişt ku zêde ketineke bin bandora bav nebe û xwe di wê demê de bibînim. Hindekê xwe azad hîs bikim.
Şerê dê û bav bi hev re wê zêdetirîn, rehetî û hizûr nehiştina wan, cihê têgeha hembêza dê, an jî parastina bav nehişt. Ya rastî di nava van têgehan de jî zêde tiştek nîne. Tu nikarî parastinê bibînî, hezkirinê bibînî. Jixwe ev e li hember hevdu hemû bêrêziyê raber dikin. Zêde ewlehî bi vê rewşê nabe, an jî difikirim ku zêde bi vê rewşê nayê ewlekirin. Bi vî awayî di temeneke biçûk de li hember malbatê bêbawerî an jî zêde cihê baweriyê tê de nema. Li gor vê guman pêşketin. Jixwe piştre wate û girîngiya vê hate fêmkirin. Ji ber bandora malbatê li ser zarok bi rastî jî gelek baldar e. Mezinkirina malbatî, mezinkirina dê û bav, birastî jî ez gelek wate didimê. Ev mezinbûneke gelek zor e. Yanî bila hemû karî bidin min, lê bila karê mêzekirina dayîkekê li zarok nedin min. Xwedîkirina zarok bi rastî jî pir zor e. Di wan rewşan de, di wî temenî de ji xwedîkirina zarokan re min nedikarî xwe ragirim. Jixwe ez ne li dijî zarokan im. Wek xwe metihkirinê nebe, lê herî zêde bi zarokan re hevaltiyeke xweş ez didim pêşxistin. Feraseta nêzîkatiya min ji zarokan re, ne weke zarokekê, weke însaneke mezin ji bo pêşerojê tê amadekirin nêzîk dibim û li gor vê yekê mijûl dibim. Lê cardin rojekê jî li hember giriyê zarokan mirov nikare xwe ragire. Dayîk bi awayekî muthîş liberxwe didin. Jixwe ev berxwedan wan dixe, mehf dike. Ew paşverûtiya dayîkan hemû ji ber vê rastiya zarokan e. Ev nakokiyên curbircur in û gelek cuda dikarin werin bidestgirtin. Her wiha di nava rastiya Kurdan de, ev şêweyê mezinbûnê di nava malbatê de gelek encamên giran jî bi xwe re tîne. Ma hûn çiqas nazdar, çiqas delalî mezin bûne? Her çiqas malbat xizanin jî hûn wek paşeyan mezin dibin. Derveyî kedê mezin dibin. Ev nakokiyên mezin in. Pirsgirêkên mezin in. Jixwe malbat kurê xwe hertim bi vê gotinê mezin dikin “dê kurê min mezin bibe, bibe paşe”. Bi vê rastiyê ve girêdayî hûn weke generalekî bêked li hember me disekinin. Ev, encamê mezinbûna we ye. Wan hûn wisa fêrkirine: “Zaroka/ê min ya/yê herî baş e, zaroka/ê min ya/yê herî xweşik e, zaroka min paşe ye” wisa gotine. Bêyî ked were xerckirin, bêyî ku di ber ked, pratîk û teoriyeke afirêner re derbas bibin hûn xwe layiqê rutbe û erkan dibînin.
Hemû başiya min tevlînebûna min a vê pêvajoyê bû, şens an jî bêşensî ez bi şêweyeke wiha mezin nebûm. Demekê ev rewşa min a binakok di nava malbatê de û derketina vê nakokiyê bi awayekî lez, ji bo pêşketinên paşê jî bandoreke mezin çêkir. Gumanê min ên li hember vê saziya malbatê hişt ku li hember kevneşopî, urf û edetan bim û bi hêza xwe li ser piyan bimînim. Jixwe herkes bi feraseta “diya min dê min wisa biparêze, bavê min wisa biparêze” mezin dibe. Bêyî piştgiriya dê û bav nemimkune ku zarok mezin bibe. Lê di temenê biçûk de ji van taybetmendiyan qutbûn, ji malbatê qutbûn ji bo pêvajoya paşê jî sekneke serbixwe bi xwe re anî. Ji bo vê seknê gelek sûd hatin girtin. Vê hişt ku gelek encam ji nakokiyên civakî were derxistin, ne tenê li gor pîvanên malbatê li gor nirxên netewî firsend jî bi xwe re anî. Ez di demek zû de ji vê rastiyê re amade kirim. Lê cardin mikur werim ku wan jî ez hîmaye kirim.
Vê jî bi bîr bînim dikarim bibûma zarokekî sertewandî jî. Dayîka min li gor nakokiyên xwe ez ber bi şervaniyê ve bi awayekî muthîş dahf didam. Heta dikarim bibêjim terbiya herî mezin min ji wê girt. Her wiha min ev dît: ger ti bi dijminên xwe re şer nekî, tu nikarî nan bixwî, heta nikarî bijî! Dibe ku ev taybetmendiyeke perwerdeyê ya baş be. Ji ber ku li gor xwe li hember yên ku dijmin didît di nava têkoşînê de bû. Wek mînak ger zarokekê li min bixista û min tola xwe negirta û bihatama malê, ez ji malê diqewitandim. Ji min re digot “Here tola xwe bigre û were.” Bi hin zarokan re şerê xwe ez hîn jî bibîr tînim. Ev şer bi taybet bi dextê diya min dibûn. Ger bi ya min bûya, dema zarokan li min daba, ez ê bigiriyama û min ê giliyê wan ji diya xwe û bavê xwe re bikirana. Min ê bigota min biparêzin tola min rakin. Jixwe min wisa jî dikir. Rewşa hemû zarokan wisa bû. Dema zarokan lêdan dixwarin bi girî û qêrîn dihatin ji diya xwe û bavê xwe parastin dixwestin. Xwe diavêtin hembêza malbata xwe. Dixwazin wisa bibersivînin. Di vir de rewşeke dijber nemijara gotinê ye. Dihat gotin: “Ew jî zarok e, tu jî zarokî, here tola xwe rake.” Dibe ku ev rewşeke perwerdehiya baş be. Ya ku maye jî diya min jî diçu bi wan re şer dikir. Digot: mademkî zarok wisa dike ez jî wisa bikim. Lê bi me jî dida kirin.
Diya min hesteke wisa bi min da qezenckirin. Divê bi gengazî bersiveke te hebe. Gelek kêm jî be, ev dibe weke hestên mezinbûnê an jî tolstendinê be. Bav di şer de zêde ne bihêz bû. Dê bihêztir bû. Bav jî şerker bû, lê dê hindekê baldar dibû. Ev di jiyanê de taybetmendiya têkoşervaniyê bû. Diya min zêde em nedidan binpêkirin. Ji ber li hember zarokên din em dikaribûn bibin hêz. Zarokên aliyê dijber mezinbûn, bihêzbûn, gelek bûn. Di wir de hêza xwe parastinê derdiket holê, her wiha herdu şer jî dihat dayîn. Hem tol dihat girtin hem jî xwe parastin pêşdiket. Lewre ev dida hîskirin: ez wisa bi hêsanî serî natewînim. Şerê mezin dikim. Dikarim qiyametê rakim. Di gund de jî kesê derveyî diya min bi navû deng nebû. Tam tofaneke îsyanê bû. Di qîr û bangkirinê de, di dijûnan de, di serwêre kes tinebû. Jin an zilamekî bêtirs bi ser wan de diçu. Lewra kesayetek bûyerê bû. Hindekî jî di aliyê parastinê de parvekirina min çêbibû. Derveyî vê em dikaribûn kesateyek wenda jî bûna. Bi gotinên wan kesayetek wenda, ji her tiştê re ser ditewîne. Di vê watê de divê hêjaya wê were teqdîrkirin.
Piştî pêvajoya dibistanê destpê kir tiştek zêdetir bikaribim ji diya xwe fêr bibim nemabû. Pêvajoyek qutbûnê bû û her berdewam bû. Ji dayîkê qutbûn çiqas rast bû, çiqas şaşbû? Mînak zarok piştre bi giştî dema derfetên wan çêdibin an jî perê wan çêdibin ji bo diya xwe diyariyan dikirin. Min li rêbazekî wisa serî neda. Ya rastî perê min jî hebû, ruxmî hindek pere jî qezenc kir, ez nefikirîm ku ji bo diya xwe an jî ehlê xwe diyariyan bikirim. Dibe ku lome kiribin. Dibe ku di vê derbarê de ez zêde li xwe mikur nehatibim. Lê belê li gor min kurbûn divê cûda bûna. Weke ez nebibûm kurekî weke wan, lêgereke min a din hebû ku ez bibim kureke cûda. Ez ti carî ji pêwendiyên xwe yên dostanî bi diyariyên erzan nêzîk nebûm. Hê jî wisa me. Min ji we re berê jî dabû diyarkirin ku ez çiqas bi hevaltiya we re girêdayî me, di temenê biçûk de lêgervanê hevalbendiyeke çiqas mezinbûm, ji bo ez bi wan re bilîzim çiqas min can davêt, heta ji bo hevaltiyeke wisa avabikim çiqas hêzeke mezin serf dikir dabû nîşandan. Min wê demê didît ku ev bi diyariyên hêsan nabin û heta min hindek diyariyên erzan diceribandin. Hindek tiştên ku baldikşînin dixebitandin. Lê ev zêde baldar nedibûn, ji bo hevaltiyeke bihêz çêbibe, firsenda avakirina têkîliyên bihêz nedida. Ji bo vê hîn di temenê biçûk de ez li rêyên girêdana însanên cuda geriyam. Li ser wan ponijîm. Li ser girêdana bi malbatê ya mezin jî fikirîm.
Di van çiyayên azad de bi silavkirina komên jinên azad ez xebitîm xwe bi “wate” bikim. Ji bo min jin an dê di pîroziya xwedawendan de be an jî qet nebe. Ez rastiya vê gotinê hertim difikirim; “Asta jiyana jinên civakekê, asta pîvana wê civakê bixwe dide diyarkirin”. Ji bo diya xwe min gotina bermahiya ji çanda xwedawenda dayîk a neolîtîkê bikar anîbû. Weke wan qelew bû. Avahiyên modernîte ên çêkirî (yapay), dîtina wê ya pîroz asteng kiribû ku ez bibînim. Ruxmî di jiyana xwe de min gelek êş kişandibûn, di çi bûyerê de ez ticarî cîdî negiriyabûm. Lê belê piştî ku min qalibên modernîte şikandin şûnde, di serî de diya min û di şexsê wê de hemû jinên Rojhilata Navîn her tim bi dilşikestinekê û bi çavên şil ez bibîr tînim. Li wan dinêrim. Wan demên ku diya min bi zorê ji bîrê av dikişand û di nêviyê rê de min ji wê satila avê av vedixwar, wek biranînên xwe yên herî dilşewat û bijartî bibîr tînim. Ez hevîdarim ku herkes piştî qalibên hişmendiya modernîte şikandin cardin li wan bîranînan mêze bikin. Dixwazim heman nêrînê li ser wan têkîliyên ku ji neolîtîkê mane “têkîliyên gund” jî pêşbixin. Bêgûman serketina modernîteyê ya herî mezin têkbirina wê nêrîna me ya 15 hezar sala ku hatibû avakirinê bû û tinekirina wê bû. Ev jî rastiyeke ku ji civak û kesayeteke nêrîn û hêviyên wê hatiye tinekirin û wendakirin ti azweriya jiyanê û berxwedanî nayê hêvîkirin.
Tê gotin ku mafê dayîkê bi hêsanî nayê dayîn. Di nav me de mafê dayîkê encax bi şervantiyeke yeman were dayîn. Pir heqaret li dayîkan hatiye kirin, ew neçar hatine hiştin. Îro herin ji dayîkan dext û biçûk dîtinê fêrbibin. Ji wan guhdar bikin. Ger ew îro ji me milîtaniyek baştir dixwazin, ger birastî jî rêzdariyeke me ji bo wan hebe, wê demê nîşaneya girêdana rast ev pêwîstî bicih anîne. Cardin difikirim ya ku ket ser milê min, min pêkanî. Lê belê hin erkên hûn jî bicih bînin hene. Zû şehîdketina we û bi dayîkan re lorîk dane gotin ne şervantiyeke rast e. Divê hûn bi huqûqê dayîkê ve girêdayî di nav şereke curbicur de bin. Ji ber ji bo wan negengaze ku ti bersiveke din were dayîn.
Wek din jî, dijmin zêdetir bi xedarî jinê qetil dike. Dijmin dixwaze bi feraseta me ya namûsê û jinê bilîze. Cardin bi çavtirsandinê dixwaze dayîkan di nav rondikên çavan de bihêle. Bi vî awayî bangî aliyên me yên lewaz dike. Di vê derbarê de bersiva ji dijmin re were dayîn şervantî û têkoşeriya bi bandor e. Derveyî vê em nikarin ti bersiveke din ji bo dayîkên me yên dilbiêş û xizan bidin. Ez wan êşan pir baş dizanim. Jiyaneke dayîka wisa dilbiêş, xemgîn û biçavên şil heye. Sekinandina êş, rondik û xemgîniya wan nehêsan e. Ger min hinekî rê ji vê rastiyê re dabe vekirin ev ji ber erka min bû. Em îro ji lewazî, êş û xemgîniya dayîkan re hindek bersiv didin, ev ji feraseta me ya egîdiyê tê. Derveyî vê min jî dikaribû wek we nêzî huqûqa dayîkê bibûma. Dibe ku hindek li kêfa min jî çubana. Ez tengav jî nekirama. Lê nemimkun e ku ev nêzîkatiyek bi rêgez û bi şeref bihata hesibandin. Zore ku mafê heman rastiyan were dayîn. Tê gotin ku mafê dayîkê nayê dayîn. Lê ger wisa be hindek mafê wê dikare were dayîn. Divê were dayîn jî.
Ji parêznama Modernîta Kapîtalîst Beşa yekem & tehlîlên nîsana 1994